Fotograf: Ocean Rebellîon
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Em di gaveka şikestineka dîrokî de ne, ku newekhevîya civakî her diçe berbiçavtir dibe û krîzên ji kontrolê derketî li pêş hev tên. Em di nîvê pandemîyeka asta cîhanî de rawestîyane û dibin şahidê cûr be cûr felaketên ekolojîk ên ku li dora me diqewimin.
Diyar e ku divê em bijartinekê bikin.
Ma em nekarin bibin şaristaniyeka serfiraz, demokratîk, aştîxwaz, rêjeya emîsyona gazên serayî anî sifirê, li ser prensîbên wekhevî û dadê tawîz nade û hemû mafên bingehîn hatin garantîkirin? Lê, gelo bi rastî jî ew şensê me heye ku em bi sîstemeka weka kapîtalîzmê re pêşerojeka wisa ava bikin, ku jiyanê na lê mal û milkî weke serbilindîyê dibîne, di rastîya xwe de pergaleka sotemenîyên fosîlî ye.
Wek nîşaneyeka pêşveçûnê; enerjî
Şaristanîya me, bi şewitandina bermahiyên afirîdên prehîstorîk, ên ku ji binê rûyê erdê dikole û derdixe, bi rengekî ne medenî geşedana xwe ya endûstrîyel didomîne. Ne medenî ye, ji ber ku tişta pêşkeftîbûna şaristaniyekê diyar dike awayê çareserkirina hewcedariyên wê yên enerjiyê ye.
Pîvana navdar Kardashev, ku di astronomiyê de pirr tê bikar anîn, dibêje ku rêjeya pêşveçûna teknolojîk ne nîşana geşedan û pêşkeftîbûnê ye. Gelo pirsgirêka enerjîyê bi şiklekî ziyanê li jiyan û gerstirkê neke hate çareserkirin? A girîng ev e. Li gorî vê pirsê biryara şaristaniyek çiqasî pêşkeftî ye û çiqasî jîr e tê dayîn.
Astronomê rûsî Nîkolay Kardaşev digot ku şaristaniyên pêşkeftî dê têra xwe jîr bin ku derbasî pergalên sofîstîke bibin. Bi gotinên din, ew şaristaniyek e ku pêşbaziyê na hevgirtinê pîroz dike û ne nirxên neteweyî, nirxên gerdûnî bilind dike.
Ji ber vê yekê, tê pêşbînîkirin ku li ser modeleke civakê ya ku tê de her cûre newekhevî têne çareserkirin rabe, cûdahiya di navbera dewlemend û xizanan de di mazîyê de bimîne, sînor werin rakirin, û jiyan li şûna sermiyanê were pêşeng kirin.
Berdêla şewitandina fosîlan
Asta mirovahiyê li ser pîvana Kardashev dor li 0.7an e. Ji ber vê yekê em negihîştine asta şaristanîya Tîp1ê jî – pêkanîna xewn û xeyalên me yên gera di navbera stêrkan de li hêlekê, divê em du gavan hilkişin da ku li gerstêrkên di pergala xweya rojê de belav bibin.
Dabeşkirin, taybetmendiyên cîyê em lê ne wiha destnîşan dike: Rêjeyeka wê yî geşedanê ya şopgerbar heye, lê ji ber ku ew nikare çavkaniyên gerstêrkê bi awayekî bi bandor bikar bîne ew hîn jî pêdiviyên xwe yên enerjiyê ji sotemeniyên fosîlî peyda dike. Bi kurtî, em ne şaristaniyek pir zîrek in.
Tevî ku sotemeniyên fosîl çavkaniyek xwezayî ya enerjiyê ne jî şewitandina wan û dewamkirina ev cûre bikaranînê ji bo sîstema îklîmê xetere û ziyaneka mezin e. Me bi vî hawî ,li gorî demên pêş-pîşesaziyê dinyaya xwe bi 1,5 pileyî germ kir.
Panela Nav-Hikûmetî ya Guherîna Îklimê ya Neteweyên Yekbûyî (IPCC) dibêje, pêwiste ku em herî dereng heya 2030an germahîya xwe di 1.5Cyê de sabit bikin. Em nikarin vî sînorî derbas bikin. Ger em nikaribin li 1.5Cyî de bimînin, em ê bilez ber bi 2 pileyên germbûnê ve biçin. Ger em bigihîjin 2Cyan êdî dibe pirr dereng. Ji ber ku ava okyanûsa germbûyî hindiktir CO2ê dikişîne xwe, gava okyanûs wê CO2yê nakişînin xwe ew li atmosferê belav dibe û germbûn jî her zûtir dibe.
Mixabin, em di heman demê de ji sedî 40ê daristanê baranê jî ji dest me diçin, ev jî tê vê wateyê ku kêmbûna tîrbûna karbona axê, û du qatan pirrtit li atmosferê belav bibe. Germbûn jî zûtir dibe. Di ser de jî, hêşinahiya tên qetilkirin jî karbonê derdixin, germbûn bileztir dibe, ango zêdetir dibe.
Bi gihîştina 2Cyê dê ev faktorên han bikevin dewrê, û ev tê wê wateyê ku em berê xwe didine ber bi 3Cyê. Di pileya 3Cyê de guherînên pir tundtir dikevin dewrê - hûn jî dê nexwazin hîn bibin bê çi dibe.
Em li benda çi ne?
Dem çiqas diçe tengtir dibe û me tenê neh sal man ku em tixûbê di navbera xwe û 1.5Cyê de kêm. Bi rastî deqîqeyeka me tune ye ku em winda bikin.
Veguhestina aboriya sifir-karbon armanceka teknolojîkî ya girîng e û pêkan e. Bi taybetî di deh salên dawî de, teknolojiyên enerjiya nûveger hem ji hêla lêçûnên sazkirinê û bihayên hilberîna enerjiyê ve, û hem jî di warê leza pêşkeftinê de bikêr in. Ji ber vê yekê jî mezinên sotemeniya fosîlî yên wekî BPyê berê xwe di veberhênanan da veguhestin vê qadê.
Naxwe em li benda çi ne ku veguherînê pêk bînin?
Dema ku em li aktorên siyasî dinihêrin, em dikarin bibînin ku hema hema hemî beşdarî civînên îklimê dibin û hedefên xwe yên kêmkirina gazê pêşkêş dikin. Lêbelê, heman aktor polîtîkayên li ser bingeha piştgiriya pîşesaziya sotemeniya fosîlî di rewacê de dihêlin.
Gava ku Neteweyên Yekbûyî biryar da ku tevdîrê bigire da ku pêşî li felaketên nêz bigire, ango di 1992an de (Konferansa Rio) ji serokên cîhanê xwest ku sozê bidin. Wê demê, rêjeya zêdebûna CO2ya di atmosferê de gihîştibû asteka tirsnak, û piştrast bû ku ev pêvajo zûtir dibe. Di 1994 de, Peymana Çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya Guherîna Îklimê ket rewacê. Ev 26 sal in ku yekemîn komcivîna Îklîmê di 1995an de (COP1, Berlîn) pêk nayê.
100 şîrketên sotemenîya fosîlî ku pêşerojê diyar dikin
Ger em li daneyên emîsyonên cîhanî yên 26 salên dawî binêrin, em ê bibînin ku ji sedî 71ê van emîsyonan 100 şîrketên sotemenîyên fosîlî berpirs in. Wekî din, bankayên cîhanî ji Peymana Parîsê vir ve 1.9 trîlyon $ di sotemeniyên fosîl de veberhênan kirine.
Rapora ku ji hêla REN21 ve hatî pêşkêş kirin, ku lêkolînên li ser polîtîkayên enerjiya nûvejêr pêk tîne, nîşan da ku di 10 salên dawî de para sotemeniyên fosîlî di bikaranîna enerjiya cîhanî de hema hema nayê guhertin (ji sedî 80).
Mînak, Tirkiye, ku di nav lîsteya welatên ku herî zêde gazê berdide de di rêza 15an de ye, biryardayîna armancên kevnare yên wekî zêdekirina hilberîna komirê û piştgiriya veberhênanê li santralên komirê didomîne. Weke ku di rapora REN21 de hatî diyar kirin, gelek welatên ku di civînên îklimê de armancên kêmkirinê radigihînin, di rastîyê de li gorî pereyê ji bo enerjîya venûker tê xerc kirin şeş qatî pirrtir pere di rêya enerjîya sotemenîyên fosîlî de xerc dikin. Para çavkanîyên enerjiya ku venûker ji sedî 11,2 ji sedî (2019) de, di van rêjeyan de, dimîne.
30 sal in heman çîrok
Her çend rewşa awarte ya îklîmê hebe jî, em hema hema 30 sal in li heman çîrokan guhdarî dikin. Di tevahiya dîroka lûtkeyên îklîmê de emîsyon berdewam bûn, cemed ewqas zû û zehf helîyan ku zanyarên îklimê jî matmayî bimînin. Ger di Behra Cemedê ya Bakur de helandina cemedê bi vê rêjeyê berdewam bike, em ê di sala 2030an de bibin şahidê havînên Arktîk, yên bê cemed.
Okyanûsan roj bi roj germtir bûn, her ku ew germ bûn kîmyaya wan jî guherî, afirîdên behrê neçar man koç bikin, hevsengiya ekosîstemên hessas xera bû. Her ku germahîya rûyê behrê ji rêjeyeka normal dûr dikeve û bilind dibe rêje û bandorên hilweşîner ên bahoz û teyfûnan jî zêde dibin. Axa permafrost, a li Arktîkê dest bi helandinê kir, û di encamê de bi rêjeyên bilind emîsyonên mezin ên metanê derketin holê - mîna ku emîsyonên CO2yên me têrî nakin.
Rastî li holê ne. Asta CO2 ya ku bi lez zêde dibe nîşan dide ku ev 'gavên ber bi pêş' ên di zîrveyên Neteweyên Yekbûyî de hatine avêtin me bêtir paş de dixin.
Kapîtalîzm hildiweşîne û mezin dibe
Sotemenîyên fosîlî û kapîtalîzm ne du diyardeyên cihêreng ku dikarin ji hev cuda werin nirxandin. Wekî ku nivîskarê sosyalîst Kanadî û çalakvanê jîngehê Ian Angus di pirtûka xwe ya Rûbirûbûna Antroposenê: Kapîtalîzma Fosîl û Qeyrana Pergalên Erdê de wiha gotî; sotemeniyên fosîlî "ne tebeqeyek e ku ji kapîtalîzmê were paqij kirin" ji ber ku ew "dikevin her şaneya pergalê".
Ji dîtina sermayedaran, çêkirina veguheztina enerjiyeka ku dikare were nûkirin tê wateya berê xwe bidin ber bi pergalek nû ve ku dê lêçûnên zêdetir bi wan bîne ji nû ve nivîsandina veberhênanên wan ên bi kêrhatî û ji ber vê yekê jî hêz û avantajên wan ên bazarê dixe xetereyê. Bi gotineka din, ew naxwazin 'mafên xwe yên bi dest xwe' winda bikin.
Ji ber ku hilberîna kapîtalîst, ku di bin pêşengiya kapîtalîstên hêrsbûyî de tê meşandin, neçar e ku bi domdarî mezin bibe, diyardeyên bê mentiq ên mîna berhevkirina sermiyan û hilberîna zêdeyî dikevin dewrê. Ji sîstemeka ku li ser kar û pere kom dibe, nayê hêvîkirin ku xwediyê fikarên ekolojîk an exlaqî be. Ev pergalek hilweşiyayî ye ku îdia dike ku pirsgirêkên aboriyê jî dikarin bi mezinbûneka bêtir werin çareser kirin.
Frederich Engels di gotara xwe ya bi sernavê "Rola Kedê Di Veguhezstina Ji Meymûntîyê ber bi Mirovîyê" de pirsa jêrîn pirsîye; "Ma cotkarên Spanyolî yên li Kubayê, dema ji bo gubreya ji wan re lazim e, darên quntarên çiyê jê dikirin û dişewitandin û bi axa wê şewatê gubre çêdikirin ev yek xema wan bû? Dema ji bo mezinkirina darên xwe yên qehweya yek-nifşî, ji bo kar û pereyê ji qehweyê ji wan re dihat.’’
Kapîtalîzm bi awayekî xwezayî pergaleka hilweşîner e. Mîna fîlek ku ketibe firoşgeheka şûşeyan, ew bi wî şertê ku hilweşîne jî her diçe mezintir dibe. Li aliyekî din, ew teşwîqî zêdexwarinê dike, li aliyê din, ji sedî 10 ê nifûsa cîhanê birçî dihêle.
Xilasîya pêşerojê
Sedema ku em nekarin veguherînek enerjiyê ya ku bi rastî gengaz e pêk bînin û emîsyonên xwe kêm bikin ewe ku veguherîneka bi vî rengî li dijî berjewendiyên sermayedaran e. ji ber vê yekê divê em ne îklimê, pergalê bi xwe bikin hedef.
Wekî din, heger em ê vê krîzê çareser bikin, ku di eslê xwe de pirsgirêkek newekheviya çînî e, bêyî ku pergala hilberîna me veguherîne, divê em bi sozên kêmkirina gazê biçin cihekî. Lê wusa nabe.
Biryardar dewam dikin, me dixapînin û bala me dikişînin ser tiştên din, û pîşesaziya sotemeniya fosîl jî ku bi piştgiriya wan saxlem disekine, têdikoşe ku vê hêzê bidomîne û xwe ji kontrola wan xilas bike. Bi kurtî, serwet û milkên berpirsiyarên krîzê yên rastîn pir dibin û bextê wan vekirî ye, lê bi mîlyaran mirov ji ber wan ber bi tunebûneka bêhempa ve diçin.
Êdî divê em pergalên hilberîna xwe veguherînin.
Jiyan an sotemeniyên fosîlî? Gelo em ê pêşerojê an mulkîyetê hilbijêrin?
Di vê xala şikestinê de ku em nekarin tenê li ser nîşanan bisekinin û pirsgirêka rastîn paşguh bikin, hilbijartina ku em bikin dê çarenûsa hemî mirovahiyê û jiyana li gerstêrka me diyar bike, ev bijartin ne tiştekî kêmtir e.
Niha dema me zêde tune ku em rewşê biguherînin û wextê me yê mayî û derbaskirina vî wextî jî krîtîk e, ma ne ew dem e ku em dev ji hêviyên vala yên teknolojiyên danehevîya karbonê yên xapînok an mekanîzmayên pîyaseya xapînok ên mîna bazirganiya karbonê berdin?
Xapandina, ji ber ferqa di navbera ‘sifir’ û ‘net sifir’ê derdikeve holê
Armancên ji bo kêmkirina belavkirina karbonê bi du awayên cûda têne rêve kirin; 'sifir karbon' an 'sifir net'. Dibe ku wusa xuya bike ku di navbera wan de pir cûdahî tune, lê ya paşîn nîşana nerasterast a baweriya bêbingeh e di teknolojiyên danehevîya karbonê yên bi guman de ku li jor hatî behs kirin. Ev xapînokek pir xeternak e.
Gotina 'net' teqez dike ku hin teknolojiyên ku dê di pêşerojê de derkevin holê û di atmosferê de karbona zêde bidine hev dê vê krîzê çareser bikin, ji ber vê yekê welat dikarin xwe bisipêrin wê û bi heman rengî berdewam bikin.
Lêbelê, me heta nuha mînakeka bi kêrhatî ya teknolojiyeka wiha nedîtiye. Ger ku ew were pêkanîn jî, ew ê tenê karibin gazên di çerxa jiyana me de hatin belavkirin bigirin, û ew ê vê yekê bi rêjeyeka ji 60î pêk were ku ev rêje jî teqez e. Herweha ji bo ku bikaribin bi qasî vê rêjeya têr nake jî pêdivî bi zevîyeke pirr mezin heye.
Li ser vê yekê, sotemeniyên fosîlî bikar tînin (ev jî dibe sedema qirêjbûna hewayê ya pir mezin) û hilberên bihurî yên jehrîn berdidin behr û bejahiyan. Her weha nehatiye îsbat kirin ku ji hêla aborî ve jîndar in jî.
Ev teknolojiyên belavkirina neyînî yên bi mesref û bi rîsk, dev ji çareserîya pirsgirêkê berde, krîzên ekolojîk ên nû çêdikin, zirarê didin jîngehên xwezayî û cihêrengiya biyolojîk, destpêkirina gavên de-karbonîzasyonê bi derengî dixin.
Xapandina mezin
Raporeka ku van demên nêz de hatî weşandin, a bi navê "Xapandina Mezin" taktîkên sereke yên ku di sextekariya "net sifir" de hatine bikar anîn rêz dike; Bi ragihandineka navnîşek qirêjkerên pirneteweyî yên wekî; Microsoft, Amazon, Apple, Wallmart, HSBC, Cargill, Nestle û her weha mezinên sotemeniya fosîl wekî Shell, BP, Total, ev rapor nîşan dide da ku van şîrketan bi hîlekarîyên cihêreng xwestine îmaja xwe di çavê mirovan de ‘kesk’ bikin.
Mînakî, nexşeya îklîmê ya ku ji hêla Wallmartê ve hatî pêşkêş kirin, emîsyonên zincîra nirxên ku ji sedî 95ê şopa karbonê ya şîrketê ê pêk tîne paşguh dike. Li hêla din, Total li pişt perdê projeyên ku dê hilberîna neft û gazê di navbera 2015-2025 de ji sedî 50 zêde bike pêk tîne.
Ji pirsgirêkeka radîkal re çareseriyeka radîkal
Ger em naxwazin xwe û gerstêrka xwe di kaoseka îklimê de, kaoseka ku nehatî dîtin, bibînin tenê çareseriyeka me maye; dev ji awayê hilberîna kapîtalîst berdin, ew awayê wekî ku em de’wedarê rihê xwe ne.
Ne ecêb e ku li pêşberî pirsgirêkeka wusa radîkal, ku wê nêrîna me ji bo jiyanê diyarker be, çareseriyên pir radîkal hewce bin. Tişta herî ecêb ev e ku em nekarin dev ji pergala hilberînê berdin ku ev pergal sermiyanê ji jiyanê girîngtir dihesibîne, her çend em rastî jî tên ku dema em bi wê didomînin hemî krîz kûrtir dibin.
(TE/SO/VU/AY)
*Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan-Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.