Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê em bi hev re xwedî nasnameyê cuda derbikevin
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin li Salona Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan, siyasetmedar Veysî Aktaş, endama Meclisa Dayikên Aştiyê, Waliyê Dihokê Dr. Elî Teter, Waliyê Hewlerê Omid Xoşnav û akademisyen Dr. Ozgur Sevgî Goral, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tevlî forûmê bûn.
Bernameya Forûma Aştî û Azadiya Civakî aşkere bû
Her weha di çarçoveya forûmê de paneleke bi sernavê “Zemîna hiqûqî ya aştiyê: Destûra Bingehîn û lihevkirina civakî” hat lidarxistin.
Panela ku di bin moderatoriya parêzer Rûşen Seydaoglu de pêk hat, wekî axivêr akademîsyena Fakulteya Hiqûqê ya Zaningeha Altinbaşê Profesor Dr. Sevtap Yokuş, parêzer Gurkan Çakiroglu, endamê Desteya İmraliyê Faîk Ozgur Erol û Profesorê Destûra Bingehîn Fazil Husnu Erdem tevlî bûn.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak xêr hatina beşdaran kir û diyar kir ku armanca Forûma Aştî û Azadiya Civakî ji bo ku deng û rengên cuda bigîhîne hev û got:
“Dîroka vî welatî gelek caran şer û koçberan ve hate nasîn, têkoşîna salan û gelê me sebreke mezin bû. Her çiqasî zehmetî hebin jî em ê ji bo aştiyeke birûmet bi hev re bixebitin. Em soz didin ku em ê aştiyê pêk bînin. Em dixwazin ev hevgirtin û hevdîtînên me bi daîmî bibe.”
Havva Kiran: "Divê dewlet êşa dilê dayikan fêm bike"

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran li ser navê hemû Dayikên Aştiyê beşdaran silav kir û wiha got:
“Em ji bo aştiyê li hev civiyan e. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek derbas bû û Abdullah Ocalan jî diyar kir ku êşa herî dijwar dayik dikşînin. Wexta demên berê şereke çêdibû dayikan laçikê xwe davêtin erdê û aştî çêdibû. Ev pêncî du sal in hemû dayik êşê dikşînin û dîsa aştiyê dixwazin. Lê mixabin tu kesî bersiva dayikan neda. Çarikê serê me sembola aştiye û tiştekî pir pîroz e. Ji Dayikan Roboskiyê bigre heya Cizîrê dîsa xwe dan li ber şer ku ji bo aştî çêbibe. Lê dîsa bersiva dayikan nedan. Em dayik her tim bûn parazvanên aştiyê û her tim jî wisa bibin. Me çiya, deşt û zozan tu cihek nema ku parazvaniya aştiyê nekiriye. Niha jî Serok ji bo aştî pêk were pêvajo da destpêkirin. Tevgera Azadiyê tiştên ku serokatî got hemû bi cih anî. Lê em bala xwe didin ji aliyê dewletê ve gav nehatiye avêtin. Em dayik ji bo aştiyê ketin rê û çûn li Engereyê hevdîtinan bikin. Heta ku serok statuya vî neyê dayîn pêvajo nameşe. Em dibêjin welatekî azad, nasnameyeke azad û Tirkiyeke azad bila bê. Aştî nan û avê zêdetir ji bo me hewce ye. Divê dewlet êşa dilê dayikan fêm bike. Heke dewlet vê fêhm bike vê demê aştiyê bê vî welatî. Bijî gelê Kurd, bijî jina azad.”
Elî Tatar: "Em ê her tim piştgiriyê bidin aştiyê"
Waliyê Duhokê Elî Tatar, Forûma Aştî û Azadiyê. Fotograf: Ajansa Welat
Waliyê Dihoka Herêma Kurdistana Îraqê Dr. Elî Tatar jî beşdarî forûmê bû. Tatar bal kişand li ser girîngiya foruma aştî û azadiyê û got:
“Ev pêncî du sal li ser şehîdkirina Leyla Qasim re derbas bû. Qedera me Kurdan a yekemîn şehîdbûn û bombebarankirin bû. Ji ber vê yekê jî li ser rûyê vî welatî aştî û diyalog lazim e. Niha pêvajoyeke aştiyê hatiye destpêkirin û di rojevê de ye. Em ê wek Herêma Federe ya Kurdistanê bibin parêzvanê aştiyê. Gelek welatan de sîstema perwerdeyê sîstema demokrasiye nîne. Divê em aliyê siyasî û çandî aştiyekî pêk bînin. Dîsa dûbare dikim ku wek Herema Kurdistanê em ê piştgiriya xwe ya aştiyê her tim pêk bînin. jJi bo vê jî divê di serî tehemuka me ji aştiyê re hebe. Hemû dayikên me mafdar in û divê moralên xwe tu carî xerab nekin. Divê em ji bo aştiyê dev ji biryardariyê bernedin. Em li ser vî welatî bi hev re bi salane dijîn û xwişk û birayê hev in. Ji bo ev xwişk û biratiya me her tim bijî aştî hewcedariya yekemîn e. Ji bo forûmeke wisa jî em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hemû beşdaran dikin.”
Veysî Aktaş: "Divê dev ji înkarê bê berdan"
Ji "Foruma Aştî û Azadiyê. Endamên Sekreterya Îmraliyê Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş û Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn. Fotograf: Ajansa Welat
Endamê Sekreterya Îmraliyê Weysî Aktaş jî di forûmê de axivî û da zanîn ku meseleya Kurd yek ji meselayên herî girîng ên Rojhilata Navîn e û got:
“Tevî xwezaya piralî, kûr û dîrokî-civakî ya vê pirsgirêkê, bi giştî di 200 salên dawî de û bi taybetî jî di 100 salên dawî de, dewletên ku bi meseleya Kurd re têkildar in, li şûna ku hebûna pirsgirêkê qebûl bikin, polîtîkayên tepisandin û tunekirinê meşandine. Ev polîtîka tê wateya ferzkirina înkar û cudakariya li ser Kurdan. Bi kurtasî; înkarkirina nasnameya Kurd û derxistina Kurdan a ji derveyî hiqûqê, bûye stratejiyeke bingehîn. Ji ber vê yekê, ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêdivî bi veguherineke zihniyetê heye; divê dest ji înkarê were berdan û li ser bingeha hiqûq, demokrasî û azadiyê, rêyên avakirina jiyaneke hevpar werin nişandan.”
“Di çarçoveya polîtîkayên înkarê de, pereyên ku ji bo operasyonên leşkerî hatine xerckirin, di aboriya welat û qadên siyasî û civakî de krîzên mezin afirandine. Tê gotin ku di dema pevçûnan de 3 trîlyon dolar ji bo lêçûnên parastinê hatine xerckirin. Ev rewş li ser civakê wekî xizanî, bêkarî û birçîbûnê xuya kiriye. Beşeke mezin a binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê jî bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Di navenda negeşepêdana têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re jî meseleya Kurd heye. Di vê wateyê de, pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkeke asayî ye, pirsgirêka herî bingehîn û kilît a Tirkiyeyê ye.”
Pirsgirêk di esasta xwe de encama hişmendiyeke înkarperest û tuneker e ku hebûn û nasnameya gelên li vê erdnîgariyê red dike û bi darê zorê yê dewletê, nasnameyeke yekperest û homojen ferz dike. Bi hincetên wekî “şert û mercên me yên taybet hene, hesasiyetên me hene” paşxistina çareseriyê, tê wateya ji dest dana fersendeke dîrokî û mehkûmkirina gelên me ya ji bo birçîbûn, xizanî û bêkariyê ye. Meseleya bingehîn ew e ku li şûna ferzkirina nasnameyên yekperest ên bi rêya tunekirina cudahiyan, divê em rêyên jiyana bi hev re ya mirovên xwedî nasnameyên cuda ava bikin.”
Ozgur Sevgi Goral: "Paradîgmaya Abdulah Ocalan bersiveke"
Dr. Ozgur Sevgî Goral bi rêya telekonferans tevlî forûmê bû û dest nîşan kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo qeyran û krîza sîstemê wek bersivek û got:
“Heke em qala aştî û azadiyê dikin û ev ê di têgeha avakirinê de derdikeve holê. Heke em behsa aştî û avakirinê dikin wê demê divê em rabirdûyê re hevrû bibin ku em bikaribin aştiyê avabikin. Aştî û avakirina jiyana nû bi tifaqên cur bi cur re pêkan e.”
Tuncer Bakirhan: "Rêya aştiyeke birûmet û çareseriyeke mayînde di Amedê re derbas dibe"

Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Amed ne bajarekî asayî ye û anî ziman ku tiştê ku bajarekî dike bajar îtiraz, wijdan û barê wan ê dîrokî ye û got:
“Gelek siyasetmedaran ji vir peyamên girîng dan. Rêya aştiyeke birûmet û çareseriyeke mayînde di Amedê re derbas dibe. Kilîta gelek mamikên siyasî di îradeya Amedê de ye. Gava ku ev îrade bi perspektîfa çareseriyê ya Enqereyê re bigihîje hev, dê ew perspektîf pirsgirêkên herî aloz ên herêmê çareser bike. Amed, Tirkiye û hemû gel û baweriyên ku li vê erdnîgariyê dijîn, vê yekê heq dikin. Ev bajar êş, sebir û berxwedanê pir baş dizane. Lê îro divê em van tiştan bi hev re nîqaş bikin. Me êş, sebir û berxwedaneke mezin kom kir. Êdî em ê tenê van baran hilnagirin, em ê wan veguherînin. Tiştên ku me bi berxwedanê bi dest xistine, em ê wekî xerca Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê, tiştên ku dê di nava 5 rojan de bên gotin ne tenê daxwaz in; divê wekî bangeke bi hêz a ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bên dîtin.”
Di çarçoveya “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” de panela bi sernavê “Zemîna hiqûqî ya aştiyê: Destûra Bingehîn û lihevkirina civakî” hat lidarxistin.
Sevtap Yokuş: "Ji bo aştiyê ked û sebir pêwîst e"

Sevtap Yokuş a ku pêşî axivî, diyar kir ku aştî rêyeke dûr û dirêj e û bi gelemperî kelecaniyek heye ku her tişt di cih de bibe û got:
“Ev rê bi hildan û daketin e, carinan dikare qut bibe. Ji ber wê yekê, hêviya ku “ji îro heta sibê” tiştek bibe, hinekî xeyalperestî ye. Ji bo aştiyê ked û sebir lazim e. Di mijara aştiyê de divê mirov hem pir bi biryar be hem jî pir bi sebir be. Di heman demê de afirînerî jî pêwîst e; çunke ev pêvajoyeke avakirinê ye. Her çend ji bo Tirkiye wekî tiştekî nû xuya bike jî, ev pêvajoyek e ku ji sala 1993yan ve berdewam dike. Wusa xuya dike ku Tirkiye wê vê pêvajoyê li ser du eksenên sereke bimeşîne: Yek jê hiqûqî, ya din jî civakîbûn e. Pêvajoya hiqûqî tiştekî pir cuda ye. Ji bo wê divê Meclis bikeve tevgerê. Komîsyona Meclîsê raporeke baş derxist. Heke hinekî din şênber bibe, ne raporeke xirab e; heta raporeke wusa ye ku mekanîzmayan jî pêşbînî dike. Lê ji ber ku di hinek xalan de ne pir şênber e, aliyên wê yên nezelal jî hene. Lê belê, bi xebatên piştre şênberkirina wê pêkan e.”
“Sedema ku pêvajoyên berê ne mayînde bûn, nehatina girtina wan tevdîrên hiqûqî bû. Rapora komîsyonê tiştekî din pêşniyar dike: Qanûneke serbixwe. Qanûneke serbixwe dê tam wan tevdîrên hiqûqî yên ku divê bi paralelî bêçekbûnê re werin girtin bihewîne û dê di asta qanûnî de be. Makezagon hinekî din rêyeke zehmet e. Ji ber ku ew metnek e ku divê hemû beşên civakê li ser li hev bikin, hîn bi temamî di rojevê de nîne. Destûrên bingehîn çima hene? Ji ber ku azadiyên me yên bingehîn dihewînin. Sedema derketina wan ev e. Di dewletên hiqûqê de hemû qanûn û rêziknameyên din divê li gorî destûra bingehîn bin. Azadî û mîsogeriyên ku destûra bingehîn dihewîne pir girîng in.”
Husnu Erdem: "Pêvajoya ji aştiya negatîf ber bi aştiya pozîtîf ve"
Fazil Husnu Erdem diyar kir ku du cureyên aştiyê hene ev aştiya negatîf û aştiya pozitîf e û got:
“Aştiya negatîf, danîna çekan e. Wateya vê biryardariya domandina armancên polîtîk bi rêbazên siyaseta demokratîk e. Tiştê ku tê hêvîkirin ew e ku aştiya negatîf veguhere aştiya pozitîf. Aştiya pozîtîf, çareserkirina meseleya Kurd e.Ev pirsgirêk ne meseleyeke wisa ye ku tenê bi sererastkirinên hiqûqî, guhertinên destûrî an bi derxistina qanûnên nû çareser bibe; pirsgirêkek kûr e. Aştiya pozitîf, bi qasî aliyê xwe yê hiqûqî, pêvajoyekê îfade dike ku divê pratîka darêjî û siyasî jî tê de biguhere. Yanî çareserkirina wê sedema bingehîn e.”
“Kêmzêde di demeke nêz de wiha xuya nake. Ji ber ku wekî armanca dawî ya vê pêvajoyê siyaseta demokratîk tê nîşandan. Dibe ku bi awayekî nerasterast, piştî vekirina riya siyaseta demokratîk, gavên cidî ber bi çareseriyê ve werin avêtin. Ev jî tiştekî wisa ye ku siyaseta Kurd dikare bi ser bixe û bi piştgiriya li pey xwe pêk bîne.”
“Heke armanceke aştiya pozitîf hebe, bêguman divê ev yek bi destûreke nû ya bingehîn were tacîdarkirin. Destûr ji bo destpêkeke nû tê çêkirin. Heke aktorên siyasî yên li Tirkiyeyê bi rastî dixwazin aştiya pozitîf pêk bînin û destpêkek nû bikin, divê vê bi destûreke nû tacîdar bikin. Di pêvajoyên çareserkirina pevçûnan de, destûr belgeyên herî girîng ên rêvebirinê ne. Sê erkên wan ên bingehîn hene: sazkirin, parastin û avakirin e. Di hawirdoreke wiha de wateya çêkirina destûreke nû çi ye, em fehm nakin. Ez nabêjim bila destûr neyê çêkirin, lê ji bo bawerpêkirina wê, divê pratîkek hebe. Ji bo ku danîna çekan veguhere aştiya pozitîf û bi destûreke nû bê tacîdarkirin, divê hawirdora ji bo vê guncav be.”
Gurkan Çakiroglu: "‘Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê hebe"
Gurkan Çakiroglu jî di axaftina xwe de bal kişand ser tundî û polîtîkayên zextê dewletê û wiha got:
“Divê em ji têgeha ‘Tirkiyeya bêteror’ nerevin. Lê belê eger zulma rêxistinê yek be, ya dewletê bû pênc. Terora rêxistinê yek be, ya dewletê bû pênc. Tirkiyeyeke bêteror tenê bi aşitiyê, aşitî jî tenê bi hiqûqê pêkan e. Bi zorê û ferzkirinê aştî nayê avakirin. Eger Tirkiye bibe dewleta Kurdan jî, eger perwerdehiya bi zimanê dayikê pêkan bibe, vê deme em dikarin behsa sedsaleke nû bikin. Kurd hene, Kurdî heye û Kurdistan heye.”
Gurkan Çakiroglu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha pêde çû:
“Paradîgmaya Kemalîst parçe parçe dibe. Paradîgmaya ku dewlet niha dixwaze bixe şûna wê, paradîgmaya Ocalan e. Komara Tirkiyeyê vê rastiyê qebûl kiriye. Ocalan îro li Rojhilata Navîn navbeynkariyê dike. Ew kesê ku jê re ‘parçeker’ dihat gotin, îro Tirkiyeyê li hev digire. Divê em qedrê vê bizanibin. Merhaleya nû bi paradîgmaya ‘Neteweya Demokratîk’ a Ocalan dikare dest pê bike. Ev ê ne tenê Tirkiyeyê, dê bandorê li tevahiya cîhanê bike.”
Faîk Ozgur Erol: "Pêvajo bi bersiva Ocalan geş bû"
Faîk Ozgur Erol diyar kir ku her çiqas banga ewil ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatibe kirin jî, pêvajo bi piranî li ser înîsiyatîfa Abdullah Ocalan bi pêş ketiye û got:
“Ev gav ne li ser metnekî amade, lê wekî bersiveke polîtîk û xweser pêş ketiye.Ocalan di vê pêvajoyê de ne dewlet û ne jî rêxistin piştguh nekiriye û bi vîzyoneke fireh tevgeriya. Ev pêvajo ne lutfek e; encama têkoşîna azadiya demokratîk û siyasî ya bi dehan salan e. Divê em vê wekî afirandineke cewherî ya ku bi îlmik bi îlmik hatiye hûnandin bibînin û bi baldarî xwedî lê derkevin.”
Faîk Ozgur Erol desnîşan kir ku bingeha vê pêvajoyê li ser daxwaza “Komara Demokratîk” hatiye avakirin û pê de çû: “Banga 27ê Sibatê, hewildana vejandina ruhê Destûra Bingehîn a 1921an e. Ji ber ku di dîroka Tirkiyeyê de yekane metna ku yekitiya Kurd û Tirkan bi awayekî wekhev îfade dike ev destûr e. Li gorî nirxandinan, destûrên piştî wê hemû ji bo astengkirina demokrasiyê wekî “darbe” pêş ketine.”
“Ocalan vê yekê wekî “Çareseriya Kurd-Tirk, çareseriya Rojhilata Navîn e” pênase dike. Hat hişyarkirin ku daxistina vê mijara dîrokî ji bo berjewendiyên siyasî yên rojane, dê pêvajoyê qels bike. Pêşketina “Qanûna Aştiyê” dê derfetê bide ku Kurd di nav sînorên demokratîk de xwe îfade bikin.”
“Ocalan nûnertiya wê Kurdbûna ku ji bo maf û hiqûqê serî hildaye, dike. Gelê Kurd di kesayetiya Ocalan de statu û pozîsyona xwe dibîne. Îsrara di tecrîdê an jî di pozîsyona wî ya heyî de, îsrara di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de ye.”
(AY)
*Çavkanî û Fotograf: MA, AW