Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Guherîna îklîmê di cîhana me de guherînên wisa dike ku nedîtî ne. Her roja diçe em dibin şahidê pirrtir lehî, zuhabûn û guherîna barînan, her wiha tengezariya av û germahîyê jî, her ku diçe û girantir dibe.
Ev diyarde li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li deverên ku gelek zarokên herî xizan û lawaz ên cîhanê lê dijîn xwedî bandoreka wêranker in.
Li gor rapora UNICEFê ya 2015an, ji guherîna îklîmê mezintir gef û xetere li ser zarokan tune ye û helbet li ser zarokên van zarokan.
Barê nexweşîyan bi nîvî li ser pişta zarokan e
Li gorî Rêxistina Tendurîstiyê ya Cîhanê (WHO), yek ji sê parên barê nexweşîyan û yek ji çar parên mirinan yên cîhanî ji ber faktorên derdorî ne. Her çend ku zarokên emrê wan di binî 5an de tenê ji sedî 10ê nifûsa cîhanê pêk tînin jî, ji %î 40ê vî barî li ser pişta zarokan e.
Bi heman rengî, ji %î 88êyî vî barê cîhanî yê nexweşîyên ji ber guherîna îklîmê, li zarokên ku li welatên bi pêş dikevin û di populasyonên ku statuya wan î sosyoekonomîk kêm e dijîn bar e.
Tê texmîn kirin ku bi kêmkirina rîskên hawirdorê yên wekî qirêjîya hewayê, ava ne ewledar, tunebûna hîjyenê an kîmyasalan ji %î 26ê mirinên zarokan û ji %î 25ê nexweşbûna zarokên emrê wan di bin 5an de ye dikare were astengkirin.
Çima pirrtir bandor li wan dibe?
Zarok ne mezinên piçûk in û ji mezinan bêtir hessasîyeta wan li hemberî rîskên hawîrdorê heye.Ji ber ku zarok di mezinbûn û geşedaneka bilez de ne, ji ber bandorên hawîrdorê ev pêvajoya wan a geşedanê bi hêsanî dikare xira bibe, têk biçe. Lewra ew sîstemên di geşedan û mezinbûnê de ne li hemberî bandorên hawîrdorê pir hesas in û zirara ku bibînin jî nayê selihandin.
Fetus û pitikên biçûk ên pêşve diçin li gor mezinan ji hêla biyolojîk û psîkolojîk ve li hemberî bandorên neyînî, yên ku guherîna îklîmê û germahî dibin sedem, bê qewet û bê parastin in lewra hîn sîstema wan î parastina laşî, sîstema detoksîfîkasyon û sîstema termoreguratorê temam nebûye. Ji ber vê jî nebûna xwarinê, nexweşîyên şewbî û hîn gelek nexweşîyên ku sotemenîyên fosîlî çavkanîya wan in xetereyên mezin in ji pitikan re.
Ew pirrtir dûçarî dibin
Di şeş mehên yekem ên jiyanê de zarok li gorî mezinan, serê kîloyeka giraniya laşê xwe heft qatan bêtir avê vedixwin û sê-çar qatan bêtir xwarinê dixwin. Pitikeka ku di îstirehetê de ye jî du qatî li mezinan hewayê distîne û dide.
Ji ber vê yekê, zarok ji mezinan bêtir ji her faktora jehrî ya ku di av, xwarin an hewayê de heye tesîrê dibînin.
Zarokên ku di dema bebekîyê de bêtir li hundur dijîn di dema zaroktiyê de piraniya dema xwe li derve derbas dikin. Kîmyewiyên ku di malê de têne bikar anîn, dûmana cixareyê û gaz bêtir bandorê li pitikan dikin, lê helbet rîska xetereya gazên din ên jehrî û madeyên pirtikî jî li derve pirrtir e.
Ew bi kîjan xetereyan re rû bi rû ne?
Zarok, nemaze bebek, dê neçar bimînin ku bi xetereyên ku jiyana wan tehdît dikin re mucadeleyê bikin, xetereyên wek; felaketên girêdayî îklîmê ne, bêewlehîya xwarinê, qirêjiya hewayê ya ku zêde dibe, xetereya nexweşîyên vektora zêde dibe, enfeksiyonên nefesê yên dijwar, nexweşiyên zikêşîyê û xwarina xirab.
Delîl, her ku diçe destnîşan dikin ku ev xetere dikarin bandor û xisarên neyênî bi awayekî eşkere li ser geşedana zarokan a demên ewilîn bikin.
Zarok, di nîveka felaketên îklîmê de
Hejmar û bandorên zarokên ku dûçarî xetereyên krîza îklîmê dimînin an ev potansîyela wan heye di rêjeyeka metirsdar de ye. Roja me, zêdeyî nîv mîlyar zarok li herêmên di bin lehiya zêde de dijîn. Nêzî 160 mîlyonî kes li deverên ziwahîyeka dijwar an jî ew rîsk heye dijîn. Neçar e, wê guherîna îklîmê di dawîyê de bandorê li her zarokî bike, lê ev zarok jixwe di bin xeterê de ne û bi hin rîskên herî giran re ji niha ve rû bi rû ne.
Bandora guherîna îklîmê li ser her kesî ne wek hev e. Herêmên ji lehî û ziwahîyê re guncav in bi piranî bi xizanî û ava kêm re rû bi rû dimînin, ku ew lazimîyên sereke ne. Zarokeka ku di bin belengaziyê de dijî an jî berî krîzê jî ji avê mehrûm mayî dê bêtir bikeve bin bandora lehî, tofan, bahoz an zuhabûnê, wê îhtîmala başbûneka lezgîn kêm be û ev yek dê di dema krîzên din de bibe sedema xetereyên mezintir.
Wekî din, herêmên ku nifûsa zarokan a herî mezin a cîhanê lê ne(Wekî; Qeraxên Asyaya Başûr, derdora çemê Nîlê, Efrîqaya Ekwatorê û qeraxên Pasîfîkê yê Emrîkaya Latînê) di bin bandora lehî, ziwahî, stresên av û germahiyê de ne.
Îhtîmal e ku yên herî zêde di bin bandorên krîza îklîmê de bimînin jî dîsa bi heman xetere û krîzan re rû bi rû bimînin. Ev yek jî wê başbûna malbatên xizan û zarokan zehmettir bike, wê guherîna îklîmê van zehmetîyan her zêdetir bike.
Nexweşîyên zêde dibin
Guherîna îklîmê, zêdebûna germahiyê û guherîna barîna baranê dibe sedema belavbûna nexweşiyên vektor-hilberandî wekî ta û tayê dangê. Herweha zarok li gor mezinan pirrtir ji nexweşîyên wekî taya dangê, nexweşîyên vektor-hilberandin ên wekî tayê, nexweşîyên ji ber ava ne paqij, emelbûn û hwd, nexweşîyên ku bêhîjyenî dibe sedem, te’bê dibînin, li gor mezinan pirrtir ev nexweşî li wan peyda dibin.
Tê texmîn kirin ku nexweşîya tayê di sala 2015an de bûye sedema 438,000 mirinan, ji 3/2yê wê jî nexweşên zarok in ku emrê wan jî di bin 5an de ye. Di heman demê de zarok ji kêmxwarinîyê re bêtir hesas in. Nexweşiyên wekî emelê sedema sereke ya mirina zarokên binî pênc salî ne û tê texmîn kirin ku di sala 2015an de 530,000 kes mirine.
Dê zarok bedela kiryarên mezinan bidin
Zarok, nemaze zarokên piçûk, ji bo zindîmayîn û geşedana xwe girêdayî mezinan in, hewceyî wan in. Ji bilî xetereyên guherîna îklîmê yên rasterast li ser zarokan in, dema ku guherîna îklîmê bandorê li dê û bavên wan û nihêrvanên zarokan dike, mîna windakirina debara jiyanê û berhemdariya çandî, bandor dîsa li zarokan jî dibe.
Ji hêla din ve, dema ku guherîna îklîmê bibe sedema pevçûnên li ser çavkaniyên kêm in, dê zarok dîsa bedelê kiryarên mezinên xwe bidin.
Qirêjîya Hewayê
Guherînên îklîmê, hem li hundir hem jî li derve bandorê li hewaya ku em distînin dike. Îklîma ku diguhere, şêwazên hewayê yên ku bandorê li cih û rêjeya ozona li asta erdê û maddeyên wek perîkên biçûk ên ku hewaya derveyî qirêjî dikin diguherîne.
Herweha, bikaranîna sotemeniyên fosîlî gelek qirêjiyan rasterast berdide hewayê. Qalîteya hewaya nebaş jî bandoreka neyînî li sîstema nefesê û psîstema dil-demar dike. Fetus û zarokên biçûk di koma herî bêparêz de ne, koma li hemberî qirêjkerên hewayê.
Alerjenên di hewayê de ne zêde dibin
Asta zêdebûna karbondîoksîtê di heman demê de mezinbûna nebatên ku alerjenan berdidin hewayê (aeroallergen) jî pêş dixe. Gava ev alerjen û qirêjker li malan, dibistanan û avahîyên din belav dibin, ev alerjen û qirêjîyên li mekanên girtî belav bûne li derveyê van mekanan jî belav dibin.
Konsantrasyonên bilindtir û demsalên dirêjtir ên polenan, dikarin hessasîyeta alerjîk û bûyerên astimê zêde bikin û bi vî rengî jî berhemdarîya li dibistanan û li cîyên karan kêm û sînordar bike.
Enfeksiyonên rêça nefesê ya jêrîn di nav sedemên sereke yên mirina zarokan de ye, di sala 2015an de jî sedema ji sedî 5,5 mirinên li zarokên bin pênc salî ev enfeksîyon bûn.
Li welatên pêşkeftî ji sedî 13ê enfeksiyonên rêça nefesê ya jêrîn bi qirêjiya hewaya derve ve têkildar e, lê li welatên ne pêşkeftî û pêş dikevin ev rêje ji sedî 50î zêdetir bi qirêjiya hewaya hundir û derve re têkildar in.
Dibe ku Akut mirinan kêm bike
Li seranserê cîhanê, ji sedî 93ê zarokan li cîyên ku asta qirêjbûna hewayê di ser nirxên sînorê WHOre ne dijîn. Li gorî lêkolîneka ku me di sala 2018an de kirî, li Tirkiyê 19 mîlyon zarok (0-14 salî, ji sedî 23ê nifûsê) bi navgîniya 49 μg/m3 PM10 re rûbirû ne.
Di heman lêkolînê de, hatibû destnîşankirin ku heke li her bajarî berhevkirinên PM10 li tixûbên WHOyê diyarkirin hatibûna kêm kirin, di sala 2018an de ji 9,959 serîlêdanên nexweşxaneyê (nefes, serebrovaskular û kardiovaskular bi hev re) sedî 17,8 ê mirinên akut û ji sedî 11,9 ê mirina bebekan dikaribû were asteng kirin.[1]
Di qirêjîya hewayê de newekhevîyên sosyo-ekonomik
Her wekî lehî û ziwabûnê, bandora qirêjîya hewayê jî bi awayekî bê hesab û ne wek hev li feqîran dibe. Mînak, civakên kêm-dahat û civakên rengîn ên li Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê, bi awayekî bê hîsab û ne wek hev, bi hewaya pirtikî ya qirêj ku çavkanîya wê santralên ceyranê ne û qirêjîya hewayê re rû bi rû dimînin.
Bandorâ nebûna piştgirîya civakî û encamên wê û guherînên îklîmê, mexdûrîyetên ji ber van yekan û kêmxwarinê li ser feqîran, di nava feqîran de, pirrtir e. Tevahiya nifûsa cîhanê 7 mîlyar e. 1,9 mîlyarê wê zarokên bin 15 salî ne, û 1 mîlyar ji wan di xizaniyê de dijîn.
Dê nakokiyên sosyo-ekonomîk ên berbiçav, ên ku di tenduristiya zarokan de li hundur û di navbera welatan de hene, dê li gorî xerckirina sotemeniya fosîlî gerdûnî û guherîna îklîmê mezin bibin.
Pirsgirêk di mezinbûnê de jî berdewam dikin
Bandorên xetereyên hawîrdorî yên berî zayînê, rîska derenketina mezinbûn û geşedanê, di pitikî û zarokîyê de pirsgirêkên norolojîk, nexweşîya dil û nexweşîyên hilmê, nexweşîya kronîk obstruktîf a kezebê, zêde dike. Her weha di balixbûnê de jî rîska nexweşîyên dîyabet û pençeşêrê zêde dike.
Di dema zarokatîyê de, nexweşîyên ku di nava zarokan de hevpar in, yên wekî kêmasîya baldarîyê/Hîperaktîvîteyê ku pirsgirêkên geşedanê ne (DEHB) bi marûzbûna hewaya qirêj ve têkildar hatine dîtin.
Delîlên berbiçav hene ku di zaroktiya zû de marûzbûna hewaya qirêj ne tenê li tenduristiyê di heman demê de li ser serkeftina perwerdehiyê û pûanên IQyê jî bandor dike. Ev pirsgirêk di mezinbûnê de jî didomin û bandoreka neyênî li jiyana pîşeyî û kesane dikin, lêçûnên lênerîna tenduristiyê ji bo kes û malbatan zêde dike.
Ji bo çalakbûnê em têra xwe xwedî agahî ne
Wekî encam, guherîna îklîmê û qirêjiya hewayê xetereyên gerdûnî pêk tînin, têkoşîna li hemberî van yekan jî ji bo wekhevîyê mecbûrî ye. Ger têkoşîn bi guherîna îklîmê re neyê kirin pêşî dê zirarê bide zarokên herî xizan û bê qewet. Ev yek jî dê newekheviyên sosyoekonomîk û tenduristî kûrtir bike.
Heya ku em ji bo rawestandina kirîza îklîmê bi hêz tevnegerin dê xetere her biçe zêdetir bibe. Zarok heq dikin ku li cîhaneka ji bandorê guherîna îklîmê ku ji jiyanê re xetere ne hatî paqijkirin bijîn. Ji bo ku em vê piştrast bikin zanebûn û delîlên me yên zanistî têr dikin. Ya herî girîng û hewce çalakîyek e, xweqewimandinek e.
[1] Gacal F, Çağlayan Ç. (2020). Benefits of Reducing PM10 Pollution to WHO Standards for Children Health in Turkey. Abstract for 10th International Conference Children's Health and Environment, 2020.
(ÇÇ-FG/VU/FD)
*Heyama ku îklîm û dinya diguhere...
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan-Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.