Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kember an piştik ango şûtika ku di nav aksesûaran de xwedî cihekî girîng e, di serî de ji bo hewcedariyekê û paşê jî wekî xemilandinekê hate bikar anîn. Bi kember û piştikan kinc li navê dihate girêdan û bi wî awayî nedihiştin ew kinc ji mirovan bikevin. Em dikarin wan aksesûarên ku kincan li bejn û bala mirovan emilandine di bin sê sernavên sereke de kom bikin: Kember, piştik û doxîn.
Kember ew cure amûr e ku di serê wê de qayiş heye û ev qayiş jî ji alavên mayînde û nerm ên metal û çerm çêdibin. Piştik ango şûtik ji parçeyek cawê dirêj pêk tê û çend caran li dora navê tê pêçan. Piştik ango şûtik nahêle cil û berg ji ser mirov bikevin û her weha mirovan ji şert û mercên hewaya xerab diparêze. Doxîn, ew ben e ku di nava şalan re derbas dibe. Girêkan li serê her du aliyên vî benî dixin û bi vî awayî şal xwe li nexqa mirovan digire û jê nakeve. Di nava demê de ev fonksiyona van her sê alavan guheriye û bûye alaveke ku çek, şûr, tûr û çenteyan hilgire. Kemberên ku di serî de cil û berg temam dikirin îro îro piranî wekî alavên xemlandinê têne bikaranîn.
Girêka Franciscanî, Cingulum û Kemberên Balteusî
Di şaristaniyên pêş-Romayê de gelek cureyên xwerû yên kemberan hebûn. Keşîşan kincên xwe bêhtir werîs an jî benekî li ser xwe diemilandin lê keşîşen katolîk sê girêkên "Franciscan" li piştika xwe dixistin û li pişta xwe girê didan. Ev her sê girêk sonda paqijî, hejarî û îteatkirin temsîl dikirin. Ew kemberên ku leşkeran şûr û xencerên xwe pê ve dikirin di heman demê de nîşana payeyan bû. Yên gladyatoran kemberên dumend hebûn. Navê ya yekem “cingulum” bu ku ji çend terîşên çerm pêk hatibû û hin metal pê ve hatibûn pêvekirin. Car caran xencereke zêde bi vê kemberê dikirin. Navê kembera duyemîn “Balteus” bû. Ev jî li ser mil bû. Her weha li şûrekî hatibû pêçandin. Ji bilî leşker û gladyatoran împaratoran jî kemberên ji van li xwe dikirin lê bi metal û kevirên bihatir hatibûn çêkirin.
Kember, nîşaneya cidahiyê ya di navbera çînan de
Di Serdema Navîn de, hemû beşên civakî kember bikar anîne. Him şêwaza bikaranîna kemberê him jî alava ku kember jê çêbûye, nîşaneya çînê bû. ji kemberan dihate famkirin ku bê ka ew kes ji kîjan çînê ye. Çîna jorîn, nemaze jin, qayişên metal an çerm ên bi hatine sêwirandeke taybet hatine çêkirin, li xwe dikirin. Ev kember hinekî sist dihate girêdan û tam li ser laşê mirovan rûdinenişt. Dişibiyan zincîreyekê ku parçeyek zêde pê ve daweriviye. Şovalye jî li şûna zirxan cureyek bi vî rengî bikar dianîn. Çîna jêrîn, qayişên çermî li xwe kiribûn ku sade bûn û tûrikên xwe yên pereyan pê ve girê didan. Di Serdema Navîn de, jinan kîsikên xwe yên diravan bi kemberên xwe girê didan; Ev bi me dide xuyakirin ku kember pêşaneya çenteyê nûjen e. Piştî derketina çenteyê destan, ne weke berê bikêrhatî ne, êdî bûne nîşaneya xemlê.
Berpişt nema hate bikaranîn
Di dema Ronesansê de, kember bû aksesûara jinan. Bi zêdebûna bikaranîna kemberan re, berpişt êdî nema zêde hatiye bikaranîn. Şêwaza cilên jinan bi wan mîntanan guherî ku ji cawên siviktir, nermtir çêdibûn û birîna hêsantir bû. Kember li ser navê dihate girêdan û van nav pê dijidand. Bi vî cure mîntanî weke ku nava jinan ziravtir bûye xuya dibû û ev ji bo jinan rehettir bû. Her weha dibe ku ji bo tenduristiya wan jî baştir be. Piştî kember ji jinan re bûn aksesûarên, di sêwiranên kemberan de jî guhertin çêbûn. Li şûna kemberên vezelandî cawên nerm hatin bikaranîn. Her weha sêwirandina wan û xemlên wan guherî. Ev şêwe girêdan çend sedsalên din jî bi vî rengî dom kir.
Nava zirav û bikaranîna kemberan
Di salên 1800î de, hilcoya şalan derket holê. Bi vê re û ji ber êdî şalên navfireh dihatin çêkirin, kember zêde nedihat bikaranîn. Lê leşker li dijî vê rewşê, dixwestin laşê wan sêgoşe xuya bike û ji ber wê jî kembera xwe li nava xwe dizîqziqandin. Jinên wê serdemê ji bo nava wan bêhtir derkeve holê li gel fîstanan kember û şûtik li nava xwe digerandin. Di salên 1850an de, gelek jinan ew cure fîstan li xwe dikirin ku kembera wan habû û ew kember ji cawên weke per hatibûn jêkirin. Navê vê kemberê "Kembera Swîsreyê" ye.Taybetmendiya kembereyê ew e ku fireh û reş e. Nav pê tê badan û navê teng dike. Ji navê berjor û berjêr cida nîşan dide û li piştê bi benikan çep û rast tê girêdan.
Modernîte, şer û hevbandoriya bi globalîzasyonê re
Di salên 1920î de, kember demeke kurt ji bo jinan ne zêde aksesuareke balkêş bû. Di 1930an de êdî kember li fabrîkayan hatine çêkirin û bikaranîna van kemberan zêde bûye. Bi vê re pêlên modêyê gelekî zû guheriye. Şêwazên kemeran jî guheriye. Salên 1930î serdemeke wisa bû ku jinan bêhtir hewl didan ku şalan li xwe bikin û kemer êdî ne weke aksesuarekê lê weke pêdiviyekê bû. Di 1940an de, di encama Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, ji ber kêmbûna materyalan heta 1950yî kember ne weke amûreke xemlê lê weke amûreke zerûrî hatiye bikaranîn. Lê di salên 1970yî heta 1990î, şêwazê kemberan gelekî guheriye.
Kember: Nîşaneya profesyonelî û hiyerarşiyê
Di roja me de, her çend kember weke demên berê bê bikaranîn jî, li hin qadên taybet jî çê bikaranîn. Spor yek ji van qadan e. Ew him weke nîşaneya payeyê him jî weke nîşaneya serkeftinê ye. Kemberên rengîn, bi taybet di werzîşên parastinê de têne bikar anîn, ew asta werzîşvanan diyar dikin. Bi giştî, rengên spî, zer, porteqalî, kesk, şîn, qehweyî û reş tên bikaranîn. Dema werzîşvan serkeftinekê bidest dixe û paye bilind dibe, rengê kemberê jî diguhere. Kembera şampiyoniyê ya dii werzîşên wekî boks, hunerên pevçûnên têkel û guleşa profesyonel de didin, gelekî fireh e û beloq e. Di dîrokê de yekem kembera şampiyoniyê, Geogre-ê sêyem, Mirê Brîtanyayê û Irlandayê di sala 1810an de daye Tom Cribbê boksorê bê lepik.
Çavkanî: tomcribb.freeservers.com
“Kembera namûsê” û “Piştika Keçaniyê”
“Kembera namûsê” ew cure kember in ku ji bo nehêlin pevşabûn û masturbasyon pêk were, cil û berg ji binî ve bi kilîtekê dihate kilîtkirin. Ev kember ji bo qaşo dilsoziya jinan misoger bikin hatine çêkirin. Her çend ev cure kember bi mebesta parastina jinan ji destdirêjiyê be jî, ew bûne sedem ku jin nikaribin pevşabûnê bikin. Li gorî vegotinek berbelav, “kembera namûsê” di dema Seferên Xaçperestan de berî ku leşker biçin şer, li jinên xwera girê didan. Li gorî vegotineke din ew cure kember ji Serdema Navîn bêhtir di dema Ronesansê de hatiye bikaranîn. Ew hesinên mezin û fireh ên metal ên van kemberên Ronesansê, ji ber ku li çerm diket û bi çermî re dixijiqî, hin nexweşiyên weke enfeksiyona genitouriner, sepsis ê û di encamê de jî jin pê dimirin. Hin lêkolîn îdia dikin ku heta sedsala 16an ew kember nehatine bikaranîn, lê piştî wê derketine. Li gorî van lêkolînan di sedsala 19an de weke alavên dermankirinê yên anti-masturbasyonê hatine bikaranîn û berbelav bûne.
Her weha li Anatolyayê şûtika sor a bûkaniyê heye. Car caran ji wê re gotine “kembera xîretê”. Bi vê kembergirêdanê armanc ew e ku “bûk xwedî xîret be” û “pêşketina malbatê bike”. Hin çavkanî diyar dikin ku di bikaranîna rengê sor de bandora şamanîzmê heye. Ev kember ji ber bi “keçaniyê” ve an go “bekaretê” ve tê girêdan, di roja me te tê rexnekirin. Ev mijar bi baviksalariyê ve girêdayî ye; lewra dema keç ji mala bavê dertê û dibe bûk, bav an jî birayên wê, bûkê bi vê kemberê “girê dide”. Di roja me de jî ev kevneşopî heye. Şûtik ango piştika sor a bûkaniyê di şahiyên kurdan de jî heye. Lê ev ne kevneşopek kurdewarî ye. Li şûna wê, di kevneşopiyên Kurdan de, girêk li “benik”ên rengorengo dihatin xistin û ew li nava bûkan girê didan. Him ji bo bûkê dihate çêkirin him jî bûkê bi xwe çêdikir û li mêvanên xwe belav dikir.
Kurd û kemberên wan
Kember perçeyek gelekî girîng e ji "Kiras û Fîstan" û "Şal l û Sapik" ê Kurdan. "Şal û Şapik"ên mêran ji pantolan fireh ên rengên xwezayî, gomlekên sade û êlek an çakêtan pêk dihat. Ew bi piştikek mezin an kemberekê li newqê ve tê girêdan.
Car caran mêr serê xwe jî giredan. Ew tiştê ku li serê xwe girê didan weke piştika navê ye.
"Kiras û Fîstan"ên jinan li ser kirasên rengîn ên dirêj dihatin lixwekirin. Car caran çakêt an êlek û car caran jî bi pêşmalk ve tê girêdan. Dil cil û bergên jinên kurd de tişta herî berbiçav û girîng kember in. Ew kember dibe ku ji cawan an jî ji zîv û zêran be. Îro jî kemberên zêr û zîv di dema xwazgîniyan de û şahiyan de alavên populer in ji bo keçan. Kembera Heyase beriya kemberên zêr û zîv an jî yên telkarî hebûn û ji bo van kemberan bûye mînak. Ew bi plakayên metalî yên stûr û bi keviran tê xemilandin.
Her weha hin stranên kurdî hene ku tê de behsa şahiyan û kemberan dikin.
*Ev demeke ku 10ê Adarê weke "Roja Cilûberghen Kurdî" tê pîrozkirin.
Bîra Tiştan
(HC/FD)