Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gelek çavkanî dibêjin ku pêlavên herî kevn li Misrê hatine çêkirin. Li Misrê pêlav, şimik bûn ku ji binikek û du qayişan pêk hatibû. Şimik mînaka yekem a pêlavan e. Li Japonyayê ji bo şimaman "zori" an ji "geta" dibêjin. Topikek di şimikên Pers û Hindiyan de hebû. Slavî, ji bo çêkirina şimikan kulav tercîh kirine, Spanyolî ta bikar anîne. Li aliyê din Afrîkî, çermên rengîn û teşeyek navbera tiliyan bikar anîne. Di dema şaristaniyên Roman û Greka Kevn de asta wan şimikan bilindtir bû. Di Heyama Romayê de ji bo lingên rast û çep qalibên cuda hatine bikar anîn.
Pêlavên Romayê: Patten
Gava ku Împaratoriya Romayê bû du beşan, wargehên nû yên ku hatin damezrandin jiyanek xweş û luks pêşkêşî mirovan kirin. Pelaveke popüler hebû ku nave wê poulaine bû. Pozê wê dirêj bû, rûyê wê ji çerm û qadife, herîr û saten dihat çêkirin. Gava ku Poulaine di nava heriyê de lixwe dikirin, depînek bi navê patten li binî dixistin. Li Ewrûpayê di Serdema Navîn de, dema bavekî keça xwe dizewicand, ji bo desthilatdariya xwe ya li ser keçê radestî zavayî bike, merasîmeke pêlavan li dar dixist.
Tiliya şeşan a Charlesê XIIIan modelên pêlavan guhert
*shoes: their history in words and pictures- charlotte yue
Li Ewrûpayê, hem materyal hem jî modelên pêlavan bûne babetek ku statuya mirovan a aborî û civakî nîşan didin. Gava ku huner û zanist di dema Ronesansê de pêşve çûn, mirovan formen pêlaven jî guherandin. Li şûna Poulaine-ê, serdema pêlavên pozên wan fireh dest pê kir. Sedemek taybetî ya vê pêşveçûnê Qral Charlesê XIIIan bû. Lewre şeş tilîyên lingên we hebûn. Pozê van solan fireh û gilover, navîn û dawiya wan jî nizm bû. Navê wan “duck’s bill, bear’s pawn û cow’s mouth” bû. Di sedsala 16an de, "Chopin" li Venedîkê bû moda. Chopin çavkaniya xwe ji qabqabkên ku jinan di hemamên Osmaniyan de li xwe dikirin, bûn. Taybetmendiya herî balkêş a Chopinê ev bû ku binê wê 50 santîmetre bilind bû. Ew di nav jinên Venedîkî de bû sembolek statuyê û her weha di nexte keçên ciwan de hate danîn.
Pêlavên bikabok
*culturacolectiva.com
Pelavên bikabok, di destpêkê de ji bo pêdiviyan hatine çêkirin; li Misrê ji bo ku lingên qesaban nekevin nava xwîn û bermahiyên ajalan, ev pêlav çêkirine. Mongolan jî dema li hespan siwar dibûn, ji bo karê wan hêsantir bike û bikaribin lingên xwe bixin zengûyê ew cûre pêlav li xwe kirine. Cara pêşiyê Catherine de Mediciyê di sala 1533yan de ji bo daweta xwe pêlaveke bikabok li xwe kiriye ku cara yekem ji bilî pêdiviyan ji bo xeml û rewşê ev pêlav di vê demê de hatine bikaranîn. Catherine keça malbata navdar a Florens ya Mediciyan e. Vê malbatê dixwest ku keçên wan ên bejinkurt li dawetê dirêjtir xuya bikin. Pelavên ku kabokên wan 5 cm dirêj bûn piştî Catherineyê di daweta xwe de li xwe kir di nav jinan de belav bû.
Dilbijandina dîplomatîk
*A Kingdom of Images: French Prints in the Age of Louis XIV, 1660–1715
Pêlavên bikabok piştî demekê ji malan derketin û li qadên civakî hatin lixwekirin. Lê bi piranî mêran ew li derve li xwe dikirin. Hevnasîna Ewropayê bi van cure pêlavan bi saya îraniyan bûye. Di sala 1599an de Şah Abbas, Şahê Îraniyan heyeteke dîplomatîk şandiye Ewropayê. Abbasî dixwest ku Osmaniyan têk bibe û ji bo vê jî dixwest têkiliyê bi Rojavayiyan re deyne. Ev heyeta wî şandiye Îranê hiştiye ku mêrên ewropî pêlavên bikabok bibînin.
Li Ewropayê, merê yekem ku ji bo zirav û estetîkê pêlav li xwe kiriye Louisê XIVan e. Kabokên pêlavên wî 12 santîm bûne û navê Louisî êdî li wan kirine. Vê pêlavê li nava mêr û jinan deng vedaye. Kabokên wan sor bûn. Boyaxa sor hem biha bû û hem jî ew di wetaya şer de bû. Di sala 1661an de, Qralê Ingîlîzstan Charlesê IIan, di portreya xwe de pêlavên sor ên mîna Fransî li xwe kiriye. Di 1670an de, Louisê XIVan qedexe kir ku ji bilî endamên malbata qraliyetê ti kes van pêlavan li xwe nekin.
Pêlavên lotûsî
*By Marlene, Asia World Media Contributor
Li Çînê, kevneşopiya lingê lotûsî ji sedsala 10an heya sedsala 20an domiyaye. Li gorî vê kevneşopiyê, lingên keçan ji temenê biçûk ve bi paçikan dipêçandin û pêlavên biçûk ên hesinî li lingên wan dikirin. Li gorî vê nêrînê jinên lingên wan biçûk ên mîna kulîlkên lotusê xuya dikin, bedewtir in û bi vî rengî jin dikarin mêrekî baş bibînin. Ev kevneşopiya destwerdana laşî a zayendperest rêbazeke êşkence ye. Pir caran, hestiyê lingên jinan şikestine an ew bûne sedema birînan û heta jin êdî nikarin bi rehetî bimeşin. Di nava demê de jinên linglotûsî bûne weke nîşaneya “paqijiyê”. Ev cûre bikaranîn di sala 1912an de, bi kampanyayên ku jinan di sedsala bîstan de dimeşand, bi tevahî hatiye qedexekirin. Lêbelê, digel qedexeyê jî, demeke din jî domandine
Kilaşên Kurdan
Bi salan e li Herêma Hewramanê ya Kurdistanê pêlavên Kilaş bi destan têne çêkirin. Temenê wan bi qasî 5 salan e. Binê wan ji qumaş têne çêkirin. Lê ser wan jî ji tayên pembû yên stûr çêdibin. Ji bo cotek pêlavên zivistanê 17 metre qumaş tê bikar anîn û çêkirina wê bi qasî hefteyekê didome. Ew ji ber kedeke zêde jê re divê, zêde nayên çêkirin û teqlîdkirin. Çînî jî nekarin wê teqlîd bikin. Ji ber ku ji bo lingên rast û çep bi heman qalibê tê hilberandin, bi taybetî ji bo zarokên piçûk guncav e.
Filmê bi navê "El clásico" behsa van pêlavan kiriye. Helkewt Mistefa derhênerê vî filmî ye ku di filmî de Alan û Şîrwan, du birayên cûce (Wrya û Dana Ahmed), dixwazin cotek kilaş diyarî bidin futbolîst Ronaldoyî. Film behsa çîroka vê dike.
Pêlavek din a kevn a Kurdî Reşik e. Pêlavên Reşik xwedî dîrokek pir kevnar e û bi destan têne çêkirin. Ew ji mûyê bizinê tê honandin. Loma pir hindik tê hilberandin. Ji ber wê jî ev çand li ber windabûnê ye. Mecît Emen ev 32 sal in ku ji bo reşik winda nebin kar dike û hewl dide wê biparêze.
Cizlawêt
Cûreyeke din heye ku navê wê Cizlawêt e. Navê xwe ji şirketa Gislavedê girtiye, ku li Swêdê tekerên otomobîlan çêdike. Bi taybetî ji salên 1930î û vir ve li gundan tê bikar anîn. Ew bi pêlên mîna “iskarpin” ve hatiye sêwirandin. Ew pêlavên lastîkî ne ku ser û binê wan ji yek perçeyî hatine çêkirin. Her çend bi piranî rengên wan reş bin jî ji bo zarok û jinan rengên wan ên cida jî hene.
*Cizlawêt
Pêlavên çerm ên Tirkan
Îbnî Batûtayî di Seyahatnameya xwe de cara pêşiyê behsa çanda pêlavan a li nava tirkên Anatolyayê kiriye. Li bal tirkan jî weke gelên din, pêlav bêhtir ji çerman hatine çêkirin. Gava ku Hûnan dev ji koçerberiye berdan, wan xwe di çêkirina kelûpelên çerman de bipêş xist. Wan pêlavên xwe yên ji çerm bi nexşan xemilandin. Ev nexşên li binên pêlavan sembola dewlemendî û rewşa civakî ya serdestan nîşan dida. Di serdema Osmaniyan de pêlavên ku li qesrê û yên li derveyî qesrê li xwe dikirin, cuda bûn. Ji bo cidahiya di navbera jinên misilman û ne misilman de xuya bibin, cil bergên wan bi fermanekê hatibûn diyarkirin. Leşkerên payebilind pêlavên zer weke sembola îmtiyazê li xwe dikirin. Ji ber vê yekê, yên ne misilman nikaribûn pêlavên zer li xwe bikin lê tenê pêlavên reş û sor li xwe dikirin. Ev tişt di sala 1839an de Fermana Tazmînatê hatiye rakirin. (HC/FD)
*Bîra Tiştan