Roketên rojevê li bin guhên hev dikevin. Bûyer û qewimîn jî…Kaos ev e jixwe. Gelek tiştên ji hev û ne ji hev, digel hev û dijberên hev bi hev re resmê roja me çêdikin. Herçî manîpulator in 24 sehet nasekinin. Li ser dil û hiş, li ser ruh û beden, li ser erd û ezman dişuxulin. Bila bişuxulin. Xem nîne. Vê carê xem nîne. Êdî xem nîne. Em ji êdî..yê zehf hez dikin. Êdî…Êdî, nîşana pêşketina me ye. Êdî, halê me yê niha ye. Êdî, êdî ye. Yanî hûn êdî…nikarin dilê me bikin wek gola xwînê û tîmsehên xwe lê bigerînin. Êdî ew dem çûn. Hûn nikarin êdî bi xencerên li her derên xwe veşartî êrîşê dostanî û mirovperweriya me bikin. Ew mêvanperwerên ku we her tim malik û welat û dewran li wan xera kir jî êdî nîn in. Dê tu derî ji were venebe û dê tu kes nebêje:
Kerem kin, kerem kin!
Dê tu seriyê ku hunê wî wek gebolê tevlêhev bikin nîn be. Tu hişê ku bi we bixape…
Kaî su, teknon?
Et tu Brûte?
You too, child?
Qey tu jî Brûtûs?
Ma tu jî zaroko?
Ya serî yewnanî ye û ji devê Jûlîûs Caesar(Sezar)e. Balkêş e ku navê wî nade û ji Brûtûs re dibêje “teknon”. Yanî zarok. Yanî ewqas nêzîkê wî ye ku, hewcê navê wî nake. Ya duduyan latînî ye û ji pênûsa Shakespeare e. Ya sêyem jî jixwe îngilîzî ye. Ya dawî hat famkirin. Teva ku wek ya Sezar wan di dîrok û çîrokan de derbas nebûye jî, Kurdan gelek caran gotiye:
Wey…tu jî!
Qey tu jî!
Ma tu jî!
Ji ber ku hema bêje tu dem û şerê ku tê de rastê xiyanetê nehatine nemaye. Loma jî çiqas gotine, qey ti jî…? Ewqas jî negotine. Nikaribûne bêjin jî. Êdî ne qursaxê wan maye ne jî gotinên wan. Ji ber ku ew bi xwe jî di nav de, her kes û her hêz ji bo wan bûye Brûtûs. Tew Sezar jî nebûne, ne zalimê kesî ne jî împaratorê li ser serê dinyayê.
Bes em spasdar in ku dê êdî ev yek dubare nebe. Dê ÊDÎ kes nikaribe li ser serê me bibe Brûtûs jî. Brûtûsê wan jî ji wan re ne êdî. Împerator, bêbext û zexelên wan jî. Hema bila giş li wan pîroz bin.
Dê êdî xefk û kemînên xwe yên pûçderketî û zirx, vir û derew û komployên xwe yên li tewşêçûyî jî bidin ser pişta xwe û biçin. Aqilê xwe yê ku êdî nikare Kurdan bixapîne û hîlekariya xwe ya ku êdî dikare hew xwe bixapîne bidin ser serê xwe yê gêjbûyî û biçin. Ji ber ku tu rê nema, tu cîh nema. Ji ber ku digel tevî însaniyeta kurdan jî tenê bêbextî li wan kirin, bihêle dostaniyê, nekarîn bi wan re bibin cîran jî.
Îja niha dîrok û rojev li jêrxane û qesrên demên borî, li ser ewran û bin erdan dest bi honandina kêliyên rûgeş dike. Me vê teşiya wiha dilşah heta niha nedîtibe jî em wê dinasin û dizanin dê çi birêse, kîjan qazax û gore û lepikên azadiyê yên xweşik diyariyê me bike. Em vê dezgeha ku kilaman dibêje jî dinasin û dizanin dê kîjan xalîçeyê daleqîne li ser dîwarê gerdûnê, bi kîjan nexş û nemûşên kurdî û berkeftî wê bixemilîne. Kîjan stêrkên rûken lê binexşîne.
Ew dem hat ne, êdî ew dem hat. Pir direng ma. Qet nehat. Her tim topal û kulek, kuştî û negîhaştî ma. Lê way vê carê tê. Êdî tê, bila bê! Jixwe ku vê carê jî neyê, dê nema bê. Em ê jî nema bimînin li bendê.
Dengê tipetipa tiliyên elenda(şefeqa) Kurdan tê me ne? Ji gulan çêbûne ev tilî. Ji qewlê Homeros ve “elenda tilîgul/gultilî”ye ev. Li tevî pace û deriyan dide. Gazî tevî şaneyên mirovtî, kurdîtî û rûmetdariyê dike. Ji tevî kemînan derbas bûye hatiye, ji tevî xwekujî û hevkujiyê jî. Kes nema dikare wê bi tinê bihêle, ew hat, êdî hat, bi xêr hat. Ka belkî hemû tilî bibin ji gulan û şefeq jî li tevî dilan hel bê.
(MR/AY)