CHPê ji bo biryara “betalbûna mitleq” serî li Dadgeha Bilind da
Partiya Gel a Komarî (CHP) ji bo biryara “betalbûna mitleq” a ku 36emîn Daireya Hiqûqê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê derbarê doza kongreyê de dabû, serî li Dadgeha Bilind da. Di daxwaznameya temyîzê ya ku ji aliyê CHPê ve hat pêşkêşkirin de hat diyarkirin ku biryara dadgeha îstînafê li dijî hiqûqê ye; ji ber vê yekê hat daxwazkirin ku biryar were betalkirin û tedbîra ku hatiye sepandin were rakirin.
Di daxwaznameyê de hatiye bi bîr xistin ku 42emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê a Enqereyê, di darizandina destpêkê de biryar daye ku doz ji bo hin dozgeran nehatiye qebûlkirin û ji bo dozgerên din jî ji ber ku bê mijar maye, doz were betalkirin. Tevî vê yekê, hat diyarkirin ku 36emîn Daireya Hiqûqê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê serlêdana îstînafê qebûl kiriye, biryara yekem betal kiriye û dozê qebûl kiriye.
Ji bo CHPê biryara "betalbûna mitleq" hat dayîn
CHPê diyar kir ku bi vê biryarê, mafê partiyê yê birêvebirina xebatên siyasî hatiye binpêkirin û rewşeke li dijî Destûra Bingehîn derketiye holê. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku di encama lêkolîna temyîzê de, divê ev biryar teqez were betalkirin.
Di daxwaznameya CHPê de hat ziman ku biryara tedbîrê ya ku hatiye dayîn, rêvebiriya partiyê ya hilbijartî bi fîlî ji peywirê dûr dixe û dibe sedem ku kesên ji aliyê dadgehê ve hatine peywirdarkirin partiyê bi rêve bibin. Di daxwaznamê de hat destnîşankirin ku nehatiye diyarkirin bê ev kesên peywirdarkirî bi çi armancê hatine tayînkirin û sînorên peywira wan çi ne, û ev nirxandin hat kirin: “Partiyên siyasî biryarên siyasî digirin. Bi vê biryara tedbîrê re, tê hêvîkirin ku biryarên derbarê siyaseta navxweyî ya partiyê û siyaseta welat de, ji aliyê kesên ku ji aliyê dadgehê ve hatine tayînkirin ve werin girtin.”
Kiliçdaroglu biryara 'betalbûna mitleq' nas kir
Di daxwaznameyê de herî dawî hat destnîşankirin ku birêvebirina partiyên siyasî bi rêya kongre û dezgehên wan ên hilbijartî, yek ji hîmên (hêmanên) sereke yên jiyana siyasî ya demokratîk e. Hat parastin ku bi destê dadgehê û ji bo demeke ne diyar, anîna navên li derveyî kesên hilbijartî bo ser rêvebiriya partiyê, li dijî Destûra Bingehîn e û li dijî prensîbên dewleta hiqûqê ya demokratîk e.