Wênesaz Bihar Moslehî: Ez bi xêzên xwe qaliban deforme dikim
Di çerçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de saziya KASEDê bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşengehek li dar xist.
Di pêşangehê de wêneyên ku Bihar Moslehê xêz kirine hatin pêşandan.

Pêşengeha bi navê ‘Jin û kolan’ a Moslehiyê dê di navbera 3-9ê Adarê de li eywana Sumerparka Amedê bê pêşendan.
Ji rêvebriya KASEDê Neşe Toprak û wênesaza ji Rojhilatê Kurdistanê Bihar Mosleh bi bianet kurdiyê re axivîn.

Neşe Toprakê di destpêkê de bal kişand ser giringiya 8ê Adarê û kar û xebatên di vê çerçoveyê de tên lidarxistinê û wiha got:
“Jixwe tê zanîn ku têkoşînekê di şexsê Mahsa Emînî de û bi gelemperî naverok, xêz û xebata Bihar Moslehê jî di çerçoveya jinên rojhilatî de bû. Li ser vê yekê me xwest li Amedê jî wêne û hunera xwe bi jinan re parve bike.”
Wênesaz Bihar Moslehiyê jî ev tişt anî ximan: “Min jî wek hunermendeke jin hewlda ku di wêneyên xwe de behsa jinan bikim, behsa kolanan bikim. Her wiha ez bi xêzên xwe qaliban klîşeyan deforme dikim.”



(WT/AY)
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir