Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), di çerçoveya bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê bi jinan re civînek li dar xist.
Di bernameyê de pankarta li ser, “Jinên azad bi ziman û çanda xwe dîroka gelan diparêzin û ji nû ve ava dikin” dinivisî hat daliqandin. Bi boneya Roja Dayikan jin bi zarokên xwe ve tevlî bernameyê bûn û li ser girîngiya ziman gotûbêj kirin.

Şaredariya Amedê Cejna Zimanê Kurdî wê bi çalakiyên cihêreng pîroz bike
Li gorî nûçeya Ajansa Welat di bernameyê de Hevseroka ANKA-DERê Ferîde Akturan axivî û Cejna Zimanê Kurdî û Roja Dayikan li jinan pîroz kir û wiha got:
“Em li vir xebatên ziman dikin. Em bi hatina we pir kêfxweşin. Polên me yên zarok û mezinan jî hene. Ew der mala we ye. Ziman ji bo me hemûyan pêwistiyeke bingehîn e. Zimanê me bi sedan sal in di bin destan de ye. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin.”

Li Mêrdînê bernameya 15ê Gulanê aşkere bû
Piştî axaftinê zarokan danasîna peyvên Kurdî kirin û helbest xwendin. Piştre jî bername bi stranên Koma Jinên Anatoliyayê ve berdewam kir. Koma Jinên Anatoliyayê bi stranên xwe beşdaran coşandin û jinên beşdar bibûn jî demên xweş derbas kirin. Jinan di bernameyê de dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” berz kirin. Bername bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.
Girîngiya 15ê Gulanê ji bo kurdî
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin.Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî.
Ji wê rojê ve 15ê Gulanê ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e. 15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" pîroz dikin.
(AY)

