Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Lêkolînên Dêrsimê (DAM) derbarê 84 saliya Qetlîama Dêrsimê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. DAMê wiha gotiye: “Terteleya Dêrsimê ya di dîroka me ya nêz de weke ‘Qetlîama 38ê’ hatiye binavkirin, ji bilî parastina statuyê ya wî gelî ne tiştekî din bû ku bi sedsalan serbixwe jiyan kiriye.”
DAMê her weha li ser hesabê xwe yê Twitterê bang kiriye ku ew ê li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 20.30 deqîqeyan de li ser Twitterê bi gotina “Em ji bo Terteleya Dêrsimê li Twitterê ne” kampanyayekê li dar bixin.
"Dêrsim weke keleha dawî didîtin"
Daxuyaniya DAMê ya ku di rojnameya Dersimê de hatiye weşandin wiha ye:
"Dêrsim, weke pirsgirêkeke ku nehatiye çareserkirin ji dema Împaratoriya Osmaniyan ji bo Komara Tirkiyeyê mabû. Komara ku wê nû bihata avakirin soza tiştên nû û mafê naskirinê dabû gelan lê ev pêk neanîbû. Nûnerên gelên Kurdistanê bi vê hêviyê beşdarî şerî bûbûn û di nava kadroyên avakar ên dewleta nû de cih girtibûn. Lewma dewleta ku nû dihate avakirin wê biba dewleta hevpar a tirkan û kurdan. Lê piştî Lozanê we sazên ku dabûn jibîr kirin. Kesên îtiraz kirin jî an sirgun kirin an jî dar ve kirin.
"Gelê Kurdistanê xapandina kirine qebûl nekir. Ew daxwaza statuyê ya li Koçgiriyê anîn ziman, Şêx Seîd, Agirî û Zîlan di serî de li gelek devaran dewam kir. Lê hemû têkoşîna kurdan a heq û hiqûqê weke 'serhildan' binav kirin û bi tundî çewisandin. Ji ber ku Dêrsima ji dema Osmaniyan û heta wê çaxê otonom bû weke 'keleha dawî' dihate kirin, rastî tundtarîn terorê han; bi biryara Lijneya Wezîran a di 4ê Gulana 1937ê de, li vê keleha dawî qirkirineke wiha hate kirin ku li cîhanê yeke din weke wê kêm hatiye kirin.
“Terteleya Dêrsimê ya di dîroka me ya nêz de weke ‘Qetlîama 38ê’ hatiye binavkirin, ji bilî parastina statuyê ya wî gelî ne tiştekî din bû ku bi sedsalan serbixwe jiyan kiriye. Lê bi qetlîam û sirgunkirinê bersiva vê daxwaza mirovî dan. Ew kevneşopiya ku ji 38an û vir ve hatiye wergirtin, îro jî bi versiyonên nû yên polîtîk dewam dike. Di ser re 84 sal derbas bû lê hîna jî înkarkirin û asîmîlasyon bi hemû hêlên xwe dewam dike. Sîstema îro bi referansên dahatûyê kar dike. Dema mijar dibe daxwazên gelê kurd partiyên Enqereyê yekser kirasê ‘netewî’ li xwe dikin. Hîna hurmetê nîşanî zimanê me, baweriya me û erdnîgariya me nadin. Dema mafên herî bingehîn ên welatiyê yên gelê me dibe mijar bi gotineke weke ‘payîdariya dewletê’ ya neberbiçav tên pêşberî me. Ew nirxên ku dih ji bo mirovên me kiribûn sûc îro jî ji bo me kirine sûc.
“Çiqas mirov qetil kirin?”
“Qedexeyên li ser zimanê me, baweriya me û erdnîgariya me hîna dewam dikin. Em ê dest ji wî tiştî bernedin ku di nava yekîtiyê de û bi rêya demokratî daxwazên xwe pêşkêş bikin. Ji bo dewlet bi van sûcen li ser xaka me hatine kirin re rûbirûbû bibe, wê hewldanên me dewam bikin. Ji bo Tirkiye bi rastî jî bibe welatekî aştî û azadiyê divê bi van hemû serboriyan re rûbirû bibe.
“Em ê dest jê bernedin ku li gorî giyanê çanda xwe ya kevnare tevbigerin û têkoşîna di rêya nirxên xwe de bikin. Ji ber wê em di 84 saliya Qirkirina Dêrsimê de careke din daxwazên gelê xwe ji civakê re aşkere dikin û dipirsin:
- Bila bi awayekî fermî were qebûlkirin ku di salên 1937 û 38an de li Dêrsimê qirkirinek hatiye kirin û ji bo aştiya me ya civakî rûbirû bibin.
- Bila bi awayekî fermî were aşkerekirin ku bê ka di dema Qirkirina Dêrsimê de çiqas mirov hatine kuştin.
- Bila di serî de aqûbeta zarokên piştî qetlîamê dane malbatên din, ya hemû kesên sirgunkirî were aşkerekirin.
- Seyîd Riza û kurê wî di serî de bila gorên hemû kesên hatine darvekirin aşkere bibin.
- Li şûna navê ‘Tunceliyê’ ya ku qirkirinê tîne bîra gelê me, ji bo navê ‘Dêrsimê’, navê kevnar ê erdnîgariya me were bikaranîn, bila guhertinên qanûnî werin kirin.
(AO/FD)