bianet
Parêzerên Yildirim li Lijneya Çavdêriyê û Rêvebiriyê ya Girtîgeha Tîpa F a Bi Hejmar 1 ya Îzmîrê îtiraza biryara taloqkirinê cezê kir. 2emîn Dadweriya İnfazê ya Îzmîrê, îtiraz red kir.
Dadweriyê di biryara xwe ya di 3ê Îlona 2026an de diyar kir ku di biryara lijneya girtîgehê de "ti tişteke li dijî rêbaz û qanûnê tune ye".
Ev biryar di serdemeke wisa de hat dayîn ku PKKê biryara fesixkirin û dawîanîna li têkoşîna çekdarî dabû.
Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir
25 Tebax 2026
Cezayê dîsîplînê nîne lê tehliye jî nîne
Li gorî ku di biryara bihêcet de hatiye nîşandan, Lijneya Çavdêrî û Rêveberiyê ya Girtîgehê ragihandiye ku Yildirim erkiyên xwe yên di girtîgehê de aniye cih, li gorî berpirsiyariyên jiyana hevpar tevgeryaye, zerar nedaye kelûpelên saziyê û guhdariya rêzikên bicihbûna odeyê û paqijiyê kiriye.
Her wiha lijneyê da zanîn ku Yildirim gef li peywirdarên girtîgehê ango girtiyên din nexwariye û tehrîq û şer nekiriye, beşdarî çalakiyên sporê bûye, xûyê wî yê xwendina pirtûkan heye û ti cezayê wî yê dîsîplînê yê ku nehatibe rakirin nîne.
Di karûbarên wî yên têkildarî kelûpel, name û razandina pere de jî hat diyar kirin ku "ti nîşaneya xebatên rêxistinî nehatiye dîtin".
Her biryareke taloqkirina tehliyekinê, mafê azadiya Mehmet Sait Yildirim binpê dike û tenduristiya wî têk dibe
29 Tîrmeh 2026
Axavtinên di dema hevdîtinê de weke hêcet hatin nîşandan
Tevî vê yekê, lijneyê hin gotinên Yildirim ên di hevdîtina girtî ya di 30ê Adara 2026an de ku bi vasiyê xwe re kiribû, wekî "xwedî li îdeolojiya rêxistinê derdikeve" û "ji ramana rêxistinî dûr neketiye" nirxand.
Li gorî biryara lijneyê Yildirim di hevdîtina bi wasiyê xwe re ji bo neberdana xwe gotina "dîlê/rehînê siyasî" bi kar aniye û ji bo pêvajoya girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî gotiye "komploya navneteweyî". Ev herdu gotin weke hincet hate nîşandan ku ger bê berdan “wê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re bidomîne.”
Lijneyê her wiha destnîşan kir ku Mehmet Saît Yildirim qebûl nekiriye biçe servîsa psîkososyal û daxwaza hevdîtina takekesî ya ku ji bo wî hatibû kirin red kiriye, di mijara nîşandana poşmaniyê de pêşveçûnek nîşan nedaye, ji bo tevlêbûna civakê amade nîne. Lewma lijneyê diyar kir ku bi dengê hemû endaman lijne gihîştiye wê encamê ku ew “ne di nava halê baş de ye.”
Li gorî vê nirxandinê, lijneyê biryar da ku serbestberdana bi şert a Mehmet Saît Yildirim ne guncav e û dîroka nirxandina bê wekî 24ê Mijdara 2026an hate diyarkirin. Li dijî vê biryarê, ji dema teblîxatê pê ve di nava du hefteyan de rêya îtirazê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1ê ya Îzmîrê vekirî hate hiştin.
Mehmet Sait Yildirimê ku krîza dil derbas kiribû, ji nexweşxaneyê dîsa birin girtîgehê
28 Tebax 2026
Mehmet Sait Yıldırım ê 75 salî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin. Tevî ku cezayê Yildirim qedîyaye, 3 car in tehliyeya wî tê astengkirin ango taloqkirin.
Yildirim herî dawî 24ê Tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Hevdîtina bi lijneyê re bi rageşî derbas bûbû û weke hevdîtinên berê yên lijneyê, dîsa "poşmanî" li Yildirim hatibû ferzkirin. Yildirim piştî vedigere odeya xwe krîza dil derbas dike û hevalê wî yê odeyê rayedarên girtîgehê ji rewşê agahdar dike û wî dibin nexweşxaneyê.
Parêzerên Yildirim gotibûn ku dema Ocalan krîz kiriye, pêşî birine nexweşxaneyeke li Bucayê û lê ji ber ku li wê derê qawîşa girtiyan tune bûye, ji wir birine Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê.
Her weha parêzeran destnîşan kiribû ku Yildirim anjiyo bû û du stent xistin dilê wî ku yek ji damarên sereke yên ku diçin dil girtî bûye û Yildirim ji mirinê filitî.
Di 28ê Tebaxê de Yildirim dîsa ji nexweşxaneyê biribûn girtîgehê.
Çi bûbû?
Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.
Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi "fermana Wezaretê" de di hucreya yekkesî de tê girtin.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.
(HA/AY)
Li Girava Axtamarê ya li Behra Wanê piştî restorasyona ku di sala 2005an de hatî kirin, li dêrê ayîna 14emîn pêk hat.
Di çav û diayên her kesên hatî tevli ayînê bûyî de ew kelecan, hesreta çanda gelê ermen jî berbiçav bû. Di ayînê de mûm hatin pêxistin, due hat kirin û îlahî hat xwendin.
Ayîna li Axtamaraya ku xwedî dîrokeke 1100 salê ye tê zanîn ku salê carek û di yekşema pêşîn a meha Îlonê de tê kirin.
Li Dêra Ahtamarayê dengê diayên bi zimanê ermenkî bilind bûn
8 Îlon 2025
Weke her sal îsal jî ji gelek welat û bajarên cur bi curî ermenî hatin tev li ayîna Axtamarayê bûn. Ayîna ku di pêşengtiya Patrîkxaneya Eemeniyan a li Tirkiyeyê Sahak Maşalyan ve pêk hatî 2 saetan berdewam kir.
Tê zanîn ku dêra Axtamarayê li kêleka mîrateya xwe ya dîrokî û çandî ji hezar salî zêdetire ku li ser nigan maye û heta roja îro her tim ew cihê xwe parastiye.
Dêra Surp Xaç a ku li Axtamarê ye ji bo dîrok û çanda Ermeniyan xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di sala 1951an de bi fermana hukumeta biraya hilweşandina dêrê hatibû dayîn.
Xebatên hilweşandinê ku di 25ê Hezîrana 1951an de dest pê kiribû, bi hewldanên nivîskar Yaşar Kemal ku wê demê rojnamevanekî ciwan bû, hat rawestandin.
ji dema ayînê çend dîmenên cihêreng:
(WT/AY)
"Aştî bi bêdengkirina çekan dest pê dike; lê dema ku dil û hişê mirovan ji nefretê paqij bibi dibe rastiyek."
Li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya siyasî û civakî dest pê kiriye. Ev pêvajo tenê bi dawîhatina şer, bêdengkirina çekan an jî diyaloga di navbera aktorên siyasî de nayê ravekirin. Di bingeha xwe de, ew pêvajoyeke guhertina civakî, rewşenbîrî û psîkolojîk e.
Nakokiyên dirêj ne tenê birînên fîzîkî, lê di heman demê de birînên psîkolojîk, bêewlehî, tirs, xerîbî û bîranînên bi êş di civakê de jî dihêlin. Ji ber vê yekê, bidawîbûna şer nayê wê wateyê ku civak ji nişkê ve ji psîkolojiya şer rizgar dibe.
Şer bi çekan tê kirin, lê birînên şer di hiş û bîranînên mirovan de demek dirêj dimînin.Ji ber vê yekê pirsa sereke ya pêvajoya nû ev e:
Ma em ê tenê şer bi dawî bikin, an jî em ê şert û merc û zîhniyeta ku şer afirand jî biguherînin?
Di salên dawî de, astengiyên nasnameyê di nav civakê de xurttir bûne. Kurd, Tirk û komên din carinan hevdu wekî "em û ew" dibînin. Avakirina van dîwarên psîkolojîk ji dîwarên fîzîkî dijwartir e ji ber ku ew di hişê mirovan de ne û ji nifşekî bo nifşekî din têne veguhestin.Pêvajoya aşitiyê divê vê zihniyetê biguherîne.
Mesele ne tenê naskirina nasnameyek an mafekî ye. Mesele ew e ku civak bikaribe vê pirsê bipirse:
Tevî cudahîyên xwe jî, gelo em dikarin bi hev re wekhev, azad û rêzdar bijîn?
Ev di heman demê de tê wateya guhertina têgeha "jiyana bi hev re".
Aştî tenê di navbera dewlet û aktorên siyasî de nayê avakirin. Aştî dema ku dikeve jiyana rojane ya mirovan dibe rastî.
Ji ber vê yekê, divê jin, ciwan, mamoste, xwendekar, hunermend, nivîskar, rêberên olî, rêvebirên herêmî û hemû beşên civakê di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîzin.
Aşitî divê ji salonên siyasî derkeve û bikeve:
Dibistanan,
Malbatan,
Taxan,
Gundan,
Zanîngehan,
Navenda çandan,
Medyayê û jiyana rojane.
Perwerde di vê pêvajoyê de roleke bingehîn dilîze.
Perwerdehiya aştiyê ne tenê gotina "aştî baş e" ye. Divê em van tiştan hîn bibin:
Nakokî çawa derket,
Nasnameya azad çawa tê avakirin,
Pêşdarazî û stereotîp çawa derdikevin holê,
Bîra civakî çawa tê veguhestin,
Şer çawa bandorê li nifşan dike,
Mirov çawa dikarin nakokiyan bêyî ku serî li tundûtûjiyê bidin çareser bikin,
Mafên mirovan û wekheviya hemû mirovan çi ye?
•     Û ya herî girîng, tevî cudahîyên xwe em ê çawa bi hev re bijîn?
Mafên mirovan ne tenê bi qanûnan, lê di heman demê de bi çanda civakî jî têne parastin.
Civatek ku şer kiribe, nikare bibêje "Me her tiştê şer ji bîr kiriye."
Ji xwe bîrkirin jî ne çareserî ye.
Divê civak bikaribe êşa xwe qebûl bike, guh bide qurbaniyên şer û li ser rabirdûyê biaxive. Lê di heman demê de, divê bîranîna êşê neyê veguheztina bîranîna nefretê.Armanc divê ne jibîrkirina rabirdûyê be. Armanc ew e ku rabirdû nebe sedema şerê sibê.
Ciwanên îro ne berpirsiyarê şerên duh in. Divê ew ne bi bîranîna şerên berê, lê bi hêviya jiyaneke sibê mezin bibin.
Ji ber vê yekê pêvajoya aşitiyê divê ji ciwanan re derfetên nû çêbike:perwerdehî, çand, huner, kar, azadiya ramanê û beşdariya civakî.
Eger ciwan nikaribin xwe di pêşeroja civakê de bibînin, aştî dê tenê peyveke siyasî bimîne.
Divê pêvajoya nû tenê wekî dawiya şer neyê dîtin.
Divê wekî destpêka avakirina civakeke nû were dîtin:
Civatek ku cihêrengî tê de çavkaniya dewlemendiyê ye, ne gef e.
Civatek ku nasnameyên cuda ne dijmin in; her nasname xwedî mafên mirovan e.
Civatek ku tê de nakokî bi diyalog û demokrasiyê çareser dibin, ne bi tundûtûjiyê.
Civatek ku li gorî nasnameyên mirovan cudahîyê nake, lê belê li ser wekhevîyên wan ava dibe.
Dema ku pêvajoya aştiyê bi tevahî siyasî be, ew dikare bi guhertina şert û mercan lawaz bibe. Lêbelê, dema ku ew bibe beşek ji çanda civatê, ew di nav wê civatê de dibe demdirêj.
Ji ber vê yekê, berpirsiyarîya me ne tenê bi parastina bêdengiya çekan ve sînordar e.
Berpirsiyariya me ew e ku em dengê jiyana hevbeş a civakî ava bikin.
(AÖ/AY)
Kurdên ku li Tekîrdagê dijîn bi armanca perwerdehî û pêşxistina zimanê kurdî di sala 2024an de li navçeya Çerkezkoyê, Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî ava kirin.
Li komeleyê xebatên têkildarî kurdî û dersên kurdî dihatin dayîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat duh(6ê Îlonê) bi şev kes an kesan nasnameya wan nediyar bi çekan êrişî komeleyê kirin.
Her weha diyar bûye ku derbarê bûyerê de kesek hatiye desteserkirin.
(AY)
*Fotograf: Ajansa Welat
DEM Partiyê 5emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalleyê ya Enqereyê li dar xist.
Di hilbijartinan de Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve bûn namzed. Wan her 535 dengên derbasdar wergirtin û bûn hevserokên giştî.
Di kongreyê de endamên esil û yedek ên desteyên wekî Meclisa Partiyê  û Desteya Dîsîplînê ya Navendî jî hatin hilbijartin. Di PM, desteya dîsîplînê ya navendî û desteya lihevanînê de bi giştî 45 nav guherîn.
Di kongreyê de ji bo Meclisa Partiyê ya ku ji 80 kesî pêk tê 28 endamên nû yênresen hatin hilbijartin.
Endamên Meclîsa Partiyê
Endamên esil yên PMyê yên di kongreyê de diyarbûn ev in:
Asiye Kolçak
Ayfer Fatma Çelik
Aylin Hacaloğlu
Berdan Gündüz
Berdan Öztürk
Berivan Elter
Berna Çelik
Besriye Tekgür
Beyza Zeyno Bayramoğlu
Burcugül Çubuk
Bülent Uyguner
Canan Çalağan
Canan Kebenç Özkan
Cemile Turhalli
Çiğdem Köse
Derya Arslan
Diyadin Fırat
Doğan Erbaş
Ebru Günay
Ekaterini Nikolaо
Ekrem Baran
Elif Bulut
Elif Çoban
Emin Orhan
Emirali Türkmen
Ender İmrek
Evcil Türker
Eylem Saruca
Fatma Çelik
Fatma Koçyiğit Öner
Fikret Melih Çolakoğulları
Hacı Erdemir
Hakkı Saruhan Oluç
Hasip Şan
Hatice Doğan
Hatice Betül Çelebi
İbrahim Akın
İbrahim Ateş
İdil Uğurlu
İlknur Birol
Mahfuz Güleryüz
Mehmet Saltoğlu
Mehmet Resul Baykara
Mehmet Rüştü Tiryaki
Melis Emine Tantan
Metin Kılavuz
Muhsin Dalfidan
Murad Mıhcı
Musa Piroğlu
Nayif Bulğa
Nevroz Şanlı
Nuray Özdoğan
Ömer Kulpu
Özlem Gündüz
Öztürk Türkdoğan
Perihan Pakize Sinemillioğlu
Recep Demirci
Sabuha Akdağ
Sadet Fırat
Sami Evren
Sedat Şenoğlu
Sema Koç
Semra Kıratlı
Serhat Eren
Servin Kararkoç
Sevda Çelik Özbingöl
Several Ballıkaya Çelik
Sevtap Akdağ Karahalı
Seyfettin Aydemir
Sezai Temelli
Sezgin Kartal
Sinem Seven
Tayip Temel
Turkut Çatar
Umut Vedat Açar
Ümit Küçükbayatlılı
Ünal Yusufoğlu
Vaysi Unat
Yüksel Mutlu
Zeyyat Ceylan
Endamên yedek jî ev in:
Abdulkadir Baydur
Ahmet Altünay
Aziz Akın Gülhan
Bayram Sarı
Ceduh Batur
Ceyhan Akay
Ercan Sevmez
Erkan Şahin
Ertan Hamitoğlu
Ertürk Soysal
Eylem Zengin Çetiner
Güliz Demiroğlu
Haşim Kutluk
Heval Dılbihar
Jiyan Bahadır
Kasım Yıldırım
Mediha Yüksel
Mehmed Ali Yavuz
Mehmet Deniz Büyük
Mehmet Sabri Gül
Murat Yıldız
Naciye İskender
Nebahat Gever
Necla Yıldırım
Nesibe Akdağ
Nurcan Karasu
Orhan Budak
Ramazan Doğru
Rezan Kağanarslan
Sena Ceylan
Sıtkı Güngör
Şevval Dicle Akay
Türkan Poyraz
Zeynep Yaküt
Zeynep Yalçın
Endamên Desteya Dîsîplînê ya Navendî
Bedia Boran Bulut
Cumhur Ege
Emine Akyazılı
Eylem Arzu Kayaoğlu
Hüseyin Gözen
Metayin Demir
Zeynep Nilgün Salmaner
Endamên yedek
Pirozhan Karali Güler
Sedat Bilgin
Endamên Desteya Lihevhatinê
Ayşe Erdem
Fatma Ayparçası
Gonca Yangöz
Mehmet Salih Yıldız
Nevzat Anuk
Endamên yedek:
Deniz Yalçın
Naif Eroğuz
Projeya Tevna Ragihandinê ya Serbixwe (BİA) û beşa wê ya weşanê ya sereke bianet, di bin sîwana Weqfa Ragihandinê ya IPSê de di destpêka salên 2000î de li dijî yekdengiya di ekosistema medyaya Tirkiyeyê de û li dijî zimanê rojnamegeriya navendîparêz wekî modeleke alternatîf ava bû.
bianetê di dîroka weşangeriya Tirkiyeyê de di saziyîbûn û di xêzkirina çarçoveya teorîk a têgeha "Rojnamegeriya Mafparêz" de rolek pêşeng lîstiye. Rojnamegeriya mafparêz, kes ango komên ku dibin mijara nûçeyê weke aktor qebûl dike û kategoriya bingehîn a bianetê ye. bianet di bin sîwana vê kategoriyê de nûçe û naverokên xwe li gorî pîvana rojnamegeriya aştîparêz, zarokparêz, LGBTİ+parêz, ajalparêz, astengdarparêz jinparêz û rojnamegeriya ekolojîparêz çêdike. Ev hemû esasên weşana bianetê ye.
Her weha bianet bûyerên îşkence, binpêkirina mafê jiyanê, sînordarkirina azadiya derbirînê û bêedaletiyên darazê bi awayekî sîstematîk dişopîne, dike rapor û diweşîne. Mînaka vê jî Raporên Çavdêriya li Medyayê yên BİAyê ye.
Dîsa mafên jinan û LGBTİ+yan yek ji pîvanên sereke ên bianetê ne. bianet her meh bûyerên kuştina jinan, bûyerên tacîz û destdirêjiyê û her weha bûyerên îstismara li zarokan yek bi yek tomar dike di bin navê “Rapora Tûndkariya Mêran” de diweşîne.
Tevî van xebatan bianet di çarçoveya rojnamegeriya mafparêz de atolyeyan li dar dixe. Atolyeyên rojnamegeriya zarokparêz, aştîparêz, xwezaparêz, LGBTİ+ û hwd…
bianet kurdî
bianet kurdiyê di sala 2016an de dest bi weşanê kir. bianetê di demeke wisa de beşa kurdî vekir ku li Tirkiyeyê rojname û malperên kurdî dihatin girtin, zext li ser medyaya kurdî zêde bûn, malper û ajansên bi kurdî dihatin astengkirin. bianetê bi vê gavê bi ezmûna xwe ya rojnamegeriya mafparêz qadeke serbixwe û alternatîf ji kurdî re vekir û taybetmendiya pirzimanî û pirçandî ya li Tirkiyeyê li polîtikaya xwe ya weşanê zêde kir.
bia kurdî niha li Tirkiyeyê û li herêmê di warê nûçegihaniya mafparêz de yek ji nûnerên herî xurt ê zimanê kurdî ye. Tekane ajanse ku di bin banê rojnamegeriya mafparêz de nûçe û naverokên têkildarî ajalan, penaberan, LGBTİ+yan û jinan çêdike.
Platformeke ku bi xeta xwe ya weşanê binpêkirinên mafan, wekheviya zayendî ya civakî û têkoşîna zimanê dayikê dixe rojeva xwe. Her weha bianet kurdî ne tenê malpereke nûçeyane ku geşedanên rojane radigihîne, di heman demê de di warê nûçegihaniya kurdî de wekî bîreke dîjîtal kar dike.
bianet kurdî ne tenê nûçe û naverokên tirkî werdigerîne di heman demê de li gorî pîvana rojnamegeriya mafparêz li ser ziman û wêjeya kurdî, geşedanên sosyo-polîtîk ên li herêmên Kurdan û li ser çalakî û bernameyên çandî û hunerî, nûçe û dosyayan çêdike. Mijarên weke zextên li ser ziman, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û binpêkirinên mafên çandî jî di rojeva bianet kurdiyê de ye.
Bi taybetî di medyaya kurdî de mijarên ku kêm cih digirin yên weke mafên LGBTİ+yan û mafên ajalan, mijarên sereke yên bianet kurdiyê ye ku bi berfirehî cih dide nûçe û naverokên bi rengî.
Di çarçoveya perwerdehiyên BİAyê de atolyeyên rojnamegeriya mafparêz ên bi kurdî jî hatin li dar xistin. Ji wan atolyeyan hin jê rûbirû bûn û hin jî online pêk hatin.
Her weha bianet kurdî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BİAyê ku sê mehan carê diweşe, behsa binpêkirinên mafên rojnamegeran dike û Rapora Tûndkariya Mêran ku her meh tê amadekirin ji tirkî werdigerîne û diweşîne.
Ji roja ku vebûye heta niha di çarçoveya pîvanên rojnamegeriya mafparêz de bi hezaran nûçe û naverok li ser bianet kurdiyê hatine weşandin.
Me weke bianetê vê carê jî me rûpelek nû li xebatên xwe zêde kir. biamag kurdî!
biamag kurdî
biamaga tirkî di destpêka sala 2003an de dest bi weşanê kir û her hefte roja Şemiyê nivîsên bi mijarên cûda li pêşberî xwendevana ne. Di bingehê de armanca wê ya sereke ew e ku di nav germiya nûçeyên rojane de cih bide mijar, rexne û nîqaşên teorîk ên ku di medyaya berbelav de cih nagirin.
biamag, ne tenê bi tevkariya pisporan re sînordar e, di heman demê de ew platformeke weşanê ya dîsîplînên cihêreng e ku cih dide nivîsên piralî yên mafparêz, aktîvîst, nivîskar û lêkolîneran jî. Di qadên wekî siyaset, felsefe, wêje, sînema, ekolojî, zayenda civakî û dîrokê de gotar, lêkolînên akademîk û hevpeyvînên dirêj diweşîne.
Em weke Tevna Ragihandinê ya Serbixwe (bianet), bi salan e em xebatên xwe li gorî pîvana rojnamegeriya mafparêz, wekheviya zayendî, têkoşîna ekolojiyê, mafê zimanê dayikê û azadiya ramanê didomîne. biamaga ku her roja Şemiyê digihîje ber destê xwendevanên xwe, bi naveroka xwe ya ji çandê heta hunerê, ji wêjeyê heta bîra civakî,  qadeke alternatîf a berfireh a raman û nîqaşê afirandiye.
Niha em vê qadê hîn berfirehtir dikin û weke encameke xebatên rojnamegeriya mafparêz, em qada biamag kurdiyê vedikin
Armanca biamag kurdiyê jî ew e ku mijarên weke wêje, huner, zanist, zayenda civakî, bîra herêmî û dînamîkên civakî bi kurdî bide nîşandan û bi weşaneke mafparêz vê ezmûnê geştir bike.
Qadeke nû li dahatuya me ya hevpar û li bîra me ya piralî zêde bû. Em ê bi hemû deng û rengên xwe yên mafparêz her Yekşema destpêkê a mehê bi gotar, hevpeyvîn û analîzên kurdî li vir bin…
biamag kurdî her Yekşema destpêkê a her mehê wê li ser bianet.org/kurdi di weşanê de be. Ji jiyana civakî heta hunerê, ji wêjeyê heta zanistê di gelek qadan de bi nivîsên xwe yên mehane wê li benda xwendevanên xwe be.
Bila biamag kurdî pîroz be!
(AY)
biamaga kurdî a vê hefteyê ango a hefteya yekem bi edîtoriya Aren Yildirim û Ferhat Yaşar amade bû. biamaga kurdî vê hefteyê cih daye xebat û lêkolînên li ser mijarên rojnamegeriya aştîparêz, muzîk, huner, zanist, ziman, tenduristî, wêje û helbestê.
Ev naveroka berfireh a ku di hefteya destpêkê de tê pêşkêşkirin, hewl dide ku pîvanên rojnamegeriya mafparêz bi analîzên li ser çand, huner û muzîkê re bike yek. Bi zêdekirina nivîsên di qadên zanist û tenduristiyê de, biamag kurdî çarçoveya xwe ya weşanê ji sînorên rojeva siyasî derbas dike û ber bi hilberîna zanîna piralî ve dibe.
Ji aliyekî ve teorî û pratîka rojnamegeriya mafparêz dixe navenda nîqaşê, ji aliyê din ve jî bi rêya xebatên li ser zanist, tenduristî û zimannasiyê hewl dide ku valahiya di weşangeriya kurdî de bi metnên kûr û resen dagire.
Aren Yildirim di nivîsa xwe de behsa rojnamageriya bianet kurdiyê û avabûna biamag kurdiyê dike.
Ozgur Amed li ser pirtûka James Morris Blaut a bi navê "Modela Cîhanê ya Mêtingeran" (Sömürgeciliğin Dünya Modeli-Dergah Yayın.) nivîsiye. Amed di nivîsê de hewl dide bide nîşandan ku têgeha "navend-Ewropa" efsaneyeke ava-kirî ye û divê em dîroka cîhanê ne ji çavê mêtingeran, di çarçoveya wekheviya civakan û rastiya kolonyalîzmê de bixwînin.
Dilşah Kaymazê nivîseke bi sernavê “Hêz û sînora dengê jinê” nivîsiye ku balê dikişîne ser dengbêjiya jinan a li hemberî sansura patriyarkal û zextên civakî.
Ayşenur Ozelê li ser veguhezbariya nîkelatan nivîsiye ku behsa xebitîn û taybetmendiyên superveguhêzbaran dike.
Mirad Bayram di nivîsa xwe ya bi sernava Di medyaya Kurdî de tecrubeya “Rojnamegeriya Aştîparêz” de behsa ezmûn û astengiyên di medyaya kurdî de li pêş rojnamegeriya aştîparêze, dike.
Siya Robin bi nirxandineke kûr çûye nav cîhana helbestên Kamiran Alî Bedirxan. Bi vê lêkolîna xwe ya têr û tijî, nirxandineke gelekî hêja û berz diyarî xwendevanan kiriye.
Mehmet Erbey behsa serpêhatiya ger û geşta xwe ya li Dersîmê kiriye.
Sami Tan nivîsek li ser kurdî nivîsiye ku behsa rewşa kurdî û nakokî û dubendîyên siyasî yên li pêş kurdî dibe asteng dike.
Eser Çetin di nivîsa xwe de ji bo tenduristiyê bandor û zirara germahiya zêde ya li Ewropayê nirxandiye.
Pêşniyara guhdarkirinê
(AY)
Ev çend roj in li pirtûka James Morris Blaut a bi navê "Modela Cîhanê ya Mêtingeran" (Sömürgeciliğin Dünya Modeli-Dergah Yayın.) dinerim.
Blaut, di vê xebata xwe de hewl dide ku yek ji derew û baweriyên herî mezin û xurt ên dîrok û erdnîgariya îro hilweşîne. Ev bawerî, ramana "Mûcizeya Ewropayê" ye ku dibêje Ewropa ji ber taybetmendiyên xwe yên cewherî û koka xwe, her dem ji her herêmeke din a cîhanê pêşketîtir û jêhatîtir bûye. Blaut vê zihniyetê wekî "belavbûna navend-Ewropayê“ bi nav dike. Li gorî vê nêrîna şaş, cîhan dabeşî du beşan dibe. "Hundir" (Ewropa) û "Derve" (cihên dervayî Ewropayê). Ewropaya ku "Hundir" e, her dem nûjen, bieqil, aktîf û çêkerê dîrokê ye; lê herêmên ne-Ewropa ku "Derve" ne, sist, asêbûyî, kevneşop û bêdîrok in. Di vê modela mêtingeran de, hiş, nûbûn û şaristanî tenê ji hundir ber bi derve ve diherike, ango her tiştê baş ji Ewropayê belavî cîhanê dibe. Li gorî vî hişê mêtingeriya klasîk, kolonîyalîzm ne sedema dewlemendbûn û serkeftina Ewropayê ye; berevajî vê, Ewropa bi xêra mêtingeriyê "şaristanî" û "nûjenî" biriye ji bo gelên paşdemayî û asêbûyî yên cîhanê. Blaut bi lêkolîneke pir kûr û bi belgeyên dîrokî nîşan dide ku ev model bi temamî dereweke mezin e.
Nivîskar di pirtûkê de eşkere dike ku beriya sala 1492yan, Ewropa di warê aborî, çandinî, teknolojî û saziyên civakî de qet ji parzemînên din bi rengekî pêşketîtir nifûsa xwe kontrol nedikir. Ewropa, Asya û Afrîka di astekê de pir nêzîkî hev bûn û di navbera wan de toreke "proto-kapitalîst" a hevpar a bazirganiyê hebû. Sîstemên derbaskirina ji feodalîzmê ber bi kapîtalîzmê ve li her derê cîhanê gav bi gav bipêş diketin û Ewropa di vî warî de ne xwediyê ti mûcizeyeke taybet bû. Li vir pirseke girîng derdikeve holê; Nexwe çima Ewropayê parzemîna Amerîkayê dagir kir û çima parzemînên din ev yek nekirin? Blaut bersiveke pir hêsan û zelal dide vê pirse. “Ji ber avantaj û guncavbûna erdnîgariyê. Ewropa li ser nexşeyê ji her herêmeke din nêzîktirî Amerîkayê bû.”
Heke parzemîna Amerîkayê nêzîkî Hindistanê ba, îhtimaleke mezin Hindistan dê biba dergûşa kapîtalîzmê û serdestê cîhanê. Dagirkirina Amerîkayê ne ji ber zîrekî ango jêhatîbûna Ewropayê ye, tenê encama şansekî cografî ye.
Blaut her wiha efsaneyên weke demografî û hawirdorê jî analîz dike û dergûşa wan derewan eşkere dike. Navend-Ewropayî îdia dike ku Ewropî fêrî kontrolkirina nifûs û zewacê bûbûn û loma hejar nedibûn, lê elê gelên ji dervayî Ewropayê wek ajalan bê serûber zêde dibûn û her tim bi birçîbûn û karesatan re rû bi rû diman. Blaut nîşan dide ku ev îdia ti bingehekî xwe yê zanistî nîne. Efsaneyeke din a hawirdorê jî heye ku dibêje parzemîna Afrîkayê ya tropîkal ji ber germê, parazîtan ango nexweşiyan ne guncavî şaristaniyê bûye û loma asê maye. Lêbelê li gorî dîrokê, ev hemû tespîtên bêbingeh tenê ji bo rewakirina mêtingerî û firotina koleyan hatine afirandin daku hovîtiya Ewropayê bê veşartin.
Her weha piştî sala 1492an ev hevsengî bi temamî xera bû. Ewropayê bi dagirkirin û mêtingeriya li Amerîkayê re dest bi talankirineke pir mezin kir; zêr, zîv û dewlemendiyên bêhemapa herikîn Ewropayê. Ji bilî talankirina kanka û madenan, sîstema plantasyonê (çandiniya mezin) û karkirina bi darêzorê ya bi milyonan mirovên Amerîkayê û Afrîkayê sermayeyeke pir mezin da destê Ewropayê. Ev dewlemendiya dervayî ku bi xwîn û talanê hatibû bidestxistin, aboriya Ewropayê bi lez guhert û herikîna kapîtalîzmê ya li wir pir xurt kir. Di heman demê de, mêtingeriyê pêşketina aborî ya li Asya û Afrîkayê sist kir ango bi temamî sekinand. Blaut tîne zimên ku serkeftina herî mezin a leşkerî ya Ewropayê li Amerîkayê ne ji ber çek û teknolojiya wan a herî pêşketî bû, bêtir ji ber nexweşiyên ku ji Ewropayê çûbûn û gelê herêmê qir kiribûn. Ango, xelkê Amerîkayê ne di şer de, di nexweşiyê de winda kir.
Di encamê de, Blaut di "Modela Cîhanê ya Mêtingeran" de tespîteke pir exlakî û zanistî dike. Hemû mirov û civak xwedî heman jêhatîbûn û kapasîteya aqil in. Ewropayê ne ji ber hiş, nirx an jî serdestiya xwe ya çandî bûye serwerê cîhanê. Ev rewş encama talankirina mêtingeriyê, şansê cografî û hovîtiya sîstema kapîtalîst e ku bi talankirina parzemînên din xwe mezin kiriye. Ev pirtûk ji bo ku em dîroka cîhanê ne ji çavê mêtingeran, lê ji rastiya wekheviya mirovahiyê bixwînin, rêyeke pir ronî nîşanî me dide.
Di dawiya dawîn de, divê pirtûkên bi rengî zêde bibin. Lewre kolonyalizm wek hişmendiyek her tim guncav e.
(ÖA/AY)
Kevneşopiya dengbêjiyê ya ku sitûna çanda devkî û bîra dîrokî ya kurdî pêk tîne, em nikarin bêjin ku tenê performanseka muzîkî yan jî çîrokbêjiyeke hunerî ye. Ew qadeke piralî ya nûnertiyê ye ku bîra kolektîf, şîn, têkiliyên desthilatdariyê û normên civakî bi rêya pêlên deng lê hatine neqişandin.
Li erdnîgariyekê ku çanda nivîskî ji aliyê navendên desthilatdariyê ve hatiye sînorkirin, qedexekirin an jî qutkirin; deng bi xwe veguheriye arşîv, dîrok û ezmûna takekesî. Lêbelê cihên avaker ên vê arşîva devkî, ango odeyên gundan, dîwanên axa û began û meclîsên civatê, di dirêjahiya dîrokê de wekî qadên giştî tenê ji bo dengen dengbêjên mêr hatine avakirin. Vê dabeşkirina mekanî û civakî, dengê jinê ber bi derdora dîwanê, ango nava sînorên qada taybet û veşartî ya malê ve daxistiye. Bi vî awayî, cîhana deng a ku jinan afirandiye ne wekî vegotineke "dîrokçêker", lê wekî pratîkeke "hestiyarî" hatiye pênasekirin. Ji ber vê yekê, damezrandina kanona dengbêjiyê ne tenê pêvajoyek hilbijartina estetîk e, di heman demê de pratîkeke zayendî ya derxistin, kontrolkirin û paqijkirina bîrê ye. Loma têkoşîna hebûnê ya çîrokbêjên jin di vê kevneşopiyê de, xwe dispêre berxwedaneke li dijî mekanîzmayeke zilmê ya dualî: Li aliyekî zextên makro-siyasî yên ku ziman û nasnameya çandî di qada giştî de krîmînalîze dikin; li aliyê din jî amûra sansurê ya patrîyarkayê ku deng, daxwaz û hebûna laşî ya jinê bi kodên "namûsê" sînordar dike.
Di civaka Kurd a kevneşopî de sînorên navbera jin û mêran ên li cih û mekanan gelekî diyar bûn. Vê yekê hişt ku cureyên stranbêjiyê jî bikevin nav astên jor û jêr. Destan û kilamên epîk ên ku behsa şer, qehremanî, pevçûnên eşîran û xalên girîng ên dîrokî dikin, li navenda dîwanê bi zimanê mêran hatine tesdîqkirin. Li hemberî vê, cîhana deng a jinan a ku li dor zayîn, mirin, keda rojane û pratîkên zewacê ava dibe, tenê bi formên wekî lorî û şînan hatiye sînorkirin. Ev cudahî bi xwe şêwazek sansura binesaziyê ye ku dengê jinê bêqîmet dike. Lewra nêrîna patriyarkayê şîn û loriyan tenê wekî "refleksek xwerû ya jinan" dîtiye û avahiya wan a kûr a helbestî, rexneya dîrokî û zimanê wan ê veşartî yê berxwedanê paşguh kiriye. Lê belê şîna ku jin distirên, ne tenê derbirîna xemgîniyeke takekesî ye. Ew şahidiyeke devkî û pir siyasî ye ku wêraniya şerên eşîran eşkere dike, siyaseta mirinê dipirse, mîta qehremantiya mêran hildiweşîne û bêwatebûna doza xwînê diqîre. Jinan li ber tendûran, dema destar dihêran an jî li nav zeviyan bi van vegotinên rîtmîk, li dijî dîroka fermî ya dîwanê bîreke alternatîf ava kirine. Desthilatdariya kevneşopî ya ku nikaribû dengê jinê bi temamî bibire, her tim hewl daye ku vî dengî bi rêya têgîna "şermê" marjînal bike.
Dema dengê jinê ji sînorên malê derdiket û digihîşt ber guhê xelkê, ji aliyê civata baviksalarî ve wekî gefek li ser namûs û exlaqa malbatê dihat dîtin. Ji bo jinekê, bilindkirina dengê, gotina kilaman an jî vegotina hest û daxwazên xwe, eşkerekirina hebûn û dengê wê bû, ku ev yek wekî binpêkirina rêzikên civakî dihat hesibandin. Zexta ku ji ber vê binpêkirinê derket holê, di jiyana hunermendên jin de bi şiklê şikestinên kûr, dûrxistin, tundiya fîzîkî û koçberiyê şênber bû. Ji herêma Serhedê heta Botanê, şopên dengbêjên jin ên wekî Xana Zazê yên ku ji kûrahiya kevneşopiyê dihatin, ji ber vê zextê pir caran li derveyî qeydên fermî yên dîwanan man. Di serdema nêzîk de jî hewldana Dengbêj Gazin a ji bo avakirina diwanên jinên dengbêj, îtîrazeke aşkere bû li dijî vê qedexeya mekanî û li dijî tekelbûna mêran a li ser dîwanê. Li aliyê din, serpêhatiya hunermend û stranbêjên wekî Meryem Xan û Eyşe Şanê ku ev kevneşopî bi rêya teknolojiyên nû yên tomarkirinê veguhastin qada giştî, berdêla giran a vî dengî bi awayekî fireh datîne holê. Ev dengbêj û stranbêjên jin ji ber ku kilaman gotin û dengê xwe dan bihîstin, ji aliyê malbatên xwe ve hatin redkirin, ketin ber gefan û ji xaka xwe bûn. Lê bi stranên xwe ev zilm û sansura civakî kirin belgeyeke zindî ya dîrokê.
Derketina teknolojiyên tomarkirina dengê û weşana radyoyê ji bo çîrokbêjên jin hem derfeteke nû hem jî qadeke têkoşînê afirand. Ji sala 1955an pê ve, Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê ya li Kafkasyayê sînorên mekanî yên deng belav kirin û dengê jinan gihand hezaran kîlometre dûr, heta nava gund û malan. Kesên wekî Sûsika Sîmo, Fatima Îsa û Aslîka Qadir bi navbeynkariya mîkrofonê sansura fîzîkî ya dîwanê derbas kirin. Bi rêya pêlên radyoyê di warê dengbêjî û stranbêjiyê de bûn xwedî pêgeheke baş. Derketina Sûsika Sîmo ya li ser dikên Sovyetê, dengê jinê ne tenê ji kontrola herêmî ya civatê derxist, lê xiste navenda têkoşîna modernbûn û nasnameyê jî. Lê dîsa jî vê pêşketina teknolojîk sansura estetîk a baviksalarî bi temamî ji holê ranekir; di qeydan de stranên evînî yên rasterast û vegotinên siyasî yên jinan carinan hatin sansurkirin û giranî dan vegotinên folklorîk ên "maqûl". Jin dema dengê xwe digihandin mîkrofonê jî neçar diman ku di parzûna zimanê serdest ê mêrane û mekanîzmayên redaksiyonê re derbas bibin.
Tevî van hemû astengiyên binesazî, mekanî û saziyî, çîrokbêjên jin ne tenê mexdûrên bêdeng man. Wan bi karanîna derfetên deng, zerengiya awazan û lîstikên pevan zimanekî xweser ê dij-vegotinê afirand. Di dengê wan de hestên laşî, trawmayên zewaca bêdil, hejarî, koçberî, hevgirtina jinan û hêrsa kûr a li hemberî desthilatdariya zayendî diyar dibe. Vegotinên metaforîk ên di nava kilamên kevneşopî de bûn metnên şîfrekirî yên daxwaz û bertekên ku rasterast nedihatin gotin. Jinan bi kûrahiya rengê dengê xwe û bi hestiyariya dema strandinê, cîhana zimanê baviksalarî ji hundir ve veguherand. Ji Amedê heta herêma Serhedê, bi sedan jinên dengbêj ên bênav ku navên wan heta van demên dawî di qeydên dîwanan de tune bûn, li ser banên xaniyan, di şevên heneyê de û li nav kuçeyan ev bîr ji nifşekî gihandin nifşekî din û berdewamiya kevneşopiyê mîsoger kirin.
Îro nîqaşên çandî, sosyolojîk û etnomuzîkolojîk ên li ser dengbêjiyê, me mecbûr dikin ku em cihê jinê yê di vê kevneşopiyê de ji nû ve bixwînin û kêmasiyên arşîva borî temam bikin. Serpêhatiya dîrokî ya çîrokbêjên jin nîşan dide ku dengbêjî ne tenê vegotineke paşerojê ya feodal an nostaljîk e, ew qadeke zindî ya desthilatdariyê ye ku lê siyaseta zayendê, hiyerarşiya mekan û kontrola li ser bedenê li hev dicivin. Derbaskirina sansura li ser dengê jinê, ne tenê derxistina holê ya kilamên jibîrkirî ye. Ew di heman demê de qebûlkirina vîna jina Kurd e ku dixwaze dîrok, daxwaz û bîra xwe ya civakî bi dengê xwe ji nû ve ava bike. Di vê çarçoveyê de jinên dengbêj, her awaza ku dihat xwestin bê xeniqandin veguherandin rêyeke berxwedanê û her şînek kirin daxwazeke edaletê. Bi vî rengî wan di rûpelên dîrokê de bi awayekî bêguman tomar kir ku xwedîtiya deng tu carî tenê aîdî zayendekê nabe.
(DK/AY)
Di jiyana rojane de gelek tiştên elektronîk hene, em bi kar tînin. ji bo ev tiştên elektronîk bixebitin tiştekî gelekî grîng heye. Ew jî veguhêzbarî ye. Veguhêzbarî di nava amûrên elektronîk de herikîna ceyran(elektrîk)ê ye. Çar cure veguhêzbar hene; hişk, avkî, gaz û sûperveguhêzbar.
Xebata nû ya Zanîngeha Nanjingê, Zanîngeha Teknolojî û Zanistê ya Çînê, Zanîngeha Polîteknîk a Hong Kongê jî li ser sûperveguhêzbaran e.
Superveguhêzbar di bin germahiyeke dîyarkirî de bi rezîsdansa 0(sifir) dixebitin. Pirê caran di germahiyên gelekî kêm de dixebitin. Lêbelê di demeke nêzik de li ser pêvajoya elektronîk a nîkelata di pesteke gelekî zêde de, hetanî germahîyeke 80 K(Kelvîn) sûperveguhêzbariyê nîşan dide xebitîne. Sedema vê yekê jî, li gorî wan dibe ku mekanîzmaya cotbûna elektronan a cuda ya ji cotbûna d-pêl e.
Ji nivîskarên maqaleyê Prof. Donglai Feng dibêje “Keşfa di sûperveguhêzbariyê ya di nîkelatên bi du tewqî(qat) de, ji bo em lêkolîna veguhêzbariyê bikin platformeke nû anî pêşiya me û gelekî bal kişand.” Nivîskarê din Prof. Yuefeng Nie jî dibêje “ Ya pêşîn, Ni 3dz2 (Nîkela di orbîtala 3d`ê ya di koordînata z`ê) a di enerjiya gama de bi rastî jî ji sînora Fermi derbas dibe yan na û rola wê ya di sûperveguhêzbariyê de çi ye? Ya duyan, sîmetriya cotbûna tam a navbera sûperveguhêzbariyê çi ye? Ji bo em bersivên wan pirsan bibînin, pivîna spektroskobîk a momentûmî hewce bû. Ev jî beriya xebata me kêmasiyeke me ya mezin bû.”
ARPES teknîkeke pîvanê ye û ji bo mînakekê ronî bike enerjî û momentûma elektronan derdixîne holê. Prof. Dawei Shen dibêje “Hevkariya me li vir dest pê kiriye. Me bi pêşdaçûyîna Zanîngeha Nanjingê ya dîtina teknîka MBE(Molecular Beam Epitaxy) û berhema me ya bi teknolojiya nû mîkro-ARPES BL-03U ya Damezrîna Radyasyonê ya Senkrotronê ya Şanghayê ku ji aliyê koma me hatiye avakirin, bi xeta tîrêjê ve kirin yek.”
Lêkolînar pêşiyê ji xwe re kirin armanc ku li ser senteza fîlmên La₃Ni₂O₇ (lanhanyûm nîkel oksîd) a stronsîyûma bikalîte tev e, bixebitin. Dibe ku senteza van fîlman zehmet be û ceribandinên hesas û hestiyar hewce bin. Lêkolîner Wenjie Sun û Bo Hao û yên din gelek caran optîmîzeya MBEya oksîd kirine.
Prosedûrên ARPESê baştir kirin û veguhastinên kenar a pêşiyê tesbît kirin. Van veguhastinan îsbat kirin ku fîlm gava derbasî sûperveguhêzbariyê dibin, valahiyeke sûperveguhezbariyê vedibe.
Ji ber ku birêkûpêknebûna rûbayiyan ev veguhastin veşartî bûne. Bi kalîbrekirina senkrotrona ARPESê ev veguhastinên biserûber çareser kirin. Çi qasî çareser bikin jî komên hevkariyê fîlmên hê  baştir sentez dikin. Ev jî dibe ku di derheqa sûperveguhêzbarên nîkelat agahiyên nû bide me.
Veguhastinên ji ber sûperveguhêzbaran çêdibin, çi qasî hatibe çareserkirin jî, birêkûpêknebûna oksîjenê li ser xetên spektral bandor dike. Efsûniya sûperveguhêzbarên nîkelat çi ye, hê karê wê, xebata wê dewam dike. Ev keda wan ji bo em ji sûperveguhêzbarên nîkelat fehm bikin gaveke gelekî mezin e.
(AÖ/AY)
Ji sala 2024ê ve fiîlî “Pêvajoya hevgirîya neteweyî, biratî û demokrasîyê” dest pê kiriye. Aliyên sereke yên pêvajoyê dewleta Tirkiyeyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Lê per û baskên pêvajoyê dê tesîrê li medya, siyaset, civak, ekonomiyê…hwd bike.
Ji beriya pêvajoyê jî peyva “aştî”yê yek ji wan peyvan bû ku di xwepêşandan, sihbet, minaqeşe, hevdîtinên sîyasî de gelek dihat gotin.
Di medyayê de “aştî” wek nan û avê tê bikarînan lê ka rojnamegeriya aştiyê çi ye?
Di kitêbxaneya bianetê de kitêba Rojnamegeriya Aştîparêz heye. Li gor qinaeta min di zimanê tirkî de berhema herî baş ew e.
Prof. Dr. Sevda Alankuş di kitêba xwe de, aştiyê wek nebûn an jî sekinandina şer û pevçûnan nabîne. Li gor wê şertê pêşiyê yê demokrasîyê, kêmkirin an jî tinekirina sedemên çêbûna şer û pevçûnan e. Çêkirina rewşeka welê ye ku ji bo cidayetî û dijayetîyan şer û pevçûn ne li halê û bazarê be.  Aştî rewşeka welê ye ku sedemên pevçûnê lê nemane; feqîrî, nijadperestî, cidaxwazî, nefreta ji biyanîyan re nîne, maf nayên binpêkirin, rê li ber afrîneriya mirovan tê vekirin.
Li gor tecribeya min a 10 salên rojnamegeriya aştîparêz (4 salan li beşa kurdî ya bianetê û 6 salan tecribeya li Botan Timesê) beşeka mezin a civaka kurdî heta ku rewşenbîrîya me jî ji rojnamegeriya kurdî re ne amade ye.
Ji vê derê pê ve hemî dîtin û analîz ne tespîtên giştî ne. Bi tenê tecribeya min a şexsî ye.
Qebûlkirin
Dema ku em nûçeyên li ser Ak Partî (Partiya Edalet û Pêşketinê) an jî Huda Parê(Partiya Doza Azad) çêdikin yek ji şîroveyên herî zêde em ji xwendevanan dibihîsin ev e: “Xwîna birayên me bi destê wan ve heye.”
Pêşiya axiftina li ser aştiyê divê em vê qebûl bikin ku hemî aliyên çekdar ji hev kuştine. Aştî pêvajoyeka lazim e, baş e, divê hebe lê ne bêbedel e û ne hestek xweş e. Bedelê pêşiyê ew e ku divê tu merhebayê bidî destê “xwîna birayê te pê ve” ji bo parastina yên mayîn û avakirina civateka aştî lê heyî....
Ez dizanim her aliyê şerî dibêjin “erê lê ew neheq in!” Lê pêvajoya aştiyê demekê welê ye ku tu ji bîr nakî, tu nafikirî ku te şerek bêwate kiriye, nafikirî neheq î lê bi tenê qebûl dikî dema şerê bi çekan çûye û ji bo aştiyê ew merheba lazim e.
Bedelê rojnamegeriya aştîparêz
Ji bo her rojnamegerên aştîparêz jî hin bedel hene:
Tê rexne û lîncê herî zêde ji “taxa xwe”, ji civata kurdî bixwî. Her alî dê bi tenê bixwaze xwe û alîgirên xwe li platforma te bibîne. Halbûkî gava pêşiyê ya rojnamegeriya aştîxwaz çêkirina meydaneka ji-hev-fêmkirinê ye.
Wek nimûne:
Nivîskarekê kurd: “Hûn bûne berdevkê Dem Partiyê, ma medyaya wan têra xwe nîne, îş û karê we jî bûye nûçeyên li ser wan.
Edîtorekî kurd gotibû (Piştî nûçeya Serkan Ramanli) “medyayeka Huda Parê wek partî dibîne di çavê min de tune ye, ne medya ye.”
Rojnamegerek: (Piştî wergerandina wezîrên ji Ak Partiyê û Serokkomarî) “Hûn propagandaya dewletê dikin. Çi me’ineya wê heye ku hûn axiftinê wan dikin kurdî!!!”
Gelek fikir û axiftinên gelek aliyan hene ku ez bi xwe jê ne keyfxweş im lê heqê xwendevanên kurd heye li medyaya kurdî fikrên dixwaze û naxwaze bibîne, minaqeşe bike, şîrove bike, îkna bike, protesto bike…hwd da ku van bike jî divê bibîne.
Wek edet medyaya kurdî “aliyên dî” an nake nûçe an jî bi tenê “sûcdariyên wan” dike nûçe. Xwendevanên ji wê îdeolojiyê jî bi tenê tiştên bi dilê xwe dibînin. Rojnamegeriya aştîparêz gelek xwendevanan aciz dike, ew jî rojnamegeran aciz dikin. Ev jî bedelê rojnamegeriya aştîparêz e.
Tiştek xerîb e ku xwendevan dixwazin etîketeka te hebe. Û vê dipirse jî hûn çi ne? Apocî, Barzanîcî, Dewletçî… çi!!!
Medyaya kurdî bi xêra partiyan ava bûye û îro jî bi xêra wan li ser pêyan e. Ev rastîyek e û em nikarin înkar bikin. Vê rastîyê jî çandek û qinaetek çêkiriye: Medyaya kurdî divê partîzan be.
Halbûkî medya bi xwe dema li derveyî partiyan be dikare bi awayekê baştir derfetên axiftin û minaqeşeyê çêbike.
Xwendevan rojekê dema nûçe û nivîsên li gor xwe dibîne dibêje “temam ev medyaya me ye” roja dî dema ne bi dilê xwe dibîne herî zêde ji te aciz dibe. Dibêje “temam ew medyaya dî li dijî fikra me ye û em dizanin çi ye te xêr e!!?”
Tişteka dî jî heye partîzaniya medyayekê li ber aştîparêziya wê ne astengek e. Medyaya partiyekê dema îdeolojiya xwe diparêze qadeka ji bo minaqeşeyê bihêle û bala xwe bide ser çareseriyê dîsa dikare aştîparêziyê bike. Ya rastî di vê merheleyê de ya herî nêzîkî pêkanînê ev e.
(MB/AY)
Di serî de ez dixwazim merhebayekê bidim we hêjayan ku wê nivîsê dixwînin. Ez ê hewl bidim vê mijarê bi awayekî rêkûpêk û bi zimanekî hêsan rave bikim. Germahiya Zêde û Domdar ya sala 2026’an li Ewropayê, ji Gulanê heta Tebaxê, bandora wê li ser mirin û li nexweşxaneyan, tiştên hewce ne bên kirin û kêmaniyên derketin holê wê bibin çend xalên nivîsa min.
Germahiya Zêde û Domdar ya Ewropayê di sala 2026an de çi bû?
Hitzewelle bi Almanî tê wateya germahiya zêde û domdar, ku ji normalê gelek bilindtir e û bi taybetî dema ku çend roj an hefteyan berdewam dike, dikare bibe xetereyek mezin ji bo tenduristiyê.
Sala 2026an ji destpêka havînê ve balkêş bû. Di nîvê duyemîn ê Gulana 2026an de, Rojavayê Ewropayê yek ji germahiyên zêde yên herî zû yên salên dawî dît. Di hin deveran de germahiya rojane ji normalê zêdetir ji 10°C bilindtir bû.
Paşê, nîvê duyemîn ê Hezîranê de Hitzewelle ya herî girîng hat. Hezîrana 2026an li hemû Ewropayê duyemîn Hezîrana herî germ bû ku heta niha di daneyên Copernicus/ERA5 de hatiye tomarkirin; li Rojavayê Ewropayê ev Hezîrana herî germ bû.
Çima mirov ji ber germahiyê dimirin?
Ev yek ji girîngtirîn tiştên ku divê em fam bikin eve:
Mirov bi tenê ji ber ku termometre 40°C nîşan dide namire. Germahiya zêde dikare li ser dil, rehên xwînê, gurçik, pişik û mejî barê mezin çêbike.
Di germahiya zêde de damar fireh dibin (Vasodilatation), tansiyon dikare dakeve, dil divê zêdetir bixebite, lêdana dil zêde dibe av û elektrolît ji laşê mirov winda dibin.
Di kesên ku Qelsiya Dil, Nexweşiya Rehikan a Dil, Tansiyona Bilind an nexweşiyên din ên dil hene, ev dikare bibe xetereyek mezin.
Wendakirina avê (Dehydration / Exsikkose)
Mirov xwêdan dide, ji ber vê heke kes nikaribe têra xwe avê vexwe, kêmavî, tansiyona kêm, xerabûna gurçikê, xerabûna elektrolîtan( mineralan) û heta Şokê rewş dikare xerab bibe.
Lêxistina Tavê
Germahiya laş dikare pir bilind bibe. Nîşanên girîng jî evin: xayisbûn, xurifîn, hişkbûna laş-kramp, germahiya laş a pir zêde û heta îflaskirina pir organan.
Her kes bi heman awayî ne di talûkeyê de ye ango her kes wekî hev di bin bandora germahiya zêde de namîne.
Mirovên mezin, bi taybetî kesên 65 salî mezintir, kesên bi nexweşiyên dil, Astim/ KOAH, nexweşiyên gurçikan, mirovên xurifî (demens, alzheimer) an nexweşiyên norolojîk, kesên ku hin dermanan dixwin, zarokên piçûk, jinên ducanî, kesên ku li derve dixebitin û mirovên ku tenê dijîn û nikarin alîkariyê bistînin talûkê de ne.
Her wiha ne tenê li Europayê li seranserê dinayayê ev mijareke pir girîng e û divê mirov xwe ji van rewşên awarte re amade bike û di rojên wiha de pir baldar be. Di van rojan de li bin tavê negerin û xwe li siyan bigirin. Dema tav pir be, di navbera saet 10.00- 16.00an de dernekevim derve. Têr avê vexwin û malê hênik bikin û xwe li ciyê hênik bigirin. Cil û bergên rehet û tavê nakşînin li xwe bikin, li gora rewşê sîvanê, berçavka tavê, şewqe û hwd bikar bînin. We kê heta vê derê xwendibin ez ji dil û can spasiya we dikim. Ji ber ku min pir ked û dem da vê nivîsê heta ku ez biqedînim. Bi hêviya nivîsek din, bimînin di nava xweşî û tenduristiyê de.
(FY)
Serokê Şaredariya Yuregîrê Elî Demîrçalî, ji ber cezayê ku di dozekê de lê hatibû birîn, di 21ê Nîsanê de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji erka xwe hatibû dûrxistin.
Berbijêrê CHPê di hilbijartinê du caran bi ser ket
Di hilbijartina ji bo cîgiriya serokê şaredar a li Meclisa Şaredariya Yuregîrê de berbijêrê CHPê Cafer Boyraz 21 deng stendibû û bûbû yekem. Berbijêrê AKPê Tarîk Ozunal jî 15 deng stend. Li ser îtiraza AKPê, 2emîn Dadgeha Îdarî a Edeneyê biryara rawestandina pêkanîna encamên hilbijartinê da û hilbijartin ji nû ve hat kirin. Di hilbijartina 31ê Tîrmehê de jî dîsa berbijêrê CHPê Cafer Boyraz bi ser ket.
AKPê ji bo hilbijartina duyem jî serî li dadgehê da. 2em Dadgeha Îdarî ya Edeneyê biryar da ku erka cîgiriya serokatiyê derbasî Tarîk Ozunal bibe.
2em Dadgeha Îdarî ya Edeneyê doz bi dawî kir û di biryara xwe de ev nirxandin kir:
"Eger cîbicîkirina kiryarên hilbijartinê yên neyasayî bidome, ji ber berdewamiya îtirazan dê şiyana biryardanê ya saziyê nemîne. Kesê hatiye hilbijartin dê desthilata serokê şaredariyê bi kar bîne, dibe ku aramiya heyî têk biçe û xizmet asteng bibin. Ev rewş dikare zirarên mezin derxin holê. Ji ber van sedeman, li gorî bendên zagonî, biryara rawestandina vê kiryarê hat dayîn. Li dijî vê biryarê, di nava 7 rojan de deriyê îtirazê li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Edeneyê vekiriye."
Berdevkê CHPê Muslim Sarî li dijî vê biryarê derket û diyar kir ku biryar li dijî hiqûqê ye û wiha got:
Ev biryar bi zelalî li dijî pîvanên qanûnî ye. Îradeya Meclisa Şaredariya Yuregîrê bi biryara dadgehê nayê guhartin. Em ê hemû mafên xwe yên yasayî bi kar bînin."
Serokê şaredariyê hatibû cezakirin
Serokê Şaredariya Yuregîrê Elî Demîrçalî bi îdîaya ku "bertîl daye" 5 sal û 3 meh û 10 roj cezayê girtîgehê stendibû û ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji kar hatibû dûrxistin.
(FY/AY)
Li Dêrsimê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5ê Kanûna Paşiya 2020an ve wenda ye. Di çarçoveya lêpirsîna Dokuyê de 2 kesên din hatin girtin.
Di dosyeya lêpirsînê de vekolînên teknîkî yên nû hatin kirin.
Li gorî tomarên Sîstema Nasîna Pilaqeyan, wesayîta ku tê nirxandin Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman bi kar aniye, 5ê Kanûna Paşîn a 2020î di wan saetên ku Doku herî dawî hatiye dîtin de li ser rêya Pira Sari Saltukê bûye.
Tomarên kamerayê
Li gorî tomarên kamerayan, wesayîta ku diyar bûye ji bo Burçîn Hizli Kahramanê hatiye dabînkirin û Alî Kahraman diajot, 5ê Kanûna Paşîn a 2020î derdora saet 12:25an di Sîstema Nasîna Pilaqeyan ya FEDAŞê re û nêzîkî 3 xulekan pişt re jî di Sîstema Nasîna Pilaqeyan ya Zanîngehê re ber bi aliyê Xarpêtê ve çûye.
Di hejmartinan de hat nirxandin ku wesayît derdora saet 12:27an di ser Pira Sari Saltukê re derbas bûye.
Diyar bû ku di heman demê de ji telefona ku Burçîn Hizli Kahramanê bi kar dianî, saet 12:27:51ê de bi xeta ku hevjîna waliyê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, Handan Sonelê bi kar dianî re axaftina telefonê hatiye kirin.
Di qeydên HTSyê de hat diyarkirin ku di nava rojê de di navbera van her du xetan de gelek pêwendî hatine kirin.
Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman piştî van bipêşketinan di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn desteserkirin.
Piştî kar û barên fermî, her du gumanbar bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezê û aştiyê ya nobedar hatin kirin û dadgeriyê biryara girtina wan da.
Lêpirsîna Gulistan Dokuyê: Kesekî din jî hat girtin
31 Tebax 2026
Di çarçoveya operasyona 29ê Tebaxê de 10 kes hatibûn desteserkirin. Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman di nav wan kesan de bûn.
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.
Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin ev in:
"Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”
Her weha di çarçoveya lêpirsînê de di 21ê Tîrmehê de di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketek teknolojiyê ku tê gotin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin.
Di 27ê Tîrmehê Wezîrê Dadê Akin Gurlek daxuyanî dabû û gotibû ku “Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, bi kordînasyona Serdozgeriya me ya Komarî ya Erzîromê û ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Erzeromê ve li 15 bajaran bi awayekî hemwext li dijî 19 gumanbaran operasyon hat kirin. Li 21 navnîşanan lêgerîn hatine kirin û 18 gumanbar hatine desteserkirin.”
Di 29ê Tebaxê de di pêla 5emîn a operasyona lêpirsînê de 10 gumanbar hatibûn desteserkirin. Ji wan heta niha 4 kes hatine girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna berfireh a Serdozgeriyên Komarî yên Erzurum û Tunceliyê de hejmara kesên di lêpirsînê de hatine girtin derket 32an.
(AY)
Polîsan li Amedê û Manîsayê bi ser malan de girtin û bi giştî 13 kes desteserkirin.
Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ragihand ku îro di saetên sibehê de li Amedê 10 kes hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya komeleyê, bi hêceta ku “beşdarî taziyeyên endamên PKKê yên ku di pevçûnên demên cûda de can dane bûne” hatine desteserkirin.
“Li dijî rihê pêvajoyê ye”
Şaxa Amedê ya OHDê diyar kir û got:
“Piştî derketina qanûna çarçoveyî tevgerên bi vî rengî ne li gor rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Pêvajoya Civaka Demokratîk, bi desteserkirinan, bi zordariyan û sînordarkirina maf û azadiya welatiyan nameşe. Kesên ku tev li bîranîna bûne têne krîmînalîzekirin, nayê qebûlkirin. Em wan desteserkirinan qebûl nakin. Divê welatiyên Amedê demildest bên berdan.”
Manîsa
Li gorî nûçeya Ajansa Welat, îro sibehê polîsan li navenda Manîsayê û navçeya wê Tûrgûtlûyê bi ser malan de girtin.
Di serdegirtina malan de rêveberê TUAYDERê Mûhlîs Çiftçî, xebatkarê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê yê Tûrgûtlûyê Mahsûm Yilmaz û Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Suleyman Yildiz hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku Çiftçî û Yilmaz ên ku hatine desteserkirin, birin Emniyeta Manîsayê û Suleyman Yildiz jî birine Emniyeta Îzmîrê.
Hate zanîn ku Çîftçî, Yilmaz û Yildiz bi hinceta “porapaganda rêxistinê” hatine desteserkirin.
(AY)
Me îsal li Stenbolê havînek dijwar ne dî. Çi xweş bû. Her sê mehên havînê bi xwendina helbestên Kamiran Alî Berdirxan xwe ajot. Ger em wek risteyên helbestkar hîs û hestên xwe bînin ziman; brayê min/min fikra welêt û havîna wî/ji dil û canê xwe re qesrek ava kir.
Belê cangoriyên vî welatî bi dil û can qesrek ava nekirin lê welêt ji nûva ava dikin. Gelo dîplomat Kamiran van rojên dijwar de li kêleka rêhevalên xwe ba, wê çawa tevbigirtana? Emê ti car bersiva vê pirsê hîn nebin. Lê em dikarin pêşbîniyek bidin ber xwe: mala we ava, em ji do çêtir in!
Ev her sê mehên havînê bi risteyên Seyda Kamiran hêdî hêdî, yeko yeko hatin xwendin. Em mabesta xwe ji helbesta Seyda Kamiran bi çend risteyan keys bikin.
Ji helbesta bi navê “derman” de dibê; Havîne dilê min/ava sar dixwaze.
Tiştê ku di serî yek car ji xwe re cih amade dike, kul û derdên welat in. Dîrokek kin yên welat e. Kin, dibêjim belkî neheqiyê dikim, lê bo me Kurdan gelek dirêj û dijwar bû, wextê ku me derbas kir. Rojek ji bo serdestan û mêtingeran bîst û çar seat be, lê bo me rojek teqabûla sê rojan dike. Welat û taybetbûna welat di helbestên wî de rola sereke ye. Çiqas bi rastiya welat û bi rewşa wî re girêdayîbe jî li hemberî wê ewqas xiyal, hêvî û pêşbîniyên wî dixweynin.
Kamiran Bedirxan jî wek nifşê xwe rola “hişyar(î)bûn”ê wek wezîfeyek li dar xistiye.
welatê min tu î gevre bi nav û deng şehînşah î/tu mîr î hem tu axa yî tu hem sultan û hem şah î.
Ji helbesta “hişyarî” me ev risteyan xwend. Gelek helbestan afirandiye, di her helbesta xwe de hebûna xwe û çanda xwe piştrast kiriye. Bi dengê Şehribana Kurdî strana Heval Kamûran hebû. Strana dilşewat de digot “şehîdê kurdan/şêrê kurdan/heval Kamûran şehîdê kurdan”.
Belê gelek Kamûran ên cangoriyê welatê xwe di rêya xîret û têkoşînê de mîratek ji tinebûnê avakirin. Em hemû stran û peyama wan zanin. Piştî şevên dirêj bi strana Heval Kamûran di xew re diçûm, vêga bi helbestên Mîr Kamiran Alî Bedirxan di xewê re diçim.
Mehên havînan bo min xwendin û nivîsandin nîne. Ev sê meh bo min detoksek bêhempaye. Her tiştî jibîr dikim, tiştê ku nay ji bîr kirin, bêguman rewşa welat û gel e. Xwendin û nivîsandinên ku min li pişt xwe hiştiye wek hewaya şilî di nav axa ziwa de, di terkan/derzan de diherîkî. Lê min dev ji helbestên Seyda Kamiran berneda, her helbesta ku dawî dibû, helbestên din meraq/çavzêlkî xwe keys dikir, dihewand.
Piştî helbestan û vegotina wî ya heqîqî û rasteqîn; rêya ku em tê de dimeşîn çiqas mafdar, xweş, berxwedêr û bo rûmetbûna wê delîl ên xurt in.
Helbestên Hawar û Roja Nû dibe ku meriv wan ji hevûdin veqetîne. Kovara Roja Nû li gor Hawarê bêhtir serbest in. Helbestên ku di Hawarê de hatine weşandin di bin bandora klasîzmê de ne. Lê helbestên Roja Nû ev tesîr û bandor hatiye şikestin. Mijar eynî ye lê forma wê bêhtir ezmûnî ye. Qesta me ya “ezmûnî” gavên ku bo helbestên modern hatiye avêtin.
Pirtûka “dilê kurên min” de em dîroka helbestan nabînin. Lê meriv ji helbestan derdixe ku piştî serîhildana Şex Seîd hatine nivîsandin. Helbesta wî ya bi navê “Şêx Seîd” de peyama ku dide ewe ku têkoşîna welat û azadiya wê her berdewam e.
Çi kes be, çi tevger an jî rêxistinên çekî û siyasî be, tenê ji bo rêya azadiya welat xebitîne. Welat li ser ti kesî nehatiye tapokirin.
Şûrê Şêxê rehmetî/xwîna wî de vemirî/lê Kurdistan hê sax e/ û Kurdistan ne mirî.
Dil dixwaze nivîsek têra xwe dirêj û hurgilî binivîsim lê bo malperên dîjîtal ez ê kin bibirim. Çaxê ev nivîs li ser rûyê rûpelan xwe destnîşan bike, ewê têra xwe hurgulî û analîzên dirêj bê nivîsandin. Bo wî ev nivîs û yên din balkişandinek e û xwîneran haydar kirine.
Kamiran Alî Bedirxan kesek pir alî, nivîskar, helbestkar û diplomat bû. Temenek kin lê têkoşînek têra xwe têr û tijî bû. Gelek herêm û welatên biyanî jiya û xebitî. Li welatê bav û kalan her tim dûr bû. Li welatên xwe li gorî dilê xwe ne helbestan nivîsîne ne jî deşt û çiyayên xwe bi rihetî meşiyane. Mixabin ev sosretbûn hê jî didome. Li gundên welat gundî nikarin derkevin seyranê û bi dilê xwe bigerin. Kamiran Bedirxan di helbestên xwe de ti car bêhêvî, binketî, têkçûyîn û girtî bi awayeki eşkere nedaye pêşiya xwîneran.
Bi eyan beyan ev peyama sozdaran eşkere daye, şoreş berdewam e û armanc diyar e. Kamiran Alî, sewdaserê gelê xwe, karkerê çand û hûnera welatê xwe ye. Piştî xwendina helbestên wî hîsa hevaltiyê di dilê min de peyda bû. Wek rêhevalek, cangoriyek li ber me rêyan vekir. Bi nifşên xwe yê sozdarê gel û welatên xwe rê fireh kirine û bo em rê winda nekin lehweyan rêz kirine. Hin helbestkar henin bi risteyên xwe nêzîkatiyek bêhempa avadikin. Yek ji van helbestkaran bêşik Kamiran Bedirxan e. Bi min di nifşên Hawarê de ji xeynî Kamiran du helbestkarên hêja û jîr bi risteyên xwe, xwîneran dane kêlaka xwe: yek Osman Sebrî ye, ya din jî Cegerxwîn e. Lê teheyula seyda Sebrî û nêzîkatiya wî li gor her du seydayan zêdetir cîdî û sert tê.
Nifşê Hawarê ne tenê nivîskar bûn, wek şervanek tevdigeriyan. Dîplomatên welatên xwe bûn. Mamosteyên zar û gedeyên Kurdan bûn. Sembola nû bûnê û pêşeroje bûn. Destpêka helbesta me ya modern bi Hawarê re bûn. Hêlînek avakirin, bi hemû bêderfetiyên xwe helbesta me ji klasîzme xelas kirin û helbestên ku vêga tên nivîsandin, bi ked û hişê wan ji me re mîrat ma.
Bi saya wan hunermendan, em helbesta modern û dinyaya modern kêm neman. Bi hemû kêmasî û zextên xêrnexwazan me xwe baş hilgirt û em hatin roja xwe. Kamiran Bedirxan wek nifşê xwe, geh helbestên serbest nivîsand geh bi rihê klasîzma kurdî risteyan honand.
Helbestên wî ên di bandora klasîzme de mane gelek in. Bi piranî forma ku bikaraniye wiha ye: 2/2-3/3-4/4-5/5-6/6.
Poetîka Seyda Kamiran ji hevketî an belawela nîne. Di nav rêzek de hatiye nivîsandin. Îmgeyên wî: welat û azadiya wî ye. Yên din bo xurtkirina helbestan e. Di risteyan de derheqê jiyana xwe da jî agahiyan bi rêya sembol û şexsan de dide. Hêmayên sereke welat û azadiya wî be, di bingeha wan îmgeyan de av, deşt, şev, pevçûn, serhildan, çiya û hwd. bi rê va dibe.
Kamiran Bedirxan ji ava rastiyê, rêya heq derneketiye, helbesta xwe bi vê nêrîn û nêzîkatiyê pişt rast kiriye. Civaka xwe baş naskiriye, di nav damara wan de geriyaye û mijarên heyatî/sereke poetîka wî rakiriye ser lingan. Xiyalên wî, xwestek û arzuyên wî di çend astan de derbas bibe jî xwe bi azadiyê ve hişk girêdaye. Ji baweriyê pê va meriv nikare ti şîrove û analîzê bike. Hemû derî û rê leqayên baweriyê tên. Bawerî û sebra dilan îro derbên mezin bixwe jî hêviya pêşerojê ti car qut nebe.
Helbestên Hawarê piranî li ser esasê-bi taybetî bi dengê klasîzmê hemhale. Dawiya risteyan de, ne bi temamî be jî, bi yek dengî/hevdengî dawî nebûbe jî giranî û meyla dengê helbestan me dibe kêleka helbestên klasîk. Di helbestên wî de rengê welat xuya dike. Nîdayên ku aîde zimane Kurdî ne, bi “O” olan daye. Mînakek ji helbestA “Axa o! Axa o!” de em vêya dibînin. Xweserbûna zimanê Kurdî û kodên wî xweş û di cih de bikaraniye. Mînakek din em dikarin ji helbesta “Sêvoka Hecî” bidin.
tev lo dilo/tim lo dilo/dil bi kulo dilo…
Gelek mînakên me henin derbare van risteyan de. Dîsa ev helbest li gor helbestên din dirêj e. Meriv dikare vê helbesta Seyda, têxe bana helbesta çemî û bi nav bike. Helbest serbest û serkeftî ye. Di ser de jî em dikarin vê tespît bikin ku ev helbest wek çîrokek hatiye honandin. Çîrokên rasteqîn wek menzûm/helbestkî hatiye nivîsandin. Çîrok bûye helbest, helbest bi rengê rastiyê hatiye pêçandin. Ger hûn bêjîn helbesta Kamiran Ali Bedirxan û nifşên wê çi ne? Ez ê bêjim welat e, rastiyên welat e, hêviyên welat e, dîlgirtiyê gel e. Ji xwe nifşên Hawarê li ser vê esasê xwe pêşva birine. Xewnên ku dibînin jî rast e. Hêvî har kirine, li pişt serokên Kurdan bûne. Bi her serîhildana gel bi hemû hêzên xwe li pişt wan sekinîne, çimkî meseleyek wan ên welat hebû. Ne li pey îmtîyazan serî tewandin ne jî koleyên konforê bûn, di cihê xwe de gazînan nekirin, destên xwe û hemû jiyana xwe bo welat kirin bin keviran. Apê Osman, Seyda Cegerxwîn, mamoste Qedrî Can, Heval Kamiran û Mîr Celadet Berdirxan û navên ku nay bîra min li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim.
Helbestên Hawarê û Roja Nû ne tenê destpêka helbesta modern bû, ji aliyekî ve tomarkirina jiyana rojane bû. Kamiran Berdirxan peyva “xew” kêm zêde di helbestên xwe de gelek derdixe pêş. Metafora xewê hinek rev e, hinek li ser bûyer û meseleyan bixweçûyînê/razanê hem jî jiyana ku tûj û zalim e navberkek kin e, bi bîr xistina xew dawiya dawî xewna azadiya welat e.
Ji helbesta “Koçera mîran” em du risteyek bixweynin; “koçera min, ji xewê rabe koçera min./Buhara pêşîn e; mêrg û solîn bi bêhn û reng in, ba serxweş e, kanî sar û bi kêf û guşguş in, hezar strana evînê dixwîne.” Kamiran Bedirxan gelek li ser stranan sekiniye. Kamiran, têkiliya helbest û stranan bi hev re girêdaye. Dibe ku ev tevgirtin di serdema wan de pêş be. Çimkî din ava gel de tesîr û bandora stranan ji helbest û wêjeyê zêdetir e. Helbestên seyda jî wek nifşên wî li gor şêwaz û awaza helbestan bo stranan amedeye û bo beste kirinê jî riste xweş diherike, di bingeha helbestan de mûzîka kurdî xwe veşartiye.
Di helbesta “Strana Dilan” de ev her çar riste kalîteya mûzîkalîtaya wê destnîşan dike; Xwesteka min tu î/dengekî çak/kaniya zelal î/wek berf î pak… Tiştê ku tê xwestin ew qas kin û zelal e. Ji bilî vê qelebalixek bêmene ye.
(FY)
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Tebaxê eşkere kir.
DFGê diyar kir ku di meha Tebaxê de jî mafên rojnamegeran hatin binpêkirin. Her weha DFGê destnîşan kir ku mafê çêkirina nûçeyan yê rojnamegeran û mafê agahîgirtina gel tê astengkirin.
DFGê di raporê de da zanîn ku li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran di meha Tebaxê de jî bênavber berdewam kir û di raporê de wiha hate gotin:
”Rojnameger ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî, nûçeyên ku çêkirine û xebatên rojnamegeriyê hatin desteserkirin, derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin, hatin darizandin û hinek ji wan hatin girtin.
Di Tebaxê de xebatkarên Rojnameya Aydin Dengeyê jî di navde 4 rojnameger hatin desteserkirin. Rojnamegerek hate girtin, derbarê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin û ji 2 dosyayan 4 rojnameger hatin darizandin. Ji rojnamegerên hatin desteserkirin, jê Îrem Delice bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan. Lê li ser îtiraza dozger, dîsa hat desteserkirin û girtin.”
Lêpirsînên meha Tebaxê
Di berdewama raporê de hat destnîşankirin ku di meha Tebaxê de li nûçe û parvekirinên medya civakî ên rojnamegeran jî lêpirsîn hat destpêkirin û weha hat gotin:
“Derbarê nûçegîhanê Îlke TV Zîlan Azadê de ji ber hevpeyvîna ku kiribû, derbarê Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok de ji ber ku beşdarî bernameyekê bûye, lêpirsîn hatin vekirin. Rojnameger Can Bursali ji ber nûçe û parvekirinên medyaya civakî bi şertê kontol edlî hat berdan. Derbarê Burhan Can Terzî de jî, ji ber nûçeyên sporê ku çêkiribû lêpirsîn hat vekirin. Seroka Cemîyeta Rojnamegeran a Îzmirê Dilek Gappi ji ber têkildarî rojnamegeran daxuyanî da îfadeya wê hat girtin.”
Sansur
Di raporê de DFGê de bal kişand li ser sansuran û wiha got:
“Piraniya zextên li ser azadiya çapemeniyê ji sansura dijîtal pêk tê. Di Tebaxê de gelek hesabên medya civakî û nûçeyên li ser medyaya civakî hatin parvekirin, asteng kirin. Nûçeyên derbarê Holdînga Zulfikarlaran, kuştina Rojîn Kabaişê û dosyayên lekolînê yên têkildarî Medipolê de bûn sedem ku hesabên wan ên medyaya civakî bên astengkirin.
Bi taybetî ji ber nûçeyên kuştina Rojin Kabaişê hesabên Rojnameger Oznur Deger û Salih Sertkal ên Xê hatin astengkirin. Li Tirkiyeyê hesabên Xê yên Medya Haber TV, Ajansa Nûçeyan a Etkînê û JINNEWSê hatin astengkirin. Hesabên Ajansa Mezopotamya, rojnameger Nasuh Bektaş û Firat Fistik ên Xê yê li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Hesabê înstagramê yê Nujin Medyayê hat astengkirin.”
(AY)
Merheba ji wer canik û camêrno. Wek hûn zanin havîn diqede. Yên li ger û geştan bûn edî berê xwe didin bajarên xwe an jî cîhê ku lê dixebitin. Ev jî tê wateya betlaneya îsalîn jî qediyayî.
Belê me îsal jî dît ku gelek kes bajar bi bajar digeriyan. Herkes li gor derfetên xwe çûne deveran, ez jî çûm hin deveran. Lê ya min weke gotina pêşiya; reva pisîkê heta kadînê yî bû lo! Heta ez karim bibêjim gera min bi meqseda kar bû û ji min re bû ger. Hema bibêjim ji min re li hev du hat lo. Bo bernameyên televîzyonê ku ez pêşkêşvaniyê dikim me berî da Dersîmê.
Him navçêyên wê û him navenda wê me ji bo televîzyonê dane danasîn. Her wiha çar rojan mîhrîcan jî li Dersimê hebû.
Belê, di serî de em ê biçûyana navçeya Dersîmê navçeya wê ya Pulurê (Ovacik). Wek hûn zanin di van salên dawîn de Dersîm bo betlanê bûye cîhekî navendî. Piranî jî bo bajarên nêzî Dersimê. Her havîn her kes bo hênikaya wê, bo Çemê Munzurê û bo xwezaya wê ya xweşik berê xwe didin Dersîmê û li wir di konan de kampê dikin.
Hin heval û dostên min jî li Pulurê li kampê bûn û li hêviya min bûn. Li gor plana me em ê êvarê bigihiştana Pulurê li ba hevalan. Lê mixabin em dereng man û gava em li keştiya Pêrtegê siwar bûn ku bo em herin hêla Xozatê seat hatibû nîvê şevê.
Ya dilê min ew bû ku ez di keştiyê da sîmîta bidim teyrika di rêya Xozatê da, li xwezaya Xozatê û ew çiyayên wenî bi heybet temaşa bikira.
Lê dewla me li avê neket. Ma di wê tariyê da min ê li çi temaşe bikira. Hevalên min erebe diajot û bo ku ez betilîbûm min go qe nebe heta em bigihêjin Pulurê ez çavên xwe bigrim û piçkî ji xwe re razêm. Lê him çivanekê rêya Xozatê pir bûn û him jî hevalên min erebe bi lez diajot. Serê min hema çep û rast kil dibû.
Min go babo razan ji min re ne lazim e û min çavên xwe vekir. Gor şewq a erebê min li çiyayê Xozatê temaşe dikir. Di wan çivanekên asê û di wê tariyê de helbasta Arjen Arî kete bîra min ku di dawiya helbasta xwe de digo;
Ne min got
Sê roj in xurîn im
Min nêt e te bibîn im
Berê min ketiye Xozatê.
Bi wan hestan dawiya dawîn em gihaştin Pulûrê û me berê xwe da cihê kampê. Hevalên me yên ku li kampê bûn qerfên xwe bi me kirin û gotin; hûn çima ew qas zû hatin lo. Ma ecela we çi bû?. Ji ber ku em westiya bûn me hema konê xwe vegirt û me serî da xewê.
Serê sibê em bi xumxuma Çemê Munzurê hişyar bûn. Bi serê we yî delalî hema bê pir xweş bû. Ji ber ku karê keşana bernameyê li ber me bû me xwe tevdagirt û em çûn kaniyên avê ku koka Çemê Munzurê ev kanî ne. Hema bê her kes li ber kaniyan bû. Yên kanî bi kanî digeriyan, yên xwe di avê dadikirin û hwd. Me jî him karê xwe kir û him jî me ger û geşta xwe kir û me ji wan kaniya têr av vexwar. Gava bû êvar me berê xwe da konserên Pulurê. Kesên ku li konserê bûn hema bêjin ji sedî heftê ji bajarên Amed, Mêrdîn, Batman hwd. bûn. Û tevda wan li kêleka Çemê Munzurê li kampan diman.
Gava min bi wan re sohbet kir giş ji konserê aciz bibûn û digotin; yaw ev hunermendan stranên giran dibêjin. Ma meriv çend stranên dîlanê jî nabêjî qey? Heyra dîlan û govend terapiya me Kurda yî. Bo wê aciz bibûn. Ji xwe piştî qederekî giş ji cihê konserê belav bûn. Me jî berê xwe da cihê kampê.
Ê te dî li cihên kampa agirpêxistin çand e. Her kes li dora agir rûniştibûn. Hevalekî me jî li tembûrê dixist. Gava ez çûm hema gîtar xist destê min û go alî min bike.
Her çiqas bi amatorî be jî ez ting tingê dikim lo. Îja stran gotin li hevalên min bû. Rebeno ji gotina strana westiya û go êdî bes e ka bila kesên din bibêjin. Kesî xwe ne da ber û di serê min de teqiya. Gişan got, tu li gîtarê dixî divê tu bibêji jî. Min ji yên li dora agir kom bibûn re got; heyra bi vî dengê xwe yî xerab ku ez strana bibêjim hûn ê giş birevin ha! Min dî xortekî ji Amedê go; abe heyran tu qet xem nekî, serê me xweş e wê dengê te wekî dengê Şivan Perwer bê me. De wer û nekene lo. Me wê şevê bi kêf û coşê qedan.
Belê, ji ber ku mîhrîcan berdewam bû û hunermendê mezin wê li navenda Dersîmê derketina ser dikê em jî çûne navendê. Konserên Dersîmê li gor dilên wan kesên digotin; ka dîlan, ka govend bû. Ji xwe min ew li wir jî dîtin. Xwe bi dîlan û govandan şerpeze kirin. Gava min ji wan re got, piçkî sivik herin ma we xêr e, gotin wele em ê kerba Pulurê li vir derxin.
Çend rojên dawî wer bi kêf û coş berdewam kir. Û me gelek heval û dost nas kirin. Piştî mîhrîcan qediya wekî her kesî me xatir ji Dersîmê xwast û em vegeriyan Amedê.
(FY)
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) operasyoneke nû li dar xist.
Serdozgeriyê di çarçoveya  lêpirsîna “bertîl û gendeliyê” de, bi îdiaya ku “di îhaleyan de gendeltî kirine” li dijî 13 kesan operasyoneke hemwext pêkanî.
Serokê Daîreya Kirînê ya İBByê Mustafa Sokmen, Rêvebirê berpirsiyar ê ji Xwaringehên Bajar Ali Toy, Seroka berê ya Daîreya Karên Darayî ya İBByê Neslihan Vural û Rêveberê Zabiteyan Gokhan Firtina jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Di operasyonê de 12 kes ji aliyê Rêveberiya Şaxa Têkoşîna li dijî Sûcên Darayî ya Stenbolê ve hatin desteserkirin. Hat zanîn ku kesek jî li derveyî welat e.
(EMK/AY)
Karkerê înşaetê Suleyman Konat û birazayê wî di 30ê Tebaxê de dema li Bayburtê dixebitî û formayê Amedsporê li xwe kiribû, rastî êrişa 15 kesan hat. Piştî êrişê diyar bû ku pozê Suleyman Konat di 5 cihan de şikestiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat kesên êrişkar di dema êrişê gotinên “Ev der Bayburt e, ev der dê ji Kurdan re bibe goristan” kirine.
Alîgirê Trabzonsporê yê nijadperest hat desteserkirin
2 Îlon 2026
Suleyman Konat piştî êrişê gilî kir û diyar kir ku êrişkar piştî desteserkirinê hatine berdan. Suleyman Konat anî ziman ku di pêvajoya birina îfadeyê ya êrişkaran de wan gotinên “Ev zilamên me ne, van berdin” jî bihîstiye.
(EMK/AY)
Ez bi xwe ji sala 1993yan bi vir de di nav pêjgeha zimanê kurdî de me. Di tîrmeha 1993yan de wekî ciwanekî min li Rojnameya Welat dest bi xebatê kir. Ji hingê ve bala min li ser rewşa zimanê kurdî ye. Pêşîyên me gotiye, “Çil çîrokên hirçê hene, hemû jî li ser hirmê ne” yê me jî hemû lêhûrbûnên me li ser rewş û çarenûsa zimanê kurdî ne.
Lê pirî caran ew bîr û bawerî min re çêdibe ku dengê me dîsa li me vedigere, em bi xwe dibêjin û bi xwe guhdarî dikin. Em diçin panel û semîneran, pirî caran em dibînin ku em xwe bi xwe ne.  Îro bi sedan pirtûk bi kurdî (kurmancî û kirmanckî) têne weşandin, bi sedan nivîskarên kurdî hene, gelo xwînerên van berheman çend in, her berhemek çend heb tê firotin? Gelo hê jî gotina Ehmedê Xanî li kar e? Hê jî bazar kesad e û ji qumaşî re nîn e xerîdar? Mirov devê kîjan kedkarê/a zimanê kurdî vedike, van gilî û gazinan dibihîze, hin caran hêrsa wan digihêje erş û esman. Pirî berê tîrên xwe didin siyasetmedaran.
Ez dixwazim van gotinan rewşê li ber çavan raxim, ne ku bikevim nava wan gengeşe û gelemşeyan. Belê îro rewş zêde ne hêvîbexş e, bar gelekî giran bûye, lewre jî kes naxwaze destê xwe bixe bin vî barî lewma jî her kes dixwaze vî barê giran biqulibîne ser milên hinekên din, bi vî awayî ji berpirsîya wîjdanî xwe rizgar bike.   Bo nimûne siyasetmedarên me hemû sûc û berpirsîyê dixin stûyê dewletê û bi vî awayî xwe ji berpirsîyê rizgar dikin.
Gelek kes mijarê tînin bi statûyê ve girê didin, li gorî wan heke kurd statûyekê bi dest nexin û zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê, tu xilasîya zimanê kurdî nîn e. Helbet statû alîyekî girîng ê mijarê ye, divê her şert û mercê de têkoşîna ji bo statûyê bidome. Di nav Tirkiyeyê de divê têkoşîna me li dijî zihnîyeta yekperest be, em pirzimanî û pirçandîyê biparêzin.  Di nav civaka kurd de jî divê em hişmendîya zimanparêz û zimanperwer geş bikin.
Lê statû bi tena serê xwe jî kêşeyê çareser nake, wekî din jî heke em li benda statûyê bimînin dibe em tiştê heyî jî ji dest bidin. Ez dema bala xwe didim helwesta hinek mirovan, bi min wisa tê ku ew dibêjin, “Dewletê bi darê zorê zimanê me bi me da jibîrkirin, îcar jî bila bi darê zorê hînî me bike”, heke rewş gihaştibe vê radeyê nexwe baştir e ku em fatîheyekê li ser zimanê xwe bixwînin.
Têkoşîn û tecrûbeya gelên cîhanê tiştekî din nîşan didin; xebatên wan ên bi awayekî rêxistinî û li gorî plansazîyekê hatine meşandin pirî caran rê li ber windabûna zimanê wan girtiye. Nexwe kurd jî dikarin dev ji galegalên hîç û pûç berdin, zend û bendan vemalin, bi hev re dest bi xebata parastin û geşkirina zimanê xwe bikin. Her kes ji alîyê ve dest bi xebatê bike, dê gelek tişt biguhêrin.
Îro gelek sazî û dezgehên kurdan ava bûne, her yek ji alîyê xwe ve xebatekê dike, lê nakokî û dubendîyên siyasî rê li ber hevkar û hevgirtinê digire, ji ber vê yekê jî sazîyên ku ji bo zimanê kurdî xebatên dikin nikarin bibin xwedanê hêzeke diyarker û bandorê li civak û desthilatîyê bikin.
Di sêrî de bila ew sazî û dezgeh dubendî û nakokîyên siyasî daynin alîyekî,,bi hevkarî û hevgirtineke xurt dest bi xebatan bikin. Di nava civakê de koka hiş û aqilê zimankuj biqelînin, tovên civakeke zimanperwer biçînin. Şaredarîyên kurd xizmetên xwe bi zimanê kurdî jî bidin, li her cihî zarokistanan vekin. Karsazên kurd razemenîyê li zimanê kurdî bikin.
(FY)
Berdevkê berê yê Koma CHPyê yê IBByê û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Nû Tarik Balyali li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya têkildarî Şaredariya Uskudarê rexne kir. Walîtiyê di daxuyaniyê de gotiye, "Ji bo hilbijartina Cîgirê Serokê Şaredariyê civîna Meclisa Şaredariya Uskudarê di saet 10.00ê 5ê Şemiya Îlona 2026an de guncav hatiye dîtin"
Seroka Şaredariya Uskudarê Sinem Dedetaş birin edliyeyê
31 Tîrmeh 2026
"Daraz heta dawiyê siyasî ye"
Balyali di rexneya xwe de diyar kir ku hilbijartin dê di bin zexta ku daraz, rêveberî û emniyet bi hevahengî bi rê ve dibin de pêk bê.
▶︎ Geşedanên ku piştî betalkirina hilbijartina Cîgiriya Serokatiya Şaredariya Uskudarê qewimîn ev in;
▶︎ Pêşî 2 endamên Meclisê yên CHPyî ku di Tûra 3emîn a Cîgiriya Serokatiyê de deng dabûn AKPyê, ew ji partiya wan dan îstifakirin.
▶︎ Îro ji bo îfadeyê bang li 4 endamên me yên Meclisa Şaredariyê kirin. 2 endamên me yên Meclisê hatin desteserkirin û dê 4 rojan desteserkirî bimînin.
▶︎ Çend saet piştî desteserkirina endamên me yên Meclisa Şaredariyê, Walîtiya Stenbolê dîroka hilbijartina nû ya Cîgiriya Serokatiyê diyar kir.
▶︎ Di bin van şert û mercan de hilbijartina Cîgiriya Serokatiyê, dema endamên me di bin çavan de ne, di saet 10.00ê 5ê Şemiya Îlonê de dê were kirin.
▶︎ Çi digotin, “Di Tirkiyeyê de daraz serbixwe ye” ne wisa?
▶︎ Li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe ye, berovajî wê heta dawiyê “siyasî” ye.
Seroka Şaredariya Uskudarê Sinem Dedetaş hat desteserkirin
29 Tîrmeh 2026
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Anadolûya Stenbolê, Seroka Şaredariya Uskudarê Sinem Dedetaş, Sekreterê Taybet Alihan Koçoglu, Mîmar Burçin Çevik û Avahîsaz Bulent Orhan Tozkoparan ku di 29ê Tîrmehê de bi tohmeta  "bertîl" û "ji bo pêkanîna sûc avakirin û birêvebirina rêxistinê" hatibûn desteserkirin û piştre di 31ê Tîrmehê de Dadgeha Cezê û Aştiyê biryara girtina wan da.
(AEK/AY)
Roja Yekşemê li peravên bajarê Girneya Kibrisa Bakur, keştiya rêwiyan a bi navê “Filo Jet” ku serbi şîrketa Filo Denizcilikê ye, bin av bû. Di encama xebatên lêgerîna kesên wendabûyî de, bermayiyên keştiyê hatin dîtin.
Serokwezîrê Komara Tirk a Kibrisa Bakur(KKTC) Unal Ustel, çû serdana xizmên windahiyan ku li pêşiya Bendera Girneyê sekinîne. Ustel agahiyên dawî yên xebatên rizgarkirinê bi wan re parve kir û piştre daxuyanî da çapemeniyê.
Derbarê kesên ku di qezaya ferîbotê ya li Girneyê de windabûyî de em çi dizanin?
31 Tebax 2026
Di keştiyê de jê 259 rêwî û heşt personel bi giştî 267 kes hebûn. 239 kes sax hatin rizgarkirin. Heşt kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî hê wenda ne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Ustel diyar kir ku di encama xebatên keştiya yekem a ku ji aliyê Tirkiyeyê ve duh(1ê Îlonê) hatibû şandin de cihek hatibû tespîtkirin; îro jî bi tevlîbûna keştiya bi navê “TCG Alemdar”ê bermayiyên keştiya rêwiyan hatin dîtin.
Ustel da zanîn ku keştî di kûrahiya nêzîkî 550 metreyî de hatiye dîtin û teqez kir ku bi robotan xebatên kişandina dîmenên li derdora keştiyê di her rewşê de berdewam dikin.
Ustel diyar kir ku ew ê xizmên wendahiyan û raya giştî bi berdewamî agahdar bikin û got: “Em li bendê ne ku xebat ber bi êvarê ve bigihîjin encamekê.”
DEM Partî û Partiyê NÛyê li ser keştiya ku li Girneyê bin av bibû daxuyanî dan
31 Tebax 2026
(VC/AY)
Di 31ê Tebaxê de Amedsporê di hefteya sêyemîn a Lîga Super de mazûvaniya Trabzonsporê kir û 2-1 bi ser ket.
Piştî maçê alîgirên Trabzonsporê bi otobusan ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin. Kesekî di nav otobusê de heqaretê li Kurdan dike û li dijî Kurdan gotinên nijadperest bikar tîne.
Wî nijadperestî di axaftina xwe ya di nav otobusê de weha gotibû:
"Kurdê herî baş ew e ku bimire û bikeve gorê. Li hev kom dibin û bi Kurdî diaxivin, divê hûn nedin axaftin. Hûn dê rehmê li wan nekin, hûn dê bi pehînan li wan bixin."
Belavbûna van dîmenan a li ser medyaya civakî di demeke kurt de bû sedema bertekên mezin.
Komeleya Hiqûqnasan a Amedsporê ji ber van gotinên qirêj û nijadperest ên li dijî Kurdan giliyê wî alîgirê Trabzonsporê kir.
Piştî bertekên tund ên li ser medyaya civakî, ew provokatorê nijadperest hat desteserkirin.
(AY)
Di çarçoveya xizmetên pirzimanî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de serlêdanên qonaxa nû yên kursên zimanan dest pê kirin. Di bin banê şaredariyê de dê kursên ziman yên zaravayên kurdî, kurmancî, kirmanckî û soranî û zimanê ermenî û suryanî werin dayîn.
Di çarçoveya bernameyê de dersên kurmancî û kirmanckî dê di asta A1, A2 û B1 de werin dayîn. Perwerdeya bi zimanê ermenî jî dê di asta A1, A2 û B1 de pêk bê. Dersên soranî û suryanî jî dê di asta A1ê de, ango di asta destpêkê de were dayîn.
Li Amedê serlêdanên ji bo Konservatuvara Bajar a Aram Tîgranî dest pê kirin
1 Îlon 2026
Serlêdanên kursên ziman dê di navbera 1-14ê Îlona 2026an de li ser platforma DİSMEKê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê werin kirin.
Ji bo serlêdana kursan bitikîne
(AY)
Hejmara kesên ku di karesata lehiyê ya li herêmên Nepalê yên nêzîkî sînorê Çînê de canê xwe ji dest dane derket 1114an. Hejmara kesên winda ne gihîştiye nêzîkî 4 hezarî û li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Saziya Birêvebirin û Kêmkirina Rîska Karesatan a Neteweyî a Nepalê, derbarê rewşa dawî ya herêma ku lehiyê bandor lê kiriye de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, hejmara kesên di karesatê de canê xwe ji dest dane gihîşt 1114an. Ji bo dîtina nêzîkî 4 hezar kesên ku agahî ji wan nayê sitendin, zêdetirî 20 hezar personelên ewlehiyê tevlî xebatan dibin. Hat ragihandin ku tîman heta niha 11 hezar û 993 kes rizgarkirine.
Di santralên hîdroelektrîkê de bi sedan kes wenda ne
Li gorî nûçeya Kathmandu Postê, agahî ji 947 karkerên santralên hîdroelektrîkê nayê sitendin. Tê pêşbînîkirin ku beşek ji wan di tunelên bin erdê de asê mane.
Yekitiya Hilberînerên Enerjiya Serbixwe ya Nepalê jî ragihand ku 947 karkerên ku di santralan de dixebitin wenda ne. Hê nayê zanîn ku bê ka çend ji van karkerên winda di tunel û tesîsên bin erdê de asê mane û çend ji wan li ber lehiyê ketine.
Keskûkarên karkerên winda jî diyar kirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hêdî dimeşin û bertek nîşanî hikûmetê û şirketên ku projeyên hîdroelektrîkê bi rê ve dibin dan.
Li Nepalê hejmara miriyan derket 469an
28 Tebax 2026
Sedema lehiyê herfîna cemedê ye
Karesata lehiyê di 26ê Tebaxê de li herêma Rasuwa ya Nepalê rû da. Ji ber ava lehiyê gelek pire hatin hilweşandin û rê jî xera bûn. Ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê helîkopter ji herêmê re hatin şandin.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihand ku livîna sîsmîk a ku beriya lehiyê li herêmê çêbûye di destpêkê de wekî erdhej hatibû nirxandin, lê di lêkolînên piştre de diyar bû ku sedema livîna bi mezinahiya 5,2an herfîna cemedê ye.
(EMK/AY)
Cîgirê Waliyê Xuzistanê, di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku di êrişa muşekî a ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) şeva borî li dijî sê herêmên eyaletê pêk anîye de 7 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûne.
Heyva Sor û medyaya fermî ya Îranê jî ragihand ku paşmayên mûşekeke DYAyê li bajarê Kuhestekê yê girêdayî bajarê Sîrîkê li nav dawetê ketine. Di vê bûyerê de 4 kes mirine ku yek ji wan zarok e û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku çar mûşek li herêmên Çabahar û Konarekê ketine, lê zirarên wan nehatine aşkerekirin.
Supaya Pasdarên bersiv da
Li gorî nûçeya Rûdawê, Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Îranê ji bo bersivdana van êrişan, êrişên dijwar birin ser baregehên DYAyê yên li herêmê û gefa encamên “dijwar” xwarin.
Supaya Pasdaran ragihand ku wan li Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi mûşek û dronan baregehên DYAyê yên li Hewlêrê hedef girtine û navendeke çakkirinê, depo û alavên leşkerî têk şikandine.
Li Urdunê jî êriş birin ser du baregehên DYAyê. Artêşa Urdunê 10 mûşekên balîstîk li hewa têk şikandin, 3 mûşek jî li herêmên vala ketin.
Di heman demê de li Kuveyt û Behreynê jî êrişên bi dron û mûşekan birin ser baregehên hewayî yên DYAyê. Berdevkê Baregeha Navendî ya Hatemul Enbiya Îbrahîm Zulfîkarî diyar kir ku her welatê ku alîkariya artêşa DYAyê bike dê rastî bersiveke dijwartir û hilweşîner bibe.
Trump: Îran hewll dide vegere ser maseya danûstandinê
Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku êrişên wan ên “mezin û bihêz”, bersivek e ji bo hewldanên Îranê yên danîna mayînan li Tengava Hurmuzê û êrişa bi heşt mûşekan a li ser baregehên wan ên leşkerî yên li Urdunê ku hemû hatine îmhakirin.
Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê nivîsand ku ew hewl nade Îranê neçarî vegera ser maseya danûsitandinan bike û pirsî: “Gelo gelê Îranê dê kengî serîhildin û şer bike?”
(FY/AY)
Li peravên Silivriya Stenbolê du keştiyên bazirganiyê yên bi ala Tirkiyeyê li hev ketin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê, qeza di saet 03.00ê roja Çarşema 2ê Îlonê de, 18 mîl li başûrê peravên Silivriyê rû da.
Keşitîya bazirganiyê ya bi navê ALSU ku ji Kocaeliyp diçû Alîagayê û keşitîya bazirganiyê ya bi navê TUGBERK İMAMOGLU ku ji Bendera İskenderunê diçû Eregliya Karadenizê li hev ketin.
Pêwendiya bi 10 personelan re qut bûye
Piştî qezayê gelek keştî û kelekên Ewlehiya Keştiyan û Fermandariya Ewlehiya Beravan a Marmara û Bogazan û helîkoptereke Ewlehiya Beravan ji bo herêmê hatin şandin.
Walîtiyê aşkere kir ku li gorî daneyên destpêkê ên tîman, di keştîya bi navê ALSUyê de ti zirarên mezin ên berbiçav tune ne.
Lêbelê bi keştîya bi navê TUGBERK İMAMOGLU û 10 personelên di nav wê de re hêj pêwendî nehatiye danîn.
Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Derbarê sedema qezayê de hê ti daxuyanî nehatiye dan.
(NÖ/AY)
Li Amed, Enqere, Wan û Stenbolê bi hezaran kes beşdarî meşên 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî bûn. Di meşan de daxwaza çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd û berfirehkirina azadiyên siyasî hat berzkirin.
Bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li gelek bajarên Tirkiye û Kurdan çalakî û meş hatin li dar xistin. Li Silopiya, Riha, Semsûr, Dîlok, Meletiyê Enqere, Sêrt, Êlih, Stenbol, Amed, Şemzînan, Îzmîr, Manîsa û Wanê meşên girseyî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.
Stenbol
Li Stenbolê bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek hate lidarxistin û daxuyanî hate danîn. Meş li Qada Bogaya Kadikoyê dest pê kir û li Îskeleya Kadikoyê bi dawî bû. Girseyê di meşê de pankarta “Niha dem mezinkirina aştiyê ye” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û  “Bijî Aştî” hate berzkirin.
Meşa 1ê Îlonê: Polîsan girseya ku diruşma “Bijî serok Apo” û “ Bê serok jiyan nabe” berz dikir, hişyar kir@arenyldrm pic.twitter.com/pAyFlvYCB7
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) September 1, 2026
Di dema meşê çend hewldanên provakasyonê pêk hat. Komeke netewperestan hewl da êrişî girseyê bike. Lêbelê polîsan ew dorpêçkirin. Demeke li dorpêçê de man û piştre belav bûn.
Di meşa 1ê Îlonê de li rihtima Kadikoyê komeke nijadperestan êrişî girseyê kir.
Polîsan koma nijadperest dorpêç kirine pic.twitter.com/ONv5T75trz
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) September 1, 2026
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, Partiyên Sosyalist, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girse piştî hat Îskeleya Kadikoyê daxuyanî hate danîn. Daxuyanî ji hêla aktivîsta TJAyê Fîgen Yaşarê ve hate xwendin.
Hevserokê Giştî ê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Parlamentera Erzîromê Meral Daniş Beştaş jî beşdarî meşê bûn@arenyldrm pic.twitter.com/kt8NCAi1sH
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) September 1, 2026
“Em ê têkoşîna aştiyê mezintir bikin”
Fîgen Yaşarê diyar kir ku li Tirkiyeyê pêşiya aştiyê vekin û got:
“Piştî heyameke şer û pevçûnê ya zêdetirî pêncî salan, li Tirkiyeyê di navbera birêz Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin pêkhatin û di encamê de mutabakatek derket holê; piştî vê mutabakatê bangewaziya Civaka Demokratîk hat kirin. û piştî bangewaziyê re jî, PKKyê xwe fesix kir û niha nîqaşên heyameke nû tên kirin ku êdî pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane be çareserkirin. Di vê pêvajoyê de zagona Qanûna Çarçoveyî li Meclîsê derbas bû. Parlamentoyê weke gava yekem a ber bi aştiyê ve hat avêtin. Niha dem ew dem e ku ji bo demokratîkbûn û civakîkirina aştiyê ye. Ji ber ku aştiya mayînde tenê bi bêdengkirina çekan pêkan nîn e, lê bi mîsogerkirina demokrasî, azadî, hemwelatîbûna wekhev û edaleta civakî pêkan e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û têkoşîna hevpar û yekgirtî ya gelên Tirkiyeyê dikare bibe modeleke numûneyî ya pêşeng ji bo bi taybetî Rojhilateke Navîn û cihaneke bêyî şer, bêyî kedxwarî, wekhev û azad. Em ê têkoşîna aştiyê mezintir bikin.”
Meşa 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî: Girseya ku li Bogaya Kadikoyê dest bi meşê kir, li îskeleya Kadikoyê kom bûn. pic.twitter.com/vRZ0xvI95W
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) September 1, 2026
"Heke em aştiyek bihonînin êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nade"
Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku hêzên hegomonîk şer rêxistin dikin û wiha axivî:
“Şer kuştin e, her aştî ji şerê xweştir e. Îro hêviya aştiyê heye. Derfeta aştiyê heye. Xwesteka gelê Kurd a bi salan encax bi têkoşinê pêkan e. Berî çend rojan ez li Amedê tev li şînek bûm. Dayikek ji min re got; min êş kişand bila tu dayik bila êş nekişîne. Îro kesên nizanin şer çî ye, dixwazin şer berdewam bike. Heke em aştiyek bihonînin êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nade. Îro gelê Kurd tune neyê hiştin dê Tirkiye demokratîktir bike. Birêz Abdullah Ocalan jî ji bo xwîna ciwanan neyê rijandin têkoşe. Li gel aştiyê bisekinin, bi vê dê xwestekê gelê Kurd û Tirkan pêk were.”
Meşa 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî: Girseya ku li qada Bogaya Kadikoyê kom bûye berbi Rihtimê dimeşin. pic.twitter.com/COvpNfUNO7
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) September 1, 2026
Amed
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” li Amedê meş hate li darxistin.
Meş li ber navende bazirganiyê NCity ya navçeya Rêzan a Amedê destpêkir heya AZC plazaya semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê berdewam kir.
Hevseroka Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê, endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk(DBP), nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li meşê bûn.
Di meşê de pankartên “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve”, “Aştiyeke mayînde bi azadiya fîzîki ya Rêber Apo ve pêkane”hate vekirin. Girseya meşê bênavber bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Rêya Şehîd Rêya me ye Apo ye Serokê me”, “Şehîd Namirin” berz kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.
Bi piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axaftina xwe kir.
"Aştî wekhevî û azadiya jinan e"
Tulay Hatîmogullari di serî de Şehîdên Azadiyê bibîranî û berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gotineke ku Nelson Mandela yê ku yek ji sembolên herî girîng ên aşitiyê ye tê gotin heye. Nelson Mandela dibêje:
“Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, aşitî edalet e” û got: “Em jî bi tevahî tevlî vê dîtinê dibin. Aşitî edalet e, aştî demokratî ye, aşitî biratiya wekhev e. Aştî ew e ku Kurdek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Bi awayekî azad axaftina zimanê dayikê ya hemû gelan e. Aştî ew e ku tu rojnamevan, tu rewşenbîr, tu nivîskar û tu siyasetmedar di girtîgehê de nebe. Aştî ew e ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Aştî ew e ku girtiyên siyasî azad bibin. Aşitî ew e ku karkerê madenê meaşê xwe bistîne û nanekî germ bibe mala xwe. Aşitî ew e ku pêşeroja ciwanan li vê welatî hebe, azad bin, bi azadî bixebitin, bi azadî bixwînin û aşitî pêşeroja ciwanan e. Aştî wekhevî û azadiya jinan e. Nebûna cînayetên jinan û dawîhatina tundiya li ser jinê ye. Û ji vir ve wekî hemû jin, em silava xwe ya aştiyê pêşkêş dikin.”
"Em ê di mijara aştiyê de biryardar bin"
Tulay Hatîmogullariyê di axaftina xwe de bal kişand li ser şerê Rojhilata Navîn û diyarkir ku di serdemeke ku muşekên herî xeternak, çekên biyolojîk, çekên kîmyewî û çekên nûkleerî de pêşbirkê dikin de ne û ev wiha bi dawî kir:
“Ji ber vê yekê, dema ku Tirkiye aliyekî ve aşitiya xwe ya hundirîn saxlem dike, em neçar in ku di heman demê de bi hev re pêşengiyê ji aşitiya herêmê re jî bikin. Em li Tirkiyeyê aşitiya hundirîn û li herêmê aşitiyê diparêzin. Em li cîhanê aşitiyê diparêzin. Ji bo vê yekê ji bilî avakirina tevgereke aştiyê ya enternasyonalîst bi rêya herî bihêz ti vebijarkeke me nîne. Ji ber ku em vê yekê dizanin; em kesên ku aşitiyê diparêzin, ji wan kesên ku şer derdixin pir bihêztir in. Bes e ku em bi hev re bin, bes e ku em bibin yek. Ez bi van hest û ramanan hêvî dikim ku 1ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê ji bo me hemûyan, ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne. Û em bi çi provokasyonan re rû bi rû bimînin jî, ihtimala rûbiçûkbûna çi tiştî hebe jî, kî dixwaze vê pêvajoyê jehrî bike bila bizanibe ku em ê di mijara aştiyê de biryardar bin, ji bo aşitiyê têkoşînê bikin û ji bo aştiyê bibin yek.”
Wan
Platforma Ked û Demokrasiyê û Platforma Saziyên Demokratîk ên Wanê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Van AVMê heta Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê meşek li dar xistin.
Di meşê de Dayikên Aştiyê û endamên platforman, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), KURDÎHGEH û DEM Partî weke kortej meşiyan.
Di meşê de pankartên “Em xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin” û “Civakbûn, înşakirin û serkeftina aştiyê wê bi azadiya Rêber Apo pêkan be” hatin vekirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Aştî” hatin berzkirin. Bi hezaran kes tev li meşê bûn.
"Ez aştiya ku Birez Ocalan bîne vî welatî dixwazim"
Di meşê de ewilî Dayika Aşitiyê Hanife Kaçak bal kişand ser giringiya aştiyê û diyar kir ku ew aştiyê dixwazin.  Hanîfe Kaçak wiha axivî:
“1ê Îlonê li hemû gelê cihanê piroz dikim. Em ji bo Aştiyê amade ne û bang li hemû gelên Kurd, Tîrk, Ereb hwd. Dikim ku bila destê xwe danin ser vijdana xwe. Êdî bes e, en mirinê û girtinê naxwazim. Ez aştiya ku dê Birez Abdullah Ocalan bîne vî welatî dixwazim. 27 sal in di girtîgehê de ye, lê disa ji aştiye dixwaze, mirinê kuştinê naxwaz e. Me weke Dayikên Aştiyê jî soz daye ku ji bo aştiyê ji hewce be em dê bikin.”
"Deriyê aştiyê vebûye"
Li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk hevseroka TUHAY-DERê ya Wanê Rengîn Karabûlût axivî û da zanîn ku îro ne tenê roja li dijî şer derketinê ye, roja mezinkirina vîna Kurdan a avakirina aştiyê û civakbûnê ye. Rengîn Karadûman diyar kir ku aştî tenê bêdengbûna çekan, nebûna şer û pevçûnan nîne û got:
“Aştiya civakî; demokrasî ye, wekhevî ye, azadî ye, edalet e. Em wek gelê Kurd ê ku bi salan e berdêlên giran ên şer, pevçûn, înkar û zextê dijîn, dizanin ku aştiya mayinde bi vîna gelan û hêza siyaseta demokratîk pêkan e. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, li Tirkiyeyê deriyê rêya aştiyê vekiriye. Ev rê; rêya komareke demokratîk û aştiyeke civakî ya rastîn e ku gel, nasname û bawerî li ser bingeha welatîbûna wekhev bi hev re bijîn. Niha dema mezinkirina vê rêyê ye.”
Daxwaz
Di berdewamiya axaftina xwe de Rengîn Karabûlûtê xwestikên xwe wiha rêz kirin:
“Em welatekî wisa dixwazin ku;
* Divê di pirsgirêka Kurd de heqîqet derkevin holê, ziman, nasname û vîna siyasî ya gelê me were naskirin.
* Divê keda karker û kedkaran neyê xwarin; ked azad bibe.
* Divê jin ne bi tundî û cudakariyê, bi azadiya xwe bên rojevê.
* Divê ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet derfetên jiyaneke bi rûmet bên afirandin.
* Divê ciwan ne bi bêpêşerojî û bêhêvîtiyê, wek kirdeta pêşeroja xwe bijîn.
* Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokan hebe.
* Divê hevalên me yên li girtîgehan bêyî derengmayîn bigihêjin azadiya xwe.
* Divê xwezaya welatê me neyê talankirin, qadên me yên jiyanê ji bo nifşên pêşerojê bên parastin.
* Divê ziman, nasname û baweriya tu gelekî ji ya din bilindtir neyê dîtin.”
Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê jî berdevkê KESKê Şahîn Karakaya mafê axaftinê girt û diyar kir ku aştî mafekî mirovî ye. Şahîn Karakaya da zanîn ku ew di Roja Aştiyê ya Cîhanê de li hemberî şer, pevçûn, înkar û siyasetên tundiyê, piştgiriya mafê gelan ê ji bo jiyaneke wekhev, azad û demokratîk dikin.
Şahîn Karakaya bang li îradeya siyasî kir ku dawî li siyasetên yekparêz, nijadperest, neteweperest û  zimanê nefretê bînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Dawiyê li van tiştên ku li ser civakê hatine ferzkirin bîne û siyasetên demokratîk û aştiyane yên ku xwe dispêrin mafên mirovan, pêş bixe. Îro em rûbirûyê derfeteke dîrokî ne. Divê her kes erkên xwe bi cih bîne da ku ev derfet veguhere aştiyeke mayinde û civakeke demokratîk. Em li kêleka aştî û biratiyê ne, ne şer û pevçûnê.”
Enqere
Hêzên Ked û Demokrasiyê yê Enqereyê, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê çalakiya meşê li darxist.
Parlementerê DEM Partiye ya Çewlîgê Omer Faruk Hulaku, endam û nûnerên partiyên siyasî û yên ked û demokrasiyê tev li meşe bûn.
Girsê bi qada Kolejê pankarta li ser “Em ê li ser rêya aştiyê têkoşînê bidomînin” dinivîsî hilgirtin, flama û dovîzên li ser “Jin jiyan azadî” û ” Bijî berxwedana gelan” dinivîsî ve tev li meşê bûn. Girsê di meşê de durişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, û “Ji Kemalan û heta Mazluman li ber ve civaka demokratîk” berz kirin.
‎Girse ji Qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê meşiya û li vir daxuyanî da. Daxuyanî Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Yilmaz Yildirimci xwend.
"Ji bo aştiyeke mayînde pêdivî bi rêxistinkirina gelan heye"
Yilmaz Yildirimci bal kişand li ser giringiya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û wiha qal kir:
"Wekî ku tê zanîn, 1ê Îlona 1939an destpêka Şerê Duyemînê Cîhanê ye. Bi êrîşa Almanyayê ya li hember Polonyayê ve şer dest pê kir. Ev şer, êş û wêranyeke mezin da gel û karkerên tevahiya cîhanê û jiyana nêzîkî 60 milyon kesan ji derstê wan girt. Zêdetrî 30 welatan beşdarî şer bûn, wêranyeke mirovî, aborî û civakî pêk anîn. Em ê li dijî şerên sermaye û emperyalîzmê biseknin û aştyeke li ser bingeha Wekhevî, Azadî û Demokrasyê ava bikin. Îro jî, em di nava şerên djwar re derbas dibin. Em vê wekî şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav dikin. Destwerdanên hegemonîk ên emperyalîst, gerstêrka me xistine nav hilweşandin, mîlîtarîzm û talaneke mezin. Rojhlata Navîn navenda şerê cihanê yê sêyemîn e. Nakokiya herî mezn jî nenasîna mafê gelê Kurd e. Lê belê, em dizanin ku ji bo avakrina aşityeke wekhev û mayînde pêdivî bi rêxstinbûyneke mezin a gelan heye.”
"Aştî divê li ser yekitiyeke demokratîk bê avakirin"
Yilmaz Yildirimci bi bîr xist ku ji we erdnîgariyê de gelek neheqiyên mezin çêbûne û ji bo aştiyeke amyînde divê di destûra bingehin de guhertin çêibibin û wiha berdewam kir:
"Di vê welatê de şer û pevçûnên ku di sala 1984an de dest pê kirin 42 sal in berdewam dikin. Di vê heyamê de, 60,000 kesan jiyana xwe ji dest dan; xwêdan û keda karker û mirovên xizan ên Kurd û Tirk di şer û pîşesazya parastnê de hatiye rijandin; bi hezaran gund û wargeh hatine şewitandin û wêrankirin; bi mîlyonan kes ji cih û warên xwe hatne derxistin; û bi deh hezaran kuştinên kujerên wan nedyar hatine kirin. Îro, pir girîng e ku pêvajoyek çêbibe ku tê de pevçûn rawestin, merasîmên cenazeyan tune bin, çek bêdeng bibin û êş bi dawî bibin. Lê belê, em, çîna karker, bindest, kesên ku debara xwe bi kedê dikin, şoreşger, sosyalîst, demokrat, ciwan, jin û kesên LGBTQ+, dizanin ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Hewcehî heye ku di serî de pirsgrêka Kurd û hemû pirsgrêkên din li ser destûra bingehîn were çareser kirin, li ser yekîtyeke demokratîk, jiyaneke nû were damezrandin; û divê demokrasyeke rastîn serwer bibe.”
Yilmaz Yildirimci daxwazên wan wiha rêz kirin:
* Divê hemî zextên antîdemokratîk ên li dijî rejîma wesayetê û desteserkirina îradeya gel bi dawî bibin û îradeya gel bi ser bikeve.
* Bi dirûşma “Kuştina jnan siyasî ye”, divê ji bo pêşîgrtina şîdeta li dijî jinan rêzknameyên pêwîst ên qanûnî û sazî werin bicîh kirin; divê mekanîzmayên parastinê yên heyî bi bandor werin sepandin û Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhkirin.
* Divê wêrankirina xwezayê were rawestandin û jiyana bi xwezayê re bibe prensîbeke bingehîn.
* Divê şerê li dijî heywanên serberdayî bi dawî bibe û bajarên me bi awayekî komunal werin avakirin.
* Divê gavên pêwîst ên qanûnî û destûrî werin avêtin da ku mekanîzmayên azad, wekhev û demokratîk di her qada jiyana civakî de werin afrandin.
* Divê hemû zext, sansûr û qedexeyên li ser çapemenî û azadiya derbirînê bi dawî bibin; divê hemû rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û sendîkavanên ku ji ber çalakyên xwe yên rewa hatne girtin tavilê werin berdan.”
Piştî daxuyaniyê parlamenterê DEM Partiye ya Êlihê Omer Faruk Hulaku axivî û daxwaza têkoşîna aştiyê kir û got : "Em salane ji bo aştiyê bi qadane. Bi Bangawaziya Birêz Ocalan ve pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Em ji bo aştiyê û Civaka Demokratîk her tim têkoşîna xwe didomînin.
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamyayê
Îro 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Li gelek bajaran daxuyanî hate dayîn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a şaxa Îzmîrê, Şaxa Îzmîrê ya ÎHDê, Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê,  Rêxistina Navçeya Qovanciyana Xarpêtê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) û Rêxistina DEM Partiyê ya Konyayê têkildarî roja aştiyê daxuyanî dan.
Ji sala 1993yan û heta niha “Hewldanên Aştiyê”
1 Îlon 2023
“Bêdengbûna çekan bi tenê aştiyê nayne”
Destpêkê hevserokê giştî ya ÎHDê Cîhan Aydin axivî û wiha got:
“Li Tirkiyeyê di çapemeniyê de, bi taybetî jî di çapemeniya ku li dijî aştiyê ye de, atmosfereke ku dixwazin vê veguherînin dijminatiya aştiyê heye. Em vê yekê bi xemgînî dişopînin. Di encamê de, bêdengbûna çekan bi tenê aştiyê nayne. Şer rawestiya lê belê hafizeya vî şerî li cihê xwe disekine. Lewma divê em, yanî ev civak û hemû komên etnîkî û komên baweriyê yên ku di nav vê civakê de wekî dijmin tê dîtin,rastiya ku vî şerî çêkiriye re rû bi rû bimînin. Divê mirov ji miriyan netirse. Divê mirov rêzê li wan bigire. Divê em êşên hatine jiyîn, hemû êşan bêyî ku bi hev re bidin pêşbirkkirin, wekî giştî deynin ser maseya aştî û rastiyê. Em tenê bi vî rengî dikarin aştiya mayînde ava bikin.”
“Çareserî bi pêkanîna mafên mirovan pêkan e”
Piştre endama rêveberiya ÎHDê Nazli Turan jî diyar kir ku aştî bi avakirina sîstemeke civakî ya demokratîk pêkan e lewma aştî mafekî mirovî ye û destnîşan kir ku dîroka nêz a Tirkiyeyê nîşan daye ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehîparêz û înkarker nayê çareserkirin û ev tişt anî ziman:
“Polîtîkayên ewlehîparêz bûne sedema mirina bi hezaran mirovan, koçberkirinê, valakirina gundan, windakirinên bi zorê û kuştinan, îşkence û muameleya xirab û astengkirina gelek maf û azadiyên bingehîn. Weke parêzvanên mafên mirovan wekî ku me bi salan gotiye, çareseriya Pirsgirêka Kurd; ne bi tundî û polîtîkayên ewlehiyê re; bi demokrasi, qanûn, hevwelatîbûna wekhev û xistina meriyetê ya mafên mirovan a bi awayekî giştî re pêkan e. Di qonaxa ku îro hatiye de em dibînin ku pencereyeke nû ya çareseriya aştiyane û demokratîk hatiye vekirin. Lê belê bêdengbûna çekan bi tenê nayê wateya aştiyê. Ji bo ku aştiya mayînde bê dabînkirin, divê gavên qanûnî û destûrî yên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, qanûnî û civakî yên ku şer çêdikin, di heman demê de bên avêtin.”
“Şert û mercên Abdullah Ocalan divê ji nû ve bên sazkirin”
Nazli Tûran bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku Abdullah Ocalan aktorekî girîng ê pêvajoyê ye ji ber vê şert û mercên wî divê ji nû ve bên sererastkirin û wiha pêde çû:
“Divê bi pêşbînîkirina tecrîda malê yan jî şert û mercên înfazê yên bi vî rengî derfetên hevdîtinê yên bi cîhana derve re bên dabînkirin û ev babet bên girêdan bi mîsyongireke qanûnî. Tedbîrên ku tevlêbûna mîlîtanên çekdar ên vedigerin û kesên ji girtîgehan derdikevin a çalakiyên siyasî û jiyana civakî sînordar dikin, sepandinên ku li dijî ruhê pêvajoyê ne, divê bên rakirin. Ewlekirina pêvajoya bêçekkirinê û vegera jiyana demokratîk bi rêziknameyên qanûnî yên berfireh, dabînkirina ewlehiya aktorên ku di pêvajoyê de cih digirin û vekirina rêya siyasetê ya demokratîk mecbûrî ye. Em Qanûna Çarçoveyî ya ku li parlamentoyê hatiye qebûlkirin, tevî kêmasiyên xwe jî wekî gaveke girîng di warê avakirina zemîna qanûnî ya pêvajoya aştiyê de dinirxînin; lê belê em careke din teqez dikin ku ji bo aştiya mayînde divê qada qanûnê bi perspektîfa mafên mirovan û çareseriya demokratîk were xurtkirin û berfirehkirin.”
Her wiha Nazli Tûran anî ziman ku wekî şaxa ÎHDê ya Îzmîrê ew ê piştgiriya her gaveke demokratîk a ku bê avêtin bikin, kêmasiyên pêvajoyê û binpêkirinên mafên mirovan bişopînin, mafê aştiyê biparêzin û daxuyaniyê wiha bi dawî kir:
“Ji ber em dizanin: Aştî mafekî mirovî ye ku nayê taloqkirin. Rêya aştiya mayînde ji demokrasî, dadmewerî, wekhevî û azadiyê derbas dibe. Di vî 1ê Îlonê de em banga xwe careke din dubare dikin; Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk a bê şer, bê cudakarî ku her kes tê de jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet dijî, em di aştî û demokratîkbûnê de bi israr in.”
Amed: “Ji bo aştiyeke mayînde divê bi lez gav bên avêtin”
Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê li Qada Şêx Seîd ya Amedê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da çapemeniyê.
Nûnerên û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl, aktivîstên TJAyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “1ê Îlonê Roja Aştiyê Pîroz Be” hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî Hevserokê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz, metna bi Kurmancî jî endama Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr Dîlan Guvenç xwend.
Dîlan Guvenç anî ziman ku şer û pevçûnên ku heta îro li cîhanê qewimîne û hîn jî berdewam in, ji mafê jiyanê heta ku mafê azadiya raman û derbirînê, mafê perwerdehiyê, mafê tenduristiyê, mafê jiyaneke li derdoreke tendurist, mafên aborî û civakî yên bi milyonan mirovan bi awayekî giran binpê kirine û wiha got:
“Ev şer û pevçûn bûne sedem ku li ser civakan travmayên giran çêbibin û başbûna wan zehmet bibe. Herêma Rojhilata Navîn a ku em lê dijîn, di dirêjahiya dîrokê de yek ji wan herêman e ku herî zêde ji ber şer û pevçûnan zirar dîtiye. Ev rastî û dîmena tarî ya ku ji ber rewşa şer derketiye holê, pêwîstiya ku hemû kes ji bo bidestxistina aştiyê zêdetir hewl bidin, nîşan dide. Bi hesta vê berpirsiyariyê, em amadebûna xwe radigihînin ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde, hem li herêma xwe û hem jî li seranserê cîhanê, hemû gavên pêwîst bavêjin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Herwiha, em bang li hemû aliyên ku di berdewamiya van şeran de berpirsiyar in dikin ku ew jî bi heman hestiyariyê tevbigerin.”
Dîlan Guvenç da zanîn ku ew îsal Roja Aştiyê ya Cîhane bi kelecan û hêviya ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de pêşketinên dîrokî pêk hatine û aştiyeke mayînde pêk bê, pêşwazî dikin û wiha axivî:
“Ev ji sedsalekê zêdetir e ji ber ku mafên kurdan ên ku bingeha xwe ji hebûna netewa kurd digirin, nayên pejirandin, pêvajoyeke pevçûnên giran a ku 40 salan domiya, hat jiyîn, me gelek caran daxuyan ku em bi dawîbûna vê pêvajoyê kêfxweş in. Pêşketinên ku di pêvajoya danûstandinê ya ji Cotmeha 2024an ve berdewam dike de pêk hatine, ji bo ku meseleya Kurdan li Tirkiyeyê bi awayekî mayînde ji rewşa şer û şîdetê bê dûrxistin, girîng in. Lê belê eşkere ye ku meseleya Kurdan ku rehên wê vedigerin berî damezirandina Komara Tirkiyeyê, tenê bi dawîhatina şîdetê ji holê ranabe. Ji ber vê yekê, em dixwazin bi hinceta Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşniyazên xwe li ser çareseriya mayînde û aştiyane ya vê meseleyê, hem bi hemû aliyên ku beşdarî danûstandinê dibin re û hem jî bi raya giştî re parve bikin.”
Dîlan Guvenç destnîşan kir ku divê tayînkirina qeyiman bê bidawîkirin, hevserokên şaredariyan vegerin ser karên xwe û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn bên sepandin û daxuyaniyê wiha domand:
“Pêkanîna reformên demokratîk ku digel bêçekbûnê bi awayekî paralel dimeşe, ne tenê dê bandoreke erênî li jiyana rojane ya welatiyan bike, dê baweriya civakên Tirkiyeyê bi fikra aştiyê jî zêde bike. Bi taybetî, nîqaşnekirina rewşên ku bûne sedemên derketina şîdetê û tenê bi perspektîfa ewlehiyê nêzbûna Meseleya Kurdan, bûye sedema zêdebûna perçebûna civakî. Êrîşên ku di demên dawîn de li dijî karkerên Kurd ên demsalî hatine pêkanîn û bûyerên ku di maçên Amedsporê de diqewimîn, mînakên têgihiştina nijadperest a ku her tim li dijî pêvajoya aştiyê derdikeve ye. Li dijî van têgihiştinan, hevgirtina hemû partiyên siyasî û beşên civakê li ser zimanê hevpar ê aştiyê, tenê dê rê li ber provokasyonên girantir ên ku dibe pêk bên, negire; dê rêya aştiya civakî jî veke.”
“Divê hemû ramanên siyasî û nêzîkatiyên konjonkturel li aliyekî bên danîn û hemû kesên ku aştiyê dixwazin li hev bicivin. Dê ev pêvajo wisa bi awayekî saxlem û berhemdar pêşde biçe. Çareserkirina meseleya Kurdan, gavêke pir girîng a ku dê li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê li bilind bike ye, ji ber vê rastiyê em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde, ku me niha pêdivî pê heye, bi lez gavan bavêjin. Bijî Aştî.”
Xarpêt
Rêxistina Navçeya Qovanciyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) bi mebesta roja aştiyê, ji avahiya navçeyê heta li ber Birca Saetê meşek pêk anî.
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Qovanciyan Yusuf Karaman diyar kir ku divê piştgirî bidin vê pêvajoyê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî diyar kir ku divê têkoşîna ji bo aştiyê bê mezinkirin û got: “Ji bo xurtkirina siyasetek demokratîk divê qanûnek nû bê derxistin an jî qanûnên heyî bên guhertin.”
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana gelê Kurd" bi dawî bû.
1Ê ILONÊ ROJA AŞTIYÊ
ÎHD: Em mafê aştiyê diparêzin, pêdiviya me bi aştiyê heye
1 Îlon 2022
Konya
Rêxistina DEM Partiyê ya Konyayê jî bi boneya 1ê Îlonê daxuyaniyek da. Hevserokê DEM Partiyê yê Konyayê Mulla Şîmşek di daxuyaniya ku li avahiya bajêr hate li dar xistin de axivî û got:
Îro hêzên hegemon li ser cîhanê û ji herêm a me şêr ferz dikin. Şerê li navbera ABD/Îsraîl û Îranê û ser girtina Îsraîlê ya Fîlîstînê jî xuya dike ku hêzên hegemon dixwazin li hêremê şer bidome. Şerê ku hêzên hegemon dixwazin bimeşînin ji bo domandina pergela kapîtalîzm û emperyalîzmê ye. Di serî de bangawaziya birêz Ocalan a 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn û hêremê dibe çareseriyek mezin. Ev pêvajo şer ji holê radike û şûna şer û pevçûnan ji aştiyê re dimîne. Aştiyek mayînde heviyên mezin bi xwe re tîne. Em bi hev re tev li çalakiyên 1ê Îlonê bibin û li şûna şer aştiyek bi rûmet ava bikin. Divê ev zemîn mezin bibe. Divê astengiyên li ber siyaseta demokratîk bên rakirin. Divê şert û mercên birêz Ocalan bê sererastkirin. Divê hevrûbûna neheqiyên hatine kirin û êşên hatine kişandin bê kirin. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Avakirina Komara Demokratîk li ser esasên wekheviya zayendî, civaka ekolojîk û demokrasiyê ji bo gelên bindest û civaka aştiyane destxistineke mezine.”
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamyayê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê aşkere kir ku di çarçoveya xebatên parastin, pêşxistin û veguhastina mîrata çandî û hunerî de li Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran a girêdayî Serokatiya Beşa Karên Çandî, Hunerî û Civakî serdema qeydên xwendekaran dest pê kiriye.
Konservatuvara ku di sala 2010an de hatibû avakirin û di 1ê Mijdara 2016an de ji aliyê qeyim ve hatibû girtin, piştî 9 salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji nû ve hate vekirin. Di serdemê nû de jî di şaxên cuda yên hunerê de perwerdehî bi temamî bêpere bê dayîn. Serlêdanên serdemê nû yên konservatuvarê dê di navbera 1-20ê Îlonê ya 2026an de bê kirin.
Li Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran ku dê bi kontenjana sînordar xwendekaran qebûl bike; beşên sînema, şano, muzîk, muzîka zarokan, ziman û wêjeya kurdî û govend cih digirin. Bi bernameyên perwerdehiyê re tê armanckirin ku piştgiriya pêvajoyên hilberîna hunerî ya beşdaran bê kirin û hafizaya çandî ya bajar bo nifşên nû bê veguhastin. Hemû dersên atolyeyê yên li konservatuvarê dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bêne lidarxistin.
Perwerdehiya muzîkê ya ji bo 6 salan
Zarokên di navbera temenê 7-12an de dê bikaribin ji beşa muzîka zarokan a li konservatuvarê sûd werbigirin. Di beşa ku zimanê wê yê perwerdehiyê kurdî ye de, dê 6 salan perwerdehiya muzîkê ji zarokan re bê dayîn. Bi vê bernameya perwerdehiyê ya demdirêj re tê armanckirin ku di temenê biçûk de şiyana zarokan a di qada muzîkê de derkeve holê û bi pêvajoyeke perwerdehiyê ya sîstematîk were pêşxistin.
Pêşbirk di 21yê Îlonê de ye
Piştî qedandina serlêdanan, atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di navbera 21-27ê Îlonê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bêne çêkirin. Piştî nirxandinên ku di atolyeyan de bêne kirin, xwendekarên ku mafê perwerdehiyê bi dest bixin dê diyar bibin. Encamên atolyeyên hilbijartina xwendekaran dê di 5ê Cotmehê de bêne eşkerekirin, qûrsên serdemê nû yên li Konservatuvara Bajar a Aram Tigran jî dê di 12yê Cotmehê de dest pê bikin.
Ji bo serlêdanê vê lînkê bitikîne.
(AY)
EPa nû ya hunermend Serhat Kural dê ji 3ê Îlonê ve di hemû platformên dîjîtal de bê weşandin. Ev xebata hunermend Kural ji berhemên bi navê Medrenge, Zêrzewan û Bêdengî pêk tê. Kural bi vê xebatê bîra devkî ya muzîka kurdî, şopên erdnîgariyê, bîra kesane û bêdengiyê digihîne hev ku sê vegotinên muzîkê yên cûda ne.
Strana yekem a EPê "Medrenge" ye ku awazeke kevneşopiya herêma Serhedê ye ku bi aranjmaneke nûjen digihîne guhdaran. Di vê berhema ku Kural bixwe berhev kiriye de, Nurcan Degirmencî, Meral Tekçî, Hîvda Gokel û Zelal Gokçe bi vokalên xwe cih digirin.
Strana duyem "Zêrzewan"e ku gotin û muzîk a Xalit Tarî ye. Berhem di çarçoveya hêmaya Zêrzewanê de hestên weke hilweşîn, hesret, sûcdarî û şikestina hundirîn bi helbestvaniyeke kûr tîne ziman.
Strana sêyem a EPê "Bêdengî" ye ku gotin û muzîk a Serhat Ertuna ye. Ev berhem ku li pey şopên bêdengiyê, derbasbûna demê, bîranînan û rewşa hebûn û nebûnê ye; bi nexş û sazkirina dengê xwe atmosfereke hundirîn û zindî ava dike.
EPa nû ya hunermend Serhat Kural ji 3ê Îlonê pê ve dê di hemû platformên dîjîtal de belav bibe.
Stranên ku di EPê cih digirin
Medrenge
• Vokal: Nurcan Değirmenci, Meral Tekçi, Hivda Gökel, Zelal Gökçe
• Saza Dede: Doğan Saldanlı
• Klavye: Ferhat Can Altıntaş
• Bas: Olcay Bozkurt
• Aranje / Rêxistin: Doğan Saldanlı
• Mix / Mastering: Doğan Saldanlı
• Fotograf: Damla Kopuz
• Berhevkirin: Serhat Kural
• Cih: Herêma Serhedê
Zêrzewan
• Hunermend: Serhat Kural
• Gotin û muzîk: Xalit Tari
• Rêkxistina Sazê û aranje: Serhat Ertuna
• Mix / Mastering: Orhan Kara
• Fotograf: Damla Kopuz
Bêdengî
• Hunermend: Serhat Kural
• Gotin û muzîk: Serhat Ertuna
• Sazkirina deng û aranje: Serhat Ertuna
• Vokal: Serhat Ertuna
• Mix / Mastering: Orhan Kara
• Fotograf: Damla Kopuz
Derbarê Serhat Kûralî de
Danser û stranbêj e. Yek ji avakarê Mezopotamya Dansê ye. Di gelek projeyên dansê yên li Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê de cih girtiye. Weke stranbêj konserên solo û li gel wê jî yên bi hunermendên din re dide. Di projeya Dîwana Dubeytî de sitraye. Bi  Prof. Dr. Aydin Tekerê koregraf û Zeynep Tanbayê re xebitiye. Wekî koreograf-danser û muzîkjen xebatên xwe didomîne.
(AY)
Serdozgeriya Komarê ya Boluyê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Boluyê de, bi îdiaya ku "hin wesayîtên komkirina çopê rojên nexebitîne wekî ku xebitîne hatine nîşandan û bi vê rê 34 milyon û 288 hezar û 376 lîre zêde daye fîrmaya peymankar", derbarê 22 gumanbaran de biryara desteserkirinê da.
Li gorî nûçeya ANKAyê, Serdozgeriya Komarê ya Boluyê di lêpirsîna li dijî Şaredariya Boluyê de bi îdiaya ku "hin wesayîtên komkirina çopê rojên nexebitîne wekî ku xebitîne hatine nîşandan û bi vê rê 34 milyon û 288 hezar û 376 lîre zêde daye fîrmaya peymankar" Serokê Şaredariya Boluyê Tanju Ozcan, rêveberên şaredariyê, karmend û rayedarên şirketê jî di nav de derbarê 23 gumanbaran de lêpirsîn da dest pê kirin.
Ji bilî Tanju Ozcanê ku ji berê ve girtî ye, derbarê 22 gumanbarên din de biryara desteserkirinê hat derxistin.
Navenda wan Bolû, li 7 bajaran bi awayekî hemwext operasyon hat kirin. Hat ragihandin ku tîmên cendirmeyan li avahiya Serokatiya Şaredariya Boluyê dest bi lêgerînê kirine.
(EMK/AY)
Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Navenda Lêkolînan a Rawestê lêkolîneke bi navê "Di nava Kurdan de Têgihiştin û Alîgiriya Amedsporê" kirin.  Li gorî lêkolînê di nava 4 salan de hejmara alîgirên Amedsporê 4 qat zêde bûne.
Ev lêkolîna berfireh di Adara 2026an de li 19 bajaran bi rêya hevdîtina rû bi rû ya li gel hezar û 471 welatiyên Kurd hat kirin. Piraniya beşdaran ji kurmanc û zazayan pêk tê. Rapor bandora Amedsporê a li ser Kurdan lêdikole.
Li gorî daneyên lêkolînê, li Tirkiyeyê nêzîkî sêyeka nifûsa Kurd a kesên temen mezin ku nêzîkî 12 milyon û nîv e, piştgiriyê dide Amedsporê.
Amedspor li cem Kurdan ne tenê tîmeke werzişî ye lê wekî nîşaneyeke bihêz a nasnameyê tê dîtin.
Ev xebat berî rêwîtiya Amedsporê ya ber bi Lîga Super ve hat kirin û diyar kir ku hejmara alîgirên Amedsporê di çar salên dawî de ji 1 milyonî derketiye 4 milyonî.
Ji sedî 9ê beşdaran Amedsporê wekî "tîma xwe ya yekem" pênase dikin, ji sedî 23yê wan jî wekî "tîma xwe ya duyem" piştgiriyê didinê.
Li gorî daneyên lêkolînê, li Tirkiyeyê nêzîkî sêyeka nifûsa Kurd a kesên temen mezin ku nêzîkî 12 milyon û nîv e, piştgiriyê dide Amedsporê. Ev dane nîşan didin ku tîm xwedî girseyeke mezin a alîgiran e ku digihîje 4 milyon kesan.
Di nêzîkatiyê li klûban de Amedspor bi 5,9 ji 10an di serê lîsteyê de ye. Piştî wê Galatasaray bi 4,4 û Batman Petrolspor bi 4,1 tê. Cudahî di kirtiya alîgiriyê de baş vedibe: di koma pro-Amedsporê de Amedspor 8,6.
Nêrînên li ser Amedsporê di navbera pozîtîf û bêalî de tên parvekirin, rêjeya wan ên ku nêrîna negatîf hildigirin tenê %5 e. Di nav sedemên ku yên li Amedsporê pozîtîf dinêrin didin, nasname û aidiyet pir li pêş sedemên sportîf ên wek serkeftinê ne.
Nêzîkî du sêyeka ji Kurdên gîhaştî(18+) di maçên neteweyî de Tirkiyeyê digirin, ji sedî 18 hevrikê wê. Gava tîma bajarê wan bi Amedsporê re rû bi rû tê, çaryeka beşdaran dixwazin Amedspor bi ser bikeve. Rêjeya wan ên ku li hember Amedsporê tîma bajarê xwe digirin %39 e.
Ji sedî 60ê beşdaran dibêjin ku futbol ji bo civaka Kurd qadeke derbirînê vekir; ev rêje di koma pro-Amedsporê de ji sedî 84 e, di koma non-Amedsporê de ji sedî 46 e.
Mesafeya herî mezin di navbera girseya pro-Amedspor û non-Amedspor de di nêzîkatiya siyasî, pratîka çandî û hîndetiya temaşekirina maçan de ye. Navîna giştî di navbera her du koman de dimîne; cudabûn ne ji elaqeya futbolê, lê ji nasname û siyasetê tê.
Alîgirên Amedsporê di her pênc daxwazên siyasetê de zêdetir daxwazker in. Cûdahiya nêrînan li ser mijarên hevpar ên mîna geşepêdanê kêm dibe, lê dema mijar dibe zimanê fermî û naskirina di destûrê de, ev ferq digehêje 30-45 puanî.
(Mİ/AY)
Di hefteya 3emîn a Lîga Sûperê de Amedspor û Trabzonspor li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.
Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê di trîbûnan de cihê xwe girtin û bi berzkirina dirûşman û kêfxweşiyek mezin piştgirî dan tîma xwe Amedsporê.
Her wiha gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl jî li trîbûna mêvanan li maçê temaşe kir.
Beriya maçê bi hezaran alîgir dirûşm berz kirin û dilsoziya xwe ya bi Amedsporê re anîn ziman. Li ber stranan govend gerandin û piştgiriyek xurt da tîma xwe Amedsporê.
Di xuleka 11an de Trabzonsporê golek avêt. Piştre lîstikvanê Amedsporê bi ser Trabzonsporê ve çû û performansek serkeftî nîşan da. Di xuleka dawî ya beşa yekemîn de Amedsporê golek bi dest xist û Embaye Diagne peanltî avêt li kalevan nehişt bibe gol û Yira Sor carek din lê da û gol avêt.
Di beşa duyemîn jî Amedspor kêliyek dest ji êrişê berneda û Gîft Orban di xuleka 90î de gol avêt û Amedsporê sikorê bi 2-1 qedand û 3 pûan bi dest xist.
Serketina Amedsporê kir ku bi hezaran alîgirên Amedsporê ji ber coşê û şanaziyê stadê bihejînin.
Alîgir li kuçe û kolanên Amedê belav bûn û pîrozbahî kirin.
Ji ber binavbûna keştiya rêwiyan a bi navê "Filo Jet" ku ji Bendera Girneyê ya Qibrisa Bakur ber bi Bendava Taşucu ya Mersînê ve diçû, heşt kes mirin.
Li gorî daxuyaniya ku Serokwezîrê Komara Tirk a Kibrisa Bakur(KKTC) Unal Ustel daye, di keştiyê de 8 personel jî di nav de 267 kes hebûn. Ji wan 239 kes hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo 20 kesên windabûyî berdewam dikin û her weha xizmên wan li benda wan in.
Li gorî daxuyaniya Ustel kesên di qezayê de mirine navên wan weha ye:  Nihat Balyemez, Hüseyin Ozdemir, Nuray Zeytun, Fahri Ateş, Gulcan Gurel, Reyhan Verim, Nisa Torer, Nurcan Hilaloglu.
Navên 20 kesên ku windabûyî ev in: Ferdi Torer, Mustafa Demir, Mahmut Demir, Ozgur Gonul, Anni Asel Hilaloğlu, Şerif Ozdemir, Suleyman Erdogan, Saliha Miray Biçer, Mehmet Asaf Biçer, Orhan Bekret, Nazmiye Ozbolat, Elmas Demir, İsmail Kurt, Yulia Ozcan, Ayhan Ozcan, Elife Bayır, Nihat Pancar, Mustafa Kemal Yaralı, Mehmet Bayhan, Mehmet Nuri Ayran.
Me agahiyên derbarê kesên windabûyî de ji parvekirinên xizmên wan ên li ser medyaya civakî, ji çapemeniya Kibrisa Bakur û ji nûçeyên malperên herêmî berhev kirin.
Saliha Miray û Mehmet Asaf Biçer
Nûçegihana NTVyê Melike Şahin, li Girneyê bi kesên rizgarbûyî û xizmên windayan re axivî ku xebatên lêgerînê yên ji bo 18 kesan dişopînin.
Di nav rêwiyên windabûyî de du endamên malbata Biçer a ji Hatayê jî hene.
Hayri Biçer û Ayten Biçer ji bo bêhnvedanê hatibûn Girneyê. Di qezayê de keçika wan a 12 salî Saliha Miray Biçer û kurê wan ê 9 salî Mehmet Asaf Biçer winda bûn.
Ayten Biçerê bertek nîşanî îhmalkariyên di qezayê de da û weha got "Em ji bo bêhnvedanê hatibûn, ez zarokên xwe dihêlim û diçim.”
"Mazot hebû, her der xiş dibû"
Biçerê da zanîn ku di dema qezayê de mirovan pê li hev dikirin û hewl didan rizgar bin û weha pêde çû: "Zarokên min qêriyan û gotin 'dayê destên me bernede."
Biçer difikire ku zarokên wê di keştiyê de asê mane.
Ayten Biçerê diyar kir ku ew û hevjînê xwe ji aliyê kesên ku hatine hawara wan ve rizgar bûne û got: "Valêz ket ser me. Mazot hebû. Her der xiş dibû."
DEM Partî û Partiyê NÛyê li ser keştiya ku li Girneyê bin av bibû daxuyanî dan
31 Tebax 2026
Biçer axaftina xwe wiha berdewam kir û diyar kir ku xebatkarên li keştiyê gotine hewaya bi bahoz dê di nav 20 deqîqeyan de derbas bibe û weha got:
"Em ji bo bêhnvedanê hatibûn, em vedigeriyan malê. Min pê li 20 kesan kir ku ez derketim. Êlekên rizgarkirinê tunebûn. Zarokên min bê êlekên rizgarkirinê çûn. Êlekên rizgarkirinê nedan me. Tiştên mîna balonan hatin, herî pêşî personel li wan siwar bûn."
Ayten Biçerê îdîa kir ku personelên keştiyê hewl dane rêwiyên tirsiyane bêdeng bikin û ji wan re gotine: "Hîç lingê we neketiye deryayê? Bêdeng bibin."
Parvekirinên derbarê 18 kesên din ên ku piştî qezayê winda bûne wiha ne:
Li Dêrsimê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ji 5ê Kanûna Paşiya 2020an ve wenda ye. Di çarçoveya lêpirsîna Dokuyê de kesekî din hate girtin.
Di pêla 5emîn a operasyona lêpirsînê de ji 10 gumanbarên ku hatibûn desteserkirin, jê 3 îfadeyên wan yên li emniyetê bi dawî bûn.
Piştî kontrola tenduristiyê her sê kes birin Edliyeya Erzurumê. Dozger bi daxwaza girtinê her sê gumanbar şand dadgehê.
Dadgehê biryara girtinê ya polîsê bi navê Gurkan Gurdal da. Gumanbarên din A.K. û V.İ. jî bi şertê kontrola edlî serbest bûn. Serdozgeriyê îtiraz li serbestberdana her du polîsên din kir. Îfadeyên 7 gumanbarên din ên di bin çavan de jî berdewam dikin.
Polîsan bi awayeke deryasayî gelek caran di sîstema xwe de Gulistan Doku lêkolîn kirine
30 Tîrmeh 2026
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.
Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin ev in:
"Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”
Her weha di çarçoveya lêpirsînê de di 21ê Tîrmehê de di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketek teknolojiyê ku tê gotin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin.
Di 27ê Tîrmehê Wezîrê Dadê Akin Gurlek daxuyanî dabû û gotibû ku “Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, bi kordînasyona Serdozgeriya me ya Komarî ya Erzîromê û ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Erzeromê ve li 15 bajaran bi awayekî hemwext li dijî 19 gumanbaran operasyon hat kirin. Li 21 navnîşanan lêgerîn hatine kirin û 18 gumanbar hatine desteserkirin.”
(EMK/AY)
Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê di 27ê Tebaxa 2026an de ji bo rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê biryareke bi hejmar 2068/943 derxist.
Li gorî biryarê, xwendekar dê di hefteyê de 3 saetan bi Kurdî bixwînin. Ev biryar derfetê dide ku zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî li dibistanên fermî û taybet ên li deverên Kurdan bibe beşeke bernameya dersan.
Di çarçoveya ve biryarê de, xwendekar dikarin dersên zanistên civakî yên weke dîrok, cografya û felsefe bi erebî an jî kurdî bixwînin. Lêbelê dersên zanistî yên wekî bîrkarî/matematîk, fîzîk, kîmya û biyolojî dê bi zimanê Erebî bin.
Malbat, xwendekar û dersdêrên ku bi salan e hemû dersan bi kurdî dixwînin û bi kurdî didin, li dijî biryara wezaretê derketin û qebûl nakin ku perwerdeya bi kurdî bi 3 saetan were sînordarkirin.
Di vê çarçoveyê de li 7 bajarên Rojavayê banga giştî hat kirin ku îro saet di 18:00an de xwepêşandan werin lidarxistin.
Bajarên ku dê xwepêşandan lê were kirin, ev in:
Qamişlo: Bajarê Ciwanan
Hesekê: Çerxerêya Kevokê
Dêrik: Qada Azadiyê
Amûdê: Çerxerêya Neynikê
Dirbêsiyê: Çerxerêya Neynikê
Tirbespî: Çerxerêya Azadiyê
Girkê Legê: Qada Giştî
Îro, dê û bav û xwendekar û welatiyên Kurd li bajarê Qamişlo têkildarî mijarê daxuyaniyek weşandin û daxwaza sererastkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya derbarê zimanê kurdî de kirin û daxwaz kirin ku mafê xwendekaran ji bo fêrbûn û perwerdekirina bi zimanê dayikê were misogerkirin.
Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Herêma Qamişlo ji aliyê Henan Bekir ve, bi amadebûna xwendekaran û dê û bavên wan, hate xwendin. Piştî xwendinê, daxwazên xwendekar û dê û bavan ji gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessamre hate pêşkêşkirin.
Hesekê: Dersdêran xwestin kurdî bibe fermî
Li bajarê Hesekê jî mamoste xwepêşandan li dar xist û ji Wezareta Perwerdeyê xwestin ku xwendin bi zimanê kurdî be.
Li bajarê Hesekê mamoste derketin xwepêşandanê û biryara Wezareta Perwerdeyê red kirin. Xwepêşandan li pêşiya avahiya Perwerdê ya bajarê Hesekê bi rêxistin kirin.
Di xwepêşandanê de pankartên li ser "Jiyan bê ziman nabe", "Zimanê kurdî nasnameya me ye" û "Ji mafê me ye em bi zimanê dayîkê bixwînin" hatin hilgirtin.
Her wiha di xwepêşandanê de daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.
Daxuyanî û daxwazên hevpar ên bajarên Rojavayê hatin dayîn ev in:
"Me biryara Wezareta ku di dîroka 27/8/2026de derket û têkildarî serrastkirina rêwimayên cîbicîkar ên ku di dîroka Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê nirxand, bi taybet danpêdanên taybet bi Desteya Perwerdeya neteweyî, xwendina wê di dibistanên nîvîna bi zimanê kurdî wekî zimanê kom a dawîn a pileyan de.
Ev gav di rêya danpêdana fermî ya bi zimanê kurdî de pêşketineke giring e, lê em piştrast dikin ku ev danpêdan, tevî giringiya wê, hin pêşxistina qanûnsaz û perwerdeyî heye da ku bikaranîna mafê zimanî bêkêmasî were misogerkirin.
Mijar ne tenê têkildarî zêdekirina zimanê kurdî wekî materyaleke xwendinê ye, lê têkildarî mafekî zimanî ye ku girêdayî wekhevî û mafekî zimanî, çandî û perwerdeyî yê girtina bi zimanê wan ê dayikê ye. Herweha têkildarî mafê zarok, şagird û xwendekaran ê fêrbûna bi zimanê wan ê dayikê û bikaranîna wî ya di bidestxistina zanînê de ye.
Em dibînin ku cudahiyeke cewherî di navbera fêrkirina zimanê kurdî û fêrkirinê bi zimanê kurdî de heye. Hebûna ziman a sê saetên di heftîyê de gava pêşîn e, lê têrê nake ku zimanê kurdî bike zimanê fêrkirin û zanînê û nabe ev biryar bibe banekî dawîn ê vî mafî.
Herweha em piştrast dikin ku mafê ziman nabe ku mafekî erdnîgarî yê girêdayî hebûna “rêjeyeke berçav” a hemwelatiyên kurd li herêmeke diyarkirî be; zimanê dayikê bi guhartina cihê niştecihbûnê nayê guhartin û xwendekarê kurd li ku dera Sûriyeyê be, mafê wî yê fêrbûna bi zimanê xwe ji dest nade.
Em tekez dikin ku xwendekar û şagirdên niha li dibistanê dixwînin berçav werin girtin. Nabe ku sûdgirtina ji sîyaseta nû tenê bi nifşên nû yên ku dê di siberojê de derbasî dibistanê bibin, sînordar be û di heman demê de îro nifşek heye ku bi salan derfeta wî çênebûye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe. Serrastkirina bandora bêparîya zimanî pêwîst e xwendekarên niha bi rêya bernameyên veguhêz û qerebûyî yên li gor temen û astên wan ên xwendinê bigire nav xwe.
Herweha em piştrast dikin ku xurtkirina zimanê kurdî nayê wataya dûrxistina zimanê erebî yan jî daxistina ji nirxê wî, lêbelê tê wataya avakirina nimûneyeke perwerdeyî ya duzimanî ku zimanê dayikê yê xwendekar diparêze û di heman demê de xurtbûna wî ya di zimanê erebî de û fêrbûna zimanên bîyanî jî misoger dike. Bi vê yekê wekhevî, girêdan û yekîtîya neteweyî xurt dibe.
Xwepêşanderan daxwazên xwe weha rêz kirin:
1. Pêşxistina biryara wezaretê ya hejmar 68/943/ da ku bibe gaveke ber bi misogerkirina fêrbûna bi zimanê kurdî û ne tenê rêxistina fêrkirina wê wekî materyaleke fêrkirinê.
2. Misogerkirina mafê xwendekar û şagirdên kurd di fêrbûna zimanê wan ê dayikê da li hemû aliyên Sûriyeyê û negirêdana vî mafî bi cihê niştecihbûnê yan bi rêjeyeke niştecihî ya destnîşankirî ve.
3. Pêwîst e her nezelalîya di pîvana “herêmên ku di wan de rêjeyeke berçav a hemwelatiyên kurd hene” ji holê rabe û pîvanên zelal û aşkere werin danîn da ku jihevcihkirina di navbera xwendekaran de li gor niştecihbûna wan ji holê were rakirin.
4. Pêjirandina sê waneyan di heftîyê de pêwîst ene wekî banekî dawîn ê fêrbûna zimanê kurdî were hesibandin.
5. Danîna planeke demî ya zelal a çûna hin bi hin ji fêrkirina zimanê kurdî ber bi fêrkirina bi zimanê kurdî ve û di hejmara zêdetir a materyalan de heta ku bigihîje nimûneyeke fêrkirinê ya duzimanî di pêvajoyên guncav de.
6. Misogerkirina sûdgirtina xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanan in ji siyaseta nû ya fêrkirinê û sînordarkirina vî mafî bi nifşên bê.
7. Amadekirina mamosteyên ku dikarin bi zimanê kurdî di hemû astan û di hemû materyal û beşan de fêr bikin û sînordarkirina kadroyên fêrkirina zimanê kurdî tenê.
8. Sûdgirtina ji pêşnivîsên perwerdeyî yên ku berê di warê perwerdeyê bi zimanê kurdî de hene, bi taybet bi hezaran mamosta û karmendên di qada perwerdeyê de yên xwedî pêşnivîsên curbicur û vekirina rêyê li pêş wan da ku di prosesa perwerdeyî ya fermî de beşdar bibin li gor bingehên akademîk ên zelal û bê duristina paşguhkirin.
9. Amadekirin û pêşxistina tegihên zanistî û akademîk ên pêwîst.
10. Tevlîkirina çand, wêje, dîrok û kevneşopiya kurdî di mihênahên neteweyî de bi awayekî zanistî û hevseng ku tê girêdayîya çand û dîroka civaka sûrîyeyî derxîne pêş.
11. Misogerkirina berdewamûna fêrkirina zimanê erebî li gel zimanê kurdî, herweha pêjirandina fêrkirina duzimanî wekî rêyeke xurtkirina wekhevîya derfetên, ne ku zimanek ji zimanekî din çêtir were ditin.
12. Vekirina rêgehên di xwendina bilind de ji bo amadekirina mamosta, vekoler û pisporên bi zimanê kurdî û piştgiriya lêgerîna zanistî û berhemana zanînê ji derên akademîk jî.
13. Misogerkirina ku zimanê kurdî nebe materyaleke ezmûnî ya negering, lê pêwîst e di aliyên curbicur ên jiyana dibistanî û fêrkarî de bibe xwedî amadabûneke rastîn.
14. Dayîna garantiyeke qanûnî, xweçî û qanûnsaz ji bo mafên zimanî û fêrkarî yên hemwelatiyên kurd da ku ev maf nebe têkildarî biryarekê îdarî ya ku pêkane û were serrastkirin an betalkirin.
Em piştrast dikin ku danpêdana bi zimanê kurdî gaveke giring e û li ser tê avakirin. Lê danpêdana rastîn ne tenê ew e ku di tabloya waneyên de were rêzkirin, lê karîna xwendekar a bikaranîna wê ya di fêrbûn, derbirîn û berhemana zanînê de ye.
Herweha em piştrast dikin ku tecrîbeya 14 salî ya fêrkirina bi zimanê kurdî û pê re jî komîser hebûna pisporî, minhac û kadroyên fêrkirinê, pêwîst e wekî embareke. perwerdeyî were ditin ku dikare were pêşxistin û di asta neteweyî de sûd jê were girtin, û ne wekî tecrîbeyekê were ditin ku pêwîst e were paşguhkirin. Her weha hebûna bi hezaran mamostayên xwedî pispôriyên curbicur ên di fêrkirina bi zimanê kurdî de xwedî pispôrî ji bo avakirina nimûneyeke fêrkirinê ya gîştîtir ji bo wezarêtê derfeteke rastîn e, li şûna destpêkirina ji sifirê.
Herweha em piştrast dikin ku mafê zimanî mafekî heyî ye û ne sozeke paşxistî ye. Her siyaseteke serrastker pêwîst e li gel nifşên siberojê, xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanê ne bigire nav xwe.
Rêzgirtina cihêrengiya zimanî û çandî yekîtiya neteweyî lawaz nake, lê xurttir dike û wekheviya rastîn nayê wataya jiholêrakirina cudabûnê, lêbelê tê wataya misogerkirina mafên hemû hemwelatiyan bê cudahî."
Herweha em piştrast dikin ku mafê zimanî mafekî heyî ye û ne sozeke paşxistî ye. Her siyaseteke serrastker pêwîst e li gel nifşên siberojê, xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanê ne bigire nav xwe.
Rêzgirtina cihêrengiya zimanî û çandî yekîtiya neteweyî lawaz nake, lê xurttir dike û wekheviya rastîn nayê wataya jiholêrakirina cudabûnê, lêbelê tê wataya misogerkirina mafên hemû hemwelatiyan bê cudahî."
Gelê Amûdê: “Zimanê me hebûna me ye"
Li bajarê Amûdê jî li dijî biryara hikumeta demkî a Sûriyeyê ya ji bo zimanê Kurdî çalakiyek li dar ket.
Bi sedan xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran bi pankartên “Perweredeya Zimanê Kurdî mafê me yê rewa ye”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û herweke din meşiyan û daxuyaniyek dan.
Meşê ji Meydana Şehîd Cîhad dest pê kiriye û heta Qada Jina Azad berdewam kir. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Kî ne em, Kurd in em” hatin berzkirin.
Her weha daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatin xwendin.
Li ser navê Însyatîfa gel mamoste Arşêk Baravî bi zimanê Kurdî, li ser navê malbatên xwendekaran endamê Meclîsa Gel a Amûdê Ebdulselam Qafûr bi zimanê Erebî û li ser navê xwendekaran jî Evîn Şêrwan bi zimanê Îngilîzî xwendin.
Di daxuyaniyan de weha hat gotin:
“Piştî ketina rejîma Baasê, hêviya gelê Sûriyeyê bi pêşerojê nû û geş hebû ku tê de mafê hemû gelan parastî be. Bi derketina hin biryaran ji bo gelê Kurd weke biryara 13’an û mafê dana nasnameyê û kêfxweşî li cem gelê Kurd da çêkirin ku êdî serdemeke nû dest pê dike tê de mafê gelan parastî be.
Her wiha bi derketina biryara Wezareta Perwerdeyê berî mehekê ku wê sala xwendine 2026-2027‘an sistema perwerdeyê weke berê derbas bibe, ev yek rehetî li cem sed hezaran xwendekaran çêkir.
Bi rastatina vekirina dibistanan re em matmayî man ku biryareke ji nişkan ve ji hêla Wezareta Perwerdeyê bi hejmar 943/2068‘an derket dibêje 3 demjimêran ziman tenê wê bê xwendin û materyalên wêjeyî sê branş wê li gor materyalên nîştimanî be û bijarte be.
Gelo li ser bingehê çawa biryarek bi vî rengî derket, gelo çarenûsa sed hezaran xwendekaran çawa di ber çavan re nehat derbas kirin?
Ev qonaxa 15 salan e, bi sed hezaran xwendekar ji refa 1’ê ta zanîngehê bi zimanê Kurdî perwerdeya xwe dibînin û li kêleka wê fêrî erebî û îngilîzî jî dibin.
Ji mafê her miletekî ye ku perwerdeyê bi zimanê dayikê bibîne. Zimanê Kurdî yek ji zimanên kevnar û dîrokî ye, zimanekî dewlemend e ku bibe zimanê zanist û wêjeyê. Teqezî li ser vê gotinê ev 15 sal in xwendekar perwerdeyê bi zimanê Kurdî dibînin.
Em ne li dijî tu zimanî ne, lê em napejirînin ku keda 15 salan tune bibe.
Em weke gelê bajarê Amûdê, malbaten xwendekaran û xwendekarên bajarê Amûdê helwest xwe nîşan didin ku ev biryar nayê pejirandin û pêwîste îsal materyalên xwendinê weke sala berê be.
Bang û xwesteka me ev e û em hêvî dikin ku hemû kesên pêwendîdar destwerdanê bikin û vê biryarê biguherînin û bi pêşeroja zarokên me nelîzin.”
Zanîngeha Rojava: Zimanê kurdî nayê sînordarkirin
Zanîngeha Rojava bang li aliyên peywendîdar kir ku biryara ku qada perwerdeya bi zimanê kurdî sînordar dike di ber çavan re derbas bikin û xebatên perwerdeya bi du zimanan (kurdî-erebî) bidin meşandin.
Zanîngeha Rojava-Qamişlo derbare biryarên herî dawî yên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hatine derxistin daxuyanî da û got: "Zanîngeha Rojava tekez dike ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di şaxên cuda yên zanîn û zanistê de mafekî akademîk û mirovî ye û di pîvan û peymanên navneteweyî de hatiye parastin."
Daxuyanî wiha ye:
"Zanîngeha Rojava biryarên herî dawî yên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hatine derxistin, der barê kêmkirina demjimêrên dersên zimanê kurdî ji bo sê dersên heftane, ji nêz ve dişopîne. Di vê çarçoveyê de, zanîngeh bi rêya nirxandina xwe ya akademîk û perwerdeyê tekez dike ku ev rêkar paşveçûnek e ji modêla perwerdeyê ya pejirandî, û gaveke ber bi paş ve ye ku pêşketina berdewam a pergala perwerdeyê ya li herêmê di van salên borî de asteng dike.
Di 12 salên borî de ezmûneke zanistî û meydanî ya giştgir li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûye, ku tê de pergala perwerdeyê ya berfireh hate avakirin û zimanê kurdî wek zimanê sereke yê perwerde û lêkolînê di hemû astên perwerdeyê de hate pejirandin. Bikaranîna zimanê dayikê tenê bi beşên wêjeyî û mirovî re sînordar nema, lê dersdayîna hemû zanistên hûr, bijîşkî û sepandî -wek bîrkariyê, fîzîk, kîmya û endazyariyê- li gorî bernameyên zanistî û pîvanên akademîk ên pêşketî girt nav xwe.
Cudakirn û sînordarkirina zimanê perwerdeyê di sê dersên heftane de û ragirtina wî weke beşeke zimanî ya duyemîn, li dewsa ku bibe bingeha sereke ya dersdayîna mijarên zanistî, encamên neyînî yên perwerdehî û akademîk bi xwe re tîne, weke:
Kêmkirina şiyana têgihaştin û analîzkirinê ya xwendekaran bi rêya qutkirina wan ji jîngeha wan a zimanî ku zêdetirî 12 salan e tê de veberhênana zanistî kirine.
- Destberdana ji jêrxane û destkeftiyên akademîk ên ku bi rêya hewldan û çavkaniyên perwerdehiyê di dirêjahiya 12 salên tevahî de hatine avakirin û pêşxistin.
- Piştguhkirina pîvan û peymanên perwerdeyê yên navneteweyî ku tekez dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê faktora sereke ye ji bo misogerkirina kalîteya perwerdeyê û pêkanîna nûjenî û ramana rexneyî.
Ji bo rastkirina rêgeha perwerdeyê, zanîngeh tekez dike ku çareseriya akademîk a çêtirîn ne di sînordarkirina zimanekî li ser hesabê zimanekî din de ye, lê di îmkana pejirandina modêla perwerdeya duzimanî de ye. Ev modêleke zanistî û di asteke cîhanî de sepandî ye. Derfetê dide dersdayîna zanist û mijarên sereke bi her du zimanên kurdî û erebî mil bi mil, bi awayekî ku parastina mafên zimanî û çandî yên xwendekaran misoger dike, ast û şiyana wan a zanistî û ragihandinê bilind dike, her wiha pireke yekbûna akademîk û neteweyî ava dike li dewsa polîtîkayên dûrxistin û kêmkirinê.
Zanîngeha Rojava tekez dike ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di şaxên cuda yên zanîn û zanistê de mafekî akademîk û mirovî ye û di pîvan û peymanên navneteweyî de hatiye parastin, û amûreke sereke ye ji bo misogerkirina aramiya proseya perwerdeyê û pêşxistina lêkolîna zanistî. Her wiha ji bo avakirina pergaleke perwerdeyê ya giştgir û domdar pêdivî bi xurtkirina pirzimanî û pejirandina bernameyên perwerdeyê yên giştgir heye, li dewsa sepandina polîtîkayên sînordarkirin û kêmkirinê.
Li ser vê bingehê, Zanîngeha Rojava bang li aliyên peywendîdar dike ku biryara navborî ya ku qada perwerdeya bi zimanê kurdî sînordar dike di ber çavan re derbas bikin, û ji bo parastina astên akademîk û bernameyên zanistî yên giştgir ên ku di dirêjahiya 12 salên borî de bi zimanê kurdî hatine xwendin û pêşxistina wan de bixebitin -tevî vekirina rêyê ji bo pêşxistina modêlên perwerdeya duzimanî yên domdar- da ku paşeroja nifşên xwendekaran misoger bibe û kalîteya pergala perwerdeyê biparêze."
(AY)
Fotograf û Çavkanî: Ajansa Nûçeyan a Hawarê(ANHA)
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) û Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel, têkildarî keştiya rêwiyan a ku li peravên Girneyê bin av bibû daxuyanî dan.
Daxuyaniya DEM Partiyê weha ye:
"Me agahiya keştiya rêwiyan a ku li peravên Girneyê bin av bibû, bi xemgîniyeke mezin pêşwazî kir. Di keştiyê de 259 rêwî û 8 persone hebûn. Em dixwazin ku ti xesarên giyanî çênebe, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi leztirîn û bi bandortirîn bên birêvebirin û hemû kesên di keştiyê de ne bê xesar bên rizgarkirin. "Di vê karesata qewimî de, em daxwaziya derbasbûnê digehînin nêzîkên rêwî û personelên di keştiyê de."
Daxuyaniya Ozgur Ozel
“Em karesata keştiyê ya ku li peravê Girneyê çêbûye bi xemgînî û endîşeyeke mezin dişopînin. Em bi Seroka Giştî ya CTPê Sila Usar İncirliyê re bi telefonê axivî û agahî girt. Me li ser navê partiya xwe heyetek jî ji bo çûyîna Kibrisa Bakur wezîfedar kir. Ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmê, ji malbatên wan û ji gelê Tirk ê Qibrisê re serxweşiyê; ji birîndaran re jî şîfa dixwazim.”
(EMK/AY)
Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, li Meydana Trabzonê jineke ku formaya Amedsporê li xwe kiribû rastî berteka hinek kesan hatiye.
Di dîmenan de xuya dibe ku hinek kes bi heqaretan daxwaz ji wê jinê dikin kuformayê Amedsporê ji xwe bike.
Piştî aloziya ku qewimî, hevjînê wê jinê yê ku li gel wê bû, tîşortê xwe derxistiye û bi ser formaya Amedsporê de li hevjîna xwe kiriye. Ev kêlî di dîmenan de jî xuyadibin.
Di dîmenekî din de ew jina ku formaya Amedsporê li xwe kiriye, bersiva jineke ku bertek nîşan daye dide û dibêje: "Ez ne terorîst im, ez ji Amedê me. Hevserê min jî ji Antalyayê ye."
Di dîmenan de xuya dibe ku jinê formayê Amedsporê û hevserê wê jî formaya Beşiktaşê li xwe kiriye.
Daxuyaniya Amedsporê
Amedsporê derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ew dîmenên derbarê êrişa devkî ya li ser welatiyeke wan a ku ji ber formayê Amedsporê rastî êrişê hatiye, bi xemgînî dişopînin.
Klubê tekez kir ku lixwekirina formayê tîmekê nîşana hezkirin û girêdana bi werzişîye. Ji ber vê yekê, divê ti kes ji ber lixwekirina formayê tîma ku piştgiriya wê dike xwedi bin zextê de hîs neke.
Amedsporê ev bûyer şermezar kir û bangî rayedarên dadwerî kir da ku ji boberpirsan pêvajoyeke qanûnî ya pêwîst were destpêkirin. Klubê her wiha eşkere kir ku ew bi xwe jî dê serlêdanên qanûnî bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev bûyera ku qewimiye nabe ku ji bo bajarekî,tîmekê yan jî hemû koma alîgiran were pênasekirin.
Amedsporê bang kir da ku maça nêzîk a di navbera Amedspor û Trabzonsporê deli şûna alozî, di nav atmosfereke ku hêza yekker a futbolê û rêzgirtina dualîderdikeve pêş de were lîstin. Amedsporê bangî alîgirên xwe jî kir da ku li hemberî provokasyonên muhtemel bibêhnfirehî û hişmendî tevbigerin.
Klubê daxuyaniya xwe bi vê peyamê bi dawî kir: "Em dê parastina atmosferekewisa ya futbolê bidomînin ku ne cudakar lê yekker be, aloziyê mezin neke lêbêhnfirehiyê xurttir bike."
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, AW
Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana demeke dirêj bû bi nexweşiya KOAHê ketibû û li nexweşaxaneyê dihat dermankirin. Zana li beşa nexweşiyên giran a nexweşxaneyê de bû.
Siyasetmedar Zana di 29ê Tebaxê de li Amedê li nexweşxaneyeke taybet, di saet 18:35an de canê xwe ji dest da.
J bo Mehdî Zana li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê merasîma cenazeyê hat li dar xistin.Piştî merasîmê girse ber bi Mizgefta Mezin meşiya û li Mizgefta Mezin nimêja cenazeyê hat kirin. Piştre Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.
Her weha piştî definkirina cenazeyê siyasetmedar, rewşenbîr, endam û nûnerên saziyên civakî û gelek kesên ku tev i merasîmê bûn, kulîlk danîn ser gora wî.
Peyamên Sersaxiyê
DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama ser saxiyê belav kir. Di peyamê de weha hatiye gotin:
“Me bi xemgînî bihîst ku siyasetmedarê doza gelê Kurd Mehdî Zana koça dawî kiriye. Serê malbatê û gelê Kurd sax be. Wî di temamê emrê xwe de ji bo aştiyeke birûmet li ber xwe da, berdêlên giran dan. Deynê me ye, em ê aştiya birûmet ava bikin û diyarî giyanî wî bikin.”
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullariyê jî ji bo Zana peyamên ser saxiyê weşandin.
Bakirhan destnîşan kiriye û gotiye:
"Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be. Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû. Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran da, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be."
Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be.
Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû. Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran da, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be.
Diyarbakır eski Belediye Başkanı, Kürt… pic.twitter.com/glgp1nVBnZ
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) August 29, 2026
Tulay Hatimogullariyê jî di peyama xwe ya sersaxiyê de weha gotiye:
Em ji ber koça dawî ya Şaredarê berê yê Amedê, siyasetmedarê Kurd ê hêja û çalakvanê dilsoz Mehdî Zana pir xemgîn in.  Em ê Mehdî Zana her tim bi têkoşîna wî ya ku ji bo maf û azadiya gelê xwe da û bi mîrateya hêja ya ku li pey xwe hişt, bi bîr bînin.
Ez sersaxiyê li Leyla Zana, malbata wî ya hêja, hezkiriyên wî û gelê Kurd dikim.
Nêçîrvan Barzanî: Ez hevparê xema malbatê me
Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana, sersaxiyê li xanim Leyla Zanayê û hemû malbat, kes û kar û hevalên wî dikim. Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurdan a li Tirkiyeyê bû. Wî salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê xwe derbas kirin û di vê rêyê de gelek qurbanî dan. Ez hevparê xema malbat, kes û kar û hevalên wî me. Ji Xwedayê mezin hêvîdikim ku canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide wan hemûyan.”
Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana, sersaxiyê li xanim Leyla Zana û hemû malbat, kesûkar û hevalên wî dikim.
Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê bû, salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê…
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) August 29, 2026
Bafil Talebanî: “Sembola berxwedêriyê bû”
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, ji bo Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir. Talebanî hevxemiya xwe anî ziman û weha got:
“Xanima rêzdar û têkoşer Leyla Zana
Malbata serbilind ê rêzdar Mehdî Zana
Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya xebatkarê dêrîn, rêzdar Mehdî Zana, em ji kûrahiya dil xemgîn û dilgiran bûn.
Rêzdar Mehdî sembolekî polayîn yê berxwedêrî, wêrekî û helwesta mêrxasiyê ya gelê me bû û temenekî tijî serwerî di oxira ziman, nasname û mafên rewa yên gelê Kurd de bexşî.
Ji destdana ev zilamê mezin ji bo her Kurdekî xemeke kûr û êşeke mezine. Xebata we ya rêzdar û ya birêz Mehdî rûpelekî tijî rûmete ku tu carî ji dilê vê neteweyê dernakeve.
Em sersaxiyê ji we re dixwazin û wekî hertim em xwe hevparê xema we dibînin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê pak ê rêzdar Mehdî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide we û malbat û hevalên wî.”
Mesrûr Barzanî: Zana jiyaneke dirêj di têkoşînê de derbas kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo mirina siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê weşand.
Barzanî wiha got:
“Ez sersaxiyê ji malbata siyasetmedarê Kurd ê navdar Mehdî Zana re dixwazim. Rêz û hurmet ji bo malbata wan a birêz, bi taybetî ji bo xwişka hêja Leyla Zanayê. Mehdî Zana yek ji xebatkarên Kurd ên navdar bû ku jiyaneke dirêj di têkoşîna gelê Kurd de derbas kir. Ruhê wî şad û cihê wî bihuşt be.”
Mesûd Barzanî:Têkoşerekî Kurd û kesayetiyekî niştimanperwer bû
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî jî ji bo wefata siyasetmedar Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.
Mesûd Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer, têkoşerê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana gihîşt min.
Ez sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata Kurdperwer û xebatgêr a Mehdî Zana û herwiha xwişka min a birêz Leyla Zanaya hevjîna Xwedê jêrazî Mehdî Zana, hemû kesûkar, dost û nasên wan dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin dixwazim ku giyanê Mehdî Zana bi bihuşta fireh şad bike û hedar û sebirê bide hemûyan.
Em ji Xweda hatin û em dê dîsa vegerin cem Xweda.”
Qubad Talebanî: Em xemgîn û dilteng bûn
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî peyameke sersaxiyê arasteyî Leyla Zanayê û hemû gelê Kurd kir û di peyamê de weha got:
“Mehdî Zana, siyasetmedarekî naskirî û nîştimanperwerekî mezin ê Kurd bû. Bi bihîstina nûçeya koça dawî yê vî têkoşerê aştixwaz ê Kurd, em xemgîn û dilteng bûn. Bi vê boneyê, em ji kûrahiya dil hevxemiya xwe arasteyî hevjîna wî xanim Leyla Zana û hemû gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dikin. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ruhê Mehdî Zana bi bihuşta berîn şad bike û xewn û hêviyên wî ji bo gelê Kurd û çespandina aştiyê li hemû herêmê pêk bîne.”
KNK: "Em ê li ser şopa te bimeşin"
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê weşand.
Daxuyaniya KNKê bi vî rengî ye:
“Xebera xembar û dilsoj a wefata siyasetmedar, nivîskar û serokê berê yê Şaredariya Amedê Birêz Mehdî Zana, gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgîn in. Birêz Mehdî Zana, li bakurê Kurdistanê li Amedê û li seranserê Kurdistanê, di nava xebat û siyaseta welatparêzî de bû. Di nava partî û siyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Di salên 1977 – 1980an de serokatiya Şaredariya Amedê kir. Ji ber xebat û helwesta xwe ya welatparêziyê, di dema Darbeya Leşkerî ya 12yê Îlonê de, ji rejîma faşîst re bû hedef, ji serokatiya Şaredariya Amedê hate dûrxistin û girtin û bi îşkenceyên giran re rûbirû ma. Demeke dirêj di zindanên Amed, Aydin, Afyon û Eskîşehîrê de ma. Wî bi giştî 16 salên jiyana xwe di zindanan de derbas kirin.
Piştî ji zindanê derket, ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî derket Ewropayê. Li Ewropayê jî xebatên xwe yên li hember dagirkeran berdewam kir û cihê xwe di nava xebatên azadiya gelê Kurdistanê de girt. Birêz Mehdî Zana, di xebata yekîtiya neteweyî de jî xwedî cihekî diyar bû. Wî sînorên destçêkirî nas nekir, piştgirî da şoreşa Rojhilat, Başûr û Rojava jî.
Em ji ber wefata Birêz Mehdî Zana gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.
Kekê Mehdî, bila çavên te di şûn de nemîne, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”
Keskîn Bayindir: Têkoşîna wî dê her tim bi rêzdarî bê bibîranîn
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Keskîn Bayindir têkildarî koça dawî ya Mehdî Zana peyamek weşand û weha got:
Ez wefata yek ji şaredarê serdemên borî yê Amedê û parazvanê mafê mirovan Birêz Mehdî Zana bi xemgîniyeke mezin pêşwazî dikim. Birêz Zana, bi têkoşîna xwe û bi sekna xwe ya birûmet di bîra civaka gelê Kurd de cihekî taybet girt. Têkoşîna wî ya ji bo edalet û wekheviyê wê her tim bi rêzdarî bê bîranîn. Ez sersaxiyê ji malbata Birêz Zana û ji hemû hezkiriyên wî re dixwazim.
DBP: "Di têkoşîna gelê Kurd de xwedî kedeke girîng bû"
DBPê jî di peyama xwe ya sersaxiyê de weha got:
Em wefatkirina rêzdar Mehdî Zana bi xemginî pêşwazîkirin.
Birêz Mehdî Zana wek siyasetmedarekî Kurd û parazvanekî mafê mirovan, di her kêliyên jiyana xwe de sekneke birûmet meşand. Bi sekna ku meşand tu caran li hember neheqiyê bêdeng nema û di têkoşîna gelê Kurd a ji bo jiyaneke wekhev de bû xwedî kedeke girîng.
Ev sekna wî ya birûmet wê her tim di bîr anînên me de bijî. Bi vê mabestê em ji malbata Zana re sersaxiyê dixwazin."
Derbarê Mehdî Zana de?
*Mehdî Zana û Leyla Zana
Mehdî Zana di 20ê Kanûna Pêşîna 1940an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bûye.
Navê bavê Mehdi Zana Mehmet Hilmi û navê diya wî jî Zumrete ye. Li gorî gotina Zana, heşt xwişk û birayên wî hene. Di pirtûka xwe ya bi navê Rojnivîsa Hovîtiyê(Weşanên Melsa, 1992) de navên xwişk û birayên xwe wiha rêz dike: Nedret, Birsen, Mewlut, Seît, Şukran, Mithat, Fikret û Nuzhet.
Siyasetmedar Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de bû Şaredar û Serokatiya Şaredariya Amedê kir. Zana yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurdan bû ku weke siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.
Mehdî Zana di sala 1963an de tevlî Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) bû û dest bi kariyera xwe ya siyasî kir. Zana di sala 1965an de bû serokê TÎPê yê navçeya Farqîna Amedê.
Di hilbijartinên herêmî yên sala 1977an de wekî namzedekî serbixwe bû Serokê Şaredariya Amedê. Zana ev peywira xwe heta darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî domand. Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hat girtin.
Zana di Girtîgeha Amedê ya Bi Hejmar 5an de ma ku bi îşkenceyan dihat naskirin ma. Her weha Zana bi giştî 16 salan di girtîgehan de ma.
Zana ji ber xebatên xwe yên di xeta Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK / RêyaAzadî) û DDKOyê de di dozên sereke de hat darizandin.
Piştî ku ji zindanê derket, bi salan wekî penaberekî siyasî li welatên Ewropayê yên wekî Siwêd û Almanyayê jiya. Zana sala 2004an vegeriya Tirkiyeyê.
Mehdî sala 1975an bi Leyla Zanayê re zewicî. Leyla Zana yek ji parlamenterên jin ên Kurd ên yekem ên Tirkiyeyê ye û xwediya Xelata Ramanê ya Sakharovê ya navneteweyî ye. Ji vê zewacê du zarokên wan hene.
Zana gelek pirtûk nivîsandine ku tê de qala bîranînên xwe yên zindanê û têkoşîna siyasî ya Kurdan dike.
Pirtûkên wî ev in:
Li Bendê Be Amed (1991), Rojnivîsa Hovîtiyê - Ji Zindanên Amedê) (1992), Leylaya Delal - Ew Şev Sirgûniyeke Dirêj Bû (1995), Zelal Ji Nû Ve Jidayîkbûn (1996).
(AY)
Mehmet Sait Yıldırım ê 75 salî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin. Tevî ku cezayê Yildirim qedîyaye, 3 car in tehliyeya wî tê astengkirin ango taloqkirin.
Yildirim herî dawî 24ê Tebaxê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê. Hevdîtina bi lijneyê re bi rageşî derbas bûbû û weke hevdîtinên berê yên lijneyê, dîsa "poşmanî" li Yildirim hatibû ferzkirin. Yildirim piştî vedigere odeya xwe krîza dil derbas dike û hevalê wî yê odeyê rayedarên girtîgehê ji rewşê agahdar dike û wî dibin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir
25 Tebax 2026
Parêzerên Yildirim gotibûn ku dema Ocalan krîz kiriye, pêşî birine nexweşxaneyeke li Bucayê û lê ji ber ku li wê derê qawîşa girtiyan tune bûye, ji wir birine Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê.
Her weha parêzeran destnîşan kiribû ku Yildirim anjiyo bû û du stent xistin dilê wî ku yek ji damarên sereke yên ku diçin dil girtî bûye û Yildirim ji mirinê filitî.
Yildirim ji 24ê Tebaxê vir ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin û îro dîsa ji nexweşxaneyê birin girtîgehê.
Her biryareke taloqkirina tehliyekinê, mafê azadiya Mehmet Sait Yildirim binpê dike û tenduristiya wî têk dibe
29 Tîrmeh 2026
Diviyabû Yildirim sal nîvek berê bişert bihata tehliyekirin, berdana wî bi biryara Desteya Çavdêriyê ya Rêvebiriya Girtîgehê du caran hat taloqkirin. Tevî ku mafê wî ê berdana bişert di 27ê Sibata 2025an de bû, berdana wî berê ji bo 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an û piştre jî bo 25ê Tebaxa 2026an hat paşde xistin. Desteyê di herdu biryarên taloqkirinê de weke hêcet gotiye ku Yildirim  “qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” û “poşman nebûye”. Di 24ê Tebaxê de careke din 3 mehan hate taloqkirin.
Çi bûbû?
Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.
Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi "fermana Wezaretê" de di hucreya yekkesî de tê girtin.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.
Malbata Mehmet Sait Yildirim: Ger neyê berdan em ê dest bi gireva birçîbûnê bikin
26 Tebax 2026
(AY)
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Ayşegul Doğan, piştî civîna Desteya Birêvebirinê ya Navendî (MYK) ya partiya xwe di civîneke rojnamevaniyê de geşedanên li ser nîqaşên aştiyê yên li Tirkiyeyê û rûdanên li Sûriyeyê nirxandin.
Doganê diyar kir ku geşedanên li ser entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di nav artêşa Sûriyeyê de, ji bo tevlîbûna Kurdên Sûriyeyê ya di nav pêkhateya siyaset û hiqûqî ya welat de girîng in.
Doganê bal kişand ku sazkirina aştiyeke mayînde li Tirkiyeyê dikare bandorê li geşedanên li herêmê jî bike û got ku modeleke aştiyê ya ku li Tirkiyeyê bê avakirin dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe mînak.
Banga vexwendinê ji bo Mezlûm Ebdî û İlham Ehmedê
Doganê anî ziman ku divê rê li ber Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê İlham Ehmedê were vekirin da ku bên ji bo Tirkiyeyê.
Doganê bang li Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî kir û daxwaz kir ku bila herdu nav ji aliyê Parlamentoyê ve ji bo Tirkiyeyê bên vexwendin.
Doganê destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li şûna şer, bi rêya siyaset, hiqûq û diyalogê girîng e.
"Divê şert û mercên biguherin"
‎Ayşegul Dogan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ji bo bikaribe bi rêk û pêk pêvajoyê bi rê ve bibe divê şert û mercên wî werin guhertin û weha got:
“Daxwaza me ya herî girîng ew e ku ji bo rêvebirina vê pêvajoyê şert û mercên birêz Ocalan e. Rewşa heyî jî nîşanî me dide ku divê şert û mercên birêz Ocalan bê başkirin. Divê tenê ne bêçekkirin were nirxandin û axaftin, divê ji bo biratiya dîrokî ya Tirk û Kurd pêvajo were birêvebirin. Divê birêz Ocalan bi eşkere vê pêvajoyê dbi rê ve bibe. Em ji bo xurtkirina vê biratiyê di demeke dîrokî de ne. Em dîsa bi bîr dixin ku pêwîste ku zimanekê nû bê avakirin û were axaftin. Pêwistiya Tirkiyeyê pê heye ku aştiyek mayînde û bi rûmet were pêkanîn. Em her tim vêya tînin ziman û vêya dixwazin û têdikoşin. Her çiqas kêmasiyên vê qanûna çarçoveyî hebe jî divê em erênî nêz bibin û bibînin. Ev yek ji bo derbasbûna hêla hiqûqê ve girîng e.”
Ayşegul Dogan bal kişand ser li darxistina kongreya DEM Partiyê ya asayî ku dê di 6 Îlone de li Enqereyê were lidarxistin û destnîşan kir ku amadekariyên kongreya wan didomin û ew vê kongreyê bi awayekî girseyî li dar naxin. Ayşegul Dogan anî ziman ku ev kongreya asayî amadekariya kongreya mezin e ku di demên pêş de li dar bixin.
(NÖ/AY)
Li ser sînorê Nepal û Tîbetê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo kesên ku di lehiya 26ê Tebaxê de winda bûne didomin. Tîmên Nepalî û Çînî bi hev re mil bi mil dixebitin. Li gorî zanyariyên fermî yên dawî, hejmara miriyan gihîştiye 469 kesan.
667 kes winda ne
Emniyeta Nepalê têkildarî karesatê daxuyanî da û weha got:
“Di lehiya Bhotekoshiyê de hejmara miriyan gihîşt 469 kesan. Bi sedan kes jî winda ne. Tîmên lêgerînê li seranserê rûbar û deverên jêrîn ji bo dîtina kesên sax û cenazeyan xebatên xwe berdewam dikin. Di nav kesên winda de gelek geştiyar û çiyager jî hene. Desteya Geştiyariyê ya Nepalê şeva Pêncşemê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêmên ku lehî rabûye, 127 jê Nepallî bi giştî 667 geştiyar û rêwî hêj winda ne.”
Cemed û zinar herifîn
Karesata lehiyê, li herêma Langtang Lirungê ya Hîmalayayan ji ber herifîna cemedekê ku ji herî, av û zinaran pêk dihat, çêbûye.
Li gorî nûçeya The Guardianê, pisporan diyar kir ku beşeke mezin a cemed, zinar û heriyê ber bi geliyan ve herikîne û di  Çemê Trishuliyê ya Nepalê û deverên niştecihbûnê yên Tîbetê de bûne sedema lehiyên gelek wêranker.
(FY/AY)
Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara biryareke bi hejmara 164an a sala 2026an derxist. Her weha Mezlûm Ebdî bi vê biryarê bû şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê.
“Mazlum Ebdî dibe şêwirmendê serokkomar û Îlham Ehmed jî dibe parlamenter”
27 Tebax 2026
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriyeyê, SANAyê Serokkomarê Demkî  ê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara bi fermaneke serokkomariyê, Fermandarê Giştî yê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî wekî şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê destnîşan kiriye.
الرئيس أحمد الشرع يصدر المرسوم رقم 164 لعام 2026 القاضي بتعيين مصطفى خليل عبدي (مظلوم عبدي) مستشاراً لدى رئاسة الجمهورية.#سانا pic.twitter.com/26kCW17cMz
— الوكالة العربية السورية للأنباء - سانا (@Sana__gov) August 27, 2026
Di fotografa fermana serokkomariyê de ku ji aliyê SANAyê ve hatiye belavkirin, amaje bi navê temam ê Mezlûm Ebdî hatiye kirin û tê de tê gotin:
"Birêz Mistefa Xelîl Ebdî wekî şêwirmendê serokkomariyê tê destnîşankirin."
Di 24ê Tebaxa 2026an de şandeyeke HSDyê û Rêveberiya Xweser bi mebesta hevdîtina li gel berpirsên payebilind ên Sûriyeyê çûbû Şamê. Di wê civînê de pêşniyara postekî ji bo Mezlûm Ebdî û Hevseroka berê ya Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê hatibû kirin.
Her weha Fermandarê Giştî ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, di 25ê Tebaxê de di civîna çapemeniyê ya ku li Qesra Gel a li Şamê hat lidarxistin de ragihand ku piştî ku entegrasyona hêzên wan di nav artêşa Sûriyeyê de temam bû, erka HSDyê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe bi dawî bûye û hat fesixkirin.
Kurdî bû zimanê xwendinê
Çend saet beriya belavkirina fermana serokkomariyê ya taybet bi erka Mezlûm Ebdî, Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî di bernameya xwendinê ya dibistanên fermî û taybet de bih cih kir.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdurehman Tirko biryareke taybet bi sererastkirina rênimayên Biryarnameya Hejmar 13an a sala 2026an derxist û amaje pê kir ku armanca vê biryarê "parastina mafên zimanî û çandî û bihêzkirina cihêrengiya li Sûriyeyê ye."
Li gorî biryara nû, xwendina zimanê Kurdî li wan deverên ku "nifûsa Kurdan lê zêde ye" dê were xwendin.
(AY)
Ratko Mladić di qirkirina Bosnayê de fermandariya hêzên Sırp ên Bosnayî dikir û ji ber rolê xwe yê di qirkirina Srebrenitsayê û dorpêçkirina Saraybosnayê de cezayê heta-hetayê stendibû. Mladić di girtîgeha Neteweyên Yekbûyî ya Laheyê de ku lê girtî bû mir.
Mladić di sala 2017an de ji ber qirkirin, suçên li dijî mirovahiyê û suçên şer cezayê heta-hetayê yê girankirî sitendibû û di sala 2021an de jî cezayê wî hatibû erêkirin. Mladić ji ber rewşa tenduristiyê xwe xwestibû tehliye bibe, lêbelê ev daxwaza wî di Gulana îsal de hatibû redkirin.
Mirina Mladić yek ji serkêşên leşkerî yên berpirsiyarê suçên herî giran ên Şerê Bosnayê bû. Mirina wî nîqaşên li ser edalet û hevrûbûnê yên zêdetirî sî sal in Bosna-Hersekê didimon, bi dawî nake. Dosyaya Bosnayê tenê ji darizandina fermandareki ango çend tawanbaran pêk nayê. Ew meseleyeke dîrokî ya berfireh e ku plansazên siyasî, saziyên ewlehiyê, pêkhateyên paramîlîter û helwesta civaka navneteweyî ya di seranserê şer de li xwe digire.
Yek ji mîmarên leşkerî yên qirkirinê bû
Ratko Mladić di seranserê Şerê Bosna-Hersekê yê salên 1992-1995an de wekî fermandarê Artêşa Sirp a Bosnayê peywirdar bû. Yekîneyên wî nêzî çar salan dorpêçkirina Saraybosnayê birêve birin; di dema vwê dorpêçkirinê de zêdetirî 10 hezar kes bi zanebûn hatin kuştin.
Paramîlîterên di bin fermandariya Ratko Mladić de, ciwanên boşnak dibin ku wan gulebaran bikin
Di Tîrmeha 1995an de, Srebrenitsa ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî "herêma biewle" hatibû ragihandin. Piştî ku hat dagirkirin, zêdetirî 8 hezar mer û zarokên Boşnak bi awayekî sîstematîk hatin qetilkirin. Dadgehên navneteweyî ev qetlîam wekî qirkirin pênase kirin û Mladić jî wekî yek ji berpirsiyarên sereke yên vî sûcê qebûl kirin.
Mladić piştî şer nêzî 16 salan bi qaçaxî jiya û di sala 2011an de li Sirbistanê hat girtin û radestî Dadgeha Cezê ya Navneteweyî ya  Yugoslavyaya Kevin ku li Laheyê ye, hat kirin.
Darizandinên li Laheyê
Hesabê Şerê Bosna-Hersekê tenê ji Mladić nehat pirsîn. Rêberê siyasî yê Sirpên Bosnayê Radovan Karadžić jî ji ber qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê bi cezayê heta-hetayê hat cezakirin. Serokdewletê Sırbistanê Slobodan Milošević jî dema ku ji ber sûcên li Bosna, Xirvatistan û Kosovayê dihat darizandin, di sala 2006an de di zindanê de mir; derbarê wî de biryara dawî nehatibû dayîn.
Rêveberên payebilind ên Servîsa Ewlehiya Dewletê ya Sirbistanê Jovica Stanišić û Franko Simatović jî ji ber piştgiriya xwe ya ji sûcên li Bosna-Hersekê hatin mehkûmkirin. Gelek rayedarên leşkerî û ewlehiyê yên ku di operasyona Srebrenitsayê de cih girtibûn jî cezayên giran ên girtîgehê sitendin.
Tevî vê yekê, hin lîderên paramîlîter berî ku bên darizandin mirin; gelek faîl jî di dadgehên neteweyî de tu carî nehatin darizandin an jî dozên wan bi salan dewam kirin. Li Bosna-Hersekê xebatên dîtina kesên winda û vekirina gorên bi komî heta îro jî berdewam dikin.
Yek ji têkçûnên siyasî yên herî giran ên rojava ye
Şerê Bosna-Hersekê di heman demê de wekî yek ji têkçûnên siyasî yên herî giran ên civaka navneteweyî ket dîrokê.
Di dema belavbûna Yugoslavyayê de, Ewrûpa û DYA demeke dirêj berê xwe dan naskirina dewletên nû, diyarkirina sînoran û lêgerîna çareseriyên dîplomatîk. Di vê pêvajoyê de, siyaseta paqijkiirina etnîkî ya ku li Bosna-Hersekê bi lez belav dibû, di destpêkê de nehat tespîtkirin û di berdewamiyê de jî bi awayekî bibandor nehat rawestandin.
Ambargoya çekan ku Neteweyên Yekbûyî li ser hemû aliyan ferzkiribû, di pratîkê de li gorî berjewendiya hêzên Sırp ên Bosnayê bû ku wan çekên giran ên Artêşa Gel a Yugoslavyayê dewr girtibûn. Dewleta nû ya Bosna-Hersekê jî ji kapasîteya leşkerî ya ku karibe xwe biparêze bêpar hat hiştin.
Tevî ku Srebrenitsa ji aliyê Neteweyên Yekbûyî(NY) ve wekî "herêma biewle" hatibû ragihandin jî,  yekîneyên Hollandî yên NYê rê li ber qirkirinê negirtin. Ev jî wekî yek ji têkçûnên herî mezin ên sîstema navneteweyî di bîr’an de cih girt. Piştre di raporên fermî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hikûmetên cihê yên Rojavayî ve hatin amadekirin de jî hat qebûlkirin ku di rêlibernegirtina bûyerên li Bosnayê de xeletiyên giran ên siyasî û saziyî hatine kirin.
Hesabê ku dawiya wan nayên
Dadgehên Cezê yên Navneteweyî yek ji darizandinên herî berfireh ên derbarê şerê Bosna-Hersekê de birêve birin. Di mijarên qirkirin, berpirsiyariya fermandariyê, koçberkirina bi darê zorê û tundiya zayendî ya sîstematîk de hîmên herî girîng ên hiqûqa cezê a navneteweyî afirandin.
Lêbelê biryarên hiqûqî ji bo temamkirina hevrûbûna siyasî û civakî têrê nekirin.
Mirina Ratko Mladić, dawî li çîroka jiyana yek ji faîlên herî girîng ên şerê Bosna-Hersekê anî. Hesabê hiqûqî yê qirkirinê heta asteke mezin hat pirsîn; lê ji bo Bosna-Hersekê hesabpirsîna esil, radestkirina berpirsiyariya siyasî, dîrokî û exlaqî ye ku li bendê temamkirinê ye.
Paşxane | Bîlançoya şerê Bosna-Hersekê
Di navbera salên 1992-1995an  de nêzî 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Nêzî 2 milyon kes neçar man ku malên xwe biterikînin.
Saraybosna nêzî 44 mehan di bin dorpêçê de ma.
Di Tîrmeh 1995an de li Srebrenitsayê zêdetirî 8 hezar mer û zarokên Boşnak hatin kuştin.
Dadgeha Cezê ya Navneteweyî ya Yugoslavyaya Kevn bi dehan rayedarên siyasî, leşkerî û ewlehiyê ji ber sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê mehkûm kir.
(AEK/AY)
Osman Kavala di doza Geziyê de cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî stendibû. Kavala piştî biryara binpêkirinê ya Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê(DMME) ku di 25ê Tebaxê de hatibû aşkerekirin, îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Ji DMMEyê ji bo Kavala biryara xwe ya duyemîn da: “Divê demildest serbest bê berdan”
25 Tebax 2026
Kavala da zanîn ku biryara DMMEyê vekolîna pêvajoya cezakirinê li xwe digire û bal kişand ser wê yekê ku weke di biryarên berê yên DMMEyê de, di biryara dawî de jî hate teqezkirin ku “bêyî ku delîlên şênber û qanîker ên ku nîşan didin sûc hatiye kirin hebin, mafê azadiyê nayê astengkirin.” Û Kavala weha got:
“Biryara Daîreya Mezin a DMMEyê ya derbarê min de, vekolîna pêvajoya cezakirinê li xwe digire. Di vê biryarê de jî weke ku di du biryarên berê yên DMMEyê de hat teqezkirin ku heke delîlên zelal û bawerker ên li ser kirina sûc tune bin, mafê azadiya jiyanê ya kesekî nayê astengkirin. Di sala 2020an de, di doza yekem a Geziyê de jî dema ku biryara beraatê hat dayîn, ev rastî hatibû nîşandan ku ti delîlek ku nîşan bide min sûc kiriye tune ye."
DMMEyê bi vê biryara xwe ya dawî da nîşandan ku ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Dadgeh nikarin tenê bi nirxandinên giştî yên li ser bûyeran an jî bi texmînkirin û şîroveyên li ser niyet û armanca xebatan biryara cezakirinê bidin.
Kesên ku ti çalakiyek li dijî yasayan nekirine, nikarin rê li ber azadiya jiyana wan bigirin, ev prensîba bingehîn a mafên mirovan e. Parastina vî mafî û pêkanîna vê prensibê li saziyên dewletê, berpirsiyariya dewleta hiqûqê ye ku ji bo welatiyên xwe.
Cîbîcîkirina biryarên DMMEyê jî di bingeha xwe de ji bo pêkanîna vê berpirsiyariyê ye û ji bo vê yekê pêdiviye."
DMMEyê di biryara Kavala/Tirkiye (No. 2) de biryar da ku gelek mafên Kavala yên di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMME) de hatine binpêkirin. Dadgehê destnîşan kiribû ku divê Kavala di demeke herî kurt de demildest serbest bê berdan û encamên mehkûmiyeta wî ji holê werin rakirin.
DMME, biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere dike
25 Tebax 2026
(HA/AY)
Fermandarê Giştî ê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, di 25ê Tebaxê de di civîna çapemeniyê ya ku li Qesra Gel a li Şamê hat lidarxistin de ragihand ku piştî ku entegrasyona hêzên wan di nav artêşa Sûriyeyê de temam bû, erka HSDyê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe bi dawî bûye û hat fesixkirin.
Kovara El-Mecelleyê ku bi sermayeya Suudî weşan dike û navenda wê li Londonê ye, berî daxuyaniya fesixkirinê hûrgiliyên danûstandinên di navbera aliyan de weşandin. Li gorî nûçeyê, rêveberiya Şamê û şandeya HSDê li ser mijarên weke tayînkirinên siyasî, statûya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), perwerdeya bi kurdî û peywendiyên bi Tirkiyeyê li hev kirine.
Li gorî çavkaniyên Suriyeyî û Rojavayî yên ku ji El-Mecelleyê re axivîne, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad eş-Şeybanî di 24 û 25ê Tebaxê de li Şamê bi Mazlum Ebdî û İlham Ahmedê re du civînên xebatê pêk anîn. Di hevdîtinan de, fesixkirin û entegrasyona saziyên leşkerî û sivîl ên serbi HSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Beriya ku Abdi biryara "fesixkirinê" ragihîne, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Hasan eş-Şeybanî (ji aliyê çepê ve yê sêyem) û karbidestên din ên Sûriyeyî tevî şandeya HSDê li civînê de. (Foto: SANA)
Dê Ebdî bibe şêwirmen û Ahmed jî bibe parlamenter
Li gorî El-Mecelleyê, tê plankirin ku Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara, dê Ebdî wekî şêwirmendê serokkomariyê tayîn bike. Ev erka şêwirmendiyê di nav vebijêrkan de ye ku civakên li Sûriyeyê û pirsgirêka Kurdan li xwe bigire. Tê payîn ku desthilat û berpirsiyariyên dawî bi biryarnameya serokkomariyê diyar bibin.
Tê pêşbînîkirin ku İlham Ahmed jî wê di çarçoveya kontenjana serokkomar de wekî parlamenter di Meclisa Gel de bê peywirdarkirin. Her weha nîqaşa wê yekê tê kirin ku dê Ahmed di amadekariyên destûrê bingehîn de cih bigire ango di Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoyê de wezifeyê bigire. Cîgiria wezîr, misteşarî ango şêwirmendiya pilebilind a li Wezareta Karên Derve jî di nav vebijêrkên ku tên nîqaş de ne.
Rêveberiya Şamê dabeşkirina erkan hêj bi awayekî fermî aşkere nekiriye. Tevî ku Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack gotibû ku di rêveberiyê de dê rolên girîng bidin Ebdî û Ahmedê, hûrgiliyên erkan hêj nehatine piştrastkirin.
İlham Ahmed û Mazlum Ebdî, piştî daxuyaniya "fesixkirinê" bi Ahmed eş-Şara re civiyan. (Foto: @SyPresidency/X)
YPJ dê bi Wezareta Karên Navxweyî ve were girêdan
Li gorî nûçeyê, li ser vê yekê lihevkirine ku YPJa ku xwedî nêzî hezar û 500 endaman e, tev li Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên ser bi Wezareta Karên Navxweyî bibe.
Tê plankirin ku endamên YPJê di nav yekîneyên dijî terorê de cih bigirin û li bakur û rojhilatê Sûriyeyê werin wezîfedarkirin. Rêveberiya Şamê her wiha soz da ku di qonaxên pêş de wê tevlîbûna endamên YPJê ya di nav artêşa Sûriyeyê de binirxîne.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku navenda wê li Hesekê ye da zanîn ku rêveberên YPJê dê bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Sûriyeyê Enes Hattab re bicive. Li gorî agahiyan, tê rawestandin ku alî li ser statûya YPJê û awayê birêvebirina vê entegrasyonê biaxivin.
*Şandeya Kurdî ya ku tevlî civîna bi Eş-Şara re bû (ji çepê ber bi rastê): Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sipan Hemo, ji fermandarên YPJê Newroz Ahmed, İlham Ahmed û Mazlum Ebdî. (Foto: SANA)
HSD beşdarî çar tûgayan bûn
Ebdî ragihand ku entegrasyona hêzên HSDê ya di nav tûgayên artêşa Sûriyeyê de bi dawî bûye. Li gorî nûçeya El-Mecelleyê, ev pêvajo li ser çar tûgayan re hat meşandin û di her tûgayê de nêzî 1.300 şervanan cih girtin.
Hat diyarkirin ku karûbarên beşek ji personelan ku li benda erêkirina fermî ne berdewam dikin, her wiha nêzî 1.700 şervanên din jî di pêvajoya entegrasyonê de ne. Hat ragihandin ku ji bo bicihkirina yekîneyên Kurdî li ser xeta sînorî jî li hev kirine.
Perwerdeya bi kurdî dê îsal dest pê bike
Çavkaniyên El-Mecelleyê ragihandin ku dê biryarek bê derxistin ku Kurdî wekî zimanê fermî nas dike û dersên teorîk ên weke dîrok û erdnîgariyê dê di dibistanan de bi kurdî bên xwendin.
Ebdî di daxuyaniya fesixkirinê de da zanîn ku Eş-Şara gelek caran gotiye ku mafê perwerdeya bi kurdî dê bê parastin û  di nav sala 2026an de dê dest pê bike. Rêveberiya Sûriyeyê jî di daxuyaniya xwe ya fermî de teqez kir ku mafên çandî û zimanê dayikê yên Kurdan dê bê parastin, lê belê derbarê çarçoveya statûya zimanê fermî de detay parve nekirin.
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re li bendê biryara Enqereyê ne
Çavkaniyên ku ji El-Mecelleyê re axivîne, îdia kirin ku tê plankirin Ebdi û Ahmed biçin Tirkiyeyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re ku li Îmraliyê tê girtin bicivin.
Hat diyarkirin ku ev serdan bi mebesta girtina piştgiriya Ocalan a ji bo pêvajoya entegrasyonê tê plansazkirin, lê belê li bendê biryara fermî ya Tirkiyeyê ne.
Li gorî nûçeyê, Enqere weke gava ku berê ji bo Semir Oso (Sipan Hemo) avêtibû, mijara derxistina Mazlum Ebdî ya ji lîsteya terorê jî dixe rojeva xwe.
(VC/AY)
Mehmet Sait Yıldırım ê 75 salî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin. Tevî ku cezayê Yildirim qedîyaye, 3 car in tehliyeya wî tê astengkirin ango taloqkirin. Yildirim herî dawî 24ê Tebaxê de krîza dil derbas kir. Parlamenterê Amedê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) Serhat Eren têkildarî rewşa Yildirim pirsiyarname pêşkeşî Serokatiya Parlamentoyê kir.
Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir
25 Tebax 2026
Eren xwest ku pêkanînên di hevdîtina Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê de û îdiaya hewldana kelepçekirina li nexweşxaneyê bên lêkolînkirin.
Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim 31 sal in di girtîgehê de ye. Piştî hevdîtina bi lijneya çavdêriyê re di 24ê Tebaxê de krîza dil derbas kiribû. Yildirim li nexweşxaneyê anjiyo bûbû û du stent xistibûn dilê wî.
Eren diyar kir ku Yildirim ji ber nexweşiya dil berê jî biribûn nexweşxaneyê û da zanîn ku Yildirim piştî hevdîtina bi lijneyê re dema vedigere odeya xwe li wir krîza dil derbas dike. Ji ber vê yekê Eren xwest ku bila bê lêkolînkirin ka tiştên ku di hevdîtina lijneyê de qewimîne, ti peywendiyek wan bi krîzê re heye an tune ye.
Malbata Mehmet Sait Yildirim: Ger neyê berdan em ê dest bi gireva birçîbûnê bikin
26 Tebax 2026
Eren pirsî ku lijneyên navborî berdana girtiyan li gorî kîjan pîvanan taloq dikin û daxwaz kir ku bila were aşkerekirin ka rêziknameyeke Wezaretê heye ku pêşiya dirêjkirina fiilî ya demên infazê û astengkirina tehlîyekirinê ya bi hincetên kêfî ji aliyê van saziyan ve bigire an na.
Parlamenterên DEM Partiyê Eren di pêşniyara xwe de ev şeş pirsana rasterast ji Wezîrê Dadê Akin Gurlek pirsî:
Tê îdiakirin ku di hevdîtina Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya di 24ê Tebaxa 2026an de Poşmanî li Yildirim hatiye ferzkirin û ev yek bûye sedem ku dilê Yildirim bisekine. Gelo derbarê vê îdiayê de lêkolîn hatiye dest pê kirin an na?”
Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê weke dadgehan tevdigerin ku tehliyeyên girtiyan taloq dikin ango bi hêcetên kêfî asteng dikin. Gelo ji bo rê li vê yekê were girtin ti tedbîreke Wezareta we heye an na?
Nexweşeke ku krîzeke dil a giran derbas kiriye, xetereye jiyanî nû li ser xwe avêtiye, ji mirinê filitiye û di beşa nexweşên giran ên koroner de tê dermankirin û tevî vê yekê tehliyeya wî 3 mehan tê taloqkirin. Li gor kîjan eqlî, wîjdanî û hêcetên hiqûqî ev yek hatiye kirin?
Xwestine girtî bi ranzeya nivînê re kelepçe bikin. Ev hewldana bi awayekî aşkere li dijî qanûnên neteweyî, mafên nexweşan û Protokola Stenbolê nîne? Gelo derbarê personelê cendirmeyan yê ku ev ferman daye de wê lêpirsîneke îdarî bê vekirin an na?
Girtî krîza dil derbas kiriye û ji bo ku qawişa girtiyan tune ye hatiye sewq kirin. Di vê navberê de wextek derbas bûye. Ma ev xetereyê li ser jiyana girtî zêdetir nake? Li nexweşxaneyên herêmê qawişên girtiyan kêm in û ji ber vê yekê derengmayîn çêdibe. Berpirsiyariya van derengmayînan di stuyê kê de ye?
Rewşa tenduristiya heyî ya Mehmet Sait Yildirim, stentên ku xistine dilê wî û krîza giran a ku derbas kiriye nîşan dide ku ew nikare di şert û mercên girtîgehê de bi tenê jiyana xwe berdewam bike. Gelo ji bo wergirtina rapora Saziya Bijîşkiya Dadî(ATK) ya ji bo tehliyeyê ti hewldanek dê bê kirin?
Her biryareke taloqkirina tehliyekinê, mafê azadiya Mehmet Sait Yildirim binpê dike û tenduristiya wî têk dibe
29 Tîrmeh 2026
(VC/AY)
Serokê Giştî ê Maden-İşê ya Serbixwe Gokay Çakir û Pisporê Rêxistinbûnê Başaran Aksu ji bo destheqên karkerên di kargehên girêdayî Holdinga Yıldızlar SSSyê de dixebitin were dayîn, 17 roj bû li Enqereyê li ber xwe didan. Bi tohmeta ku “kîn û dijminahî xistine nava gel” bi daxwaza girtinê Çakir û Aksu ji bo dadgehê hatibûn şandin.
Hêceta sûcdarkirina Gokay Çakir û Başaran Aksu
Serokê Giştî ê Maden-İşê ya Serbixwe Gokay Çakir û Pisporê Rêxistinbûnê Başaran Aksu di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin de, bi tohmeta ku “kîn û dijminahî xistine nava gel” sewqî dadgeha cezê û aştiyê ya nobedar hatin kirin.
Parvekirinên li ser medya civakî yên sendîkavanan wekî delîlên sûc hatin nîşandan.
Çakır di şeva 25ê Tebaxê de di navenda giştî ya sendîkayê ya li Somayê de; Aksu jî di heman rojê de li Enqereyê, di roja 16emîn a berxwedana karkeran a li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî de hatin desteserkirin. Li gorî agahiyên ku sendîkayê dane, ev desteserkirina heftemîn a Aksu ye di dirêjahiya berxwedanê de. Aksu pêşî hat serbestberdan, paşê di çarçoveya heman lêpirsînê de dîsa hat desteserkirin.
Parêzerê sendîkayê: "Sûc tune ye, cesareta berxwedanê heye"
Parêzerê Sendîkaya Maden-İşê ya Serbixwe Lutfi Sabrî Bati di daxuyaniya xwe ya li ber Edliyeya Enqereyê de diyar kir ku sûcdarî li ser parvekirinên medya civakî yên sendîkavanan e; lê belê parvekirin nayê wê wateyê ku “kîn û dijminahî xistine nava gel”
Bati got ku hêceta sereke ya lêpirsînê tekoşîna karkeran e ku ji aliyê sendîkayê ve tê meşandin.
“Li holê, weke ku tê gotin di çarçoveya TCKyê de sûcek tune ye. Tiştê ku li holê ye, cesareta berxwedanê ye.”
Bati da zanîn ku ji ber xebatên sendîkayî yên ku Çakir û Aksu ji bo wergirtina heqdest û mafên din ên karkeran meşandine daxwaza girtina wan hat dayîn û bang li karker û raya giştî kir ku xwedî li van herdû sendîkavanan û berxwedana madenciyan derkevin.
Daxwaza girtinê di dema lihevhatinê de hat
Daxwaza girtinê di wê rojê de hat ku madenkarên 17 roj in li Enqereyê li ber xwe didin, bi xwediyê kar re li ber lihevatinê bûn.
Li gorî agahiyên ku Maden-İşê ya Serbixwe dane, hevdîtina di navbera heyeta sendîkayê û Holdinga Yıldızlar SSSê de di 25ê Tebaxê saet di 19.00an de dest pê kiriye û heta 26ê Tebaxê saet di 02.30an de dom kiriye. Piştî hevdîtinê, sendîkayê ragihand ku derbarê wergirtina pişka giring a heqdest de lihevhatin çêbûye û ji bo heqdestê ku mane jî hevdîtin berdewam dikin.
Sendîkayê ji ber vê yekê çalakiya ku di planê de bû ku di 26ê Tebaxê de li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî bê li dar xistin, taloq kir. Karker û malbatên wan jî biryar dan ku ji bo piştgiriya Çakir û Aksu biçin Edliyeya Enqereyê.
(AEK/AY)