Fotograf: AA/Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Aşkereye ku nêzîkî sê ji çaran çavkanîya emîsyonên gaza serayê sotemenîyên fosîlênin. Ji ber vê yekê di raporê de tê xwestin ku dawî li bikaranîn û derxistina komirê û lêgerîna neft (petrol) û gaza xwezayî bê anîn.
Nîqaşên têkildarî rewşa têkoşîna li dijî guherîna îklîmê ya piştî Covid-19ê berdewam dikin. Ji aliyekî din ve jî rapora Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (UEA) ya "Heta sala 2050yan Net Sifir Emîsyon: Nexşerêya ji bo Sektora Enerjiyê ya Global" (Net Zero by 2050 A Roadmap for the Global Energy Sector) jî hêvî geş kirin ku êdî dê gotin pratîze bibin.
Aşkereye ku nêzîkî sê ji çaran çavkanîya emîsyonên gaza serayê sotemenîyên fosîlênin. Ji ber vê yekê di raporê de tê xwestin ku dawî li bikaranîn û derxistina komirê û lêgerîna neft (petrol) û gaza xwezayî bê anîn.
Rapora UEAyê, UEAya ku heta niha bi hevkarî û alîkarîyên xwe yên ji bo şîrketên sotemenîyên fosîl hildibrerînin dihate zanîn, şîroveyên wek ‘’kêreka ku li nava dilê endûstirîya sotemenîyên fosîlê hatî xistin’’ bi xwe re anîn. Tê diyarkirin ku ev veguherîna radîkal dikare bi veberhênanên mezin ên di enerjiya paqij de were telafî kirin.
Banga veguherîna bi tevahî
Di raporê de, bi saya hedefa heta sala 2050î tunekirina emîsyonê, pêdivîbûna veguherîneka bi tevahî di veguhastin û pîşesaziyê de, û her weha heft gavên ku divê di sektora enerjiyê de werin avêtin tê vegotin; (karîgeriya enerjiyê, elektrîkfîkasyon, enerjiya venûker, guherîna tevgerê, hîdrojen, bioenerjî û teknolojiyên girtina / depokirina karbonê). bi mebesta ku heya sala 2050-an net sifirkirin.
Di pêvajoya vê veguherînê de, teknolojiyên enerjiya venûker wekî kilîda kêmkirina emîsyonên di dabînkirina elektrîkê de têne hesibandin.Tê diyarkirin ku pêdivî pê heye ku hilberîna elektrîkê ya ji ba û tavê heta sala 2050an heşt caran zêdetir bibe.
Çima îro?
Erê lê çima UEAyê nexşeya veguherîna bi tevahî ya sîstemên enerjîyê ku bingeha ekonomîyên me pêk tînin ‘îro’ eşkere kir?
Di pêşgotina raporê de wek ku, rêvebirê îcrayê Dr. Fatih Birol diyar kirî; heger em ê bibin xwedan şansek ku li gorî Peymana Îklîmê ya Parîsê zêdebûna germahiya gerdûnî bi 1,5 ° Cyî sînordar bikin, heger ew şensê me hebe, sala ku em tê de ne destpêka dehsalên pêşîn ên xeternak e.
Dr.Birol, 26emîn Konferansa Guherîna Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26), ku dê di meha Mijdarê de li Glasgow pêk were, wekî xala navendî ya bihêzkirina armancên cîhanî û çalakiyên têkildarî îklîmê, yên ku dê li ser bingehên Peymana Îklîmê ya Parîsê ya 2015an werin ava kirin binav dike.
Antroposen: Qonaxa dawîn a şêlandina xwezayê ya ji hêla mirovan ve hatî kirin
Dema em ji perspektîfeka berfirehtir li raporê dinêrin, tê dîtin ku em bi qeyraneka jîngehê, yeka wisa re, rû bi rû ne ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin. Asta karbondîoksîtê gihîştiye bilindahiyên ku sê mîlyon sale ew bilindahî nehatine dîtin û her weha mirina herî mezin a girseyî ji nêz dibe. Ji dema dînazoran û vir ve mirina herî mezin.
Guherînên bi vî rengî yên berbiçav, serdemeka nû ya jeolojîk nîşan didin ku tê de mirovahî digihîje lûtkeya pîvana têkbirina hevsengîya xwezayê: Antroposen (serdema mirovan).
Ev serdem hewceyîya veguherîneka berfireh, di şiklê hilberîn û xerckirina enerjiyê de ji bo li dijî zextên hilweşîna jîngehê (wekî guherîna îklîmê) bi riya talankirina xwezayî, dike.
Sedema têkçûna hawîrdorê -heger ne tekane be jî ya herî mezin e- û her wekî UEAyê jî di rapora xwe de diyar kirî- bindestîya gerdûnî ya bi sotemeniyên fosîl e (neft, gaza xwezayî, komir).
Bi rastî jî, Bernameya Pêşkeftinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) sernavê Rapora Pêşkeftina Mirovî ya sala 2020î wekî "Sînorê Pêş: Geşedana Mirovan û Antroposen"ê (The next frontier: Human development and the Anthropocene) diyar kiribû.
Polîtîkayên ku di çarçoveya geşepêdanên mirovî de
Rapora têkildar pêdivîyê pê dibîne ku di çarçoveya "geşepêdana mirovî" (human development) de polîtîka werine pejirandin. Lewra êdî di dîroka mirovahîyê de cara yekem e xetereyên di asta cîhanî de derdikevin holê ku ev xetere bi destê mirovatîyê derketine û her yekê cidî û acîl in.
Mebest ji "geşedana mirovî" ne tenê dewlemendîya (ango mezinbûn) aboriya mirov lê dijî ye. A rastî, dewlemendiya jiyana mirovan e. Geşedana mirovî, balê dide li ser mirovan, derfet û vebijarkên wan.
Bê guman, bilindbûna asta geşedana mirovî rasterast bi lêçûnên sosyo-ekonomîk ve û her weha bi gihîştina enerjiyê ve girêdayî ye, ku ew perçeyek ji bênûqsanbûna jiyana modern e.
Pevçûnên li ser enerjîyê di ku dera geşepêdanên mirovî de ne?
Her çend mirovahî di bin xetereyên hebûnî yên wekî krîza îklîmê de ye jî, ku bi piranî ev xetere ji ber bi kar anîna çavkaniyên fosîlan derdikevin holê, gelek deverên cîhanê (Arktîk, Deryaya Çîna Başûr, Rojhilata Behrasipî) şahidê pevçûnên jeopolîtîk dibin ku ji ber fikarên ewlehiya enerjiyê derdikevin. Her weha ev pevçûn jî xetereyên cûrbecûr di xwe de dihewînin, wekî derdana sotemenîya fosîlî û hwd.
Êdî Arktîka ku "Rêya Bakur" lê derbas dibe, di rojeva cîhanê de ye. Bi taybet jî piştî keştiya konteyner a mezin, ku xisara wê ya bazirganiya cîhanî bi mîlyaran dolaran hate hesabkirin, li Kanala Suweyşa Misrê asê ma û şeş rojan seyrûsefera behrê sekinand.
Herêma ku ji ber potansîyela hebûna gelek mîneralên dewlemend, bi taybetî jî sotemeniyên fosîl e, di rewşa qada pêşbaziya jeopolîtîkî de ye ku hêzên mezin ên mîna Amerîka, Rûsya û Çîn tê jî de ne.
Deryaya Çîna Başûr, ku potansiyela wê ya mezin a rezerva petrol û gaza xwezayî heye, ku ev potansîyel bi 5 trîlyon $an hatiye nirxandin, dibe şahidê pevçûnên jeopolîtîk ên dewletên derdorê û herweha pavçûna dewletên Çîn û Emrîkayê.
Wekî ku dê li jêr were nîqaş kirin, Rojhilata Deryaya Sipî herêma pevçûnên li ser rezervên gaza xwezayî yên potansiyel û rêyên îxrackirina wan e. Rezervên ku li nêzî girava Qibrisê, li deverên bi pirsgirêk hatine tespîtkirin û hîn nehatine derxistin (Bi texmîneka xweşbîn; bi qasî mîqdareka ku dikare hewcedariyên Tirkiyeyê yên 10-15 salan peyda bike ye).
Çima hevrikiya jeopolîtîk?
Çima aliyên van pevçûnan ji dêvla berxwedana li hemberî krîza îklîmê ku pêşeroja cîhana me girêdayî wê ye nakin armanca yekem ji xwe re lê her û her berê xwe didine sotemenîyên fosîlî, yên ku tu pêşeroja wan jî tune ye, û ji bo van çavkanîyan di reqabeteka jeopolîtîk de ne?
Bersiva vê pirsê girêdayî tercîhên biryargirên siyasî, yên pênaseyên parastina enerjîyê, ye ku herî kêm 45 cûre pênasekirin hene. Di heman demê de girêdayî vê yekê ye ku gelo di bêbawerîya enerjîyê de û atmosfereka wiha de berê xwe didine kîjan rêya siyaseta derveyîn û hundirîn.
Biryardar, polîtîkayên xwe yên ewlehiya enerjiyê di valahîyan de naafirînin. Ew vê yekê di çarçoweyek de dikin ku gelek faktorên hundurîn û derveyîn yên objektîf / sûbjektîf bi hev re dikevin têkiliyê di wê çarçoweyê de.
Di nava faktorên navborî de dikare bê gotin ku yên nisbeten objektîf; jîngeha siyasî-aborî ya cîhanî / navneteweyî / herêmî / neteweyî, kapasîteya dewletê, rewşa aborî ya welêt û potansiyela çavkaniyê ne.
Faktorên subjektîf ên relatîf ev in; têgihiştinên ewlekarî yên biryargirên sîyasî di derheqê çawaniya (dîplomasîya qewetê, îttîfaqên jeopolîtîk, dîplomasîya enerjîyê, derbasbûna enerjîya berdewamker) parastina kîjan pêşanî) dewlet, mezinbûna ekonomîk, civak, mirov, jîngeh û hwd.) li hember kîjan tehdîtan (şer, daxwaza enerjîyê, krîza îklîmê).
Sê nêzîkbûnên li ser ewlehîya enerjîyê
Biryardarên siyasî, dema pênaseya ewlehiya enerjiyê û destnîşankirina kîjan alava navxweyî/derveyî ji bo çareserkirina vê bêewlehiyê bikar bînin dikin sê rêgezên bingehîn bikar tînin:
1. Rastbînî/Jeopolîtîk / Neo-Merkantanalist
2. Teoriya Aboriya Lîberal
3. Dorhêlî.
Li gorî nêzîkatiya rastbînî/jeopolîtîk/neo-merkantalîst, ji ewlehîya enerjiyê tişta ‘esil tê fam kirin serxwebûna enerjîyê ya dewletê ye.
Ev perspektîfa ewlekarî-dewletparêz bi xwedîbûna çavkanîyên ji hêla erdnîgarî jî sabit û sînordar bi parastin û qontrolkirina xetên wan ên veguhestinê bi hêza navnetewî û bandora navnetewî ve têkildar dike.
Ji ber vê yekê jî, bêyî ku bandorên neyînî yên civakî û hawîrdorî hebin, hewce ye ku hilberîna çavkaniyên navxweyî di nav welêt de werin zêdekirin, hevkariyên stratejîk û sazkirina bandora li derveyî welêt, di rewşên hewce de bi bi kar anîna hêzên leşkerî daxwaza çavkaniya biyanî were kontrol kirin.
Nêzîkbûna teoriya aboriya lîberal
Li aliyê din nêzîkatiya lîberal a aborî, li ser mezinbûna aborî disekine. Ew ferz dike ku ewlehiya enerjiyê, dikare bi girêdanên li hev û bi hevkariyên aborî yên ku bi rêbazan hatine diyarkirin were saz kirin.
Ji ber vê yekê, Gava biryardar, li ser çavkanîyên erdnîgarîyeka diyarkirî ji dînamîkên pîyaseyê û hevkarîyan dûr bikevin û serweriya dewletê li ser van çavkanîyan teqdîm bikin ev yek wê rîskên têkildarî dabînkirinê zêde bike û bibe sedema bêîstîqrarîya bûhayan û bêewlehîya enerjîyê.
Nêzîkbûna derdorî
Berevajî her duyên din nêzîkbûna jîngehî, li şûna mezinbûna aborî ku bi ewlehiya dewleteka diyar an geşedana mirovî re têkiliyek pirsgirêkdar heye, li ser ekosîstema hevpar disekine.
Nêrîna jîngehê, li gel hebûna şîroveyên xwe yên reformîst û radîkal, ew destnîşan dike ku sedema gefa hebûnê ya li ser eko-sîstemê mirov bi xwe ye, ku bi taybetî bi yekemîn şoreşa pîşesaziyê re zexta dijwar li cîhana me kiriye.
Di rastiyê de, mezinatîya rûxandina ku mirovahiyê li xwezayê kiriye, bûye sedema destpêkirina sedsala jeolojîk a nû, Antroposenê.
Girêdayî mijara me, li gorî nêzikbûna jîngehî, yekem tiştê ku divê bê kirin ew e ku dema ewlehiya enerjiyê tê diyarkirin hewce ye ekosîstem jî wekî tişteka di bin tehdîda hebûnê de ye û ev tehdîd jî wekî bikaranîna sotemeniyên fosîlî were diyarkirin.
Di vê xalê de divê were zanîn ku tunebûna emîsyona karbonê ya enerjiya nukleer li gel ku yek ji şertên berdewamîya enejîyê ji hêla jîngehêve pêk tîne jî lê ev yek têrê nake ku ev berdewamî çêbibe. Ev rewş ji bo santralên hîdroelektrîkê (HES) jî derbasdar e, santralên ku raporên wan ên Nirxandina Bandora li Jîngehê (ÇED) ne derbasdar in.
Lewra tişta divê were kirin ew e ku meriv gav bi gav ji sektorên karbon-dijwar û çavkaniyên enerjiyê derkeve û veguhestina ber bi pergala ekonomîk ya kesk ve zûtir bike. Bi vî hawî, pevçûnên li ser xwedaniya çavkaniyên fosîl dê bêtir bêkêr û ne elzem bibin û ewlehiya enerjiyê dê were sazkirin.
Li Tirkîyeyê fetişîzma mezinbûnê
Pênaseya ewlehîya enerjîyê ya Tirkiyeyê û kîjan polîtîkayên ku dê ji bo peydekirina vê yekê werin meşandin di çarçoveyek ku tê de gelek faktorên hundurîn û derveyî têkiliyê didin hev de tê dayîn.
Bi zelalî; di gel cîhê erdnigarî ya welêt, kapasîteya dewletê, rewşa aborî, û potansiyela çavkaniyê, modela aborî ya ku ji hêla biryarkerên siyasî ve, siyaseta partiyê û têgînên ewlehiya jeopolîtîkî ve hatin pejirandin jî di hilbijartinên siyaseta enerjiyê de bi bandor in.
Tirkîye, bi bandora modela nûjen a pêşkeftî ya W.W. Rostow, bi taybet jî ji salên 1950yan ve ji bo xwesteka xwe bigihîne Ewropayê (catching up with the West), herî zehf girîngî da mezinbûna ekonomîk/aborî. Weke dirêjkirineka veguheztina bi modela neolîberal, di sala 1980yan de, vê dawiyê di "fetişîzam mezinbûnê" de hat girtin û lêçûnên civakî, aborî û jîngehê paşvetir xistin.
Polîtîkaya madene û enerjiya millî
Di roja îro de, Tirkîyeyê ji %70-75ê xerckirina enerjiya xweya bingehîn ji çavkaniyên îthalkirî peyda dike. Rêjeya çavkaniyên fosîlan di xerckirina enerjiya bingehîn a welêt de li dor ji %î 80-85 e.
Li gorî "Polîtîkaya Madenê û Enerjiyê Neteweyî", Tirkîyeyê lez da pêşveçûna çavkaniyên navxweyî. Tirkîyeya ku bi vê yekê lêgerînên xwe yên petrol û gaza xwezayî zêdetir kirin ragihand ku ew li Behra Reş, Diyarbekir û Kirklarelîyê kişf û lêgerînan dikin. Di heman demê de Tirkîyeyê veberhênan li gaza xwezayî ya şileyîkirî (LNG) û tesîsên depokirinê jî kirin û çêkirina stratejiya hîdrojenê êxiste rojeva xwe.
Bi biryareka ku hîn jî tê nîqaşkirin, yekem santrala nukleerê ya ku li Mersin Akkuyu ji hêla şirketa dewleta Rûsyayê Rosatom ve tê çêkirin hat qebûl kirin. Santrala nukleerê ya ku dihat plankirin li Sînopê were çêkirin, ji ber hênceta lêçûnan ji hêla hevkarê Japonî hate sekinandin vê gavê.
Armanca Tirkiyeyê ewe ku bibe navendeka enerjiyê
Li derveyî welêt jî, dîplomasiya enerjiyê hat aktîf kirin û bi bikaranîna avantaja cihê xweya erdnîgariyê, bi zêdekirina cûrbecûr xetên borîyan (TANAP, Turkish Stream) pêdivî hate zêdekirin.
Di rastiyê de, Tirkiye armanc dike ku bandora xwe ya jeopolîtîkî li herêma xwe zêdetir bike, bi têkelkirina sîyaseta xwe ya enerjîyê û sîyaseta xwe ya derve, da ku bibe nîvek/navendeka enerjiyê.
Di heman demê de, Tirkîyeyê vedîtinên xwe yên gaza xwezayî yên li perava başûrê Qibrisê wekî fersendekê bikar anîn her çend li ser parvekirina deverên behrê nakokî hebûn jî, Tirkîyeyê ew yek dipasart ku divê ev vedîtin bi rêka wê derbasî bazara Ewropayê bibin.
Tirkiyeya ku li ser potansîyela çavkaniyê ya ku hê negihiştiye qonaxa hilberînê û rêyên pêkan ên îxrackirinê bi Yewnanîstan û Komara Qibrisê ya ku napejirîne re ket pêşbaziyeka jeopolîtîk, di hin deman li gorî doktrîna ‘’Welatê Şîn’’, bi bikaranîna amûrên dîplomasiyê hêz û bandora vê pêşbazîyê gurtir kir.
Tirkiyê îdîa kir ku bi peymana destûrdayîna herêmên deryayî, ya bi Lîbyayê re di Mijdara 2019an de hatî kirin re wê "lîstikê sekinandiye/xilas kiriye".
Tevî ku piştî hatina Joe Biden a Serokatîya USAyê û Civîna Wezîrên Yekîtiya Ewropî ya Adara 202an wisa xuya bike ku lihevnekirinên jeopolîtîk sekinîne jî, lê di helwest û pozîsyonên alîyan de tu guherîn çênebûne û pêşbaziya çekan gav bi gav zêdetir dibe.
Tirkiye ji bo tevahiya gerstêrkê xeteriyeke hebûnî ye
Wekî ku li jor hate behs kirin, em di dem û dewranekê de ne ku saziyeka wekî UEAya ku heta niha piştgirî disa şîrketên sotemeniya fosîlî jî, hedefên xwe li gorî hedefên Peymana Îklîmê ya Parîsê yên 2050an daniye.
Lêbelê, Tirkîyeya, ku di cîhanê de, di rêjeya belavkirina emîsyonê de di rêza 15an de ye, bi îsrar dixwaze ku di rêyeka karbon-dijwar de bimeşe û di koma welatên wekî Îran, Erître, Îraq, Lîbya û Yemenê de cîh bigire, û di parlementoya xwe de jî Parîs nepejirand Tirkîyeyê.
Her çend di hilberîna elektrîkê ya vê demê de para elektrîka ji ba û rojê ji %î 12 be jî, ev pêşveçûn ji hêla ji %î 35-40î para komirê ve pûç û bê kêr dibe. Li Rojhilata Deryaya Sipî, ji ber sotemeniyên fosîlî wekî sedemeka eşkere pevçûn bi Yekîtîyên Ewropayê re tê tercîh kirin.
Tirkiye ji bo tevahiya gerstêrkê xeteriyeke hebûnî ye û ji bilî krîza îklîmê ku bûye sedema gelek karesatên hawirdorê, bi taybetî jî bêaviya li erdnîgariya xwe. Xuya ye veguherîna kesk a aboriyê li gorî Peymana Kesk(Green Deal) a li YEyê ku bazara îxracatê ya sereke ye û pareke wê ji sedî 55-60 e.
Fersenda veguherînê ji dest diçe
Her wekî ku Tirkîyeji ber paşdemayîna xwe yî di şerê li hemberî krîza îklîmê de, ji bo hebûna xwe û ji bo hebûna tevahîya cîhanê tehdîdek/xetereyeka hebûnî ye, ku ev paşdemayîn dibe sedema gelek felaketan li jîngehê û erdnîgarîya xwe, nemaze jî ziwabûn.
Herweha ew ji veguherîna kesk jî dimîne, guherîna ku ji hêla Yekîtiya Ewropayê, Mutabeqeta Kesk (Green Deal), ve hatî amadekirin û bernameyeka lezgînkirîye. Ku Ewropa xwedîyê ji %î 55-60î bazara îxracatê ye.
Ger Tirkiye israr bike ku di rêyên kesk de nemeşe, bandora herî berbiçav li ser aboriya dê lêçûnên zêde yên rêziknameya karbonê ya Ewropayê, li ser sînor û windakirina pêşbaziyê be.
Bandora vê îsrara li ser ekosîstema wê dê xwe wekî zêdebûna ziwabûnê, kêmbûna avê, windabûna dexlên çandiniyê, qirêjbûna hewayê û talankirina xwezayê bide xuyakirin.
(Eİ/SO/VU/AY)
Rêzenivîsa Heyama ku Îklîm û Dinya Diguhere*
Destpêk: Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok!- Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ The impact of climate crisis and fossil fuels on child health - Çiğdem Çağlayan & Funda Gacal
5/ We will see beautiful days, coal-free and sunny days-Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş