Ji bo CHPê biryara "betalbûna mitleq" hat dayîn
Kongreya Asayî ya 38an a CHPyê 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan hatibû kirin. Ji bo betalkirina vê kongreyê dozek hatibû vekirin. 42emîn Dadgeha Hiqûqa Asliye a Enqereyê 24ê Çiriya Pêşîn a 2025an de gotibû, "Ji ber ku mijara dozê nemaye pêwîstî bi dayîna biryarê nîne."
36emîn Daireya Hiqûqê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî(BAM) ya Enqereyê lêkolîna xwe ya îstinafê ya li ser vê biryarê temam kir. Li gorî vê yekê, serlêdanên îstinafê hatin qebûlkirin. Biryara Dadgeha Hiqûqa Asliye ya 42yan a Enqereyê hat rakirin.
Kongreya CHPê ya Stenbolê betal bû; rêveberiya bajêr ji wezîfeyê hate girtin
Daîreyê doz qebûl kir. Dadgehê tesbît kir ku 38emîn Kongreya Asayî ya Bijartî a CHPyê ji ber "betalbûna mitleq" (bi temamî bêhukim) seqet e. Dadgehê biryar da ku kongre ji roja hatiye kirin ve betal e.
Ji ber biryara betalkirinê ya bi sedema betalbûna mitleq, dadgehê biryareke din jî da. Li gorî biryarê, hemû kongreyên asayî û awarte yên ku piştî wê demê di nava partiyê de hatine kirin û biryarên hatine dayîn jî bêhukim in.
Di biryarê de hat diyarkirin ku "hemû kongreyên asayî, awarte û biryarên wan hatine betalkirin." Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku "vegerin rewşa beriya Kongreya Asayî ya Bijartî ya 38an."
Her wiha hat xwestin ku "Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu û dezgehên partiyê yên beriya kongreyê wekî berê li ser peywira xwe bin."
Serokatiya Bajarê Stenbolê a CHPyê di bin dorpêça polîsan de ye
Kongreya Stenbolê ya CHPyê jî betal bû
Her wiha Kongreya Bajarê Stenbolê ya CHPyê jî bi heman hincetê hat betalkirin. Ev kongre 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatibû kirin û hemû biryarên di wê kongreyê de hatibûn standin jî betal bûn.
Biryara daîreyê weha ye:
"Kongreya 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan bi betalbûna mitleq seqet maye. Serokê Giştî Ozgur Ozel, endamên Desteya Birêvebiriya Navendî, endamên Meclisa Partiyê û endamên Desteya Dîsîplînê ya Bilind bi wê kongreyê hatin ser peywirê. Ew wekî tedbîr ji peywirê hatin dûrxistin. Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu, endamên Meclisa Partiyê û endamên Desteya Dîsîplînê ya Bilind beriya kongreya 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan li ser peywirê bûn.
Ew dê heta ku biryar teqez bibe wekî tedbîr peywirê dewr wergirin û vegerin ser karê xwe. Biryara tedbîra îhtiyatî ya ji bo vegerandina peywirê, ji bo pêwîstiyê ji Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), Saziya Hilbijartinê ya Bajarê Enqereyê, Saziya Hilbijartinê ya Navçeya Çankayayê ya 4an û Parêzgariya Enqereyê re hat şandin. Daîreyê biryara xwe bi "yekdengî" da. Her wiha rêya temyîzê ya li Dadgeha Bilind (Yargitay) jî di nava 2 hefteyan de vekirî ye.
"Em teslîm nabin"
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî piştî vê biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
Ozel beşeke axaftina xwe ya di civîna koma partiyê de parve kir û wiha got:
"Ez soza wê yekê nadim we ku em dê di nav baxçeyê gulan re biçin desthilatê. Ez soza ragirtina li hemberî êşan û neteslîmbûnê didim we. Ez soza rûmet, heysiyet, wêrekî û têkoşînê didim we."
"Betalbûna mitleq" çi ye?
Di hiqûqê de betalbûna mitleq (bi temamî bêhukim); ew e ku kiryar an jî rûdaneke hiqûqî ya ku li dijî yasan, nîzama giştî an jî exlaqê giştî ye, her çend şert û mercên wê bi cih hatibin jî, ji aliyê hiqûqê ve wekî ku qet nehatibe kirin (bi temamî bêhukim) bê hesibandin. Dema ku ev biryar were girtin, ew kiryar ji kêliya ku ava/çê bûye (dest pê kiriye) û vir ve bêencam dimîne.
Dema ku kongre, kurultay an jî biryarên rêveberiyê li dijî şertên şêwazî yên fermanber ên yasayê an jî li dijî nîzama giştî werin çêkirin, dikare ji bo van biryaran biryara betalbûna mitleq were dayîn.
Çi bûbû?
Ozgur Ozel di Kongreya Asayî ya 38an a 4-5ê Çiriya Paşîn a 2023yan de ketibû pêşbirka serokatiya giştî. Ozel li hemberî Kemal Kiliçdaroglu bi ser ketibû û wekî serokê nû yê CHPyê hatibû hilbijartin.
Piştî serkeftina Ozel, Serokê Şaredariya Hatayê Lutfu Savaş û hinek delegeyan doza betalkirinê vekir. Wan daxwaz kir ku tesbît bibe Kongreya Asayî ya 38an bi "betalbûna mitleq" betal e.
Wan her wiha xwest ku Serokê Giştî Ozgur Ozel, endamên Desteya Birêvebiriya Navendî, Meclisa Partiyê û Desteya Dîsîplînê ya Bilind ji peywirê werin dûrxistin.
Di heman dozê de hatibû daxwazkirin ku Kiliçdaroglu û desteyên berê yên ku beriya Kongreya 38an li ser kar bûn careke din vegerin ser peywira xwe.