Rûpoşên herî kevn ên têne zanîn 9000 salî ne. Ew li Musée "Bible et Terre Sainte" (Parîs) û Muzeya İsraîlê tê pêşandan. Li gorî agahiyên ku ji şopên şikefta Paleolîtîk hatine girtin, rûpoşên ji vê dîrokek kevntir hene, lê li gorî texmînan ti şop ji wan nemane. Lewre ew ji malzemeyên organîk ên wekî çerm, giyayi an dar hatine çêkirîn. Rûpoşên ku li seranserê cîhanê xwedan bîreke hevpar in, hem bi rîtuelî û hem jî di kevneşopiyên cûrbecûr ên şanoyê de ji bo parastina ji faktorên derveyî (bi gelemperî di derheqê tenduristiyê de), an veşartina nasnameyê têne bikar anîn.
Rûpoş-Persona-Hemwelatîbûn
Li Antîk-Romayê, peyva “rûpoş” tê wateya "persona", lê di heman demê de di wateya hemwelatiya Romayê de ye, hemwelatiya ku kamil e. Hemwelatiyan, rûpoşên mirinê yên bav û kalên xwe ji mûmê çêkirin û ew li "lararium" ( perestgeha malbatê de) hilandin. Lîstikvan van rûpoşan li cenazeyan wekî objeyek rîtualî li xwe kirin û têkiliyek di navbera rola rûpoşê ya di şanoyê û ritüelê de hate danîn.
(g.1.: Theatrical masks of Tragedy and Comedy. Mosaic, Roman mosaic, 2nd century AD)
Li Rojavayê Afrîkayê, hîn jî bawer dikin ku di peywendiya bi hêzên derxwezayî re fonksiyoneke navbeynkariyê ya rûpoşê heye. Hosteyên ku perwerdehiya xwe qedandine ev rûpoş çêkirine. Di nava malbatan de kolandina maskan û ragihandina wê ji nifşên pişt xwe re, weke kevneşopiyekê dewam kiriye. Di civakên eşîrî de ev weke hunerekê hatiye qebûlkirin û him jî ji ber ku zanîna civakî û manewî berbiçav dike, rêz jê re tê girtin. Her çend ev rûpoş jinan temsîl dikin lê tenê mêr li xwe dikin.
Nakokiya di navbera komedî û trajediyê de
Li Ewropayê, di destpêkê de ji bo sembolîzekirina xwedayan an jî tiştên derxwezayî dihatin bikaranîn. Bi derketina Xirîstiyaniyê re, hema hema wateya xwe wenda kiriye. Dema olên yekxwedayî derketin, hin tez bi wan re peyda bûne ku xweda lanet kirine. Van tezan rûpoş ne weke semboleke olî, lê weke semboleke teatral nîşan dane. Di şanoyên Ewropî de, lîstikvanên ku Xwedê temsîl dikin, bi gelemperî bi rûpoşên zêr an zêrkirî xwe xemilandine. Wêneyên rûpoşan ên "Komedî û Trajedî"yê yên li kêleka hev hatine danîn, bûne sembola huneran û nemaze jî ya şanoyê. Du qutbên dijberî hev, mîna qencî û "bedewiya îdealîzekirî" li hemberî “xirabî û zaliman hatine danîn. Di sedsala 15an de, ew bû ye mijara festîvalên li Roma û Venedîkê, ku ev festîval ji bo pêşxistina bajaran pêk dihatin. Ji van maskeyên herî navdar maskeyên Venedîkê ne. Kevneşopiya ku îro jî didome, balê dikişîne ser xwe.
Şanoya Gerîlayî li Amerîkayê
Mînaka dîroka maskê ya li Amerîkayê hinekî ecêb e. Koma “Şanoya Gerilayî” ya San Francisco Mime Troupe (SFMT) di sala 1959an de hate damezrandin. Têgeha “Şanoya Gerilayî” cara yekem Peter Berg, yek ji nivîskarên SFMTyê bikar aniye. Ev kom bi kadroyeke Marksîst derketiye rê, armanc dikir ku bi amûrên estetîkî tevkarî li guherîna civakî bike û bi pêşengiya şoreşê bike. Bandora dansa nûjen, mîmîka nûjen, Commedia dell'arte û Brechtî li wan bûye. Koma SFMT bi bikaranîna rûpoşê, muzîk û kuklayê derket kolanan da ku şanoya siyasî bikar bînin. Rûpoş bi taybetî di pêşandanên dansê yên li şanoya Amerîkî de hatin bikar anîn. Rûpoş di performansên dansan de ne bi qasî ya şanoyê, li ser dijberiyê hatiye avakirin. Maskên dansê bi danser/koreografên mîna Mary Wigman, ku ji rejîma Nazî reviya û koçî Amerîkayê kir, populer bûn.
art-izan.org/
Ji ber welatên Îslamî û şaristaniyên ku wan bandor lê kirine şanoyek wan a pêşkeftî nîne û drama Yewnanî nas nekirine, bandor li pêşketina rûpoşan jî kiriye. Sedema esasî ya vî tiştî xala bingehîn ya baweriya Îslamê ye ku ew jî “Xweda yek û nabe bi ti kesên din re were miqayesekirin”. Vê nehiştiye huner bipêş bikeve Sînorên li dijî hevjiyana mêr û jinan jî bandor lê kiriye. Bi heman awayî em dibînin ku rûpoş di şano û rîtûelên tirkan de jî pêş neketiye.
Doktorên webayê û maskeyên binikil
Zêdebûna serjimara bajaran û pêşketina pîşesaziyê bandor li bikaranîna rûpoşên bijîşkî li derveyî nexweşxaneyan jî kiriye. Di dema şewba webayê ya sedsala 17an de, bijîjkên Ewropî ji bo ku xwe nexweşî dûr bixin, maskên binikil, destmalên çerm û kincên dirêj li xwe kirine. Li gorî zanyariyan bijîşk Charles de Lorme cilûbergen webayê yên bi maskeya binikil cara pêşiyê bikar aniye. Bi gotina Lorme, ev cilûbergen ji "çakêtên ku şimaya bêhnxweş lê kirine, şalên ku bi pêlavê ve hatine girêdan, şewqe û destmalên çermê bizinê û rûpoşên binikil, berçavk, şivdareke alîkar" pêk tê. Bijîşk, nikile rûpoşî ji zêdetirî pêncî û pênc giha û tozî tijî dikin. Difikirin bi vî awayî berî ku hewa têkeve poz û pişikên wan -ji bo parastinê- dem ji wan re bimîne. Encam destnîşan dikin ku rûpoş, cilûberg û rêbazên wan li hember nexweşiyê ew zêde neparastine.
arkeofili.com
"Di binê vê maskê de ramanek heye; û fîşeng di ramanê re naçe! "
Ji xeynî van hemî wateyan, ew di heman demê de, ji bo veşartina nasnameyan jî hatine bikaranîn. Carinan kesên dijqanûnî ew wekî rêyek ji bo veşartina rû/nasnameya xwe ji mexdûr û polisan, hilbijartine. Carinan jî ji bo tawanbar li salonên dadgehan neyên naskirin, hatine bikaranîn. Ev rêbaz herî zêde di protestoyan de, bi şal an egalan pêk hatiye.
Rûpoşên Guy Fawkes navê wan ji bîranînên salane yên ku di 5ê Mijdarê de li Qraliyeta Yekbûyî pêk tên, digire. Maskeyên Guy Fawkes niha, koma Anonîm ya protestoyê bikar tîne.
Nimûneyek bêtir navdar ji fîlima “V for Vendetta” e.
Di pêşangeha "Maskeyên Diaxivin" de fîgurên civakî
Fotograf: MA
Pêşangeha hunermenda kurd a Iranî Beyan Behramî "Maskeyên Diaxivin" di Adara 2020an de li Amedê pêk hat. 12 rûpoş tê de bûn. Li gorî gotine hunermendê, her 12 maske çîrokek cihêreng nîşan didin: Dayikên aştiyê, welat, komkujiya xwezayê, evîn, hêvî, girtîgeh, aştî, asîman, Newroz û fîgurên şervanên jin bi rûpoşan nîşanî raya giştî dabû. Berhamî kartonên hêkan dikelîne, nîsk û benîştê tevlihev dike da ku hevîrê rûpoşan çêbibe. Di rûpoşan de bi piranî dayikên aştiyê ku çarike spî li xwe kiribûn hebûr.
Cemedana Kurdan bû rûpoşa covidê
Fotograf: Kurdistan24
Motîfa girîng a çanda kurdî, cemedan ji bo xwe ji serma, germ û tozê biparêzin tê bikar anîn. Dirûnkareki li Hewlêrê cemedanan veguhestiye rûpoşan da ku xwe ji vîrûsa koronayê biparêzin. Cemedan, rengên reş-spî û sor-spî yên Kurdan, eleqeyek mezin ji bo vê forma nû, ya ku wê di pêvajoya pandemiyê de bi dest xistiye, heye.
Li bajarê Nashville yê DYAyê, ku gelek kurd lê dijîn, şaredar John Cooper derbarê koronavîrusê de civîneke çapemeniyê li dar xistibû. Şaredar di civîne de rûpoşek dabû ber devê xwe ku ji ber ala Kurdistanê -ala rengin- hatibû çêkirin. (HC/FD)