Serdozgeriya Komarî a Kuçukçekmeceyê, di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî Can Holdîngê hatiye destpêkirin de Mehmet Şakir Can, Kemal Can û Kenan Tekdag jî di nav de derbarê 10 kesan de biryara desteserkirinê daye.
Lêpirsîn, bi tohmeta “avakirina rêxistina sûcan”, “qaçaxçîtî”, “sextekarî” û “spîkirina pereyan” tê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de Haberturk û Show TV jî di nav de dest danîn ser 121 şîrketên serbi Can Holdîngê.
Hat ragihandin ku şîrketên ku dest danîne ser ji bo Fona Sîgorteyê ya Depozîtoyên Paşrojî (TMSF) hatine dewir kirin û lêgerîn di çarçoveya operasyonê de berdewam dike.
Turgay Cîner, di sala 2024an de HaberTurk û Show TV jî di nav de hemû hîseyên xwe yên medyayê veguhastibûn Can Holdingê û xwe ji sektorê kişandibû.
Di nav saziyên girêdayî Can Holdingê de Zanîngeha Bîlgiyê, Koleja Dogayê, stasyonên benzînê yên Energy, Awox, Nexweşxaneya Medîzayê û Otelên Golden Hillê jî hene.
(EMK/AY)

