Di 18ê Adarê de Rektoriya Zanîngeha Stenbolê dîplomaya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû betal kir û piştre desteser kirin. Di 23ê Adarê de Îmamoglû hat girtin û xwepêşandanên ji bo girtinê wî didomin.
Polîsan danê sibehê li Enqere û Stenbolê bi ser gelek malan de girtin.
Di nava kesên li Stenbolê hatin desteserkirin de rêveberên Ciwanên Kedê, xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî hene.

Li Stenbolê di 5 rojan de 20 jê zarok 447 kes hatin desteserkirin
Li Enqereyê di serdegirtina malan de civaknas Velî Saçilik ê ku di sala 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ji kar hatibû dûrxistin jî hat desteserkirin.
Di daxuyaniya Baroya Enqereyê de hat gotin, "Hat zanîn ku ji aliyê dozgerê sûcên çapemeniyê ve derbarê 22 kesan de lêpirsîn hatiye vekirin. Em pêvajoyê dişopînin."
(RT/AY)