Li Amedê ji destê sibê ve bi deh hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê berbi qadê dimeşin. Polîsan ji bo ketina qadê de li 6 cihên cuda xalên lêgerînê danîne.
Li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz tê pîrozkirin.
Pîrozbahiyê bi dirûşmeyên " Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk”" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" dest pê kir.
Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan wê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Li qada mitîngê li şûna dika beton ya berê platformek nû hat avakirin. Li platformê pankartên “Jin, jiyan, azadî” û dirûşmeyên ji bo Newrozê hatin daliqandin. Polîsan 6 xalên lêgerînê yên cuda li têketina qadê danîn. Welatiyên ku ji saetên serê sibehê ve hatin qada mîtîngê, piştî 5 lêgerînên cuda ketin qadê.
Polîsan li cihên lêgerînê diyar kirin ku ew ê destûr nedin al û pankartên ti partiyan. Her wiha ji bo alaya tu welatî jî destur nedan ku bigirin qadê.
Li herdu aliyên qadê fotografa Abdullah Ocalan a ku bi Heyeta Îmraliyê re di banga 27ê Sibatê de hatibû weşandin, hate daliqandin. Her wiha ciwanan posterên Ocalan vekirin.
Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn û agirê Newrozê hat pêxistin. Di dema pêxistina agir de dirûşmên "Bijî Serok Apo" ji qadê bilind bûn.
Li qadê welatiya bi navê Sakîne Y. ku 55 saliye ji bianetê re behsa Newrozê kir û got:
"Îro wêneyên Kemal, Selahattîn Demîrtaşê ku bi salane girtî ye û ya herî girîng jî wêneya Heyeta Îmraliyê li vir daliqandî ye. Ev rastiyên me ne, em tenê ji bo pîrozbahiyê nehatine vir. Newroz heyecan e, Newroz serhildan e, Newroz agir e. Îro wê baran bibare, em ê di nava heriyê de bimîne lê em bi fîstanên xwe hatin vê qadê. Em gelê Kurd in em ne rabirduya xwe ne jî îro ji bîr dikin.”
Ahmet T. ê 22 salî jî bi hevalên xwe yên zanîngehê re hatine qadê û ji bianetê re behsa Newrozê kir û got, "Ez îro bi hevalên xwe yên zarokatiyê re hatim vir. Bi salan e Newroz ji bo me xemgînî derbas dibû û me her daxwaza 'aşitiyê' dikir. Ez ji vir jî bang li hevalên xwe yên li Stenbolê yên li berxwe didin dikim. Netirse. Aştî ne tenê ji bo Kurdan wê ji bo me hemûyan bê. Û em ê vê pergala faşîst mil bi mil têk bibin.”
Çalışmalarını ağırlıklı olarak Diyarbakır ve çevresindeki Kürt illerinde sürdürmektedir. Meslek hayatında, Gazete Duvar, MLSA, 5Harfliler, Kadın İşçi, 9. Köy ve Fikir Gazetesi gibi pek çok platformda haberleriyle...
Çalışmalarını ağırlıklı olarak Diyarbakır ve çevresindeki Kürt illerinde sürdürmektedir. Meslek hayatında, Gazete Duvar, MLSA, 5Harfliler, Kadın İşçi, 9. Köy ve Fikir Gazetesi gibi pek çok platformda haberleriyle yer aldı. Bağımsız gazetecilik anlayışını benimseyen Evrim Deniz, kadın emeği, insan hakları ve toplumsal adalet gibi konulara odaklanmaktadır. Şu anda Bianet’in Diyarbakır muhabiri olarak görev yapmaktadır.
Şaredarê Beyogluyê Înan Guney wê li dozgeriyê îfadeyê bide
Bi îdiaya ku sextekarî di hilbijartinên Kongreya Stenbolê ya CHPyê de çêbûye û li dijî Qanûna Partiyên Siyasî derketine lêpirsîn hatibû destpêkirin. Înan Guney di çarçoveya vê lêpirsînê de dê wek "gumanbar" îfadeyê bide.
Bi îdiaya ku sextekarî di hilbijartinên Kongreya Stenbolê ya CHPyê de çêbûye û li dijî Qanûna Partiyên Siyasî derketine lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve hatibû dest pê kirin û didome.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Şaredarê Beyogluyê Înan Guney di çarçoveya lêpirsînê de dê wek "gumanbar" li dozgeriyê îfadeyê bide.
Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Eskîşehîrê Ceren Kokoglû, bi tohmeta ku beşdarî çalakiyên li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bûye, hate desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan ên serê sibehê de li gel Ceren Kokoglû, kesên bi navên Bêrîvan Ozkara û Aybora Saglam jî hatin desteserkirin.