Cîgira Serokê Meclisê û endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bicive dê sibê biçe Girava Îmraliyê.
Şandeyê herî dawî di 16ê Sibatê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
Agahiya hevdîtina sibê ji aliyê berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ve hate dayîn.
Ayşegul Doganê di civîna çapemeniyê a li navenda partiya xwe de diyar kir ku divê şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê guherandin û ev tişt gotin:
“Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye. Divê karibe bi hemû kesan re bikeve tekiliyê û dan û standinan bike. Birêz Ocalan ne tenê serokê PKKê ye di heman demê de Serokê bi milyonan kesan e. Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan bên başkirin. Şandeya me jî sibe dê biçe Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin bike. Ev hevdîtin ji aliyê nevaroke ve jî girîng e. Peyama di Newrozê de derketinê, çerçoveya qanûnî. Ew hemû mijarên girîng in.”
(AB/AY)
