Carna mirov rastê xwe tê di hin kes, dem û dewranan da. Carnan jî mirov ne bi bi xwe re lê bi mirovên din ên li der û demên din de derdikeve pêşiya xwe. Ê min jî wilo bû û di Resîtatîfa Tonî Morîson de rastê xwe hatim. Tew di pêşgotina Zadie Smîth de!
Min li zindanê pirtûka wê ya Çavên Herî Şîn xwendibû lê zêde di bîra min de nemaye. Tenê tê bîra min ku behsa bindestiyê dikir. Jixwe ji bo ku ew jî wek me “reş”e, pirtûkên wê jî li dor û berê vê birînê digerin.
Di temenê xwe yê li navbera salên 1931-2019an da gelek berhemên hêja yên li dijî nîjadperestiyê nivîsandiye û alaya reşikên reş û wek me spî bilindtir kiriye. Her wiha di 1993 yan de wek jinek negro, bûye xelatgira nobelê ya ewilî.
Me got em rastê nasek yanî rastê xwe tên carnan di nav xerîban de. Çi bû ew nasîtî? Zedie Smith dibêje ku Morîson rexnegirek dijwar bû ji bo pirtûkên xwe! Vê yekê ez kêfxweş kirim. Ji ber ku ez jî welê me, kêmaniyên ku kes hay jê çênabin jî welê derdikevin pêşberê min ku mû dibe werîs! Ez dibêjim û gelek nivîskar an jî xwendevan bi hestên dostane dibêjin:
Tu çima wiha dikî? Nivîskar wiha nakin, berhemên xwe nadin ber kêran, heta ji wan tê mezin dikin lê tu rexne dikî, nebesiyan rêz dikî û hwd…
Îja dema min dît ku Morîson jî wilo ye û di şexsê wê da rastê xwe hatim kêfxweş bûm. Çiqas ne xem be jî carna mirov dixwaze zanibe ku ne tenê ye. Ew hesta ku berî her kesî di şexsê xwe de li tiştên, gotinên nû û belkî jî bêqusûriyê digere, carna zarokane û êşîner be jî xweş e.
Lê ka em piçek jî behsa Resîtatîfê bikin.
Resîtatîf, yanî bi wata xwe ya ferhengî:
*Taybetmendiyên ku tiştan ji hev vediqetîne, taybetmendiyên veqetîner
*Aîdiyetên munhesiran yanî taybet û taybetî
*Ferqa bingehîn
Her çiqas ev gotina ku dîsa digihîje heta Yewnanî û di roja me de bi taybetî di qada muzîkê de (mînak, resîtal jî ji vê têgehê tê) tê bikar anîn jî, Morîsonê di van wateyan de şuxulandiye.
Ji ber ku xwestiye bi lehengên xwe û romana xwe ya ku li derek Amerîkayê ya ku herî pir nîjadperestî, cudaxwazî û cudakerî pêk tê û mirov ji ber reng û zayenda xwe tên peçixandin; zimanek welê pak û bê cudakarî bikar bîne ku yên dixwînin qet fêm nekin ka kî reş e, kî spî!
Em fêm nakin jixwe. Mînak, Twyla dibêje:
Diya min heta sibê dans kiribû û ya Robertayê jî nexweş bûye.
Em dizanin ku yek reş, yek jî spî ye, lê nizanin ku kîjan ji wan e! Teva ku em bi Roberta û Twylayê re dibin yek û di xaçerêkên keser û endîşeyên wan de dimeşin jî nizanin em kî ne, ew kî ne. Reş an spî? Roberta çima Roberta ye û Twyla çima Twyla ye? Ferqên dayîkên wan ên ji hev ji bo çi ne, ji ber çi ne? Em nizanin.
Çima yek dans dike ya din nexweş e? Ya dans dike ji kêfan vê yekê dike an ji bo ji ber derdan xwe bi ereqê fetisandiye?
Ya nexweş, çima nexweş e?
“Ewilî em li hev germ nebûbûn, lê kesî bi me re nedilîst. Çimkî em ji wan sêwiyên rastîn ên ku dê û bavên wan ên xweşik li asîman bûn nîn bûn. Em hatibûn terkkirin…
Lê niha em wek xwişkên pir zêde ji hev dûrmayî bûn. Ew çar heyvên kurt ji bo zeman ne tişt bû. An jî tiştek mezin bû. Tenê li wir mayîn, bi hev re mayîn. Du keçikên ku dizanibûn çawa pirs nayên pirsîn û çawa bi tişta ku lazim e pê bawer bikin bawer dikin. Di wê teredudê de nezaket hebû, comerdî jî. Qey diya te jî nexweş e? Na heta sibê dans dike.”
Pirtûk hêj nêvî ye. Lê belkî lazim e mirov li ser zimanê wê bifikire û pê re muqayesa zimanê em tê difetisin bike. Zimanê ku heta qirikê diyarkirî, reşkirî an spîkirî, dagirkirî, qirêjkirî û ji rastiyê dûr. Zimanê ne ziman, zimanê ku nade famkirin lê dide qurtandin.
Heqet, em ê çawa hîn bibin ku reqqas kî ye, nexweş kî? Belkî behsa me jî dike ev mesele.