Fotograf: IOM
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Guherîna îklimê di hemû qadan de bandorê li jiyana me dike. Yek ji pirsgirêkên ku ji ber vê rewşê derketiye ewe ku mirov neçar dimînin cihên ku lê dijîn terk bikin. Ji ber ku êdî li van deran nayê jiyîn.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) diyar kir ku di dawiya sala 2020an de, li cîhanê, hejmara mirovên penaber herî kêm 82,4 mîlyon e.
Hejmara mirovên ku tenê ji ber krîza îklimê koçber bûne, heya sala 2050an, di navbera 250 mîlyon û 1 mîlyarî de tê texmîn kirin.
Li cîhanê welatek tune ku bandora krîza îklimê lê nebûye, lê ev rewş piranî bandorê li mirovên li welatên pêşkeftî û ne pêşkeftî dike. Bi taybet welatên ku bilindahiya wan ji behrê tenê bi çend metreyan e di xetereyê de ne, nemaze welatên girava Pasîfîkê û welatên Asyaya Başûr, wekî Bangladeş, Hindistan û Pakistanê.
Encama xwezayî ya rewşa ne xwezayî
Mirov,bi bûyerên wekî baranên ji nişka û boş ve, zuwabûn, tofan, bûyerên îklimê yên tundrew re rû bi rû mane, an jî bi bûyerên dem dirêjtir ên wekî, bilindbûna asta ava behrê, kêmbûna berhemdarîya zevîyên çandinîyê ji ber sedema zêdebûna xwêya van zevîyan, hilweşîna erdan û çolbûn hin ji van bûyeran in.
Ev dibe sedem ku ew nikaribin jiyana xwe bidomînin û wekî encamek xwezayî ya vê rewşa ne xwezayî, neçar in ku di nav welatê xwe de koç bikin. Belavbûna van şertan li seranserê welêt mirovan neçar dike ku biçin derveyî welêt, penaberiyê bixwazin û ji ber vê yekê jî parastina xwe bixwazin.
Gelo di vê rewşê de, pêkan e ku mirov statuya penaberiyê bistîne? Ji bo ku em bikaribin bersivekê bidine vê pirsê hewce ye em ewil berê xwe bidine hin têgehan.
Biyanî’ ji bo kê tê gotin?
Têgeha "biyanî" bi gelemperî ji bo danasîna kesekî/a newelatî, di qanûnên welatên cûrbecûr de tê bikar anîn, lê weka mirovên cihêreng ên li welatên cûrbecûr di xwe de dihewîne jî tê bikaranîn.
Lêbelê, di warê têgihiştinê de, guncavtir e ku meriv di pênaseya kesên hiqûqî yên penaber, bêwelat, koçber û biyanî de bi kar bîne.
Li Tirkiyeyê, têgeha "biyanî" di Zagona Niştin û Rêwîtiya Biyaniyan (YISHK) de di Xala 16emîn a Destûrê de, têgeha "biyanî" û "hemwelatiyê dewletek biyanî" di Zagona Pasaportê de, û têgeha biyaniyan û parastina navneteweyî di Zagona Biyaniyan û Parastina Navneteweyî de. (YUKK), ji aliyek din ve têgeha "biyanî" tê bikar anîn.
Xala 3/1î ya Zagona Biyaniyan û Parastina Navneteweyî, keseka/î biyanî wekî "kesê ku têkiliyên wî yên welatîbûnê bi Komara Tirkîyeyê re tune" pênase dike.
Penaber’ ji bo kê tê gotin?
Têgeha penaberiyê di Peymana 1951an a Cenevreyê ya Têkildarî Rewşa Penaberan de hate diyar kirin. Li gorî xala 1/A-2yan ya Peymanê, ji ber nijad, ol, netewe, raya siyasî û endamtiya hin civak û koman, nikare ji parastina wî welatî sûd werbigire û nikare bi daxwazkirina yek ji van sedeman parastina wî welatî bixwaze, heger ew van daxwazan û daxwaza parastinê ji welatekî din bike ew kes penaxwaz e û statûya wî/wê jî penaberî ye.
Wekî din, tê gotin ku mirov ji ber her pênc sedemên ku di xala 33an de, fiqreya 1ê ya Peymanê (neveguhestin) de, nabe ku kesên daxwaza penaberîyê li welatekî kiribin ger jiyana wan li welatên wan bi xwe di xetereyê de bêne vegerandin. Lêbelê, paragrafa duyemîn a gotarê daxuyaniya jêrîn cî digire:
"Li gel vê, Penaberek ku sedemên wî yên cidî hene ku ji bo ewlehiya welatê ku ew lê dimîne xeternak bête dîtin an jî ji ber ku ew ji tawanek taybetî ya giran hatî darizandin, xetereyekê ji bo mirovên welatê daxwazê lê dike bidomîne, nikare daxwazê bike ku ji vê peymanê sûdê werbigire.’’
Bi gotinên din, pêkan e ku penaxwazek statuyê penaberiyê li gorî peymanê bi dest bixe lê tenê heger ew xwedan tirsek bingeh be ku li welatê xweyê esas, yek ji pênc sedemên ku wekî sînor têne hesibandin were tacîz kirin.
Penaberîya îklimê
Her çend têgeha penaberîya îklimê weka têgeheka nû be tê fikirîn jî, cara ewil di 1985aj de ji hêla Essam El-Hinnawi ve di Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî de (United Nations Environment Programme, bi kurtî UNEP) hate afirandin.
Têgeh wekî "mirovên ku ji ber xeterî û/an bandora cidî ya hilweşîna jîngehê ya jêderka mirovî û/an xwezayî neçar man ku cîhê xweyê rûniştinê yê kevneşopî bi rengekî mayînde an demkî terk bikin" hatiye pênasekirin.
Dîsa di 1990an de, di Panela Nav-Hikûmatî ya Guherîna Îklimê (Intergovernmental Panel on Climate Chnage, bi kurtî IPCC) de hate gotin ku encama herî giran a guherîna îklimê dê koçberiya mirovan ya bi mîlyonan be.
Lêbelê, di warê parastina zagonî de, di raya giştî ya navneteweyî de îradeyek nehatiye pêş û ji bo statû bidestxistina mirovên di vê rewşê de hewldaneka serketî nehatiye kirin.
Li derveyî çarçoveya peymanê ye
Wekî ku li jor hate gotin, pênaseya penaberîyê li ser bingeha pênaseya Peymana 1951an e, ev pênase hingê hatiye kirin, ji ber vê yekê penaberên îklimê li derveyî vê pênaseyê mane. Di hin çavkaniyan de, hatiye nîqaş kirin ka gelo penaberên îklimê dikarin wekî endameka/ê komeka civakî, ku yek ji wan komên 5 sedemên serteke yên penaberîyên e, ya diyar were hesibandin an na.
Ger wekî mînakekê em behsê bikin; di Bahoza Katarînayê de ya sala 2005an de li New Orlansê qewimîbû de hatibû diyarkirin ku Emrîkayîyên koka wan Efrîkayî ne ji kesên din pirrtir ji wê bahozê zerar dîtine, nemaze jî bandora guherîna îklimê pirrtir li jinan dibe, her çend ev yek bi delîl hatibe gotin û derketibe holê jî hatibû diyarkiein ku her çiqas ev rewş bi awayekî teorîk bê qebûlkirin jî bi awayekî pratîkî nayê qebûlkirin ku di bin banê peymanê de bihewe.
Bi rastî, di beşa 2yemîn a pirtûka Rêbaz û Pîvana Tesbîtkirina Rewşa Penaberan a UNHCR de, (Handbook on Procedures and Criteria for Determining Refugee Status) tê gotin ku mexdûrên karesatên jîngehê di wergirtina statuya penaberiyê de li derveyî çarçoveya peymanê ne.
Lêbelê, her çend ew li derveyî çarçova konvansiyonê têne hesibandin jî, heger ev kes ji welatê daxwaza penaberîyê lê dikin werin vegerandin bo welatê xwe, dibe ku mafên van kesan werin binpêkirin an muameleyên xirab li wan bê kirin an jî mafê wan î jiyanê bê îhlalkirin. Di vê rewşê de, heke welatê ku ew lê pena bûne bibe aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropî (AİHS) an Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî (BMMSHS), ew ê mafê wan hebe ku serî li saziyên kontrolê yên ji hêla peymanê ve hatine diyarkirin bidin, ji bo binpêkirina mafên wan, ji ber vegera wan.
Zagona neteweyî di warê qanûna penaberiyê de
Zagona neteweyî ya penaberan di bingeh de ji Zagona Biyaniyan û Parastina Navneteweyî (YUKK) ya bi hejmara 6458an, Rêziknameya Pêkanînê û Rêziknameya Parastina Demkî pêk tê.
Xala 61an a YUKKê, di warê têgeha penaberiyê de, bi pênaseya di Peymana 1951a Cenevreyê ya li ser Rewşa Hiqûqî ya Penaberan de lihevhatî ye, lê statuya penaberiyê tenê dide yên ku ji ber bûyerên li Ewrûpayê diqewimin penaberiyê dixwazin mafê penaberîyê didin wan, bi girtina tixûbdariya erdnîgarî ya ku bi vebijarkî bi Protokola New Yorkê ya 1967an hate danîn.
Bi gotineka din, ew tenê 47 welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne di xwe de dihewîne. Ji ber vê sedemê, ji bo parastina kesên ku nikarin di qanûnê de statuya penaberiyê bi dest bixin, statuya penaberiya şertî di xala 62an a qanûnê de, û statûya parastina alîkariyê di xala 63yan a qanûnê de hatiye revîzekirin.
Statuya parastina demkî
Rewşek din jî statuya Parastina Demkî ye, ku bi biryareka ji hêla Serokomar ve hatiye dayîn e, di rewşên ku prosedurên diyarkirina statûya kesane ji bo kesên ku bi refên girseyî an di dema refên girseyî de xwe spartine welêt.
Li welatê me, mînaka vê yekê di Sûriyîyên ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê revîyane û li welatê me penaber bûne, mirovên bêwelat ên li Sûrîyeyê ne û penaberan de dibînin. Ev statû di Benda 91an a YUKKê û Benda 7an a Rêziknameya Parastina Demkî de tê rêve kirin û li gor wan hate revîzekirin.
Dema ku rêziknameyên qanûnî yên heyî têne lêkolîn kirin, tê dîtin ku mirovên ku ji ber îklimê koçber bûne di çarçoveya Qanûna Penaberiya Tirk de nikarin statuya penaberiyê bistînin.
Lêbelê, wekî ku di rêziknameyên di derbarê statûya Parastina Demkî de tê dîtin, ji bo dayîna statûya Parastina Demkî bi Biryarnameya Serokomariyê ji kesên ku ji ber îklimê an di dema refên hatina girseyî de penaber bûne re tu astengiyeka qanûnî tune.
Di vî warî de, em dikarin bibêjin ku yekane rewşa gengaz, a ku kes dikarin li gorî Qanûna Penaberiya Tirk, parastinê bi dest bixin, ger şert û mercên wan pêk bên, ev e ku meriv ji statuya Parastina Demkî sûd werbigire.
Penaberiya îklimê, di bin banê qedexeya paşvekişandinê de
Vegerandin di Benda 54an a YUKKê de û di beşa çaremîn a Rêziknameya Bicihkirinê de di navbera Bendên 51 û 54an de hate ravekirin. Di van bendan de tê diyarkirin ku bi kîjan hêncetan mirov dikarin bêne dersînorkirin.
Lêbelê, di xala 55an ya qanûnê de her weha tê gotin ku "kesên ku nîşanên wan ên ciddî hene ku dê li welatê ku dê bêne dersînor kirin, êşkence, cezayê nemirovî an heqaretê an bi cezayê kuştinê bêne cezakirin" nayêne dersînor kirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHM) û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (BMİHK) qedexeya vegerandinê ya ku di Peymana Cenevreyê ya 1951an de hatî diyar kirin di rewşek berfireh de ji bo kesên ku têne dersînor kirin şîrove dikin.
Dibe ku biryara binpêkirina maf were dayîn
Sedemên hatina wan kesan çi dibe bila bibe, ger ku li welatê wê bêne şandin, jiyan, yekitiya wan a madî û manewî zirarê bibîne an muameleya xirab li wan were kirin, heger ev kes serî li AİHM û BMİHKyê bidin dibe ku biryar were girtin ku mafên wan ên diyarkirî hatine binpê kirin û biryareka li dijî vê biryarê bê standin.
Bi rastî, di biryarên cihêreng ên AİHMê de, biryar hene ku tê de tê gotin ku dewlet mecbûr in ku pêşî li xerabûna jîngehê bigrin û ji ber ku wan ev yek bicîh neanîne mafê jiyanê yê serlêderan tê binpê kirin.
Lêbelê, biryareka mînak tune ye ku kesek li welatê xwe hatiye şandin û li wir ji ber sedema guherîna îklimê qedexeya mafê jiyanê û mu’ameleya xirab hatî binpêkirin. Divê were zanîn û diyarkirin ku pelên dersînorkirinê di nav wacibên neyînî de ne ku divê dewlet bicîh bînin.
Serîlêdan wê zêde bibin
Ji ber ku biryareka AİHMê di derbarê bûyereka serîlêdaneka guherîna îklimê de tune ye, serîlêdaneka ku divê ji ber guherîna îklimê paş de neyê şandin, meraq e ku wê nirxandineka çawa bê kirin û çi biryar bê dayîn ji hêla AİHMê ve. Dê ne xelet be ku meriv bibêje potansîyel heye ku em di pêşerojê de di vê çarçovê de bi serîlêdanan re rû bi rû bimînin.
Di warê BİHMKyê de, hewce ye ku em qala biryareka girîng a vê dawiyê bikin ku penaberên îklimê zelal dike. Di biryara BİHMKyê de, hate diyarkirin ku ger şert û mercên li wî welatî di astekê de bin, dibe ku mafê jiyana kesan ji ber sedemên jîngehê bêne binpê kirin, divê neyê dersînor kirin lê hate diyar kirin ku hîn ev şert ji bo serîlêdanê ne guncav in.
Hate diyarkirin ku di pêşerojê de, di rewşa xirabtirbûna şert û mercan de dibe ku vegerandin mafê jiyana kesan binpê bike.
Pêşveçûna dadrêsiyê destnîşan dike ku her çend penaberên îklimê nekarin li ser bingeheka dadrêsî bêne danîn jî, dibe ku binpêkirina mafê jiyanê yê mirovan an qedexekirina muameleya xerab hebe. Ji ber ku Tirkiye alîgirê her du peymanan e, divê ew di çarçoveya qedexeya vegerandina kesên ku bi vê îdîayê serî lê didin were nirxandin.
(MMG/SO/VU/AY)
*Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan- Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Ekonomik büyümeye dur demenin zamanı - Fikret Adaman & Gökçe Yeniev
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
12/ Pergaleka xwarin-çandiniyê ya berxwêder li hemberî krîza îklimê çawa gengaz e?- Fikret Adaman, Duygu Avcı, Umut Kocagöz, Gökçe Yeniev
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.