İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Nûçeyên di kategoriya
NÛÇE
ê de
Li Erzîrom û Erdexanê berf barî
Li herêmên bilind ên bajarên Erzîrom û Erdexanê şeva borî piştî barana gur berf barî.
Îro 11:21
PENa Kurd dê li Amedê konferanseke li dar bixe
PENa Kurd di 6ê Mijdarê de bi tevlibûna gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û siyasetmedaran li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar dixe. Konferans dê 2 rojan berdewam bike.
Îro 08:26
Bakirhan li Kandirayê, Hatimogullari Edîrneyê daxûyanî dan
Hevserokên DEM Partiyê, di 10emîn salvegera girtina wan de, li Girtîgeha Edirneyê serdana Selahedîn Demîrtaş û li Girtîgeha Kandırayê jî serdana Fîgen Yuksekdagê kirin.
4 Mijdar 2026
Selahattîn Demîrtaş: Çareseriyeke ku piştgiriya civakî xurt neke, bi zehmetî dikare mayînde be
“Pêwîst e tirs û bêbaweriya rabirdûyê were derbaskirin, hêviyên civakê yên ji bo paşerojê werin mezinkirin û piştgiriya civakî bê xurtkirin. Ji ber ku tenê aktorên pêvajoyê nikarin aştiyê ava bikin, loma divê civak jî bibe xwedî û bingeha aştiyê.”
4 Mijdar 2026
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê li Mêrdînê hat desteserkirin
Rojnameger Haşîm Abak û du kesên pê re li ser Rêya Armûşa Mêrdînê di wesayîtê de, hatin desteserkirin.
4 Mijdar 2026
Zanîngeha Rojava: Biryarên Wezareta Xwendinê a Sûriyeyê ji rastiya herêmê dûr in
Meclisa Zanîngeha Rojava derbarê rewşa zanîngehê û pêvajoya perwerdeya bi kurdî de daxuyaniyek da. Her weha li seranserê Rojavayê, ji bo şermezarkirina qedexekirin ango sînordarkirina zimanê Kurdî bangên xwenîşandan û çalakiyan hatin kirin.
2 Mijdar 2026
Dayikên Aştiyê yên ji bajarên cûda bi rê ketibûn gihiştin Enqereyê
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ji bo pêvajoya aşitiyê, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirinên mafan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji 24 bajarên cûda berbi Enqereyê bi rê ketibûn. Dayîkên Aştiyê li Parka Meclîsê daxûyanî dan.
2 Mijdar 2026
Endamên meclisa şaredariyê yên bi ‘Lihevkirina Bajêr” hatibûn hilbijartin derbasî DEM Partiyê bûn
Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ragihand ku daxwaza tevlîbûnê ya endamên li Stenbol û Mêrsînê li gorî MYKya wan guncaw e.
2 Mijdar 2026
Li Londonê di çalakiya piştevaniyê ya ji bo Filistinê de 325 kes hatin desteserkirin
Li ber Balyozxaneya DYAyê ji bo piştevaniya Palestine Actionê ku li Îngiltereyê hatiye qedexekirin xwepêşandanek hat li dar xistin. Di xwepêşandanê de 325 kes hatin desteserkirin.
2 Mijdar 2026
Sancar: Ocalan çûye cihê xwe yê nû
Endamê Şandeya Îmralî yê DEM Partiyê Mîthat Sancar got, “Birêz Ocalan derbasî cihê xwe yê nû yê li Îmraliyê bûye. Qebûlkirina Birêz Ocalan a çûna wir, pêwîste pêvajoyê bilezîne.”
2 Mijdar 2026
Encamên hilbijartinên Îsraîlê aşkere bûn
Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Îsraîlê encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoyê aşkere kirin. Li gorî encaman, eniya Netanyahu 53 kursî bidest xistiye. Eniya Netanyahu di qonaxa borî ya parlamentoyê de xwediyê 68 kursiyan bû.
30 Cotmeh 2026
Sûriyeyê ji bo zanîngehên Rojava û Kobaniyê biryarên nû da
Desteya Xwendina Bilind a Sûriyeyê biryar da ku Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Feratê ve û Zanîngeha Kobaniyê jî bi Zanîngeha Helebê ve bên girêdan.
28 Cotmeh 2026
RTUKê ceza li Sozcu TV û KOZA TVyê birî
Endamê RTUKê Tuncay Keser ê ku bertek nîşanî biryarê da û got, “Astengkirina malperan û cezakirina li dû hev a televîzyonan, mafê gel ê wergertina agahiyan û azadiya çapemenî û derbirînê tengav dike. Cezakirina nêrînên di bernameyan de li dijî prensîba piralîbûnê ye.”
28 Cotmeh 2026
Dayîka Îpek Erê: Heta Mûsa O. bê girtin, ez ê dengê xwe bilind bikim
Dayika Îpek Er, Hikmet Kilinç, diyar kir ku ew ê li dijî beraeta Musa O. dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernede.
28 Cotmeh 2026
Encamên destpêkê yên hilbijartinên Îsraîlê
Li gorî encamên destpêkê Netanyahu 51 kursî, bereya Eisenkot a mixalefetê 51 kursî û lîsteyên Ereban jî 19 kursî bi dest xistine.
28 Cotmeh 2026
Li dijî Şaredariya Bakirkoyê operasyon
Di çarçoveya operasyona li dijî Şaredariya Bakirkoyê de ji bo 68 kesan biryara desteserkirinê hate dayîn. Her weha di nava wan de cîgirên serokê şaredariyê û endamên meclisa şaredariyê jî hene.
27 Cotmeh 2026
Plana 11 xalî ya Lîsteya Xwendekaran a Sirbistanê dê bibe bernameya hikûmetê
Li Sirbistanê Lîsteya Xwendekaran di hilbijartinên 25ê Cotmehê de bi ser ket. Lîsteya Xwendekaran amadekariyan dike ku li welat bernameya xwe 11 xalî pêk bîne. Sê eksenên sereke ên bernameyê hene: Têkoşîna li dijî gendeliyê, têkoşîna li dijî partîgeriya di nav saziyên dewletê de, ewlehiya karkirinê û mafên civakî.
27 Cotmeh 2026
Girtiyê nexweş Abdullah Tirpan koça dawî kir
Girtiyê nexweş Abdullah Tirpanê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Çam û Sakurayê ya Başakşehîra Stenbolê dihat dermankirin koça dawî kir.
26 Cotmeh 2026
Mûsa O., di doza Îpek Erê de beraet kir
Mûsa O. di 16ê Tîrmeha 2020an de hatibû desteserkirin û piştre ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
26 Cotmeh 2026
Di hilbijartinên Sirbistanê de Lîsteya Xwendekaran bi ser ket
Serkeftina Lîsteya Xwendekaran nîşan dide ku xelkê Sırbistanê dixwaze guhertin çêbibe. Lêbelê birêvebirina hikûmetê ji serkeftina hilbijartinê zihmetir e û berpirsiyariyeke berfireh û siyasî dixwaze.
26 Cotmeh 2026
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Umît Kocasakal bû serokê nû yê Baroya Stenbolê
Hilbijartina ku di bin çavdêriya Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de hate kirin û 172 sindoq hatin danîn. 68 hezar û 469 parêzer di baroyê de tomarkirî ne û ji wan 30 hezar û 36 kesan deng bikar anîn.
26 Cotmeh 2026
Li Amedê berxwedana li dijî projeya GESê: Welatiyan dest bi nobetê kirin
Li gundê Arzoxliya Amedê, şêniyên ku li ber santrala enerjiya rojê radibin ku tê plankirin bê çêkirin, diyar kirin ku Cendirme nahêlin ew biçin nava zeviyên xwe, lewma dest bi çalakiya nobetê kirine.
22 Cotmeh 2026
Seydayê Cegerxwîn 42 sal berê koça dawî kir
Di ser koça dawî ya nivîskar û helbestvanê Kurd ê mezin Cegerxwîn re 42 sal derbas bûn. Seydayê Cegerxwîn beriya niha bi 42 salan, 22ê Cotmeha 1984an li paytexta Swêdê li Stockholmê koça dawî kir.
22 Cotmeh 2026
Hevserokê MATUHAYDERê Mehmet Zekî Kiliç koça dawî kir
Hevserokê MATUHAYDERê Mehmet Zekî Kiliç li Stenbolê koça dawî kir. Kiliç demek bû ji ber nexweşiya penceşerê dihat dermankirin.
22 Cotmeh 2026
Hesabê Xê yê Yenî Yaşamê hat astengkirin
Serokatiya Ewlehiya Sîberê hesabê Xê yê Rojnameya Yenî Yaşamê li Tirkiyeyê asteng kir. Rojname dê li ser navnîşana https://x.com/yeniyasamnews6 parvekirinan bike.
21 Cotmeh 2026
10emîn Festîvala Belgefîlman a FîmAmedê taloq bû
Komîteya Amadekar a 10emîn Festîvala Belgefîlman a Amedê diyar kir ku wan ji ber pirsgirêkên teknîkî û aborî festîval taloqî sala 2027an kiriye.
20 Cotmeh 2026
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Di Deryaya Egeyê de yek jê zarok 12 penaber mirin
Li peravên Girava Midillî û Sisamê, di encama binavbûna du keştiyên penaberan de 12 kes mirin. Yek ji wan zarok bûye. Keştî di dema midaxeleya Hêzên Ewlekariya Qeraxan ên Yewnanistanê de serobino bûye.
20 Cotmeh 2026
Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon hat kirin: Şaredar jî di nav de 35 kes hatin desteserkirin
Li Mûglayê di çarçoveya bi îdiayên “bertîl” û “gendeliya di îhaleyan de” li dijî Şaredariya Navçeya Mîlasê operasyonek hate lidarxistin.
20 Cotmeh 2026
Rojnameger Murat Agirel jî di nav de 15 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de 15 kes hatibûn desteserkirin. Omer Sarıgul, Aylin Kotil û rojnameger Murat Agirel jî di nav de 15 hatin girtin.
20 Cotmeh 2026
Fransa: Macron qedexeya derketina derve ragihand; sendîkayan ji bo 24ê Cotmehê û 5ê Mijdarê bang kirin
Li Fransayê bi sed hezaran kes beşdarî xwenîşandanên 17ê Cotmehê bûn. Rêveberiya Macron hewl dide bi dîmenên tundkariyê yên di medyayê de serê van xwenîşandanan bi nixumîne. Rêveberiyê piştî ku protesto nesekinîn li Lille, Parîs, Lyon û Nice’ê derketina kolanan da qedexekirin ku xwendekar li malê asê bimîne û dernekevin derve.
20 Cotmeh 2026
Ozgul Sakiyê li Metrîsê serdana girtiyên LGBTÎ+ kir: Hevgirtin wan bihêztir dike
Parlementera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakiyê, li Girtîgeha Metrîsê serdana LGBTÎ+yên ku di operasyonên “Malbata min di ewlehiyê de ye” de hatibûn girtin, kir. Sakiyê diyar kir ku mercên girtîgehê yên girtiyan li gorî rojên destpêkê baş bûne, lê daxwazên wan ên berdanê nehatine qebûlkirin.
19 Cotmeh 2026
Şaredariyên DEM Partiyê ji bo zimanê kurdî wê serî li wezaretê bidin
Desteya Rêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê ji bo zimanê kurdî giştînameyek ji şaredariyên xwe re şand. Li gorî giştînameyê dê ji bo damezirandina daîre û mudiriyetên kurdî li şaredariyan, serlêdan li wezaretê bê kirin.
19 Cotmeh 2026
1
2
3
4
5
...
10
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver