Peymana Nepenîtiyê
POLÎTÎKAYA NEPENÎTİYÊ YA MALPERÊ
Weqfa Ragihandinê ya IPSê ("Şîrket") pêkanîna nepenîtiya zanyariyên kesên ku serdana malperê dike ji xwe re weke hêman qebûl kiriye. Ji ber vê yekê, "Polîtîkaya Nepenîtiyê" bi mebesta ku kîjan zanyariyên kesan, bi çi rêbazan tên bikaranîn, ev zanyarî li gorî qanûnê û bi razîbûna we bi kîjan aliyên sêyemîn re tê parvekirin û ew çawa ji aliyê Şîrketê ve tê parastin, hatiye çêkirin. Her weha di çarçoveya "Polîtîkaya Nepenîtiyê" de hatiye diyarkirin ku hûn çawa dikarin rastbûna van zanyariyan piştrast bikin û dema ku hûn bixwazin van zanyariyan jê bibin hûn çawa dikarin bi serdana malpera Şîrketê vê yekê pêkbînin.
Hemû xizmetên ku ji aliyê Şîrketê ve bi her cure rêyek ji kesan re têne peyda kirin dê bi kurtî wekî "Xizmet" werin binav kirin.
Berpirsê Daneyan
Nasnameya daneyên kesane her cure zanyariyên têkildarî kesekî diyarkirî an jî bikaribe bê diyarkirin re, wekî nav, paşnav, roja jidayikbûnê, an jî jimareya têlefona wan, vedibêje.
Daneyên we yên kesane, bi navê berpirsê daneyan bi hejmara 0465009891100001 li Rêvebiriya Sicîla Bazirganiyê a Odeya Bazirganiya Stenbolê hatîye tomar kirin. Navnîşana navenda kargeha(şîrket) Weqfa Ragihandinê a İPSê li Kolana Faikpaşa, Apartmana Faikpaşa, Hejmar 37, Qata 3, Daîre 7-8, Beyogluya Stenbolê ye. Ji aliyê weqfê ve daneyên we li gorî Qanûna Hejmar 6698an a Parastina Daneyên Kesane (KVKK), rêziknameyên têkildar û biryar/daxuyaniyên rayedar di çarçoveya Polîtîkaya Nepenîtiyê de tên bikaranîn.
Şîrket rêzê li fikarên we yên têkildarî parastina nepenîtiya we û daneyên we yên kesane digire. Di vê çarçoveyê de, şîrket daneyên we yên kesane di serî de KVKKê li gorî hemû qanûnên têkildar ên guncaw bikartîne. Her weha hilanîna ewle ya daneyên we misoger dike û hemû tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst digire da ku pêşî li gihîştina potansiyel a neqanûnî bigire.
Metna Polîtîkaya Nepenîtiyê dihewîne ka kîjan kategoriyên daneyên we yên kesane ji hêla Şîrketê ve bi rêya kanalên ku li jêr hatine destnîşankirin têne berhev kirin, ji bo çi pêvajo û armancan têne bikaranîn, ji kîjan komên wergir re têne veguheztin, mafên we yên derbarê parastina daneyên we yên kesane de divê Şîrket wekî berpirsê daneyan di çarçoveya berpirsiyariya ronîkirinê de we agahdar bike.
Çarçoveya Polîtîkaya Nepenîtiyê û Daneyên Berhevkirî
Zanyariyên ku ji bo bikaranînê ên kesekî diyarkirî, tenê ew kesa dema bixwaz e û ji bikaranîna daneyan razî be pêkan e. Têketina daneyan ango di vê mijarê de rizamendiyê nîşan bide, ev jî tê wê wateyê ku ew kes bi şert û mercên ku li jêr hatine destnîşankirin razî ye. Dema ku hûn serdana malperê dikin, hin agahî li ser serverên malperê têne hilanîn.
Daneyên ku hatine berhevkirin daneyên we yên kesane nagirin nav xwe; lêbelê, çerezên ku li jêr hatine behs kirin ji bo ku xizmetek çêtir ji we re peyda bikin têne bikar anîn.
Li ser bingeha van daneyan, hin encam li ser bikarhênerê malperê têne derxistin. Lêbelê, ev daneyên kesane tenê dikarin bi awayekî anonîm werin bikar anîn. Ger ev dane ji dabînkerek xizmetê yên derveyî re werin veguheztin, prosedurên pêwîst ji bo veguheztinê li gorî rêziknameyên qanûnî yên heyî yên di derbarê ewlehiya daneyan de têne bicîh kirin.
Ger hûn bi daxwaza xwe zanyariyên kesane bidin, Şîrket soz dide ku vê agahiyê di nav sînorên ku ji hêla qanûnê ve hatine destnîşankirin an jî di daxuyaniya razîbûna bikarhêner de hatine destnîşankirin bikar bîne û an veguhezîne.
Armancên bikaranîna daneyên kesane û çerezan li jêr hatine rêzkirin:
- Xwerûkirina ezmûnên bikarhêneran
- Gihîştina malperan
- Reklam û bazarkirin
Wekî beşek ji xizmeta pêşkêşkirî, Şîrket dikare agahdariya li ser bikarhênerên xizmetê di bin vê Polîtîkaya Nepenîtiyê de berhev bike û veguhezîne. Veguheztinên bi vî awayî li gorî şertên ku ji hêla aliyên sêyemîn ve hatine danîn, peymanên heyî yên bi aliyên sêyemîn re û rêziknameyên qanûnî yên derbasdar têne kirin. Ev Polîtîkaya Nepenîtiyê pêkanînên nepenîtiyê yên aliyên sêyemîn ên ku agahdarî ji wan re tê veguheztin nîşan nade. Şîrket ne berpirsiyarê polîtîka ango pêkanînên wan ên nepenîtiyê ye. Ev Polîtîkaya Nepenîtiyê agahdariya ku ji hêla serîlêdanên li derveyî kontrola Şîrketê, agahdariya ku ji hêla malper û platformên aliyên sêyemîn ve hatî berhev kirin, agahdariya ku ji hêla aliyên sêyemîn ve bi rêya girêdanên li ser malpera Şîrketê, an pankart, kampanyayan, an reklam an pêşvebirinên din ên li ser malperên aliyên sêyemîn ên ku ji hêla Şîrketê ve têne sponsor kirin an beşdar bûne, hatî berhev kirin, nagire nav xwe. Şîrket ji karanîna daneyên kesane yên ku kesên sêyemîn ji xwe re bi rêya malperan komkirine, depokirine û bikaranîne ne berpirsyar e.
Nepenîtiya Zarokan
Di malpera me de naverokên ku ji bo zarokên di bin 18 salî de ne hene. Di vê çarçoveyê de, hemû daneyên ku dikarin ji zarokan werin komkirin bi razîbûna dêûbav an parêzvanê zarok pêk tên.
Bikaranîna Çerezan
Şîrket dikare hin ji daneyên kesane yên ku li jor hatine behs kirin bi rêya dosyayek têkilîdanîna teknîkî (Çerez-Cookie) bi dest bixe. Dosyeyên têkilîdanîna teknîkî yên navborî, dosyeyên nivîsê yên piçûk in ku malper ji bo geroka bikarhêner dişîne da ku di bîra sereke de werin hilanîn. Dosyeya têkilîdanîna teknîkî karanîna Înternetê bi hilanîna rewş û tercîhên li ser malperek hêsan dike. Dosyeyek têkilîdanînê teknîkî dibe alîkar ku zanyariyên îstatîstîkî yên weke çend kes malperê bikar tînin, armanca kesê serdana malperê dike çiye, çend caran serdana malperê kiriye û çiqas dirêj maye, bidest bixe. Her weha di heman demê de dibe alîkar ku ji bo bikarhêneran reklam û naverok were çêkirin. Dosyeya têkilîdanîna teknîkî ne ji bo wergirtina daneyan ango daneyên kesane ji bîra sereke an e-postayan hatî çêkirin. Piraniya gerokan di destpêkê de ji bo qebûlkirina dosyeyên têkilîdanînê ên teknîkî hatine çêkirin, lê bikarhêner dikarin mîhengên xwe biguherînin da ku pêşî li wergirtina dosyeyên têkilîdanîna teknîkî bigirin an jî dema ku dosyeyên têkilîdanîna teknîkî têne şandin hişyariyan bistînin. Her xeletiyek ku ji van guhertinan derdikeve holê divê ji me neyê zanîn.
Girêdanên bi malperên din re
Di malpera şîrketê dibe ku lînk û girêdanên bi malperên kesên sêyemîn re hebin û ev Polîtîkaya Nepenîtiyê ji bo van malperan derbas nabe. Şîrket ji bo van malperan tu berpirsiyariyek nagire ser xwe.
Medyaya Civakî
Malpera Şîrketê girêdanên çêkirî ji bo hin torên medyaya civakî peyda dike ku dihêle bikarhêner hemî an jî beşek ji malperê li ser torên medyaya civakî parve bikin. Ev xizmetên girêdanê tenê bi erêkirinê dixebitin û armanca van girêdanên medyaya civakî ew e ku naveroka malperê nîşan bidin û rê dide ku heke hûn bixwazin bi heval û derdorên xwe re parve bikin. Parvekirina daneyan bi van torên medyaya civakî yên arastekirî re li gorî polîtîkayên nepenîtiyê yên li ser malperên wan hatine weşandin e. Girîng e ku hûn van polîtîkayên nepenîtiyê jî binirxînin.
Nûvekirin û Guhertinên Zanyariyan
Şîrket dikare naveroka vê Polîtîkaya Nepenîtiyê di her kêliyê de biguherîne da ku prensîbên xwe yên nepenîtiyê û parastina daneyan nûjen û li gorî qanûnên têkildar bihêle. Polîtîkaya Nepenîtiyê ya sererastkirî dê li ser malpera Şîrketê were weşandin. Hûn dikarin herdem li ser navnîşana www.bianet.org xwe bigihînin guhertoya heyî ya Polîtîkaya Nepenîtiyê. Ger hûn piştî ku Polîtîkaya Nepenîtiyê hatibe guhertin, sepan û xizmetên şîrketê bikar bînin, dê were hesibandin ku we guhertin qebûl kirine. Bendên Polîtîkaya Nepenîtiyê yên sererastkirî roja ku Şîrketê li ser malperê weşand dikeve meriyetê.
Dema Veşartina Daneyan
Daneyên ku rasterast li ser malperê bi her awayî têne parve kirin heta têkilî hebe dê were veşartin.
Çawa Daneyên Kesane Dikarin Bêne Bikaranîn
Li gorî Qanûna Parastina Daneyên Kesane a Bi Hejmar 6698 (KVKK), daneyên kesane yên ku bi Weqfa Ragihandinê ya IPS re têne parve kirin, dikarin bi tevahî an qismî, bixweber an ne-otomatîkî ku beşek ji pergala tomarkirina daneyan be, bi bidestxistin, tomar kirin, hilanîn, guhertin û ji nû ve rêzkirin werin bikaranîn. Li gorî Qanûna Parastina Daneyên Kesane (KVKK), her kirariyek ku li ser daneyan pêk tê, ew weke "bikaranîna daneyên kesane" tê pejirandin.
Agahdarkirina Têkildarî Kesê Sêyemîn Ango Dezgehên ku Daneyên Kesane dê Bi bo Wan Were Veguheztin
Ji bo armancên ku li jor hatine destnîşankirin, kes û dezgehên ku daneyên kesane yên bi Weqfa Ragihandinê ya IPSê re têne parvekirin dikarin ji wan re werin veguheztin ev in: Pişkdarên sereke, pişkdar, kesên reklaman didin, hevparên me yên rasterast an nerasterast ên li welat/derveyî welat; şîrketên endam ên ku binesaziya Weqfa Ragihandinê ya IPSê bikar tînin, kes û dezgehên bi karûbarên pêşkêşkirî ve girêdayî ne, hevkarên bernameyê, dezgehên li welat/derveyî welat, kesê sêyemîn û dezgehên din in. Daneyên we dikarin bi saziyên fermî re, wekî îstîsna, li gorî erkên me yên qanûnî û di bersiva daxwazên dadgehê yên girêdayî de, werin parve kirin.
Rêziknameyên me yên têkildarî çerezên ku bi armanca reklamê têne bikar anîn ,"Polîtîkaya Çerezên Weqfa Ragihandinê ya IPSê"ye û beşek ji "Polîtîkaya Parastina Daneyên Kesane û Nepenîtiyê" ya ku hûn niha dixwînin pêk tînin. Ji bo derbarê Polîtîkaya me ya Çerezan de bibin xwediyê zanyariyan ji kerema xwe re bitikîne.
Berî ku KVKK Bikeve Meriyetê Daneyên Kesane Yên ku Hatine Bidestxistin
Beriya dîroka ku KVKK ketiye meriyetê ku 7ê Nîsana 2016an e, di malpera Weqfa Ragihandinê ya IPSê de daneyên kesane nîn in.
Mafên Xwediyê Daneyan
Xwediyê daneyan dikare mafê xwe yê gihîştina daneyên xwe di her wextê de bikar bîne. Wekî din dema ku şertên têkildar werin bicîhanîn, mafên ku di Xala 11an a KVKKê de ne û mafên ku li jêr hatine destnîşan kirin dikarin werin bikar anîn:
Mafê rastkirinê, Mafê jêbirinê, Mafê sînordarkirina bikaranînê, Mafê gilîkirinê li ser saziya çavdêriya parastina daneyan a têkildar, Mafê veguhastina daneyan.
Dema ku daneyên kesane ji bo berjewendiyên Şîrketê têne bikaranîn, mafê xwediyê daneyan heye ku ji ber sedemên ku ji rewşa taybetî derdikevin li dijî bikaranîna daneyên kesane îtîraz bike. Şîrket dê bikaranîna daneyan rawestîne heya ku Şîrket nikaribe îspat bike ku ji bo pêvajoya daneyan sedemek girîng heye ku li ser berjewendî, maf û azadiyên ku divê werin parastin serdest be, an jî heke ev pêvajo xizmetî armancên îdîakirin, sepandin an parastina îdîayên qanûnî bike.
Ger ji bo bikaranîna daneyên kesane biryara erêkirinê hatibe dayîn, derfeta ku wê erêkirinê bi şûn ve bikişîne heye.
Di çarçoveya qanûnê de, hûn dikarin hemû daxwaz, gilî û pêşniyarên xwe yên derbarê daneyên we yên kesane de, digel belgeyên ku nasnameya we piştrast dikin û tevî daxwaznameya we ji navnîşana me ya li jêr re bişînin ango hûn dikarin bi karanîna îmzeya elektronîkî ya ewle wê ji navnîşana şîrketa me [email protected] ê re bişînin.
Navnîşana me:
Kolana Faîkpaşa
Apartmana Faîkpaşa, Hejmar 37, Qat 3, Daire 7-8
34425 Beyoglu, STENBOL