Polîtîkaya KVKKyê
Polîtîkaya KVKKê
WEQFA RAGİHANDİNÊ A IPSÊ / bianet
METNA RONÎKİRİNÊ A TÊKİLDARÎ BİKARANÎNA DANEYÊN KESANE Lİ SER MALPERÊ
Serdankerên me yên hêja,
Em weke Weqfa Ragîhandinê a IPSê / bianet (bi kurtî "Şîrket" ango "bianet") li gorî Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê, Qanûna bi hejmar 6698 a Parastina Daneyên Kesane û qanûnên din ên têkildar, nepenîtî û ewlehiya daneyên kesane yên hemî kesên ku em bi wan re têkilî datînin diparêzin. Daneyên we yên kesane ji aliyê me ve wekî "berpirsê daneyan" li gorî Qanûna bi hejmar 6698an a Parastina Daneyên Kesane û qanûnên têkildar, di çarçoveya ku li jêr hatî destnîşan kirin de têne bikaranîn.
1. Kî Ji Ewlehî û Bikaranîna Daneyên We yên Kesane Berpirsiyar e?
Wekî şîrket, em ji ewlehiya hemû daneyên kesane yên ku hûn didin me, bi navê "berpirsê daneyan" li gorî Qanûna bi Hejmar 6698an a Parastina Daneyên Kesane berpirsiyar in.
Weqfa Ragihandinê ya İpsê
Kolana Faikpaşa, Apartmana Faikpaşa Hejmar: 37, Qat: 3, Daîre: 7-8, 34425 Beyoglu, Stenbol
0(212) 251 15 03
2. Daneyên We Ji Bo Kîjan Armancan Têne Bikaranîn?
Dema ku we xwest li ser rûpela têkiliyê ya malpera me, bi me re têkiliyê deynin û daneyên we yên kesanê yên ku we bi “bianetê re parve kirin; ji bo armancên weke şopandina daxwaz û giliyan, pêşniyarên başkirina pêvajoyên kar û birêvebirina çalakiyên têkiliyan têne bikaranîn.
3. Daneyên We yên Kesane Dikarin ji Kê re û Ji Bo Çi Armancan Werin Veguhastin?
Dabînkerên Xizmetê
Em him ji bo mafên we him jî yên şîrketa xwe daneyên we yên kesane diparêzin û berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî pêk tînin. Tenê ji bo van armancan ger pêwîst bike, dikarin daneyên we bi sazî û rêxistinên têkildar re, bi ofîsên parêzeriyê, fîrmayên şêwirmendiyê û hervkarên me re were parvekirin.
4. Daneyên we yên Kesane bi çi rêbazan û li ser çi bingehên qanûnî têne berhevkirin?
Daneyên we yên kesane bi rêya forma têkiliyê ya ku we li ser rûpela têkildar a malperê tije kiriye têne berhevkirin. Bingeha yasayî ya berhevkirina daneyên we yên kesane herî kêm yek ji van e: pêwîstiya hilberandina daneyên kesane ji bo damezrandin an pêkanîna peymanekê û/an pêwîstiya hilberandina daneyan ji bo berjewendiyên rewa yên berpirsê daneyan.
5. Li Ser Daneyên We yên Kesane Hûn Xwedî Çi Maf in?
Li gorî Qanûna Bi Hejmar 6698an a Parastina Daneyên Kesane, hûn dikarin her dem bi bianet re têkilî daynin da ku derbarê xwe de van agahiyan bistînin:
a) Fêrbûna bikaranîn an bikarneanîna daneyên kesane,
b) Ger daneyen kesane hatibe bikaranîn, têkildarî vê daxwaza zanyariyan
c) Fêrbûna armanca bikaranîna daneyên kesane û bikaranîna wan li gorî armancê ye an na,
ç) Ger daneyên kesane li nava welêt ango li derveyî welêt ji kesên sêyem re hatibe veguhestin, fêrbûna wan kesan.
d) Ger daneyên kesane kêm ango bi şaşî hatibe bikaranîn, daxwaza sererastkirina wan daneyan,
e) Ger êdî pêdivî bi bikaranîna daneyên kesane nemabe û sedemên wê ji holê rabûbe, daxwaza jêbirin û rakirina wan daneyan,
f) Kirariyên ku li gorî bendên (d) û (e) hatine kirin, dikare bê xwestin ku ew kirariyana ji wan kesên sêyem ên ku daneyên kesane ji wan re hatine veguheztin, werin parvekirin.
g) Dikare daneyên hatine bikaranîn bi rêya sîstemên otomatîk analîz bike û ger encamêk nerînî derket holê dikarê were îtirazkirin,
ğ) Ger daneyên we yên kesane bi awayekî neqanûnî hatibe bikaranîn û di encamê de zirar li we ketibe, hûn dikarin daxwaza jinavbirina ve zerarê bikin û mafên xwe bi kar bînin.
Ji bo bikaranîna van mafên xwe, hûn dikarin serlêdanek îmzekirî bi destên xwe radestî navnîşana Kolana Faikpaşa, Apartmana Faikpaşa,Hejmar: 37, Qat: 3, Daîre: 7-8, 34425 Beyoglu, Stenbol bikin. Ango hûn dikarin ji navnîşana posta elektronîk a tomarkirî (KEP), îmzeya elektronîkî ya biewle, îmzeya mobîl, an [email protected]ê re bişînin.
Di daxwaznameya we de li gel zanyariyên nasnameyê, maf/daxwazên ku hûn dixwazin bi kar bînin, divê bi awayekî zelal were gotin û divê hemû agahî û belgeyên têkildar li daxwaznameya we were zêdekirin û daxuyaniyên pêwîst bên kirin.
Daxwaznameyên ku ji me re têne şandin û pîvanên pêwîst li xwe digirin, li gorî taybetmeniyê daxwazê, dê di nav 30 (sî) rojan de werin bi encamkirin. Encam dê li gorî rêbaza bersivê ya ku we di daxwaza xwe de hilbijartiye, bi nivîskî an elektronîkî dê ji we re were ragihandin.