Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk yên Amedê bernameya xwe ya 15ê Gulanê aşkere kirin. Di bernameyê de ji pêşbirka bezê bigire heta pêşbirka helbestan ji dîwana dengbêjan bigire heta lîstika şanoyê ji panelê bigire heta meş û daxuyaniyê çalakiyên cûr bi cûr hene.
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di 2ê Gulanê de li Amedê bi diruşmeya “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” deklarasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin.
Di bernameyê de ji pêşbirka bezê bigire heta pêşbirka helbestan ji dîwana dengbêjan bigire heta lîstika şanoyê ji panelê bigire heta meş û daxuyaniyê çalakiyên cûr bi cûr hene.
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin.Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî.
Ji wê rojê ve 15ê Gulanê ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e. 15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" pîroz dikin.

Bernameya Amedê ya 15ê Gulanê wiha ye:
10ê Gulanê Yekşem
Pêşbirka Bezê (Bazdan)
Cih/ Dem: Destpêk ji Sumerparkê heta ber Deriyê Çiyê
Saet: 10:00
13ê Gulanê
Dîwana Dengbêjan
Cih/Dem : Mizgefta Mezin/Sûr
Saet : 15:00
15ê Gulanê
Meş û Daxuyanî
Şano: Moraşîn
ÇandAmed / 20:00
Cih/Dem : Ji DBP Oryil heta ber Azc Plaza
Saet: 17:00
16ê Gulanê
Kirmanckî û Edebîyat
Moderator: Ozlem Baran
Beşdar: Cemîle Tûrhalli, Mihemed Kurdî
Cih/ Dem : Parka Eyşe Şanê
Saet : 19:00
16-17ê Gulanê Şemî û Yekşem
Konên Çalakiyên 15ê Gulanê
(Çalakiyên zarok, jin, ciwanan)
Cih/Dem: Sumerpark
Saet: 12:00- 18:00
23ê Gulanê Şemî
Panel: Pênûsên Ciwan Ên Romana Ciwan
Moderator: Dîlawer Zeraq
Beşdar : Bêrîvan Karatorak, Ciwan Serhedyan
Cih/ Dem: Eywana Alî Emîrî
Saet : 14:00
24ê Gulanê Yekşem
Pêşbirka Xwendina Helbestan
Cih/ Dem: Eywana Alî Emîrî Şaredariya Bajarê Mezin
Saet : 14:00
(AY)

