Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Guhar di dîrokê de wekî sembola bawerî an jî wekî aksesûarekê bikar hatiye. Her çend dîroka bikaranîna guharî ji Misrê didin dest pê kirin jî, piştî bi dîtina Ötzi, “The Iceman” li Alpên Îtaliyayê ew zanîna heyî guherî. Dema ku Ötziyê emrê wî 5 hezar û 300 salî û weke mûmyayê herî kal û herî baş parastî hate dîtin, di guhê wî de qulikek 7-11 mm hebû.
Ger em ji asteke civakîtir lê binihêrin, divê em biçin serdema Ferewnên Misrê. Lewma dema gora Tûtamkhamûn, Ferewnê Misirî (1341-1323 berî zayînê) derket holê, dîtin ku di guhê wî de qula guharî heye. Di şaristaniyên Babîlonî û piştra Asyayî de, tenê mêran guhar dixistin guhên xwe. Guharî rewşa wan a di civakê de diyar kiriye. Em mînakeke din bidin: Di fîgurên leşkerên Împaratoriya Persan ên li ser dîwarên qesrê neqişandî de em dibînin ku guhê wan leşkeran qulkirî ne.
Grekan guharên zêrîn ên bi zengil tercîh kirine, Romayiyan ew bi kevirên hêja xemilandine. Her çandekê guhar bi şêweyekî bikar aniye. Her weha her zayendê jî; destpêkê guharên mezin û zêrîn li xwe kirine. Paşê ev guheriye û êdî guhar bi kevirên giranbiha û bi şêweyên mînîmal çêkirine. Di sedsala 18an de bi elmasan, di sedsala 19an de jî guhar ji kevirên bi rolyef populer bûne. Piştî demekê ev popularîteya wan kêm bûye lê belê di sedsala 20an de, piştî amûrên qulkirina guhan a bi lez û bez, derketine û bi derfetên hîjyenîk qulkirina guhan hêsantir bûye, ew cûre guhar careke din hatine hilbijartin. Di salên 1950î û 1960î de qulkirina guhan careke din di nava civakê de populer bûye. Wan salan keçên ciwan li malan kom dibûn û ji bo qulkirina guhan şahî li dar dixistin. Filmê bi navê “Grease” behsa vê mijarê dike ku di sala 1978an de hatiye kişandin.
Guhên Siddhārtha Gautamayî yên dawerivîne
Wêne: Hîcran Cengîz (Siddhārtha Gautama)
Siddhārtha Gautama, damezrênerê Bûdîzmê ye û ji malbateke dewlemend e. Her weha bandoreke wî ya mezin li ser civakê hebû. Ji ber vê statuya xwe guharên giran dixist guhê xwe ku guhên wî pê deforme dibûn. Çi dema ku Serdema Ronakbiriyê dest pê kir, guhar jî di nav de wî weke nîşana fedakariyê dest ji hemû mal û milkên xwe berda.
Wêneyê Keçikê yê Vermeerî û guharên bi lûlû
Wateya guharên ku weke nîşaneya statu an hêza desthilatdariyê dihatin qebûlkirin a di cîhana nûjen de piştî serdema navîn lê bar bûye. Ji ber astengiyên azadiyan ên di serdena Navîn de guhar zêde nehatine bikaranîn. Lê bi Ronesansê re dîsa bûne mode. Di salên 1590an de, dema ku Ronesansa Ingilîzî çêdibe, ew wekî amûreke pêşbaziya civakî û aborî li koşk û serayan tê bikaranîn. Di sedsala 17an de guhar di wêneyekî sereke yê wê demê de tê dîtin. Ew wêne bi navê “Keça Bi Guharên Lûlû” navdar dibe ku nîgarkêşê Hollandî Johannes Vermeerî ew xêz kiriye. Ev wêne navdartirîn wêneyê Vermeerî ye. Vermeerî bi vî wêneyî jina ku ne xwediyê ti hêzê ye di civakê de nîşan bide û jin di nava civakê de xuya bikin.
Guharên deryavanan
Wêne: Hicran Cengiz
Piştî ku keşfên cografî rê li ber çûnûhatinên deryayê yên dirêjtir vekir deryavan û rêbirên deryayî bûn aktorên civakhi û aborî. Baş e lê çima deryavan û rêbirên deryayî guharan dixin guhên xwe? Bêguman ji ber desthilatdarên keştiyên xwe bûn lê lê tiştek din jî hebû: Ger guhê deryavanekî qûl bûya ji vê dihate famkirin ku ew deryavan li cîhanê geriya ye an jî wî Ekvator derbas kiriye. Di vê demê de hîna her devera okyanûsan nedihat zanîn. Deryavan dema derdiketin seferê bitirs bûn ku sax venegerin malên xwe. Lewma bi saya guharên zêrîn ji bo wan rewşa xwe misoger dikirin ku dema laşê wan venegere ew bêne na kirin an jî lêçûnên cenazeyên wan peyda bibin.
Guhar li Anatolyayê bi armancên cûda li xwe kirine
Weke li şaristaniyên din li Anatolyayê jî guhar ji bo xemlê û nîşandana statuyê xistine guhên xwe lê hinek sedemên cida jî hene. Di çanda Anatolyayê de, li gel van tiştan wateyeke wê ya mîstîk jî hebû. Evliya Çelebiyî di Seyahtnameya xwe de gotiye ku di sedsala XVIIan de Koçekan ji bo xemilandinê guhar xistine guhê xwe. Bektaşiyên Anatolyayyê, guharên xwe dixistin guhê xwe yê rastê. Ev di wateya diyarkirina nasname û teslîmiyetê de bhu. Guharên derwêşên Kalenderî û Hayderiyan cudatir bûn: Guharên wan xelek bûn ku navê "mengûş" li wan kirine. Heke derwîşekî ku menguş xistibe guhê xwe û bi nefsa xwe nikaribe, nermika guhê jî jê dikin û wê menguşê jê derdixin. Ti tirkî de gotina “kulağı kesik” heye ku paşê di wateya “ew kesê serpêhatiyên wî zêd” de hatiye bikaranîn. Lê di orîjînaliya peyvê de tê wateya ku derwîşê bi xwe nikarîbû.
Yavuz Siltan Selîmî guhar nexistiye guhê xwe
Huseyin Avnî Karslioglû, Konsolosê berê yê Tirkiyeyê li Berlînê gotibû ku wî feyz ji guharê Yavuz Siltan Selîmî wergirtiye. Li ser vê gotinê, nîqaşekê destpê kiribû. Karslioglû ew wêneyê ku li Qesra Topkapiyê daliqandiye weke çavkanî nîşan daye. Lê di rastiyê de ew kesê dibêjin Yavuz Siltan e ne ew e. Ew Şah Îsmaîl e.*
Guharê Dêrî û jinên Kurd
Digel ku di nava kurdan de mînakeke taybet nîne jinên kurd guhar li xwe dikirin. Mîna şaristaniyên din, wan jî guhar wekî aksesûarekê bikar aniye. Her weha ji bo jinên Kurd ku guharên zêr û zîv tercîh dikin celebeke taybet yê guharan heye. Navê vî guharî "Dêrî" ye ku hostayên ereb ew çêdikirin. Lê ew di erdnîgariya kurdan de pir belav bûne. Ev guhar ji têleke xwarkirê û navikeke bi zengil pêk tê. Di dema xwazginiyan de li gel zincîr, gustîlî cotek Guharke Dêrî weke diyariyekê didin bûkê.
Mêr û guhar
Berovajî rewşa roja me di dîrokê de û di gelek şaristaniyan de mêran jî bi armancên cida cida guhar xistiye guhên xwe. Lê divê em ji bîr nekin ku ji ber jin ne hevparên jiyana civakî û aboriyê ne, di mînakên vê nivîsê de me bêhtir behsa mêran û bikaranîna wan a guharan kiriye.
*Rojnameger Nezih Uzel xwediyê vê îdiayê ye
(HC/FD)