Li Îzmîrê 33 pisîk hatine kuştin
Li Bucaya Îzmîrê piştî lêkolîna ku li ser parvekirinên medyaya civakî hat kirin, li ser Kolana Adnan Kahveci di nav konteynirên çopê de 33 çêlikên pisîkan ên mirî hatin dîtin.
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê li ser mijarê daxuyaniyek da û weha got:
“Piştî parvekirinên li ser hin hesabên medyaya civakî yên derbarê dîtina hejmareke zêde ya pisîkên mirî li ser Kolana Adnan Kahveci, ji bo agahdarkirina rast a raya giştî pêwîstî bi daxuyaniyekê hat dîtin. Di lêkolînên ku ji aliyê tîmên li ser îxbarê çûne cihê bûyerê de hat tespîtkirin ku li ser kolanê, di nav konteynirên çopê de bi giştî 33 pisîkên mirî ên mezin û piçûk hatine dîtin.
Derbarê bûyerê de, ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên li Dijî Jîngeh, Avahîsazî, Daristan û Ajalan a Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve di çarçoveya "Muxalefeta li dijî Yasaya Parastina Ajalan a Hejmar 5199an" de yekser lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo ronîkirina hemû aliyên bûyerê û tespîtkirina berpirsyaran, xebat bi hûrgilî û baldarî berdewam dikin.”
(Mİ/AY)