Li Stenbol, Îzmîr û Edeneyê gelek kes hatin desteserkirin

Çalakiyên ji bo girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatine destpêkirin lig elek bajaran didomin.
Îro di serdegirtinên malan ên li Stenbol, Îzmîr û Edeneyê de gelek kes hatin desteserkirin.
Serokê TKPê a Stenbolê Ahmet Dîncel, endamê PMa TKPê Arda Haciyûsûfoglû û 3 endamên partiyê hatin desteserkirin.
Partiya SOLê jî ragihand ku parêzer Denîz Demîrdogan jî di nav de gelek rêveberên wan hatine desteserkirin.
Îzmîr
Endama MYKa Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul, endamê koma muzîkê ya Praksîsê Soner Kuçukerguler, Seroka SGDFê ya berê Şukran Yaren Tuncer û Gokhan Erdem, Sema Nûr Demîrtaş, Berk Çukurcam, Mehmet Duman û Gulşen Sude Avci li Îzmîrê hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku di nava desteserkiriyan de parêzer Goksel Akbaba jî heye. Akbaba dema duh xwestibû li Rêvebiriya Emniyetê ya Bajar bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bike bi tundkariya polîsan ji emniyetê hatibû derxistin.
Her wiha Serokê Baroya Îzmîrê yê berê Ozkan Yucel jî hate desteserkirin.
Diyar bûye ku welatî bi îdiaya “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine” hatine desteserkirin.
Edene
Li Edeneyê jî polîsan êrişî çalakvanan kirine û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.
Li ser banga CHPê a Edeneyê gel li Bûlvara Turgut Ozal a navçeya Çukurovayê kom bûn ber bi Bûlvara Ugur Mumcu meşiyan.
Di meşê de welatiyan dirûşmên “Hikûmet îstîfa”, “Erdogan îstîfa” , “Maf, hiqûq, edalet” û “Em ê bi yekbûnê bi ser kevin” berz kirin.
Piştî meşê, komê xwest li ser Bûlvara Turgut Ozal û Cadeya Barajyoluyê bimeşe lê polîsan bi ava şid, guleyên plastîk û bombeyên gazê êriş kirin. Di êrişan de gelek kes bi lêdanê hatin desteserkirin.
Di serdegirtinên malan de herî kêm 10 rojnameger jî hatin desteserkirin.

Di serdegirtinên malan de gelek rojnameger hatin desteserkirin
(AY)