Em ên di şûşeya zeman û mekan de çi ne nizanim. Masî an qûm, av an nebûnî? Dema mirov ji hundirek, meskenek derdikeve derve, hundirê mirov dibe çi û bi ku ve diçe? Hundirê mirov jî derdikeve derve, bi wê dervetiyê re dibe yek an ew her tim wek hundir li hundir dimîne? Derketina derve çima nabe derketina derveyê xwe jî? Çî ye ya ku nahêle ruh jî, kakil û cewhera hebûna me jî bi me re derkeve derve û bi cîh û meskenên nû re bibe yek? Çima? Çima derve, tim li derve dimîne? Û em nikarin ji hundirê xwe derkevin, ji wê mexzena tarî, kevnar û birîndar?
Temam, em di şûşeya zeman û mekan a ebedî de ne. Nikarin jê derkevin. Dema hewl didin xwe xelas bikin jî li vî alî û wî alî dikevin. Lê hundir, cerg û hinavê me? Ew di kîjan şûşeyê de ye ku qet nikare derkeve derve? Qey em di şûşeya hundirê xwe û ya zeman û mekanê derveyê xwe de hatine kedîkirin? Çiyê me ne ev şûşe? Hem li hundir hem li derve? Em birevin derve jî li hundir û ji hundir in…Li derve bin jî rewşa me ya hundirîn didome.
Hundir nahêle em ji hundir derkevin! Dema em dibezin cîh û warên tenha û bilind jî hundir me bernade û nahêle bîranînên kurmî û êş û jan bi ber bayê bikevin biçin. Hundir me bernade, hundir te bernade! Nahêle em wek marên şareza kirasên kevin bavêjin û tune bikin û bi kirasê nû, her tiştî nû bikin.
Xeyal qedexe mirin serbest bû
Gotin: Yên ku birînên wan hene
Du gav derkevin pêş
Du gav derketin pêş
Li birînên xwe geriyan
Li birînên hev geriyan
Xeyalên xwe
Li bin birînên xwe veşartin
Xeyal qedexe
Mirin serbest bû
Du gav li pêş bûn
Dane hev birînên xwe
Li birînên hev nêrîn
Pirtir kirin janên hev
Weke birînên hev
Xeyal qedexe
Mirin serbest bû li gor zagonan
Bîranînên wan
Ji temenên her tiştî dirêjtir man
(Dilavî, weş, ar)
Tişta nahêle mirov ji bin qalikê birînên xwe û hev, niha û dîrokê derkeve çî ye? Qey bindestî, xem û birînan li mirov dike mesken û hemî deriyan li ser mirov digire? Çî ye ya ku birîn û travmayan li dîlgirtiyan dike mal û hêlîn û nahêle jê bifirin?
Kîjan hundir rast e? Ya li hundirê mirov an ya li hundirê şûşa meskenê mirov?
Lê derva? Çima bi rastî jî nabe derva û sêhra hundir a reş, ji ser mirov betal nake?
Mesela doh em çûn cîhek ku tenê çivîk û çemê Dîjleyê lê hebû. Tenê û tenha, bê bîranîn û birîn…Dervayek xweş bû yanî. Dervayek bêqusûr. Lê me kir û nekir hundir neqediya, şûşe neşkiya! Me kir û nekir hundir û hinav, dil û delav derneketin derve. Em di wê meşa bêdawî û serliezman de jî çûn û hatin li hundir qelibîn. Dem û dera nûh, nekarî xwe ji wan xelas bike. Çiqas me got:
De ka em dev ji vana berdin û derbas bin jî,hundir nehîşt em derbas bin. Çiqas Dîcleyê bi av, dar peravên xwe got:
De ka dev ji vana berdin û bi vê nûbûna li gel min re, her tiştî nûh bikin, nûh bijîn jî…Nûh û nûbûn pêk nehat. Şûşa bêar û kevnar neşikest. Hundir her hundir…ma, nehîşt em bi wê derveya xweş re bibin yek û kirasek ji kirasên marên Dîjleyê li xwe bikin û xwe bi baskên teyrên wî yên spî re bi firê bixin. Nebû. Dîsa nebû.
Ji ber vê ye ku niha, ji îro dipirsim:
Mesken û cîh çiyê me ye? Şûşe an hêlîna me ye? Ku şûşe be me kengê û bi kîjan aqilê ew çêkir? An jî qey em cin-min bûn ku hinekan me hepsê nava wê kir? Biqasê em dizanin em ne cin in, lê ku em cin bin, çima em di şûşeyê de ne û wek cinên xelkê azad nîn in?
Îja ku cîh û warê me(erê ‘civar’a tirkî jî ji cîh û warê me tê, hat bîra me) hêlîna me be, çima nahêle em tê de bi dilek geş û hişmendiyek nûber bijîn û her kêliyê, wek ava çemê xwe yê bêhempa xwerû û herikbar derbas bikin?
Bila helbestek min ji heman dîwanê bibe xatirxwestin.
Mana li derekê
Te digot:
Ez li vir namînim
Tu mayî…
Wek gulek
Bi stiriyên xwe re
Li hev hatî
Tevî gomlegên te
Bi xwîna gulê sor in niha
Bi stiriyên wê qetandî…
(MR/AY)