bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Walîtiya Stenbolê giliyê Komîteya Amadekar a Newrozê kir
“Hêzên me yên ewlehiyê derbarê 28 kesên ku dirûşmên neyasayî berz kirine û pankart vekirine de lêpirsînên qanûnî dane destpêkirin û her weha giliyê endamên komîteya amadekar hatiye kirin.”

Walîtiya Stenbolê aşkere ku têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya ku duh (23ê Adarê) li Qada Yenîkapiyê pêk hat derbarê 28 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin û giliyê Komîteya Amadekar a Newrozê hat kirin.
Walîtiyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di pîrozbahiyê de dirûşmên neyasayî hatine berz kirin, pankart hatine vekirin û komîteya amadekar tedbîrên pêwîst negirtine û ji ber vê yekê wan lêpirsîn dane destpêkirin.
Walîtiya destnîşan kiriye ku hêzên me yên ewlehiyê derbarê 28 kesên ku dirûşmên neyasayî berz kirine û pankart vekirine de lêpirsînên qanûnî dane destpêkirin û her weha giliyê endamên komîteya amadekar hatiye kirin.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.