Zanîngeha Bilgiyê bi îmzeya Erdoğan hat girtin
Erdogan, bi Biryara Serokkomariyê ya ku di Rojnameya Fermî ya di 22ê Gulana 2026an de hat weşandin de, destûra xebatê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê ku berê qeyûm ji bo weqfa wê ya damezirîner re hatibû wezifedar kirin, betal kir û zanîngeh girt.

Hêceta biryara girtinê
Biryar, li gorî xala 11emîn a pêvekirî ya Qanûna Xwendina Bilind a bi hejmar 2547an hatiye girtin. Ev xal, betalkirina destûra xebatê ya wan zanîngehên weqfan ên ku qeyûm ji bo weqfa wan a damezirîner re hatibû wezifedar kirin, ferz dike.
Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, di sala 2019an de derbasî bin banê Can Holdingê bûbû. Di 11ê Îlona 2025an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê ve li dijî Can Holdingê bi îddiyayên "avakirina rêxistina sûc", "şuştina pereyên reş", "qaçaxçîtî" û "sextekarî" operasyoneke mezin hatibû destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de rêveberên holdingê hatin girtin û dest danîn ser 121 şirketên girêdayî holdingê ku di nav wan de Haberturk, Show TV, Koleja Dogayê û Zanîngeha Bilgiyê jî hebûn. Piştî ku bi biryara dadgehê qeyûm ji bo Weqfa Perwerde û Çandê ya Bilgiyê ku weqfa damezirîner a zanîngehê ye hat wezifedar kirin, li gorî prosedûra qanûnî, îro biryara dawî ya girtinê hat dayîn.
Lêpirsîna Can Holdingê: Tekdag jî di nav de 11 kes hatin girtin
Dê rewşa xwendekar û mezûnan çi bibe?
Li gorî mevzuata saziyên xwendina bilind a weqfan, xwendekar û arşîva wan zanîngehên ku destûra wan a xebatê hatiye betalkirin, ji bo "zanîngeha garantor" a ku parastina qanûnî ya saziyê girtiye ser xwe, tên veguhastin. Saziya garantor a Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, Zanîngeha Hunerên Bedew a Mimar Sinanê (MSGSU) ye.
Di çarçoveya mevzuatê de ji aliyê teknîkî ve mafên perwerdeyê yên xwendekarên ku hê dixwînin ango aktîf dikeve bin ewlehiya dewletê. Piştî pêvajoya veguhastina qanûnî, divê xwendekar di banê MSGSUyê de berdewamiyê bidin perwerdeya xwe; bi mercê ku mafên wan ên heyî, krediyên wan û şertên xercên ku pê ve girêdayî ne werin parastin.
Li dijî Can Holdingê operasyon: Dest danîn ser Show TV û Haberturkê
Salnameya akademîk û hûrgiliyên derbaskirinê yên vê pêvajoyê, piştî ku ji aliyê Lijneya Xwendina Bilind (YOK) ve hatin zelalkirin, dê ji raya giştî re werin ragihandin.
Rewşa kadroya akademîk a zanîngehê
Derbeya herî giran a girtina zanîngehê, di serî de kadroyê akademîk, karmendên zanîngehê dixwin. Ji ber ku ji aliyê qanûnî ve mafê karmendên Zanîngeha Weqfê nîne ku rasterast derbasî kadroyê dewletê bibin, peymanên kar ên kadroyê akademîk û îdarî yê heyî dê ji aliyê qanûnî ve bi dawî bibin.
(AEK/AY)