İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Rapora ATKê ya Turgutê ku ji Helîkopterê hatibû avêtin piştî 6 salan derket: Di laşê Turgut de hestiyên neşikestî nemane
Di raporê de hat diyarkirin ku li aliyê rastê yê qefesa sîng 7 û li aliyê çepê jî 4, bi giştî di 11 parsûyan de şikestin û jicihderketin hatine tespîtkirin.
1 Cotmeh 2026
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya şanoya xwe ya Cotmehê aşkere kir
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ragihand ku ew ê sibê perdeya xwe bi lîstika “Moraşîn” vekin. Hezkiriyên şanoyê dê di tevahiya mehê de bikaribin lîstikên cûr bi cûr temaşe bikin.
1 Cotmeh 2026
13 rêxistinên çapemeniyê ji bo sansûra li ser T24ê bertek nîşan dan
TGS, DİSK Basın-İş, Konseya Çapemeniyê û IPI jî di nav de 13 rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, sansûra li ser T24ê wekî "êrişeke giran a li ser pîşeyê" bi nav kirin. Rêxistinan diyar kir ku "biryara girtinê ya ji aliyê desthilatê ve binpêkirineke pir giran a li dijî azadiya çapemenî û derbirînê ye."
1 Cotmeh 2026
Ji bo hunermenda Kurd Nûdem Durak azad bibe bang kirin
Tevî şert û mercên girtîgehê û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê jî Durak di hilberînê de berdewam e. Lêbelê Dûrak bi xetereya windakirina dengê xwe re rû bi rû ye.
1 Cotmeh 2026
Mîsyona 12 salan a DYAyê ya li Iraqê bi dawî bû: Têkoşîna li dijî DAIŞê dê ji Urdun û Suriyeyê bê birêvebirin
Erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya ku li dijî DAIŞê di Îlona 2014an de hatibû damezirandin, bi dawî bû. Washington îdia dike ku hêzên Iraqê û Pêşmerge gihiştine asteke ku dikarin bi tena serê xwe li dijî gefa DAIŞê têbikoşin.
1 Cotmeh 2026
Li Mersînê 3 şaredar jî di nav de 59 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya operasyonê de li mala Vahap Seçer jî lêgerîn hat kirin. Lêpirsîn, ji bo "îhale û gendeltiyên" li şaredariyan de tê meşandin.
1 Cotmeh 2026
Biryara girtina malpera T24 û hesabên wê yên medyayên civakî hat dayîn
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Stenbolê, ev biryar di çarçoveya lêpirsîna bi navê "Malbata min ewle ye" de hatiye dayîn.
30 Îlon 2026
Berhema nivîskar Çayan Okuducî ya bi navê ‘Dengê Helbesta Kurdî’ derket
Di pirtûkê de helbesta Kurdî ya nûjen, rola wê di parastina bîr, nasname û zimanê Kurdî de û têkiliya wê ya bi rabirdû û dahatûyê re tê nirxandin.
30 Îlon 2026
Barzanî: Pêşmerge dê hemû metirsiyan têk bibe
Mesûd Barzanî li ser bidawîhatina erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ya li Îraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
30 Îlon 2026
nûçe
HEMÛ
Pentagon: Hêzên me ji Hewlêrê vedikişin
Serokê Berdevkên Pentagonê Sean Parnell daxuyaniyek belav kir û tê de bidawîhatina fermî ya erkê leşkerî ya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Îraqê ragihand.
30 Îlon 2026
MGK îro dicive: Di rojevê de pêvajo, Ukrayna û Îran hene
Encûmena Ewlekariya Neteweyî (MGK) îro di serokatiya Serokkomar Erdoğan de li Beştepe dicive.
30 Îlon 2026
Ocalan: Fesixkirin ne têkçûn e, derbasbûna qonaxeke nû ya dîrokê ye
Abdullah Ocalan ji Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk a Îngilistanê re peyam şand û diyar kir ku entegrasyon berovajî asîmîlasyonê ye û wiha got: "Eger pêvajo bi peymanên qanûnî neyê misogerkirin, ew dê tenê wekî agirbesteke demkurt bimîne. Aştiya mayînde ew e ku siyaseta demokratîk li jiyana rojane, tax, bajar û saziyan belav bibe."
29 Îlon 2026
FİSA: Di sê mehan de 239 zarok mirine
Li gorî rapora “Binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan li Tirkiyeyê” ya Navenda Mafên Zarokan a FİSAyê, di mehên havînê de herî kêm 239 zarok mirine ku pêşî li sedemên mirinê dikaribû bihata girtin.
29 Îlon 2026
Lêpirsîna Şaredariya Yahşihanê: Serokên berê jî di nav de 15 kes hatin girtin
Di operasyona ku navenda wê Kirikkale ye û li 4 bajaran li dijî Şaredariya Yahşihanê hat kirin de 35 kesên hatibûn desteserkirin. Ji wan 15 kes hatin girtin.
29 Îlon 2026
Li rojnameger Oznur Degerê dozeke din hat vekirin
Bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" dozeke nû li rojnameger Oznur Degerê hat vekirin. Her weha nûçeyên ku Oznurê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê astengkirî parve kirine wekî sedem hatine nîşandan.
29 Îlon 2026
Hikmet Adal
nûçe
Komedyen Deniz Goktaş serbest bû
Komedyen Deniz Goktaş, ji ber gotinên xwe yên di nîşandana stand-upê de bi sê sûcên cuda dihat darizandin. Dozger ji bo her sê sûcan jî ceza xwest lê tevî vê yekê jî daxwaza tehliyeyê kir. Dadgehê biryara xwe eşkere kir û Goktaş serbest berda.
28 Îlon 2026
Hikmet Adal
Li Osmaniyeyê di hewşa dibistanê de êrişa bi çek pêk hat: Dersdêrek mir
Li Osmaniyeyê dersdêrê ku di hewşa Lîseya Farabi Anadoluyê de rastî êrişa çekdarî hat li nexweşxaneyê can da. Derbarê êrişê de kesek hat desteserkirin.
28 Îlon 2026
Li Wanê xwendekarek bi tifinga pompeyî çû dibistanê û lêpirsîn hat destpêkirin
Hat diyar kirin ku li navçeya Tuşbayê ya Wanê zarokekî ku di pola 7an de dixwîne bi tifinga pompeyî çûye dibistanê. Tifing ji aliyê kesên derdorê ve ji zarok hat stendin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
28 Îlon 2026
Di lêpirsîna fonan de 7 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna fonê ya derbarê Banka Destek Yatirim û Ozata Denizcilikê de 7 kes hatin desteserkirin.
28 Îlon 2026
Endamê koma Massive Attackê ku pankarta ji bo piştevaniya Filistînê hilgirtibû hat desteserkirin
Yek ji endamên damazrîner ên koma Massive Attackê Robert Del Naja, li bajêrê Liverpool ê Îngilistanê bi hinceta ku pankarta bi nivîsa “Ez li dijî qirkirinê me, ez pişgtevaniya Palestine Actionê dikim” hilgirtiye hat desteserkirin.
28 Îlon 2026
Li Rojavayê çalakiyên xwendekaran ên ji bo zimanê kurdî berdewam dikin
Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê di 27ê Tebaxa 2026an de biryarek derxist ku perwerdehiya bi zimanê kurdî sînordar dike. Li gorî biryarê xwendekar dê di hefteyê de 3 saetan bi kurdî perwerdeyê bibînin. Li Rojava nerazîbûnên li dijî vê biryarê didomin.
28 Îlon 2026
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
pirtûkxaneya zarokan
HEMÛ
Nûçegîhaniya zarokparêz a ku Weqfa Ragihandinê IPS/bianet dike, ji bo bikaribin bêhtir cî bidin gotinên ciwan û zarokan û wan belav bikin, em bi rêya "Pirtûkxaneya Zarokan a BIA"yê berdewam dikin.
Derbarê bianetê de
Dewama wê
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ji bo "projeyên di warê ragihandin û geşepêdanê de pêk bîne û piştgiriya wan bike" di sala 1993yan de hate avakirin. Weqf xebatên xwe bi projeyan dike ku ji bo wan projeyan ji çavkaniyên herêmî û navnetewî hibe û alîkariyan werdigire.
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver