Li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz tê pîrozkirin.
Pîrozbahiyê bi dirûşmeyên " Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk”" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" dest pê kir.
Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan wê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Li qada mitîngê li şûna dika beton ya berê platformek nû hat avakirin. Li platformê pankartên “Jin, jiyan, azadî” û dirûşmeyên ji bo Newrozê hatin daliqandin. Polîsan 6 xalên lêgerînê yên cuda li têketina qadê danîn. Welatiyên ku ji saetên serê sibehê ve hatin qada mîtîngê, piştî 5 lêgerînên cuda ketin qadê.
Polîsan li cihên lêgerînê diyar kirin ku ew ê destûr nedin al û pankartên ti partiyan. Her wiha ji bo alaya tu welatî jî destur nedan ku bigirin qadê.
Li herdu aliyên qadê fotografa Abdullah Ocalan a ku bi Heyeta Îmraliyê re di banga 27ê Sibatê de hatibû weşandin, hate daliqandin. Her wiha ciwanan posterên Ocalan vekirin.
Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn û agirê Newrozê hat pêxistin. Di dema pêxistina agir de dirûşmên "Bijî Serok Apo" ji qadê bilind bûn.
Li qadê welatiya bi navê Sakîne Y. ku 55 saliye ji bianetê re behsa Newrozê kir û got:
"Îro wêneyên Kemal, Selahattîn Demîrtaşê ku bi salane girtî ye û ya herî girîng jî wêneya Heyeta Îmraliyê li vir daliqandî ye. Ev rastiyên me ne, em tenê ji bo pîrozbahiyê nehatine vir. Newroz heyecan e, Newroz serhildan e, Newroz agir e. Îro wê baran bibare, em ê di nava heriyê de bimîne lê em bi fîstanên xwe hatin vê qadê. Em gelê Kurd in em ne rabirduya xwe ne jî îro ji bîr dikin.”
Ahmet T. ê 22 salî jî bi hevalên xwe yên zanîngehê re hatine qadê û ji bianetê re behsa Newrozê kir û got, "Ez îro bi hevalên xwe yên zarokatiyê re hatim vir. Bi salan e Newroz ji bo me xemgînî derbas dibû û me her daxwaza 'aşitiyê' dikir. Ez ji vir jî bang li hevalên xwe yên li Stenbolê yên li berxwe didin dikim. Netirse. Aştî ne tenê ji bo Kurdan wê ji bo me hemûyan bê. Û em ê vê pergala faşîst mil bi mil têk bibin.”
(ED/AY)