Esnafek li ber Behra Wanê: Bila êdî gelê me ji bo betlanê bên vir
Di van salên dawiyê de êdî gelek kes ji Amed, Şirnex, Êlih, Colemêrg û Sêrtê diçin li Wanê li ber Behrê bi rojan konên xwe vedidin û betlaneyê dikin.
Bêguman bandora vê trafîka heyî ji meha Hezîranê heta dawiya meha Îlonê jî didome. Têkildarî mijarê îsmet Tokçayê ku ji 10 salan zêdetire li gundê Ayanis ê li ber keviya Behrê esnaftiyê dike bi bianet kurdiyê re axivî.
Têkildarî mijarê İsmet Tokça da zanîn ku ji Amed, Mêrdînê heta Ewropa, Polonya, Amerîkayê heta niha bi sedan kes tên betlaneya xwe li vir dikin û diçin.

Di berdewama axaftina xwe îsmet Tokça banga xwe ji gel re kir û wiha got: “Miletê me di cihê ku her mehên havînê de diçe Bodrûm, Antalya, Stenbolê bila berê xwe bidin ber Behra Wanê. Behra Wanê gelek xweş e û li dinyayê ka wek vê Behrê tine ye.”

(WT/AY)
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir