Serokê CHPê Ozel ber bi Meclisê dest bi meşê kir: “Em ji vê rê venagerin”
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, di dema meşa xwe ya ji Navenda Giştî ya CHPê ber bi Meclîsê ve, ji Ajansa Nûçeyan a ANKAyê re axivî.
Polîsan midaxele li Navenda Giştî ya CHPê kir: Ozel û partiyî ji avahiyê derketin
Ozel piştî midaxaleya polîsan a li ser Navenda Giştî ya CHPê ya di saet derdora 14:20an de, saet di 15:40an de li ber avahiyê daxuyaniyek da û piştê re tevî endamên partiyê ber bi Meclisê dest bi meşê kir.
Serokê CHPê Ozel weha got:
“Roja ku Partiya Gel a Komarî (CHP) hate avakirin, navendeke wê ya giştî tunebû. Di konan de hate avakirin, ramanên wê li qadên şer geş bûn. Piştre odeyeke li Parlamentoyê weke cihê navenda giştî bû. Li Tirkiyeyê 83 odeyên min ên meqamî hene. Min yek ji wan li pey xwe hişt; ji bo kesên ku çavê wan pê têr nabe û tewş û tehl in… Yek ji wan li Meclisê ye û ez ber bi wê ve dimeşim. 81 odeyên min jî li Edirne, Meletî, Antalya, Manisa, Rize, Şirnex û Colemêrgê ne."
CHPê ji bo biryara “betalbûna mitleq” serî li Dadgeha Bilind da
"Ji bo serkeftinê avahî hewce nake. Her kesê ku avahiya wî heye, serkeftî nabe. Ji bo serkeftinê wêrekî divê, têkoşîn divê, daxwaz û biryardarî divê. Ew jî li cem me heye. Ji ber ku em hînî windakirinê nebûne û em windakirinê red dikin, em di hedefê de ne. Ev buxtan, ji bo ku em desthilatê neguhêrin tê kirin. Ji ber wê jî ji vir şûn de hîç niyeteke me ya windakirinê tuneye.”
🔴 CHP lideri Özel, Meclis’e yürüyor: "Biz bu yoldan dönmeyiz"
— bianet (@bianet_org) May 24, 2026
🗣️ “Bundan sonra da sokakta, meydanda Türkiye siyasi tarihinin en büyük yürüyüşünü, en büyük kampanyasını gerçekleştireceğiz.”https://t.co/uCLIRW3qFJ pic.twitter.com/FOMu1z6jDU
“Bi rûniştina di avahiyê de serkeftin nayê bi dest xistin”
“Dema me serkeftina herî dawî ya hilbijartinê bi dest xist û piştî 47 salan partî kir partiya yekem, em di avahiyê de rûneniştibûn. Bi rûniştina di avahiyê de serkeftin nayê bi dest xistin. Em li kolanan bûn, me gel hembêz kir, me qad dagirtin û me serkeftin wisa bi dest xist. Ji vir şûn de jî em ê li kolan û qadan, meşa herî mezin û kampanya herî berfireh a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê li dar bixin. Em ê bînin ziman ka em ê çawa rûyê vê neteweya mexdûr û mezlûm bikenînin."
Ji bo CHPê biryara "betalbûna mitleq" hat dayîn
"Hûn wesayîtan dibînin, hezkirin û eleqeya her wesayîteke ku diçe û tê… Ev dengên ku em dibihîzin, dengê hêviyê ne. Ev kesên ku bangî me dikin, dizanin ku hêviya Tirkiyeyê di Partiya Gel a Komarî (CHP) de ye. Ez ji vê rê venagerim, em ji vê rêyê venagerin. Em ê tev bi hev re bimeşin, em ê tev bi hev re bi ser bikevin.”
(VC/AY)