Fîloya Sumûd a Cîhanî careke din ber bi Xezeyê diçe

Fîloya Sumûd a Cîhanî ya ku cara yekem di sala 2025an de ji aliyê nûnerên saziyên sivîl, aktîvîst û xwebexşên ji welatên cuda yên cîhanê ve bi armanca şikandina dorpêça li ser Xezeyê û gihandina alîkariya mirovî hatibû avakirin, cara duyem ber bi Xezeyê ve bi rê ket.

Fîloya Sumud a Cîhanî: Dest bi midaxeleya keştiyên me kirin

Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Kûrewî kir
Ji bo şikandina dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezeyê û gihandina alîkariya mirovî, bi piştgiriya saziyên sivîl ên ji zêdetirî 50 welatan 'Fîloya Sumûd a Cîhanî' hat avakirin. Keştiyên vê fîloyê yên ku ji bo seferê ji Spanyayê bi rê ketibûn û yên ku li Îtalyayê amade bûbûn, li Bendera Siracusayê ya li Girava Sîcîlyayê gihîştin hev.
Keştiyên ku bi alayên Fîlîstînê û bi nexşên taybet hatibûn xemilandin, li beravê ji aliyê alîgirên Fîlîstînê ve bi dirûşmên 'Fîlîstîna Azad' hatin pêşwazîkirin.
Piştî gihîştina keştiyan, bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl civîneke çapemeniyê ya vekirî hat lidarxistin.
Nûnerên saziyên sivîl di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin Fîlîstîn û Xezeyê; her wiha diyar kirin ku ji ber ku dorpêça Îsraîlê hîn jî berdewam dike û şert û mercên li Xezeyê neguherîne, ew wekî Fîloya Sumûd a Cîhanî cara duyem ber bi Xezeyê ve bi rê ketine.
Rayedarê bankaya Îtalî 'Banca Etica'yê Francesco Carfi jî di daxuyaniyê de cih girt û anî ziman ku wan wekî banka ji bo vê mîsyona Fîloya Sumûd kampanyayek dane destpêkirin û heta niha 11 hezar euro kom kirine.




