Min çar-pênc sal berê di Xwebûnê de bi sernavê “Yekîtî Paşa” gotarek nivîsiye û gotiye yekîtî…bûye paşayek li ser serê me û şûr dihejîne. Belkî jî yekîtî..ne yekîtî ye…û hwd… Bi rastî jî ev têgîh an jî ev paşayê nebixêr hêj ji dema Qesrê Şirîn û Lozanê de serê me difirîne. Ku mirov azad û xwedî vîn nebe, têgîh û konseptên herî pozîtîf jî dikarin zirarê bidin mirov û didin jî.
Her wiha hin modelên yekîtiyê yên ku xwedêgiravê mirov ji dîroka dinyayê digre jî li bejna mirov nayê, lê bi deh salan wek nîrek di stûyê mirov de dimîne û baweriya ku maye jî dişkîne. Mesela, kongreyên netewî, konferansên yekîtî û nizam çiyê…Nav gelkî dirêj in jixwe. Naxwazim bikevim bibîrxistina dîroka wan, lê xêra wan ji xwediyên xwe bi xwe re jî çênebûye gelek caran. Bila hema ji me dûr bin. Ji ber ku gulên yekîtiyê vedibin êdî, kurdî û bi rengê xwe yê welatî. Bes divê em qet rê nedin ên ku dixwazin xwe li ser qelsbûn û birîn kolandina kurdan mezin bikin.
Qelsî û têkçûna kurdîtiyê di şexsê kesên ku em qet ji wan hez nakin de jî pêk bê, divê li xweşa me neçe. Hesta despêka yekîtiyê li gor min ev e. Ji ber ku dema têkçûnên kurdan li xweşa hev diçe, vîrûsa sadîzmê ya herî har û qirêj dikeve dewrê û dû re serê xwediyên xwe jî dixwe. Divê bi xwe jî. Yek na roj be, ya din dibe şîv! Em qet ji bîr nekin ku tişta wan/wê/wî dixîne, kurdîtiyê jî dixîne, tişta kurdîtiyê dixîne jî min/me dixîne. Herçî xaîn û xiyanet e jixwe qet hewce nake ku bê behskirin.
Welhasil…Dîsa cin û periyên kurdan xwe bi kilamên dildiz digihîjînin rajenên me û ava kaniyên kurdan bi devoka melûm! dibêjin ”herriya xwe nadim bi zêran e”. Herrî û zêr. Li devokên din herrî çemûr e, belaya zivistanê ye. Lê kaniyên şêrîn û delal wiha dibêjin. Kanî ne. Baş dizanin. Tim li cîhê xwe bûne. Tu hêzî nekariye wan ji cîhê wan rake û ava wan ji wan bidize. Belkî jî raza her tiştî, ew raza wenda û betalbûyî li kaniyan veşartiye. Jixwe pêşên me gelek wefadar bûne li hember kaniyan.
Mînak, gotine: Kevir navêje kaniya ku te avê ji vexwariye! Kîjan ekolojîstên sloganperest dikarin hesta vê gotinê bijîn û bidin jiyandin. Her wiha merivên me yên Apaçî jî ji daran re dibêjin pismam û dotmamên me yên yekling û ji ajalan re jî dibêjin: pismam/dotmamên me yên bibask û çarling…Kîjan bîrdoziya nûjen dikare çand û derûniya xwezayî ya di vê babetê de îdraq bike? Jixwe dema ku ku wan wiha digotin, dagirkerên spî bi wan dikeniyan û wan û pismam-domamên wan ên eşîd bi çeşîd bi hev re dikuştin.
Way dîsa em û heriya xwe, em û domam-pismamên xwe, em û giyana dapîrên xwe yên ku ji pez û dewarên xwe re digotin “dayê” bi firê ketine. Baskên me ne hesinî ne, rastîn in. Wek ku wê kilama me digot:
Destên me wê bibin bask
Em ê bifirin werin
Li welatê xwe vegerin
Li welatê xweş û buhuştan
Ji ber ku ev der ne Lozan e. Êdî ne Lozan e. Herçî yekîtî paşa ye, qudûm lê şikestiye. Nema kare hukumdar be. Ne hewcê gotinê heye, ne yên deklerasyon û kongreyan. Heriya me û kaniyên me nema me berdidin, nema dihêlin em ji hev dûr bikevin. Bila nehêlin jî.
Û kenînek digere bi bager û ewran re. Kenînek çi lewend û qeşeng. Kenînek li erd û asîman bûye bask û çeng…
Ev der ne lozan e. Lozan, nema lozan e. Ev der xwezan, dîrokzan û hevzan e. Gulên ku vedibin ne lozanî ne, lê zozanî ne. Bi xwîna dil vebûne, dilên ku her yek ji wan ji hezar dilî çêbûne. Dilên ku ne erd ne jî ezman nema têra wan dike. Dilên ku di vê dema bêdil de jî dikarin û dizanin dil.. bimînin.
Dibînim xewnên şeva
Hesreta li ber çava
Dixwazim te bibînim
Welatê gulşîlava
Destên me bibin bask
Em ê bifirin herin
Li welatê xwe vegerin
Welatê xweş û buhuştan…
Gelo Îbrahîm Rojhilat vê kilamê bo kengê gotiye?
Ji ber ku kilam jî qasid in û xeberan dibin û tînin…
(MR/AY)