Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
“Hirçeka cemserî li ser qeteka ji qeşayê bûye… Wiha xuya dikir, vê dîmena ku temsîlîyeta germbûna cîhanî dikir xetereyeka ji ‘malê’ gelekî dûr jî ji me re vedigot…’’
Teqrîben berî salekê bi niha, rêzenivîsa Bianetê ya di derbarê qrîza îklîmê de bi vê hevokê hatibû dest pê kirin.
“Ajala cemserî ya ku li ser qetek qeşaya ji Cemserên Bakur ketibû bi xew ve çûbû, ji bo bikaribe vegere mala xwe ‘otostop’ê li keştîyan dike, ji bo balê bikişîne ser xwe li ser sîngê ku ji bo botên canxelas hatine çêkirin radizê…’’
Ev jî çîroka ajaleka din e ku germbûna cîhanî temsîl dike. Ev jî eynî weke ya ewil e, dibê qey xetereyeka ji ‘’malê’’ pirr dûr vedibêje.
Naxwe em rêzenivîsa Bianetê ya bi navê “Heyama ku Îklîm û dinya diguhere…’’ jî bi vê hevokê bidine destpêkirin naxwe. Lê ne wiha ye, ne dûr e. Krîz hatiye devê derîyê me, li derîyê mala me dixe – dibê qey jixwe krîz qet tune ye!
Fîla ku li nîveka salonê ye
Wekî ku aktîvîsta îklîmê ya ciwan Greta Thunbergê jî bi dehan caran di axaftinên xwe yên li hemberî “serok’’ên cîhanê de jî gotî, krîza îklîmê ‘’fîla ku li nîvê salonê’’ ye. Li ber çavên her kesî ye, lê kesek li ser naaxive, tune tê hesibandin.
Em di nîvê xetereya herî mezin a ji hebûna cîhanê ya heta niha de ne. Lê haya me jê nîne. Em naxwazin jê haydar bibin. Em wisa zen dikin ku ev xeter ji me gelekî bi dûr ve ye. Erê, lê çima?
‘Tirsa me ew e ku em her tiştî li paş xwe bihêlin’
Ger hûn bixwazin, em derbarê germbûna cîhanî û bilindbûna behran, erozyona qeraxan, berbiavçûna qebran, bahozên derdikevin, û lehîyên wê çêbibin de bi niştecihên Gelîyê Torresê re biaxivin ku wê ji ber van sedeman mecbûr bimînin welatê xwe yî bi salan e lê dijîn biterikînin. Mesela Yessie Mosbie, yek ji niştecihên girava Masigê ye, ji nûçegîhana/ê BBCyê re dibêje: ‘’Tirsa me ew e ku em mecbûr bimînin vir vala bikin, vir biterikînin.’’
Dera ku jê re dibêje “vir’’, girava wî ye ku ew û gelê xwe bi sedsalan e lê dijîn, mala wî yî ava kirî ye, welatê wî ye, zimanê wî, medenîyet û çanda wî! Mêrikê reben behsa “tehlîyekirin’’ a “vir’’ dike.
“Tirsa me ew ku em her tiştî li pişt xwe bihêlin!... Şecereya xwe, binemala xwe, hestîyên pîrên xwe… her tiştî… em ditirsin ku jiyan û emrê me ji niha ve bibe dîrok.’’ Yessie wiha dibêje û rondikên çavên xwe paqij dike: ‘’Tu tevkarîyeka me di van felaketan de tune ye!’’
Kes behsa berxwedana hiqûqî ya niştecihên Avusturyaya nake ku wan dewleta xwe birine devê derîyê Komîserîya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî nake, ew Avusturyaya ku girava wî jî girêdayîyê ye. Kes behsa van rûdanan nake ku jiyana bêhejmar ajalan diêxe tehlûkeyê, ji Pasîfîkê heta ber bi Afrîqayê. Kes behsa wê zuwahîya wê bê nake ku ji Rojhilata Navîn heta bi Rojhilata Başûr wê bibe sedema gelek xetereyan! Çima kes behsa wê fîla li nîvê salonê nake?
Sêgoşeya şeytan a dinyayê
Bersiv, bi hêsanîyeka tirsnak ji sê bêjeyan pêk tê: sêgoşeya şeytan a dinyayê. Li goşeya ewil kampanyayên mezin ên bi vir û derewan hene ku yên wan fînansorên şîrketên mezin sotemenîyên fosîlî (komir, petrol, xaz) yên tenê li pey mezinbûn û kara xwe dibezin in.
Di goşeya duyem de bêdengîya medyaya mezin a bicîkirî ya ku ji bo îteet û serketina RRyîyan sundxwarî ye cîyê xwe digre. Rryîyên ku dibe sedema mirov Goebbelsîyan bi xêr û bêr bi bîr bîne.
Di goşeya sêyem de jî sîyasetmedar li cîyê xwe rûniştine: Ku ew jî ji bo hêz û şiyana xwe deyndarên piştgirîya wan şîrketên mezin in, ew sîyasetmedarên xwedî îktîdarên mezin an biçûk – an jî bazirgan…
Sêmendên wêrek ên dinyaya nû
Wê di rêzenivîsa duyemîn a rêzenivîsên krîza îklîmê de, ya Bianetê, ev ‘’Sêmendên wêrek ên dinyaya nû’’ bi berxwedaneka hêja li hemberî van ‘’dijminên di nav me de’’ (Bi gotina pisporê zanista îklîmê, Michael E. Mannî: bi ‘’înaktîvîstan’’ re) cîyê xwe bigre:
1) Aktîvîstên zarok, ciwan û ‘’ciwanên ebedî’’,
2) Zanyarên bi eks ku tu caran ji teşhîrkirina gotin û heqîqetên dinyayê xwe nadin bi paş ve
3) Nivîs, gotin û bangewazîyên ku tecrûbe û nêrînên niştecihên zana yên dinyayê di xwe de dihewînin, ku ew dizanin wê bi xwezayê re çawa bi aheng û wekhev bijîn…
Em hêvî dikin ku ev tişt, zanyarî, rêyekî li ber vî şerê herî mezin ê dîroka medenîyeta mirovatîyê – belkî jî şerê herê dawî.
“Gotina dawî’’: Wê aktîvîzîm zora “înaktîvîzmê’’ bibe, û dinyayê ji destên “Sêgoşeya şeytan a dinyayê’’ xilas bike!
(OM/SO/VU/AY)
Rêzenivîsa Heyama ku Îklîm û Dinya Diguhere*
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş