Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitîne
Ji bo em bikaribin qeyrana îklimê bisekinînin zêde wextê me nemaye. Wekî ku tê zanîn, gazên serayê yên ku dibin sedema zêdebûna germahîyên cîhanî û asêbûna germê bi piranî ji hêla bikaranîna sotemeniyên fosîlî ve (hem di hilberîn û hem jî di veguhastina enerjiyê de), ji bêdaristanîyê, pêvajoyên endûstrîyel, bikaranîna gubreyên çêkirî û xwedîkirina dewaran çêdibe.
Panela Nav-Hikûmatî ya Guherîna Îklimê (IPCC) teqez dike û dibêje ku bilindahîya komkirina gazên serayê, nemaze gaza CO2yê, di van salên dawî de derketiye astên gelekî zêde.
Destpêka zêdebûna gazên serayê –ango, bandora veguhêzbar a neyînî ya pergala aborî li ser xwezayê – digihe sedsala 18emîn. Em dizanin ku ji wê demê ve li atmosferê belavbûna CO2yê ji sedî 50 zêde bûye.
Wekî din, sedsala 18emîn destnîşana serdemeka wiha dike ku gelek veguheztinên civakî dike; yên wekî zêdebûna newekheviyên di navbera welatan de û di hundurê welatan de, bazirganiya bilez a kedê, xizaniyê pirrtir dibe û bêkariya binyadî.
Ku meriv vê bi referansa aborînas-antropologê navdar Karl Polanyi vebêje; bazirganîkirina ked û xwezayê û daxistina her duyan ji nirxên wan û daxistina nirxa hilberandinê ku ji bilî bûhayê aborî tu wateya xwe tune ye bi xwe re pirsgirêkên civakî û ekolojîk jî bi xwe re anîne û tîne.
Ma bi nêzîkatiyeka reformîst dikare çareser bibe?
Li ser guherîna îklimê gelek perspektîfên cuda û pêşniyarên çareseriyê yên ji van perspektîfan têne hilberandin hene. Hin ji van pêşniyarên çareseriyê ji hundurê aboriya siyasî ya heyî li bersivan digerin, hin jî bi daxwazên xwe yên veguherîner derdikevin pêş.
Mezinbûna hizra kesk, teknolojiya kesk û pratîkên pergala bazirganiya emîsyonê ji bo nêzîkbûnên reformîst wekî mînak têne dayîn. Ev rêgezên hanê di eslê xwed de dibêjin ku bi nûjenkirina teknolojîk û karîgeriya enerjiyê re, em dikarin mezinbûna aboriyê ji gazên serayê veqetînin, da ku mezinbûna aboriyê bêyî tengijandina tixûbên gerstêrkê pêk were.
Lêbelê, wekî ku lêkolînên ezmûnî jî nîşan didin, dîtina çareseriyên ji bo guherîna îklimê bi çareseriyên di pergalê de - ango, tixûbkirina germê bi 1.5 ° Cyî li gorî şoreşa sanayîyê -, bi gotina herî nerm, gumanbar e!
Em dikarin bêjin ku ev nêzîkbûn ji dêvla çareserkirina pirsgirêkên binyadî bi tevahî bi çareserîyên rûverû ve hatine sînordarkirin û jîngehparêzîyê de-polîtîze dikin. Di heman demê de pir bi guman e ku heya çi raddeyê ev nêzikatî ji bilî guherîna îklimê û pirsgirêkên civakî yên me li jorê behs kirî dikarin bersivê bidin pirsgirêkên ekolojîk.
Pergalê biguherîne
Kesên ku diruşma ‘’Ne îklimê, pergalê biguherîne’’, ku ev diruşm di çalakîyên ‘edaleta îklimê de jî pirr tê bihîstin, dipejirînin jî dikevine gruba duyem. Ev diruşm diyar dike ku ragirtina germahiyê li 1.5 ° C û derbasbûna bi aboriya karbonê ya net sifir heger em li sedemên binyadî yên emîsyonan kûr bibin pêkan e.
Di rastiyê de, bi vê diruşmê, çalakvanên îklimê hem dibêjin ku kêmkirina berdana gaza serayê pêdivî ye û hem jî balê dikişînin ser lezgîniya veguherîneka.
Ev nêzîkatî ji aliyekê ve pêdiviya kêmkirina hilberîn û mezaxtina giştî radixe pêş çavan, û ji alîyekî din ve armanc dike ku nîzameka civakî ya dadperwer û wekhevtir pêk bîne.
Pêşniyara şopeka nû
Mijara vê gotarê, "biçûkbûn" (de-growth), tam di vê nuqteyê de vebûnekê pêşkêşî me dike. Biçûkbûn; Ev têgehek e ku nêzê 50î sal in ji hêla akademîsyen, çalakvan û tevgerên civakî ve tê nîqaş kirin.
Kûrbûna pirsgirêkên civakî û ekolojîk ên kapîtalîzma neolîberal piştî krîza 2008an û qelsiya wê ya li hember qeyranên îklimê, fînansî, siyasî û tenduristiyê yên ku em tê de ne, lêgerîna çareseriyan bileztir kir û piçûkxistinê wekî alternatîfek xurt derxiste holê.
Biçûkbûn; Li seranserê cîhanê ji hêla cûrbecûr beşên civakî ve hate lêpirsîn, pejirandin û parastin. Daxwaz û bangkirina guhertina paradîgmayê ye, ku rexneya mezinbûna domdar a tevî krîza ekolojîk a cîhanî û zêdekirina newekhevî û neheqiyan rexne dike, û dide xuyakirin ku lêgerîna mezinbûna bêrawestan ne tenê di encamê de krîz û newekheviyên ekolojîk çêdike, di heman demê de ku mezinbûn bi van pirsgirêkan re têkildar e û dikare li gorî krîz û newekheviyan biguherîne.
Armanca tevgera biçûkbûnê jî bi tevgera dadweriya îklimê re paralel e, ne ku kêmkirina eynîyê ye, afirandina cîhaneka cûda ye. Biçûkbûn, rê li ber aktîvîzma îklîmê ya ku hêvîya guherîneka pergalê dike nîşan dide û vedike, bê ka dê ev guherîna pergalî çawaa pêk were:[1]
• Kêmkirin wekî kêmkirina adil a hilberîn û xerckirinê ku dê xweşiya mirovî zêde bike û mercên ekolojîk baştir bike, tê pênasekirin. Pêşkeftinên teknolojîkî (mînak; karîgeriya enerjiyê û dewlemendkirina çavkaniyên enerjiya venûker) û hin guherînên tevgerî (mînak; siwarbûna trênê li şûna balafirê, piştgirîdana hilberîn û xerckirina berhemên herêmî) girîng in ku pêşîyê li kirîza îklimê bigirin. Lêbelê, heke em têkiliya di navbera mezinbûna aborî û belavkirina gaza serayê de kêm bikin jî, ji bin ve xilaskirina wê pêkan naxuyê. Ji hêla din ve, ew diyar dike ku ji bo pêşîgirtina li kirîza îklimê biçûkbûna aborî girîng û şert e.
• Di 50 salên paşîn de dahatûya serê şexsekî ji 750 dolarî hatiye 10,000 dolarî[2]; Lêbelê, wekî ku em hemî dizanin, hin welat û beşên cûda yên di nav welêt de bi rengek adil û wekhev nekarîn ji vê zêdebûnê sûd werbigirin. Ji bilî vê, divê neyê piştçavkirin ku neheqî û newekhevî li pişta vê mezinbûnê ye. Ji ber vê yekê, heke neheqî û newekheviyên ku dema mezinbûnê têne hilberandin di pêvajoya piçûkxistinê ya mebestdar de werin xuyang kirin, kêmkirin dê wekî paşvedanek aborî û depresiyon were, û ji ber vê yekê dê belavkirina newekhev a lêçûn û beşên nazik ên civakê ji vê rewşê pir neyînî bandor li wan bibe. (Covid-19ê jî li gelek cihan tam çêkiriye: biçûkbûn, Mesrefa aboriyên biçûk dibin bi awayên cûda li ser milên beşên cihêreng bû bar). Ji vî aliyî ve, biçûkbûn cûdahiya di navbera biçûkbûna bêplan û neçarî ya aboriyê de, û biçûlkbûna aku tê çaverê kirin ku ji hêla guherîna îklîmê ve, di pergala geşedan-rêvekirî de, û hilweşîneka pîlankirî û domdar bi awayek ku xweşiya mirovan diparêze de berbiçav dike.
• Tê çaverê kirin ku biçûkkirin, ji bo afirandina civakek wekhevtir bi dabînkirina ewlehiya hemî endamên civakê û dabînkirina debara jiyana wan, firehkirina qada siyasetê ji bo hilberîna polîtîkayên guherîna îklimê, û tevkariyê di hilberîna polîtîkayên hilberandî de bibe sedema arîkariya civakeka wekhevtir, di çarçoveya dadmendiya civakî de. Di roja me de newekheviyên têne jiyîn yek ji sedemên bingehîn e, û dibe ku ya herî girîng be jî, hilberîna polîtîkayên populîzma bingeha tirsê û sazkirina hegemonyayê ji hêla hukûmetan ve bi xwarina fetisîzma mezinbûnê ye. Biçûkbûn dikare ji nû ve pênasekirina pêşîniyên civakê bike, krîza avhewayê paşde vegerîne, û bi piştrastkirina ku pêşniyarên çareseriyê yên li ser vê rêyê ji hêla hemî beşên civakê ve bide pejirandin û van polîtîkayên îklimê bigihîne beşên mezin.
• Biçûkkirin; heman dermanî nade mehû welat an sektorên di nava welatan de. Pirsgirêkên biçûkkirinê çi dibe bila bibe, mezinbûna aborî têrê nake ku her kes bikaribe pêdiviyên xweyên bingehîn peyda bike (wekî xwarin, stargeh, tenduristî, perwerde). Ji aliyekê ve, nîqaşê lê vedike gelo ka li ser kîjan sektoran mezinbûna aborî ya ku dê hewcedariyên bingehîn bicîh bîne tête nîşankirin û bandorên ekolojîk û civakî yên van sektoran jî têne nîqaşkirin pê re. Ji aliyê din ve, bi pêşniyarkirina şêwaza jiyaneka hêsan, ew daxwaz dike ku mirovên dewlemend ên îroyîn mezaxtina xwe kêm bikin bi awayekî mûtewazî, û bi xêra vê yekê sektorên li pişt vê xerckirinê werine kêm kirin. Bi pandemîya Covid-19ê re bi awayekî berbiçav derketiye holê ku divê sektor biçûk nebin lê mezin bibin û li navenda aboriyê rûnin. Ji bo ku bandorên neyînî yên biçûkbûnê li bazara kedê, ji holê werin rakirin, ew wekî çareseriyê kêmkirina demjimêrên xebatê pêşnîyar dike.
Rêya biçûkbûnê: Baş e, em ê çawa bikin?
Biçûkkirin ne tenê ekonomîk e li vir, dikare weka metaforeka hewcedarîya guherîna gelek astan bê dîtin. Ji bo destpêkirina vê guherînê pêdivî bi naskirin û teşhîskirina tiştek baş hatiye kirin an nehatiye kirin, heye.
Ji ber ku pîvandina başbûnê li gorî mezinbûna aborî ji gelek aliyan ve xapînok e, girêdana serkeftinê bi van hejmaran pirsgirêkdar e. Indeksa mezinbûna aboriyê dema ku cil ne li ber tavê di mekîneya cilan de têne ziwakirin bilind dibe,gava çek têne hilberandin berz dibe, Her roj 12.5 milyar saetên te’ba kar û xebatê ji hêla jin û keçan ve tê kirin jî û bandor û tesîra wê li ber çavan tê girtin.
Ji aliyekî din ve, gelo ka karker dikarin çiqasî wext ji xwe re veqetînin, hawîrdora xebatê çiqas tendurist e / ne tendurist e, hebûn û dereceya hejarî / an bêkariyê, nayêne hesibandin. Hesaba van tiştan nayê kirin. Mezinbûna bi deynkirina deyn li ser deynan û gihîştina mezinbûneka mezin wekî mezinbûna refahê tê hesibandin.
Ev lîsteya dirêj ji me re dibêje, pêdivî ye ku em di zûtirîn demê de ji girêdana serfiraziya civakî û aborî û reqemên mezinbûnê xilas bibin û dest bi nirxandina pîvanekê bikin ku rê li başiya mirovî vedike, dadê û wekheviyê teqez dike, û hawîrdorê derveyî van yekan nahêle. Bi gotineka din, hewce ye ku em di demeka nêzîk de ji wê nêrîna ‘bi reqemên mezin em dikarin her pirsgirêkî çareser bikin’ dûr bikevin. Gava em bandorên civakî û ekolojîk jî biêxin hesabê, dê rêbazeka nû a pîvandinê bide nîşandan ku êdî tu wateya mezinbûna ekonomîk tune ye.
Xala ku em gihiştinê çawaniya xêzkirina rêya biçûkbûnê ye. Ji bo biçûkbûnê pêdivî ye ku di astên cuda de polîtîkayên cihêreng û temamker werine afirandin. Ji bo aboriyeka paş-geşbûn pêdivî bi komeka polîtîkayên makro-aborî yên berbiçav û bi piranî pejirandî heye, û ji bo domdariya guherînê veguherîneka çandî girîng û pêwist e.
Polîtîkayên herêmî û makro
Di nebûn û kêmbûna tevgerên herêmî de, polîtîkayên makro dikarin weka ferzeka ji jor ve werin û veguherîna çandî ya tê xwestin qut dibe; Li aliyê din, di nebûna polîtîkayên makro de, sînorên hewldanên herêmî pir teng têne kişandin, û herêm di qonaxa paşîn de, ku kursa gelemperî diyar dike de dimîne. Ji ber vê yekê, girîng e ku meriv nexşeyeka rê çêbike ku sînerjiya navbera herêmî û makro li ber çav bigire.
Di vê çarçoveyê de, pêdivî ye ku avahiyeka hilberînê ya berfirehtir, dadperwer û dadperwertir were avakirin û pêvajoyên li ser asta sektorî werin saz kirin. Ji ber vê yekê, terikandina nêzîkatiya Neolîberal a îroyîn, ku li vir zêde xem nake, ji xeynî zêdekirina qezancan û zêdekirina hêjmara mezinbûnê di wateya teng de, û li şûna wê, bi polîtîkayên cihêreng (avahiya bacê / mekanîzmayên teşwîqê / derfetên binesaziyê, û hwd.) û rêziknameyên ku di sûka kar de werin çêkirin (sererastkirina demjimêrên xebatê, û hwd.). pêdivî ye ku meriv li ser rêgezeka piçûktir rûne û di heman demê de vê yekê bi rengekî dadperwer, wekhev û xwezayî-mirovî bizanibe.
Rêya pêkanîna vê yekê ev e ku pergala siyasî-aborî ya heyî bixe bin guherînek pêkhatî. Pêkanîna biçûkbûna plansazkirî dê tenê bi sêwirandina jiyana aboriyê di çarçoveyek plansazkirî de gengaz be. Ya ku li vir tê hêvîkirin ev e ku plansazî bi rêbazên beşdarî pêk were, ne di avahiyek hiyerarşîk de çêbibe.
Di heman demê de, tevgera biçûkkirinê divê di asta herêmî de jî were pêkanîn: kêmkirin; tevgerên wekî piştgirîkirina hilberên herêmî, berbiçavkirina pratîkên hevkar û gelemperî yên wekî kooperatîfan, parastina qadên giştî / hevpar, û diyarkirina dabeşkirina çavkaniyên herêmî bi perspektîfeka mirovî û xwezayî-rêgez û mekanîzmayên beşdarbûnê dikare pêk were.
Gavên wisa yên di asta herêmî de ji dêvlşa nêzîkbûneka ez-santrîk û girêdayî xerckirinêbûnê, bingehekê davêje ji bo şînkirina çandeka ku dilnizmiyê diparêze û piştgirîyê dide pratîkên hevgirtinê.
Ger em vegerin Polanyi, riya pêşîgirtina li bazirganiya ked û xwezayê ew e ku bi rêkûpêkkirina jiyana aborî, û di vê çarçoveyê de nemaze standina biryarên veberhênanê ye, hewce ye ev yek ji mentiqa sûkê re neyê hiştin û yekser civakê bike xwedî gotin di pêvajo û meseleyên avakirina pêkhatinên mîkro û makro yên herêmî de derbas dibe.
Mantiqa sûkê, di gava paşîn de, nêzikatiyek e ku pirsgirêkên civakî û ekolojîk li paş dixîne, wan êş ve diavêje û heke gengaz be, wan datîne ser pişta kesên din. Em bawer dikin ku di afirandina alternatîfekê de nêzîkbûna biçûkkirinê hedefeka ku div^mirov lê kûr bibe çêdike.
[1] Derbarê mijarê de em dikarin van çavkaniyên bi tirkî pêşniyar bikin: Koyuncu, M. ve Özar, Ş. (2017), “Büyümemek Mümkün mü? ‘Ekonomik küçülme fikri’ üzerine tartışmalar”, Kalkınma İktisadının Penceresinden Türkiye’ye Bakmak: Fikret Şenses'e Armağan, derleyenler: H. Cömert, E. Özçelik ve E. Voyvoda, İstanbul: İletişim, 175-196; Latouche, S. (2018), Kanaatkâr Bolluk Toplumuna Doğru: Küçülme üzerine yanlış yorumlar ve tartışmalar, çeviren: T. Karakaş, İstanbul: İletişim; D’Alisa, G., Demaria, F. ve Kallis, G. (2020), Küçülme: Yeni bir çağ için kavram dağarcığı, çevirmenler: A. Ceren Sarı, B. Öktem, B. Gürden ve Y. Kurtsal, Türkçe edisyon: B. Akbulut ve E. Turhan, İstanbul: İletişim.
[2] https://knoema.com/atlas/World/GDP-per-capita
(FA/GY/DŞ/VU/FD)
*Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan- Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
12/ Pergaleka xwarin-çandiniyê ya berxwêder li hemberî krîza îklimê çawa gengaz e?- Fikret Adaman, Duygu Avcı, Umut Kocagöz, Gökçe Yeniev
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.