Nexweşek ji romanên Dostoyevskî yî. Ji binê erdan û jêrzemînan tiştên tarî dinivîsî. Geh di nêva tayek har de diricifî, geh di nav heraret û agirê bilind de diqijilî. Çav li serê te bûne tas. Zerbûna te ji ya pelên payîzê zûda derbas bûye. Gurmegurma dilê te guh li te ker kirine. Tu hê jî..hê jî nexweşek ji romanên Dostoyevskî yî. Peterburga te tunebe jî qehreman î tu. Qehremanek merezdarî. Li nêv sergoyên kolanên wenda û tarî. Qehremanek zerhimî, bi nalenaleke lal. Xwedî birînên kûr û veşartî.
De hema ka singa xwe ya çepê veke. Veke û wan birînên veşartî nîşan bide. Ha way li wir in. Tu veşêrî jî li wir in. Tu înkar bikî jî li wir in. Ha way li bin çengê te, welatek heye. Welatek veşartî û merezdarî. Welatek lêê…welatek li bin çengê qehremanek merezdarî. Ji birîn û kulîlkên hişkbûyî.
Ka bêje tu kî yî?
Ji kîjan romana Dostoyevskî yî? Na. Ji romanên Helîm Ûsiv ,Bextiyar Elî û Bavê Nazê na. Niha ew na. Ji kîjan romana xopana Petersburgê yî? Berfa te ya ku ketiye ser ya Sîberyayê li ser kîjan serê te bûye kum û kolos? Erê gelek in serê te. Serê te yên ku bela ji wan kêm nabe. Ku bela pir bin ser jî pir dibin. Ne ji ber kêfê, ji ber serêş û belayan heyran, gelek seriyên te hene, em dibînin.
Lê ka bêje, kirasê kîjan qehremana behcok û bîhnçikandî heye li bejna te? Tu nas têy ji me re. Van çavên bi baran û xumam, wan mijangên ku bi pey çivîkên koçber dikevin, van destên ku li tiştên xweş digerin, tev nas tên ji me re. Bawer bike em te dinasin, lê dîsa jî kerem bike bêje. Em dixwazin ji te bibîhîzin. Belkî guhên me rastê gotinên xweş jî bên ji devê te. Mesela em bêjin, kirasek ji kirasên Raskolnîkov, Mîşkînê Mîrza û Fyodor li bejna me ye jî. Lê em baş in. Li bin erdê dijîn, ji wir hilmê dikşînin. Li wir ji we re nameyan dikşînin.
Em te ji nameyên te nas dikin. Em xwe jî ji nameyên te nas dikin. Li rûpelên wan ên zer çi heye û çi tine ye. Em dizanin.
Nameyên te yên zer bi hubra birîna te hatine nivîsandin. Ji mexzenên demê dertên. Pel bi pel digerin. Hem dîjîtal hem kaxizîn, hem li ser çermên xezalan hem jî li ser keviran nivîsandîne.
Avêtina Ji Dibistanê
Ji tevî dibistanan
Hatin avêtin em
Ji tevî romanan jî
Zaroktî ode ye
Ciwantî eywan
Hewş e extiyarî
Hewşa gihayê tal
Û em
Hêj di sîhî de li hewşê ne
Tipîtahl û zer û jehr
Em ji tevî havînan hatin avêtin
Bi pênûsên xwe yên şikestî
Û xeyalên xwe yên netebitî
Te çardeh sal berê, di Dilaviyê de wiha gotiye. Xwiya ye ku hingê jî tenê Dostoyevskî li ba te bûye. Ji tevî romanan hatibî avêtin jî, Raskolnîkov cîh ji te re hîştiye. An jî li ba Fyodor bûy, li bin erdê û dijwar. Li bin erdê jî dijwar. Loma ye qey te di heman dîwanê de wiha jî gotiye:
Nexweşa Ku Mir
Nexweşa ku dermanê wê
Sêvek sor a Helepçe bû
Mir…
Hûn dereng man
Û negihîştin çîrokek din
Nexweşê ku dermanê wî
Tenê sêvek sor bû
Mir…li Helepçe
Hûn dîsa dereng man
Wek dawiya çîrokan
Bêhal vegeriyan malan
Lê helbet em dibînin ku tu xweş înkar dikî nexweşî û derdên xwe. Welê ye ku kes nizane tu Raskolnîkov î. Ne jî dema Fyodor û Mîşkîn î haja kesî ji te çêdibe. Xwe rind vedişêrî. Ne Petersburgên kurdan bê te dibin, ne jî tu bê wan. Bes berfa Sîberyayê bi zorê te vedişêre êdî. Zanibe ku em dizanin.
(MR/AY)