Li Gimgimê nobeta JESê di roja 12an de berdewam dike
Li sînorên gundê Xarikê yê navçeya Gimgima Mûşê, şîrketa bi navê IGNIS H2 Enerji Uretim A.Ş. ya navenda wê li Amerîkayê ye, plan dike ku di 20ê Gulanê de di çarçoveya projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) de vedana yekem a sondajê bide destpêkirin.
Li dijî vê projeya ku dê bandoreke neyînî li herî kêm 16 gundan bike, nobeta konan a ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Vartoyê hatibû destpêkirin, di roja 12an de berdewam dike.
Li Gimgimê nobeta li dijî JESê didome: Sondaja yekem wê di 20ê Gulanê de bê vedan
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li qada nobetê pankartên bi nivîsên “Kedê nexwe, xwezayê têk nebe” û “No hard mîrasê kal û bavikan o. Bavokê ameyoxî yo, JES newazenîme” hatin daliqandin.
Di nava rojê de serdanên piştgiriyê dê berdewam bikin û şêniyên gundên din ên ku dê ji projeyê bandor bibin, nobeta konan dewr girtin.
Li Gimgim û Kanîreşê gundên ku li ber JESê ketine

Gimgim
Gundên ku li Gimgimê li ber JESê bikevin ev in: Tanzik, Tatan , Hemug , Çorsan, Xarikê, mezraya Dewreşêlî, Qasiman, Ameran, Zengena, Mengel, Kuzik, Civarkan, Caneseran, Xaşxaş, Uskira, Şorik, Şeman , Gadizan, Badan.
Kanîreş
Li gundên Qerxabazar, Aynik, Lîcik, Şorik, Çêrmûk û Siqavêlan ên navçeya Kanîreşa Çewlîgê, ji aliyê Şîrketa Anonîm a IGNIS H2 ya ku navenda wê li Amerîkayê ye ve, di çarçoveya xebatên “Lêgerîna Çavkaniyên Enerjiya Jeotermal” de tê plankirin ku bi kêmanî 25 bîrên sondajê werin vekirin. Şîrketa ku di 3ê Cotmeha 2025an de pêvajoya ÇEDê (Nirxandina Bandora li ser Jîngehê) dabû destpêkirin, di 1ê Nîsanê de bersiva erênî wergirt. Li dijî rapora “ÇED guncaw e” welatiyên herêmê amadehiya vekirina dozê dike.
Derbarê Ignis H2ê de
Şîrketa Ignis H2 Energy di sala 2021an de hatiye avakirin û navenda wê ya sereke li Houstonê (DYA) ye. Ev şîrket bi piştgiriya binesaziya Geolog International kar dike û di warê lêgerîn, sondaj û pêşxistina enerjiya jeotermal de pispor e.
Li Tirkiyeyê, bi taybetî li herêmên wekî Kanîreş-Yedisûyê (Çewlig) û Gimgimê (Mûş) projeyên santralên jeotermal birêve dibe. Armanca fîrmayê ew e ku bi tecrûbeya xwe ya ji sektora petrol û gazê girtiye, enerjiya jeotermal wekî çavkaniyeke bingehîn a enerjiya paqij bikar bîne. Şîrket li Tirkiyeyê (bi buroya xwe ya Îzmîrê re), li Ewropa û li seranserê cîhanê projeyên enerjiya domdar pêş dixe.
(TY/AY)