İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçeyên ji bianetê
Selahattîn Demîrtaş: Çareseriyeke ku piştgiriya civakî xurt neke, bi zehmetî dikare mayînde be
“Pêwîst e tirs û bêbaweriya rabirdûyê were derbaskirin, hêviyên civakê yên ji bo paşerojê werin mezinkirin û piştgiriya civakî bê xurtkirin. Ji ber ku tenê aktorên pêvajoyê nikarin aştiyê ava bikin, loma divê civak jî bibe xwedî û bingeha aştiyê.”
Îro 09:57
DFG: Di Cotmehê de 6 rojnameger hatin girtin
Li gorî rapora DFGyê di meha Cotmehê de 20 rojnameger hatin desteserkirin, derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 3 rojnamegeran de jî doz hatiye vekirin. Di heman demê de bi ser avahiya saziyeke medyayê de hatiye girtin.
Îro 09:40
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê li Mêrdînê hat desteserkirin
Rojnameger Haşîm Abak û du kesên pê re li ser Rêya Armûşa Mêrdînê di wesayîtê de, hatin desteserkirin.
Îro 09:13
Zanîngeha Rojava: Biryarên Wezareta Xwendinê a Sûriyeyê ji rastiya herêmê dûr in
Meclisa Zanîngeha Rojava derbarê rewşa zanîngehê û pêvajoya perwerdeya bi kurdî de daxuyaniyek da. Her weha li seranserê Rojavayê, ji bo şermezarkirina qedexekirin ango sînordarkirina zimanê Kurdî bangên xwenîşandan û çalakiyan hatin kirin.
2 Mijdar 2026
Dayikên Aştiyê yên ji bajarên cûda bi rê ketibûn gihiştin Enqereyê
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ji bo pêvajoya aşitiyê, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirinên mafan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji 24 bajarên cûda berbi Enqereyê bi rê ketibûn. Dayîkên Aştiyê li Parka Meclîsê daxûyanî dan.
2 Mijdar 2026
Endamên meclisa şaredariyê yên bi ‘Lihevkirina Bajêr” hatibûn hilbijartin derbasî DEM Partiyê bûn
Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ragihand ku daxwaza tevlîbûnê ya endamên li Stenbol û Mêrsînê li gorî MYKya wan guncaw e.
2 Mijdar 2026
Li Londonê di çalakiya piştevaniyê ya ji bo Filistinê de 325 kes hatin desteserkirin
Li ber Balyozxaneya DYAyê ji bo piştevaniya Palestine Actionê ku li Îngiltereyê hatiye qedexekirin xwepêşandanek hat li dar xistin. Di xwepêşandanê de 325 kes hatin desteserkirin.
2 Mijdar 2026
Sancar: Ocalan çûye cihê xwe yê nû
Endamê Şandeya Îmralî yê DEM Partiyê Mîthat Sancar got, “Birêz Ocalan derbasî cihê xwe yê nû yê li Îmraliyê bûye. Qebûlkirina Birêz Ocalan a çûna wir, pêwîste pêvajoyê bilezîne.”
2 Mijdar 2026
Vê hefteyê di biamag kurdiyê de
biamag Kurdî vê mehê bi mijarên weke sinema, bîranîn, muzîk, siyaset, zanist, nirxandin, helbest, werziş û wêjeyê dibe mêvanê xwendevanên xwe.
31 Cotmeh 2026
Yek ji damezrînerên Koma Amed Birkan Çelîk koça dawî kir
Bîrkan Çelîk ku endamê damezrîner ê Koma Amed e, dilê wî sekinî û koça dawî kir.
30 Cotmeh 2026
Melî Bendelî hate berdan: “Ez baş im”
Bendelîyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, “Ez hatim berdan, ji bo kesên ku xem dixwin, xem nekin, ez baş im.”
30 Cotmeh 2026
Encamên hilbijartinên Îsraîlê aşkere bûn
Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Îsraîlê encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoyê aşkere kirin. Li gorî encaman, eniya Netanyahu 53 kursî bidest xistiye. Eniya Netanyahu di qonaxa borî ya parlamentoyê de xwediyê 68 kursiyan bû.
30 Cotmeh 2026
Dayîkên Aştiyê dê ji bo "Nobeta Aştiyê" biçin Enqereyê
Meclîsa Dayîkên Aştiyê têkildarî pêvajoya aşitiyê, rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan biçin Enqereyê û konê aştiyê vedin.
30 Cotmeh 2026
Fîlmê nû yê Behmen Qubadî li Festîvala Tokyoyê hate nîşandan
Fîlma nû yê sînemagerê Kurd Behmen Qubadî yê bi navê "Trees Are Watching" (Dar Dinêrin) li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tokyoyê ya li Japonyayê hat nişandan.
28 Cotmeh 2026
Sûriyeyê ji bo zanîngehên Rojava û Kobaniyê biryarên nû da
Desteya Xwendina Bilind a Sûriyeyê biryar da ku Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Feratê ve û Zanîngeha Kobaniyê jî bi Zanîngeha Helebê ve bên girêdan.
28 Cotmeh 2026
Li Amedê 2emîn Festîvala Govendê dê were lidarxistin
Festîval di 31ê Cotmehê de dest pê dike û dê gelek komên govendê derkevin ser dikê û lîstikên herêmên xwe pêşkêş bikin.
28 Cotmeh 2026
RTUKê ceza li Sozcu TV û KOZA TVyê birî
Endamê RTUKê Tuncay Keser ê ku bertek nîşanî biryarê da û got, “Astengkirina malperan û cezakirina li dû hev a televîzyonan, mafê gel ê wergertina agahiyan û azadiya çapemenî û derbirînê tengav dike. Cezakirina nêrînên di bernameyan de li dijî prensîba piralîbûnê ye.”
28 Cotmeh 2026
Dayîka Îpek Erê: Heta Mûsa O. bê girtin, ez ê dengê xwe bilind bikim
Dayika Îpek Er, Hikmet Kilinç, diyar kir ku ew ê li dijî beraeta Musa O. dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernede.
28 Cotmeh 2026
Komeleyên LGBTI+yan xwestin hevalên wan yên girtî bên berdan
Komeleyan diyar kirin ku parêzer nikarin bigihîjin delîlên di nava dosyayê de û nikarin bi bandor îtirazê li van delîlan bikin. Ev yek jî bandoreke neyînî li pêvajoya hiqûqî dike.
28 Cotmeh 2026
Encamên destpêkê yên hilbijartinên Îsraîlê
Li gorî encamên destpêkê Netanyahu 51 kursî, bereya Eisenkot a mixalefetê 51 kursî û lîsteyên Ereban jî 19 kursî bi dest xistine.
28 Cotmeh 2026
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Li dijî Şaredariya Bakirkoyê operasyon
Di çarçoveya operasyona li dijî Şaredariya Bakirkoyê de ji bo 68 kesan biryara desteserkirinê hate dayîn. Her weha di nava wan de cîgirên serokê şaredariyê û endamên meclisa şaredariyê jî hene.
27 Cotmeh 2026
Plana 11 xalî ya Lîsteya Xwendekaran a Sirbistanê dê bibe bernameya hikûmetê
Li Sirbistanê Lîsteya Xwendekaran di hilbijartinên 25ê Cotmehê de bi ser ket. Lîsteya Xwendekaran amadekariyan dike ku li welat bernameya xwe 11 xalî pêk bîne. Sê eksenên sereke ên bernameyê hene: Têkoşîna li dijî gendeliyê, têkoşîna li dijî partîgeriya di nav saziyên dewletê de, ewlehiya karkirinê û mafên civakî.
27 Cotmeh 2026
Girtiyê nexweş Abdullah Tirpan koça dawî kir
Girtiyê nexweş Abdullah Tirpanê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Çam û Sakurayê ya Başakşehîra Stenbolê dihat dermankirin koça dawî kir.
26 Cotmeh 2026
Mûsa O., di doza Îpek Erê de beraet kir
Mûsa O. di 16ê Tîrmeha 2020an de hatibû desteserkirin û piştre ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
26 Cotmeh 2026
Xelatên Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî dê bi merasîmeke bê dayîn
Xelat dê di 30ê Cotmehê de bên dayîn. Hoşeng Nîzarî û Simeya H. Lalîn di pêşbirkê de bi ser ketibûn. Xelata Rûmetê jî dê bidin zimanzan û Kurdolog Michael L. Chyet.
26 Cotmeh 2026
Di hilbijartinên Sirbistanê de Lîsteya Xwendekaran bi ser ket
Serkeftina Lîsteya Xwendekaran nîşan dide ku xelkê Sırbistanê dixwaze guhertin çêbibe. Lêbelê birêvebirina hikûmetê ji serkeftina hilbijartinê zihmetir e û berpirsiyariyeke berfireh û siyasî dixwaze.
26 Cotmeh 2026
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Umît Kocasakal bû serokê nû yê Baroya Stenbolê
Hilbijartina ku di bin çavdêriya Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de hate kirin û 172 sindoq hatin danîn. 68 hezar û 469 parêzer di baroyê de tomarkirî ne û ji wan 30 hezar û 36 kesan deng bikar anîn.
26 Cotmeh 2026
Li Amedê berxwedana li dijî projeya GESê: Welatiyan dest bi nobetê kirin
Li gundê Arzoxliya Amedê, şêniyên ku li ber santrala enerjiya rojê radibin ku tê plankirin bê çêkirin, diyar kirin ku Cendirme nahêlin ew biçin nava zeviyên xwe, lewma dest bi çalakiya nobetê kirine.
22 Cotmeh 2026
Seydayê Cegerxwîn 42 sal berê koça dawî kir
Di ser koça dawî ya nivîskar û helbestvanê Kurd ê mezin Cegerxwîn re 42 sal derbas bûn. Seydayê Cegerxwîn beriya niha bi 42 salan, 22ê Cotmeha 1984an li paytexta Swêdê li Stockholmê koça dawî kir.
22 Cotmeh 2026
Hevserokê MATUHAYDERê Mehmet Zekî Kiliç koça dawî kir
Hevserokê MATUHAYDERê Mehmet Zekî Kiliç li Stenbolê koça dawî kir. Kiliç demek bû ji ber nexweşiya penceşerê dihat dermankirin.
22 Cotmeh 2026
Rojnameger li dijî zextan dê dakevin kolanan
Saziyên pîşeyî yên çapemeniyê, li dijî desteserkirin, cezayên zindanîkirina li malê û girtina rojnamegeran, tayînkirina qeyûman ji bo saziyên medyayê û astengkirinan, 24ê Cotmehê roja Şemiyê dê li 10 bajaran dakevin kolanan. Rêxistinan bang li rojnameger û hemû kesên ku xwedî li mafê wergirtina agahiyan derdikevin kir ku tevlî çalakiyan bibin.
22 Cotmeh 2026
Rojnameger İsmail Ari hat girtin
Nûçegîhanê BirGunê İsmail Ari, ji ber lêpirsîna ku li ser giliyê Serokê berê yê RTUKê Ebubekir Şahin hatibû destpêkirin, îfade da. Dozger bi tohmeta ku “bi zanayî agahiyên xapînok belav kiriye” xwest Ari bê girtin.
22 Cotmeh 2026
1
2
3
4
5
...
10
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver