Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Min, li Tirkîyeyê, cara yekem li Bozcaadayê santraleka bayê dîtibû. Ez dibêm berî 15 salan wan bû. Min bi kameraya xwe ya bi fîlmê negatîf, di dema avabûna rojê de, li qiraxa herî rojavayê giravê wêneyên pir xweş kişandibûn.
Ev santrala enerjiya bayê (RES) ya ku di sala 2000an de hatî damezrandin di nav yekem çavkaniyên enerjiya venûker a Tirkiyeyê de bû.
Min diviyabû ku ev santralên bayê li seranserê Tirkîyeyê hebin. Dawîya dawî enerjîyeka paqij bû. Dîmena wan jî xweş bû.
Piştî bi Zagona Enerjiya Nû ya ku nû hatî derxistin û teşwîqên ku ji bo santralên bayê, êdî li seranserê Tirkîyeyê meriv dikare li leqayî santralên bayê were.,
Ez qet nefikirîbûm ku santralê bayê, ew santralên ku min wextînan li Bozcaadayê ji dûr ve wêneyên wan kêşabûn û min di dilê xwe de gotibû ‘xwezî li her derê hebin’, paşî dê bibine sedema hin pirsgirêkên wiha:
Ew ê li ser mêrg, cîyên daristanî, li peravên darên zeytûnan û gundan werine çêkirin… Dê mafê jiyanê û çalakiyên aborî yên mirovên herêmê tehdît bikin… Dê ji bo çêkirina rêyeka xizmetê ji bo gihiştina turbînan, 600 hezar metrekare qada daristanê, ku wekî daqurteka
karbonê kar dike, wêran bike, rêyeka ya bi qasî 6 metreyan fireh û 100 kîlometreyî dirêj… Ew ê wesayîtên şîrketan bibine sedem ku xwelî li darên zeytûnan û tûman bixe, ji ber ku ew wesayît her roj di wan rêyên axî de ji bo kontrola trûbînan û hwd diçin û tên… Ku dê ew xwelîya li daran danî bibe sedema zehmetbûna têrkirina kerîyên bizinan li mêrgan û kêmbûna berhemdarî û geşedana darên zeytûnan… Ez bi rastî qet nefikirîbûm ku dengê aerodînamîk ê ku ji tûrbînan tê, trûbînên ku heta bi 90 metreyan xistine nava xanîyan, xebata domdar a turbînan, bandora siya pelên dizîvirin ên trûbînan dikarin hevqasî bandorê li jiyanê bikin.
Ji ber van sedeman, li dijî veberhênanên RES ên li Karaburuna İzmirê, ku herêma ‘parastina jîngehê ya taybetî ye, 10 salên dawî têkoşîneka dijwar heye.
* Fotograf: Serkan Ocak
Edaleta ku bi derengî ji dadgehê hatî
Gavên yekem ên di derbarê projeya li Karaburunê de di 2005an de hatin avêtin. Raporên ÇEDê hatine amadekirin û çalakiyên avakirinê di 2012an de dest pê kirin.
Bi tevahî şeş proje hene. Doza yekem di 2014an de hate vekirin. Heya nuha bi tevahî 18 doz hatine vekirin, sê ji van li Dadgeha Qanûna Bingehîn in.
Ne dûr e, berî mehekê Dadgeha Qanûna Bingehîn got, binpêkirina mafan heye. Lêbelê, yên ku zû dane rê rê bi nîvî kirine. Wekî her gav, edaleta pir dereng hatî bi kêr nehat.
Lê, naxwe çima dijberî li hemberî santralên bayê yên Karaburunê heye?
Konseya Bajêr a Karaburunê, aktorê sereke yê têkoşîna 10 salan e. Li gorî endamê konseyê Cem Altıparmak, li şûna ku li dijî guherîna îklimê şer û têkoşîn bê kirin, projeyeka ku krîza îklimê zêdetir dike tê pêkanîn.
Altınparmak dibêje ku kêmkirina gazên emîsyonên serayê, hilberîna polîtîkayên bi encamên krîza îklimê re pêwendîdar, bi dev jê berdana santralên bi sotemeniyên fosîlî re û pêşxistin û berbelavkirina rêbazên enerjiya venûker wekî alternatîf jî hin ji erkên polîtîkayên dewletê ne. Heta vir tu îtîrazên kesî tune ne.
Lêbelê ya ku pêk tê tam berevajiyê vê prensîbê ye. Pirsgirêka herî girîng hilbijartina cîhê veberhênanên enerjiya venûker e. Hikûmetê rêzikname amade kirin ku ev tesîs bêyî îstîsna li her derê dikarin werin saz kirin. Ji parkên neteweyî bigire heya bexçeyên zeytûnan, ji daristanan bigire heya mêrgan…
Li gorî Parêzer Altıparmakî, ev li dijî Peymana Çarçoveya yekê ya Guherîna Îklimê ya Neteweyên Yekbûyî ye, ku Tirkiye jî alîgirê wê ye.
Ji aliyekê ve, Tirkiye sozên ku daristan, mêrg û deverên çandiniyê, ku ji bo tekoşîna guherîna îklima xwezayî ne, zêde bike, û ji aliyek din ve jî, di bin navê projeya enerjiya venûker de van herêman wêran dike. Daxuyaniya Parêzer Altınparmakî ji bo vê sepanê ev e "Ev çi govend e û ev çi dahol e. Tiştê ku li Karaburun diqewime ev e.
Karaburun reşika çavê Egeyê ye
Karaburuna li tenişta îzmîrê, xwediyê taybetmendiyên pir girîng e. Ev nîvgirav, navçeya İzmîrê ye ku xwe bizinên bi pirç hene. Bi tevahî mêrgên vir pir kêm in. Lê bizinê bi pirç herî zêde li vir hene. Hema hema li hemû mêrgan projeyeka RESê heye. Ev devereka girîng a xwezayî ye, daristanên pir girîng hene. Ji bo Flora faunayê jî girîng e.
Karaburun yek ji wan deveran e ku di derheqê polîtîkayên enerjiya venûker de hikûmet xwedan polîtîkayên herî dijber e. Nakokiyeka tam heye.
Parêzer Altiparmakî di derbarê ku divê santralên bayê ji malan, bi taybet jî li Rojava, dûr be de van agahîyan dide: Her çend ew li gorî welatan diguhere jî, divê 10 carî mesafe di navbera erdê û baskê herî dûr ê santrala bayê de hebe’’.
Ev santral bi navînî 150 metreyî ji erdê bilind e. Ev tê vê wateyê ku divê xanî 1500 metreyî dûrtir werine çêkirin.
Lêbelê, li Karaburunê li hin deverinan malên bi qasî 90 metreyan jî nêzîkî santralan in hene.
Gelo em dixwazin ev gulên ku dema em di ber de derbas dibin û em lê heyran dimînin tenê 90 metreyî ji mala me dûr bin?
Ne li Karaburunê, lê bi taybetî li Trakyayê ya li ser riya koçkirina çûkan e, mijarek din heye ku tê nîqaş kirin. Zirara ku teyr û hin heywanên kovî ji ber pêla manyetîkî ya ku ji hêla santrala bayê ve di dema zivirîna wan de çêdibe ye...
Qada rantê ya venûker ya salên dawî: Biyobariste
Mijareka din a ku dikeve bin pênaseya enerjiya venûker biyobariste ye. Bi taybetî di van çend salên dawîn de li Tirkiyeyê di tesîsên biyobaristeyê de zêdebûneka mezin heye.
Kadir Aca, ku li Samsun Çarşambayê ji dayik bûye û mezin bûye di derbarê tesîsa biyobaristeya dixwaze li wir bê çêkirin de wiha got, “Em naxwazin bi jehrîyê bikevin, em dixwazin bi awayekî pak û paqij bijîn’’. Gelo birastî jî biyobariste enerjîyeka venûker e ku mirovî bi jehrî diêxe?
Di van tesîsan de, enerjî bi şewitandina rasterast a biyobaristeyan tê bidestxistin. Ev biyobaristex çi ye: Zibilê darên daristanan, qalikên bindeqan, qemçika garis û hwd e. A rast celebeka santrala termîk e. Hûn tiştekî dişewitînin û ceyranê jê çêdikin.
Dema ku ew tê şewitandin, emîsyonên wekî kukurt û azotê kêm dibin, lê emîsyoneka karbonê ya awarte çêdibe. ji ber vê yekê ev rêbaz îro li Rojava dibe mijara nîqaşê. Materyalên ku hewce ne di xwezayê de bêne kesibandin û vegerin xwezayê, têne şewitandin. Tiştek ku hatî şewitandin çawa dikare şûnde vegere?
Berdevkê Platforma Jîngehê ya Samsunê û Endamê Desteya Odeya Endezyarên Elektrîkê, Mehmet Ozdağ, li dijî tesîsên biyobariste ye, ku ev demeke dirêj e tê xwestin li herêmên wan werine vekirin, bi şêniyên herêmê re di nav têkoşîneka mezin de ye.
Özdağ di mijareka din de hişyarîyê dike: “Di dema ku heta ev metod jî tê nîqaş kirin, di van salên dawî de li Tirkîyeyê pênaseya biyobaristeyê hate guhertin. Çopên şaredariyê, lastîkên emrê wan çûyî, herîya ji tesîsên palînkirina avê derdikevin jî bi zagona hatî derêxistin biyobariste têne hesibandin. Şewitandina tekeran çawa dikare biyobariste be? "
Li gorî Özdağ, di sala 2010an de qet tesîsên me yên bîyobaristeyê tune bûn, di 2014an de 4, 2016an de 13, û di sala 2020an de 106 tesîsên bîyomasê yên me hene.
Si sînor û yasa nîne
Özdağ hişyar dike: “Tenê li Çarşambayê, di saetekê de 3,490 dolaran elektrîk tê hilberandin. Saeta Kilovakê 14,6 dolar\cent kirrîn garantîkirî ye. Çavkaniya îstismara nû, çavkanîya rantê, biyobariste ye. Berî 10 salan ev derîyê rantê li ser santralên hîdroelektrîk dihatine vekirin. Niha ji biyobaristeyê ye… “Li gorî Özdağ, xerabiya herî mezin a ku ji hêla hikûmetê ve hatî kirin pêşîgirtina li berbelavbûna hilberên bi vî rengî li raya giştî ye. Tenê ji hin koman re destûr û teşwîq ji bo van veberhênanan têne dayîn.
Özdağ her wiha gilî kir ku kontrolek û lêpirsînek li ser tiştê ku di tesîsên nû de têne şewitandin tunene û wiha got, “Walîtiya Samsunê destûr da tesîseka ku dê rojê 630 ton sotemenîyê bişewitîne, tesîs pejirand. Sertîfîkaya ‘ÇED ne hewce ye’ hat dayîn. Ev tesîsan li deverên weke deşta Çarşambayê ku di bin navê herêma SİTê de ne û herêmên mezin ên çandinîyê ne tên dayîn. Bi gelemperî, dema ku dê avahiyek li ser vê deştê were çêkirin, avahiyên ku bingeha wan ji 75 mêtroqere û 15 mêtro kunên behrê ne bêtir e, têne destûr kirin. Lê dema ku navê tesîsa biobariste lê tê dayîn, sînor tune ne, qedexe tune ne. ”
*Dema Mehmet Özdağ daxuyaniyê dide
Jeotermal paqij e yan jehrî ye?
Li Orhanlî, nêzîkê İzmîrê, di van salên dawî de di derheqê enerjiya venûker de dijberîyeka mezin heye. Bi taybetî di derbarê jeotermalê de planên veberhênanê yên mezin hene. Veberhênanên santrala rojê (GES) û santrala bayê jî li vê herêma çandinî ya piçûk têne plan kirin.
Ka em pêşiyê li Orhanliyê binihêrin, ka çi celeb taybetmendiya wî heye. Cîyê axaftinê bidine Seroka Dîwana Komeleya Xwezayê Dicle Tuba Kiliçê: “ Darên zeytûnan ên li O rhanliyê li deverekza girîng a xwezayî ne. Di heman demê de navendeka qedîm a hilberînê ye. Li vir ne zevîyên zeytûnan hene, daristanên zeytûnan hene. Bi gotineka din, ne tenê zeviyên zeytûna ne ku rûnê zeytûnan dide me, daristanek e ku orkîdeyên wê di binê wê de dijîn, ku gelek celeb çûk û ajalên bi memik lê dijîn, û bi darên darên sandalê û darên çaman jî lê hene, li gel zeytûnan. Ew cîhek e ku xwedîkirina ajalan wekî bizin û mî û mêşvanî lê tê kirin. Ekosîstemeke ku jiyana kovî û mirovan têr dike û di xwe de dihewîne. ”
"Daristanên zeytûnan bûne zeviyên zeytûnan"
Li gorî Kiliçî, di ekosîstema kevnar a Deryaya Spî de hemî zevîyên zeytûnan bi vî rengî bûne. Daristanên zeytûnan êdî ber bi zeviyên zeytûnan ve têne veguherandin. Êdî binê wan tê cohtkirin, darên din têne birîn...
Du şîrketên cûda ji bo daristaneka wisa ya zeytûnan ya li Orhanliyê plana du santralên mezin ên jeotermîk (JES) dikin. Her wiha projeyên RES û GESê jî hene. Da ku ava ku tê derxistin dîsa were pompe kirin… Tam jî di nava gundî de, di nava zeytûnan de hatine plankirin ev proje.
Kılıç behsa sê xetereyên projeyê dike. Ya yekem, ew e ji bo çavkaniyên ava binê erdê û rûyê erdê tehdîd e, ji ber ku ava ku hatiye derxistin bi tevahî nayê pompekirin. Ava ku ji binê erdê derdikeve ne ew qasî pak û paqij e. Bor arsenîk û nîtrat tê de heye. Ev madeyên ku ax û ava me jehrî dikin in.
Kılıç dibêje ku JESeka berê hatî çêkirin bexçeyekî mandarîna li tenişta xwe hişk kiribû. Ev jî faktora duyemîn e ku axê dike jehr. Ya sêyemîn jî neyîniya wê ya li hewayê ye. Kiliç got, “Gava ku metalên giran tevlî hewayê dibin û ber bi jor ve têne berdan buharê derdixin. Aveka pir kelandî derdikeve. Em nizanin dê ava kelandî bi herikîneka 24 saetan li ser deştekê çi bandorên neyînî lê bike. Ev di raporên ÇED de nînin. Em nizanin li vir dê bandoreka çawa li mîkroklîmayê bike. Dibe ku dê barana asîdê bibarîne.’’.
Orhanlı, gundek e ku ne koçberan dide, koçberan qebûl dike ye. Çandiniya organîk a sertîfîkayî tê kirin. Kılıç her weha dipirse: Ma cihek wusa, ji bo hilberandina elektrîkê, di bin navê enerjîya venûker de, dibe ku bê hilweşandin.’’
Şîrketa ku li Orhanlı xwediyê projeyê ye, zeytûnên li ser erdê ku kirî ne rakirin! Birrîn!
Gelê Orhanlı roja borî (13. Tîrmeh 2021) daxuyaniyek dane çapemeniyê, qutkirina zeytûn û darên bi sedsalan ku şahidiya dîrokê dikirin protesto kirin.
Li gorî Kılıçê ji Komeleya Xwezayê, pirsgirêkew e ku ji nezelalîya mijara divê veberhênanên bi vî rengî li ku neyên kirin in. Kiliç diyar kir ku qanûnên herema parastî pir kêm in, herweha got, Heger ku were kirin jî, gelo ew ê çawa bi zirara herî kêm were kirin divê bi hevkarîya xebatên akademîsyen û pisporên dilsoz were kirin.
Li Tirkiyeyê ji sedî 5-6 herêmên parastî hene. Bi awayekî fermî, têra xwe cihên bi tescîl tune ne, gelo em ê çi biparêzin. Gelo li vir qadek girîng a hilberîna zeytûnan heye, an devereka avî heye? Cureyek di xetereyê de heye? Divê ev bêne zanîn. Ya herî girîng, xeta meya sor tune ye.
Kılıç jî vê pirsa jêrîn tîne ziman: “Çawa dibe ku ceyrana ku bi têkbirina nirxên meyên heyî re çêdibe venûker e? Ji ber vê sedemê, an em li dijî enerjiya ku venûker dijber têne nîşandan an jî em neçar dimînin ku dijber bin. ”
Av diherike, tirk lê dinêre!
Li Tirkiyeyê piştî Peymana Mafên Bikaranîna Avê ya 2006an ve veberhênanên herî mezin ên enerjîya venûker li Tirkiyeyê bi Santralên Hîdroelektrîkê (HES) dest pê kirin. Veysel Eroğluyê Wezîrê Daristan û Karûbarên Avê yê wê demê, diyar kir ku têgîna; Tirk dinêre, av diherike; li paş maye û xwest ku ji bo her ava diherike HES bê çêkirin. Herweha hate çêkirin jî. Bi taybetî li Behra Reş, hema hema ji bo her çemê ku ji çiyayan ber bi behrê ve diherike HES hate plan kirin.
Yakup Okumuşoğlu yek ji wan parêzeran e ku li Tirkiyê herî zêde li dijî HESê têkoşaye. Gava min pirs jê kir, wî wiha dest bi gotinê kir; Ez ne kesekî dijberî enerjiya venûker im. Û berdewam kir: Ez li dijî wêrankirina çemên bi erdê de me, wêrankirina bi navê enerjiya venûker de.
Okumuşoğlu got ku çewt e ku meriv her çemî bi HESan dagire, û diyar kir ku ji bo danasîna venûker jî ev yek ne guncav e. Li gorî Okumuşoğlu, çerxa avê têk diçe. Jiyan di çeman de têk diçe. Hemî cihêrengiya biyolojîkî zirareka mezin dibîne. Dema ku tê çêkirin, di qonaxa avakirinê de zirarê dide xwezayê.
*Fotograf: Serkan Ocak
Norwec nahêle dest bidin 400 newalî
Bi salan e, di nûçeyên di derbarê têkoşîna HESê de ev pirsa han di hişê min de hebû: Ma bila qet neyê kirin, heger bê kirin divê çawa bê kirin?
Bersiva Okumuşoğlu net bû: Ger ez dewletek bûma, ez ê vê yekê bikim: Mînak, ez ê li Norwecê binêrim. Gelo çawa çêkiriye. Envanterên hemû newalan çêkirine. Biryar dane ku ji bo armanca enerjiyê hejmareka diyar newal werine vekirin. Projeyên ku zirarê nedine xwezayê amade kirine. Wan biryar daye ku 400 newalên xwe bi tevahî biparêzin, dest nadinê.
Li aliyê din, me bi salan siyaseteka berevajî şopand. Xwedê çi qewet dabe wan bi hemaû qeweta xwe berê xwe dane newalan. Zêdetirî 30 HES tenê ji bo newala Solaklı, ku ber bi Uzungöla Trabzonê ve tê, re plan kirin.
Ger ev têkoşîn tunebûya, dê li Tirkiyeyê 1600 santralên hîdroelektrîk ên celeba çeman hatiban çêkirin. Di her projeyê de, 5 km av tê kişandin û di tunêlan de tê depokirin. Ev jî tê vê wateyê ku bi dirêjahiya 8000 km av hepsî be.
Baş e ku wisa nebû. Bi salan têkoşîn hate kirin. Hin newal kirine bin parastinê. Li İkizdereyê 22 plan hebûn. İkizdere wekî herêma SİTê hate ragihandin. Li hêlê jorîn nekarîn bikin. Tenê 5 heb ji wan hatine çêkirin. Li Firtinayê 13 plan hebûn. Ew der jî weka Parka Neteweyî û herêma SİTê hate ragihandin, HES nehate çêkirin. Findikli jî hate parastin. Jixwe newaleka din ku were parastin nemaye. gelek projeyên din hatine pêkanîn.
Gava ku hûn îro diçin Behra Reş, dîmena ku hûn ê bibînin ev e: Ava kaniyên li Behra Reş pir kêm bûye. Asta ku çem diviya di îlonê de lêbûya, di serê Tîrmehê de gihiştiyê. çerxa avê şikestî ye. Av nikare ji axê mîneralan bistîne ji ber ku di birayan d heps bûne û ava digihîje behrê bi kêmasî digihîje behrê. PHa avê daketiye. Ew ne ava bi mîneral e diherik e, tenê şilek e. Ev yek xirab bandor li ekosîstema behrê dike.
Li Tirkiyeyê li dijî enerjiya ku dikare were nûkirin dijberiyek cidî heye. Ji ber van sedeman e…
(SEO/SO/VU/FD)
*Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan- Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
12/ Pergaleka xwarin-çandiniyê ya berxwêder li hemberî krîza îklimê çawa gengaz e?- Fikret Adaman, Duygu Avcı, Umut Kocagöz, Gökçe Yeniev
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.