Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di vê serdema ku li çaralîyê cîhanê, santralên termîk bi hênceta xetereyên wan ên li hemberî tendûristîyê, ekonomîyê û îklîmê ne tên girtin de Tirkîye di xeyala avakirina santralên nû de ye.
Fransa di 2022, Îtalya di 2023, Elmanya di 2038, İngilîstan di 2024, Yûnanîsta di 2028, Macarîsta di 2030, Slovakya di 2030, Hollandayê 2030 û Danîmarka jî di 2030an de wê santralên xwe yên termîk bi temamî bigirin.
Li gel vê yekê li Tirkîyeyê wan santralan jî nagire ku veberhênanên jîngehê yên mecbûrî ne pêk naynin. Herweha niha ji 30î zehftir projeyên nû tên plankirin.
Stûneka girîng a têkoşîna li dijî krîza îklîmê
Di vî wêneyê reşbîn de mizgînî ev e ku li Tirkiyê tenê ji sedî 13 projeyên santralên termîk yên bikomirê yên dihatine plankirin, karîne lîsansê bistînin. Di sala 2020an de 21 proje û di 2021an de jî pênc proje an hatin betalkirin an hatin rawestandin. Sedema herî mezin a vê rewşê, têkoşînên serkeftî yên li dijî santralan e.
Di sala 2019an de sektora enerjiyê piraniya emîsyonên Tirkiyeyê çêkiriye û para santralên komirê di vê yekê de ji sedî 75 e.Yanî bi gotineka din, têkoşîna li dijî santralê stûneka girîng a têkoşîna li dijî krîza îklîmê ye.
Naxwe li pişt van têkoşînên serkeftî çi heye? Her çend li herêman dînamîkên xwe yên xweser hene, lê têkoşînên demdirêj ên li dijî santralên termîk ên li Kırklareli, Eskişehir û Amasrayêr bersivên cûrbecûr didine vê pirsê.
Bartin: Têkoşîna 16 salan
Em dikarin sala 2005an, dema ku Hattat Holdingê li Amasrayê zeviyek kirê kir da ku komira kevirî derxe, wekî destpêka têkoşîna ji bo santrala termal a li Bartinê bidin nîşan.
Di wê demê de, her çend şîrketê got ku ew tenê dixwaze kanîneka komirê vebike jî, daxwaza wan a vekirina santraleka termîk di demek kurt de derket holê. Di 16 salan de, li dijî projeya santralê nêzî 18 doz hatin vekirin.
Şîrketê bi berdewamî serîlêdanên nû yên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) kirin û hewl dan ku projeyê pêk bînin.
Di dawiyê de jî guherînên di planên îmarê de kirin, yên ku ji bo rê li ber çêkirina santraleka termîk bê vekirin, ji hêla Şûraya Dewletê ve hatine betalkirin. Bi vê yekê, rê li ber şîrketê hate girtin ku serlêdaneka nû bike.
Di daxuyaniya xwe ya ji bo bianetê de, Erdoğan Atmiş, endamê Lijneya Rêvebiriya Platforma Bartinê, diyar kir ku serkeftina vê têkoşînê bi tekoşîna hiqûqî û bawerîya gelên herêmê pêkan bû.
"Ji Sedî 99ê gel li dijî santralê bû"
Atmiş; "Ji sedî 99ê mirovên Bartinê li dijî santrala termîk bûn", Her weha Atmiş diyar kir ku ew di sala 2010an de di bin banê Platforma Bartin de li hev civîyan.
Atmiş diyar kir ku wê demê komeleyeka jîngehê, yeka çalak, tunebû û got; “Me platformek ava kir ku rêxistinên jinan, nûnerên şaredariyan, odeyên pîşeyî û sendîka tê de hene. Gelekî girîng bû ku ev platform temsîliyeta Bartinê bike. ”
Atmiş, diyar kir ku ew wekî Platforma Bartinê, gundên ku dê bandorên santralê li wan bibin yek bi yek gerîyane, û got; "Me civîn li qehwexaneyan li dar xistin û di derheqê zirarên santrala termîk de agahî dan gelên herêmê."
"Gotineka li dijî hikûmetê tunebû"
Atmiş diyar kir ku li Bartinê gelek hilbijêrên AKPê hene, û ev anî ziman; "Ji ber vê sedemê, me di civînên xwe de gotineka dij-hukûmetê negot."
Herweha Atmiş diyar kir ku wan di rojên ewil de tu gotinên ku bi Hattat Holdîngê re rû bi rû bimînin nekirine, wan tenê behsa xetere û zerarên santrala termîk kirine, sedema vê yekê jî wiha rave kir:
“Kanên komirê ji bo gelek kesên li vir deriyê qûtê wan bûn. Şîrketê jî ji bo gundîyan bikişîne alîyê xwe ji wan re gotibû ku dê ew ê kaneka komirê vebikin. Di heman demê de 700 kes jî xistine kar. Gava hal ev bû me jî rexneyên xwe ne li ser şîrketê, li ser santralê kirin.Me got, 'Ew dikarin komirê derxînin, lê avakirina santrala termîk nabe. Bila komirê bi rengekî cûdatir bikar bînin'."
"Em bi karkeran re bûn"
Her weha Erdoğan Atmiş diyar kir ku şîrketê tonek jî komir ji vir dernexistiye û got, “Gelek karker bêkar man. Me cîyê xwe li ber karkerên ku nekarine mafên xwe bistînin girt. Me bi Sendîkaya Giştî ya Maden İşê re çalakî kirin.”
Atmiş, diyar kir ku piştî eşkere bû ku meseleya komirê derew e û ev yek ji bo gel bixapînin hatiye bikaranîn wan jî retorîka xwe guhertiye, û wiha dwam kir, "Paşê me dest bi gotina, 'Hattat Holding, çi alav û malavên we hebin bidine hev û biqeşitin ji Bartinê' kir."
"Kampanyayên reşkirinê yên şîrketê"
Herweha Atmiş dibêje çiqas ku têkoşîna dijî santralan berbelavtir û mezintir dibû şîrketê jî ji bo reşkirina van kesên têkoşer kampanya didane destpêkirin û bi gotinên ‘’Kes ji van ne Bartinî ne. Ev kes ji derve tên’’ ew tewanbar dikirin.
Atmiş; ‘’Helbkî girîngiya vê meseleyê lokalbûna wê bû. Kesên ku li vir û ji vir bûn li dij drdiketin. Me bi Tevgerên derdorê re jî dan û standin dikirin helbet lê heta bi dozan me bi tena serê vedikir’’.
Bi pereyên ji dozan qezenckirin dozên nû vedikirin
Di 2016 de, li dijî biryara erênî ya santrala termîk a ÇEDê, ji hêla 2019 kesan ve doza betalkirinê hatibû vekirin. Serîlêdan bi hejmareka rekor hatibû kirin.
Atmiş diyar kir ku wan pereyên pêwîst ji bo vekirina dozên mezin di navbera xwe de berhev dikirin. Atmiş; "Piştî demekê, me pereyên ku di ber vekirina dozan de dane dîsa bi rêya dozên em bi ser diketin bi dest xistin. Bi vî hawî, bi wan pereyan, me dikarî dozên nû vekin."
Atmiş, diyar kir ku parêzer jî ji Platforma Bartinê bûn, “Parêzerên ji platformê, Engin Uzun û Berkay Dal, parêzeriya dozan kirin. Yakup Okumuşoğlu, Uygar Cömert Erdem û Hülya Yildirim jî nêrîn û serpêhatiyên xwe bi me re parve kirin. ”
Erdoğan Atmiş, diyar kir ku di 5-6 salên pêşîn ên têkoşînê de xwepêşandanên girseyî xurt bûn û got, "Piştî wê, têkoşîn bi hiqûqî dewam kir."
Piştevanîya bi têkoşînên jîngehî re
Atmiş diyar kir ku wan di tevahiya pêvajoyê de bi rêxistinên hawîrdorê û tevgerên din re têkilî danîne û berdwam kirine. Atmiş; "Mîsal, em çûn Çatalağzı. Ên li wir em gerandin. Kesên ku li wir têdikoşin jî hatin vir û bê santrala termîk çawa jiyana wan kir dojeh ji me re vegotin. "
Atmiş diyar kir ku ew jî li deverên din jî axaftinan dikin. Atmiş; "Em jî niha li deverên din, ji bo piştgirîyê bidine têkoşîn^n din serpêhatî û tecrûbeyên xwe bi wan re parve dikin û vedibêjin."
Santrala termîk a Kırklareli di mazîyê de ma
Şîrketa ‘Bazirganîya Me’den û Sanayîyê Deba’yê di Nîsana 2018an de ji bo Santrala Termîk a Eren-1ê, ku tê plankirin li Kırklareli were çêkirin, serlêdana ÇEDê kiribû.
Di 21ê Îlona sala 2020an de, Projeya santrala termîkê ya bi komirê, ku li gor planan dê li binê Deşta Kırklareli ya ku di bin ‘Plana Parastina Büyükova’ de di bin parastinê de ye, li nêzikî navenda bajarê Kırklareli were çêkirin, ji hêla Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ve hat betalkirin.
Bi vî hawî, projeya li herêma ku ji erdên çandiniyê yên berdar pêk tê, ku bi tevahî tê çandin û di navbera gundên Dokuzhöyük û Ulukonak de cih digire, hate betalkirin û di mazîyê de ma.
Gelê herêmê zû organîze bû
Gerînendeyê Projeya Îklîm û Enerjiyê ya Greenpeace ya Deryaya spî Onur Akgül diyar kir ku li pişt serketina vê têkoşînê ‘haydarbûna ji nirxê hebûnên xwezayî û organîzebûn û hevgirtina di navbera gelê herêmê de ye’.
Akgül diyar kir ku bi îlankirina Projeyê re, li gund û bajaran gel dest bi ornagîzebûnê kir. Wî her wiha diyar kir ku bi rêxistinên sivîl re civîn hatine çêkirin û bandorên projeyê hatin vegotin.
Akgül, “Hin ji van civînan ew qas mezin bûn ku hundirê salonên werzîşê dadigirtin. Dikare bê gotin ku seferberîyekî li herêmê dest pê kir". Di van civînan de, rêyên ku dê li dijî projeyê werine şopandin bi biryarên hevpar hatine diyarkirin.
Îtiraza welatiyan
Akgül diyar kir ku sedemên sereke yên betalkirina projeyê nerazîbûnên welatiyan û bandorê santralan ên li ser erdên çandinîyê bûn û wiha got, "Rêxistineka mezin a serîlêdanê îtîrazê hate destpê kirin."
Akgül destnîşan kir ku gelê organîzebûyî nehişt Civîna Beşdariya Giştî ya ku di çarçoveya pêvajoya ÇEDê de pêk tê bê lidarxistin. "Bi vî rengî, peyameka zelal ji raya giştî ya tevahiya welêt re hat dayîn ku proje nayê xwestin. Pêvajoya ÇEDê jî hate rawestandin. Bi vî hawî raunda yekem a têkoşînê bi serfirazî moraleka bilind bi dawî bû. "
Erdê çandinîyê yê hêja
Akgül diyar kir ku Odeyên Pîşeyî bi daneyên zanistî û bi piştgirîya argumanan zirarên projeyê eşkere kirine. Akgül, "Me wekî Greenpeace Deryaya Spî, raporeka ku bandora qirêjiya hewayê ya projeyê û mirinên ku ew ê bibe sedem eşkere dike amade kir. Her weha, bi hevkariya Zanîngeha Namık Kemalê re, me nimûneyên axê, yên ji qada projeyê, analîz kirin û bi van analîzan eşkere bû ku cîhekî gelekî hêja ye ji çandinîyê re, kalîteya axê ji bo çandinîyê kêrhatî ye.’’
Akgül, “Hilberîneka bi vî rengî li hemî gundên li herêma projeyê tê kirin, ku bandora projeyê li van gund û herêman dibe. Her çend Trakya ji sedî 2,45ê Tirkiyeyê pêk tîne jî; Trakya ji %î 45ê hilberîna gulberojê, ji %î 48ê hilberîna çeltîkê, ji %î 11ê hilberîna genim û nêzîkê ji %î 2yê hilberîna pêk tîne. Proje dê bandoreka pir cidî li ser vê sermayeya çandiniyê bike.’’
Hewldanên qani’kirinê yên siyasetmedaran
Akgül diyar kir ku dabînkirina domdariya çandiniyê li herêma Trakyayê pir girîng e. Û wiha got; "Faktora herî girîng a ku serfirazî anî, parastina vê hebûna civakî bi dijberiya civakî bû."
Rêxistinên sîyasî yên piştgirî didane projeyê ji bo raya giştî li projeyê razî bikin civîn li dar dixistin. Her weha Akgül diyar kir ku nîqaşên ku rêxistinên sîvîl yên ku piştgiriyê didin têkoşîna gel rûreş dikirin dihatine hilberandin, û got, ‘’Gelê Trakyayê têkoşîneka berz bilind dabûn destpêkirin, van yekan bandor li wan nekir.’’
Jin di roleka sereke de bûn
Akgül ev serkeftin wiha şîrove kir; "xalên herî girîng ên ev têkoşîna li dijî santrala termîk ya Kırklareli ber bi serfiraziyê ve bir ew bûn ku gelê herêmê ev pêvajo pirr ji nêz ve şopand, pirsgirêk û xetere bi zelalî dîtin, bi nîşandana reflekseka zû hatin organîze kirin, û piştgiriya rêxistinên hemwelatiyan û rêxistinên civakî standin bûn."
Akgül destnîşan kir ku muxtarên gundan û jinên gundî jî xwedî roleke sereke ne, û got, "Jin, hema hema di her têkoşînê de, li her deverê li Tirkiyeyê bi ser ketî di çîrok û navenda berxwedanê de ne. Ev yek li Kırklareliyê jî wiha bû. Dîmen û îlhama jinên li pêş salona dawetê ya ku dê civîna ÇEDê lê hatiba lidarxistin, ku bi quşxane û taweyên xwe li benda hatina heyetê bûn, li ber çavê me ye.
Li Deşta Eskişehir Alpuyê têkoşîneka mînak
Têkoşîna dûvdirêj a li dijî santrala termîkê ya ku dê li, erda berdar Deşta Alpuya Eskişehirê bihata çêkirin, bi destkeftiyan encam da.
Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê, biryara di der barê taybetîkirina deverên rezerva komirê ya ji bo avakirina santralên termîk ên li herêmê betal kir.
Seroka Meclîsa Bajêr a Eskişehirê Nuray Akçasoy, “Aliyên herî xurt ên têkoşînê piştgiriya rêveberiyên herêmî bû. Bi hevgirtina xurt a civaka sivîl û piştgiriya gelê Eskîşehîrê serketin bi dest xist. "
Têkoşîneka xurt a hiqûqî hate meşandin
Akçasoy diyar kir ku şaredariyên navendî yên Eşkişehir, Tepebaşi û Odunpazari gelek hewl dan û Akçasoy got, "Yekeyên hiqûqî yên Şaredarî û Daîreyan li hev civîyan û dozeka xurt amade kirin. Wan li kêmasîyên dozên berê nihêrîn û li van kêmasîyan kûr bûn. Tecrûbe xaleka pirr girîng bû.’’
Akçasoyev yek wiha şîrove kir; “Divê her tiştê tê nivîsîn û xêzkirin pir xweş were xwendin. Ev hûrgilîyeka girîng e. Divê rapora ÇEDê û kêmasiyên wê pir baş werin nirxandin. Ji roja ku rapor tê pêşkêş kirin, têkoşîn dest pê dike.’’
Akçasoy diyar kir ku yekîtiya civaka sivîl, daîreyên pîşeyî, komeleyên jîngehê û baroyan jî girîng e, û lê zêde kir, "Dema ku her kes qala komeleya xwe dike tu tişt bi dest nakeve lê yekîtî di têkoşînên de serfiraziyê tîne."
Civînên li gundan
Akçasoy destnîşan kir ku ji bo gelên herêmê di derbarê ziyan û xetereyên santralê de agahdar bikin gelek civîn hatine kirin. "Wan misogerîya kar dabûne gel. Di heman demê de ji wan re gotibûn ku ew zevîyên xwe îstîmlaq bikin wê zevîyên wan bi bûhayeka gelekî baş bêne firotin. Pirsa 'Wê veberhênan bê, çima hûn asteng dikin,' ji wan dihate kirin.
Akçasoy diyar kir ku ji ber van gotinan wan di qan’ikirina gel de gelekî zehmetî kêşan, "Me jî ji wan re behsê kir bê proje dê bandorên çawa li çandiniyê bike, wê ev kar çiqasî bidome û wê çi bandoran li tendûristîyê bike."
Geştên santralên termîk
Di vê pêvajoyê de, şîrketê jî bi arîkarîya muxtaran kampanyayên razîkirina gel dimeşandin. Akçasoy got ku wan gelê Çanakkaleyê birine santraleka termîk gerandine û lê zêde kir; "Wan gul û darên li baxçe nîşanî wan dan û ew di du korîdorên nava santralê de meşandin, ji bo ku bi wan bidin fikirandin ku tu zerara santralê ji jîngehê re tune ye.
Akçasoy diyar kir ji ber vê yekê ew jî neçar man ku berevajî vê yekê bikin, "Me jî ew birin ziyareta gund û dikandarên li Çanakkaleyê yên ji santralê zerar dîtine. Guhdarîya gotinên kesên li Çatalağzıyê dikirin ku ji wan re digotin ‘Ji vir biçin, birevin, ev der maka pençeşêr û nexweşîyan e’. Me nîşanî wan da ka dê çi ji dest wan biçe.
Akçasoy diyar kir ku di dawiya van civîn û geştan de, gel li dijî santrala termîk dest bi têkoşînê kir û got, "Çapemeniya herêmî jî ji bo me gelek xebitî. Beşeka mezin a çapemeniyê bi hefteyan qala zirara santralê kir.’’
Ji têkoşînên din re bû îlham
Akçasoy, anî ziman ku ev projeya santrala termîk bi îradeya gel hatiye betalkirin û wiha got, "Vê têkoşînê kir ku em paşê li Eskişehir li dijî projeyên din ên madenê û hilweşîna ekolojîk bi hev re bisekinin, ber xwe bidin, bû mînakeka baş."
Akçasoy diyar kir ku niha dîsa ew dixwazin di binbanê Zanîngeha Anadoluyê ya li Deşta Alpuyê ye ji bo ‘qada testa URAYSİMê’ rêyên trênê deynin, û lê zêde kir, "Em dê bi bawerî û tecrûbeyên têkoşîna berê, ku em bi ser ketin, li dijî vê yekê jî têbikoşin."
(EU/VU/FD)
Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere’
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan-Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.