Perwerde hêmana herî bingehîn a civakê ye. Pêşketina civakan, hişmendiya kesan û şiyana avakirina pêşerojeke domdar bi pergalek perwerdehiyê ya bi kalîte û xurt mimkun e. Yek ji hêmanên herî krîtîk ên vê pergalê dersdêr in. Lêbelê, di sîstemeke ku girîngiya dersdêran nayê zanîn de, sîstema perwerdeyê bi krîzeke mezin re rû bi rû ye ku dibe sedema zêdebûna xeşîmîyê.
Pîşeya dersdêriyê di gelek serdemên dîrokê de wek pîşeyekî pîroz û rêzdar hatiye dîtin. Dersdêr ew kes in ku ne tenê zanînê radigihînin, di heman demê de karakterên kesan jî çêdikin, nirxên civakî radigihînin û îlhamê jî didin nêrînên ciwanan. Lê îro di hin pergalên perwerdehiyê de girîngiya pîşeya dersdêriyê zirar dîtiye. Ev kêmbûna nirxê xwe bi çend awayên cuda nîşan dide:
Kêm mûçe û daketina asta jiyanê ya dersdêran nîşan dide ku pîşe di warê aborî de bêqîmet bûye. Ev rewş bandoreke neyînî li motîvasyona kesên ku pîşeya dersdêriyê hildibijêrin dike.
Di hin civakan de hurmeta dersdêran her ku diçe kêm dibe û ji aliyê civakê ve têra xwe nayên nirxandin. Girambarîya dersdêran ji hêla dêûbav, xwendekar û heta hin rêveberên dibistanan ve tê gengeşîkirin.
Mudaxeleyên nehewce yên di sîstema perwerdeyê de zirarê dide nirxê pîşeyî yê dersdêran. Li şûna şarezayên pedagojîk ên mamosteyan pêşdatir bê girtin, pêşdatirîya li siyasetê girtin, dibe sedema windakirina kalîteya perwerdeyê.
Di civakek ku dersdêr bê qîmet tên dîtin de paşeroja civakê tabloyeke tarî xêz dike. Lewazbûna sîstema perwerdeyê dibe sedem ku kes nikaribin perwerdeyeke bi kalîte werbigirin û nezanî dibe dersdêrê herî mezin yê civakê.
Çend encamên sereke ê vê rewşê hene:
Nezanîn şiyana kesan a pirskirinê qut dike. Li şûna ramanên rexneyî, dogmatîk, baweriyên derewîn û xurafe di civakê de belav dibin.
Kêmbûna perwerdeyê dibe sedem ku kes li hember cudahiyan bêtehamul bin. Ev rewş nakokiyên civakî û perçebûnê zêde dike.
Kesên nexwende kalîteya hêza kar kêm dike û bandoreke neyînî li pêşkeftina aborî dike. Ev jî dibe sedem ku asta refaha civakê kêm bibe.
Nezanîn fêmkirin û pêkanîna nirxên demokratîk zehmet dike. Kes nikare mafên xwe biparêze û ev jî rê li ber xurtbûna rejîmên otorîter vedike.
Pêşniyarên Çareseriyê
Tevî vê wêneya tarî, ji bo zêdekirina nirxê dersdêran û pêşîgirtina li belavbûna nezaniyê, çend gav karin bên avêtin:
Zêdekirina mûçeyên dersdêran, başkirina şert û mercên xebata wan û peydakirina derfetên pêşkeftina pîşeyî dê nirxê pîşeyê zêde bike.
Kampanyayên ku li ser girîngiya dersdêran radiwestin, dikarin hurmeta dersdêran di civakê de zêde bikin.
Divê ji bo pergala perwerdehiyê polîtîkayên demdirêj û domdar bên pêşxistin. Tevlîkirina dersdêran di pêvajoyên biryardanê de dê kalîteya perwerdeyê zêde bike.
Divê dê û bav û civak qîmeta dersdêran fêm bikin û piştgiriyê bidin wan. Malbatên ku bi dersdêran re hevkariyê dikin, serkeftina xwendekaran zêde dikin.
Gotina "Di pergaleke ku dersdêr bê qîmet tê dîtin de nezanî dibe dersdêrê herî mezin" bang li civakê tê kirin ku nirxê ku didin perwerde û dersdêran nîkaş bikin. Bêqîmetkirina dersdêran ne tenê paşeroja şexsan, pêşeroja tevahiya civakê dixe xeteriyê. Lewma divê gavên lezgîn li ser asta civakî, aborî û siyasî ji bo zêdekirina nirxê dersdêran û rê li bergirtina nezaniyê bê girtin bên avêtin. Divê di perwerdeyê de girîngiya dersdêran neyê ji bîr kirin; Ji ber ku dersdêrekî baş xwediyê wê hêzê ye ku ne tenê ferdekî, kari civakekê biguherîne.
(AÖ/AY)