İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Naverokên bi miftegotina
Desteserkirin
Li dijî Şaredariya Bakirkoyê operasyon
Di çarçoveya operasyona li dijî Şaredariya Bakirkoyê de ji bo 68 kesan biryara desteserkirinê hate dayîn. Her weha di nava wan de cîgirên serokê şaredariyê û endamên meclisa şaredariyê jî hene.
27 Cotmeh 2026
Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon hat kirin: Şaredar jî di nav de 35 kes hatin desteserkirin
Li Mûglayê di çarçoveya bi îdiayên “bertîl” û “gendeliya di îhaleyan de” li dijî Şaredariya Navçeya Mîlasê operasyonek hate lidarxistin.
20 Cotmeh 2026
Rojnameger Murat Agirel jî di nav de 15 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de 15 kes hatibûn desteserkirin. Omer Sarıgul, Aylin Kotil û rojnameger Murat Agirel jî di nav de 15 hatin girtin.
20 Cotmeh 2026
Aylin Kotil û Omer Sarigul hatin desteserkirin
Rojnameger Saymaz ragihand ku di derbarê Emir Sarıgul de jî biryara desteserkirinê heye. Mustafa Sarigulê ji Partiya Nûyê diyar kir ku kurê wî dê xwe radestî emniyetê bike.
16 Cotmeh 2026
Nivîskara Kurd Suzan Samanci li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin
Nivîskara Kurd Suzan Samanci ku 18 sal in li Swîsreyê dijiya, piştî vegera xwe ya Tirkiyeyê li Balafirgeha Stenbolê bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" hat desteserkirin. Piştî bi SEGBÎSê beşdarî dadgeha aştiyê ya Amedê bû, serbest hat bardan.
24 Îlon 2026
Nêzîkî 1250 akademîsyenan bertek nîşanî operasyonên li dîjî LGBTÎ+yan dan
Ji welatên cûda ên cîhanê nêzîkî 1250 akademîsyen û lêkolîneran, li hemberî desteserkirin û girtinên mafparêz û LGBTÎ+yan ên li Tirkiyeyê nameyeke vekirî ya hevpar weşandin.
18 Îlon 2026
Li Çaglayanê kesên ku desteserkirina LGBTÎ+yan protesto dikirin jî hatin desteserkirin
Jin û LGBTÎ+yî ji bo protestokirina operasyonên li dijî komeleyên LGBTÎ+ û mafparêzan li Çaglayanê kom bûn. Polîsan midaxeleyî wan kir û gelek kes desteser kirin.
15 Îlon 2026
Di operasyonên li dijî LGBTÎ+yan de li Îzmîrê 16 kes hatin girtin
Li Îzmîrê di operasyona "Malbata min ewle ye" ya li dijî LGBTÎ+yan de ji 18 kesên ku hatibûn desteserkirin jê 16 kes hatin girtin. Li Enqereyê jî di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kaos GLyê de karûbarên îfadeyên yên 21 kesên hatibûn desteserkirin, berdewam dikin.
14 Îlon 2026
Li Amed û Manîsayê gelek kes hatin desteserkirin
Polîsan vê sibê li Amed û Manîsayê bi ser malan de girtin. Li Amedê 10 û Manisayê jî 3 kes hatin desteserkirin. OHDyê têkildarî desteserkirinan daxuyanî da.
3 Îlon 2026
Seroka Bajarê Manisayê ya Partiya Nû İlksen Ozalper hat desteserkirin
Cîgirê Serokê Koma Partiya Nû Murat Emir desteserkirina Ozalperê şermezar kir û got: "Ev ne gaveke hiqûqî ye, gavên berdewamiya projeyeke organîze ya tola siyasî ye ku bi fermana qesrê tê meşandin." Ozalper piştî îfadeyên Şaredarê Uşakê Yalim ên di çarçoveya poşmaniya çalak de hat desteserkirin.
6 Tebax 2026
Şîrovekarê TVyê Cem Kuçuk bi tohmeta “belavkirina agahiyên xapînok” û “şantajê” ’ hat destserkirin
Şîrovekarê TVyê Cem Kuçuk hat desteserkirin. Operasyona zeftkirinê ji aliyê tîmên Rêveberiya Şaxa KOMê ya Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Stenbolê ve hat kirin.
31 Tîrmeh 2026
Oguzhan Ugur hat desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna Komeleya AHBAPê de, damezrînerê Babala TVyê Oguzhan Ugur hat desteserkirin.
17 Tîrmeh 2026
Levent Uzumcu hat desteserkirin
Derbarê desteserkirina Uzumcu de dezgehên fermî heta niha tu daxuyanî nedaye.
16 Tîrmeh 2026
Li Enqereyê polîsan mudaxaleyî çalakiya li dijî NATOyê kir
Polîsan mudaxaleyî sosyalîstên ku bi banga “Koordînasyona Ji NATOyê re Na” li Parka Kurtuluşê kom bûbûn, kir û 75 kes desteserkirin. Parlamenterên sosyalîst diyar kirin ku “Em ê li Enqereyê û li çar aliyên welat kom bibin û dengê xwe li dijî vê lûtkeyê bilind bikin.”
7 Tîrmeh 2026
Pêş lûtkeya NATOyê rojnameger, parêzer, akademisyen û aktîvîst jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
Pêş Lûtkeya NATOyê ya ku dê li Enqereyê pêk were, li gelek bajaran bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtinan de rojnameger Abbas Vural, Buse Sogutlu, Ceren Erdogdu, parêzer Ezgi Onalan û akademisyen Sibel Ozbudun û Temel Demirer jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
5 Tîrmeh 2026
Deniz Goktaş li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin
Komedyen Deniz Goktaş, piştî ku bernameya xwe ya bi navê “Ölü Deniz”(Deryaya Mirî) li ser YouTubeê weşand û ji aliyê kesên nêzî desthilatê ve weke hedef hatibû nîşandan. Goktaş di vegera xwe ya ji dervayî welat de li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.
2 Tîrmeh 2026
Di lêpirsîna Şaredariya Şîleyê de 16 kes hatin desteserkirin
Lêpirsîn bi îdiaya ku “bi mebesta ku sûc pêk bîne rêxistii ava kirine”, “bertîl” û “gendeltî di îhaleyan de kirine” hatibû dest pê kirin.
26 Hezîran 2026
Di çarçoveya “desteserkirinên ji ber NATOyê” de 103 hatin girtin
Di nav kesên ku hatine girtin de Nûnerê Enqereyê yê Weqfa TEMAyê Nevzat Ozer, Endama GYKyê ya Halkevleriyê Hediye Yıldırım, ji Berdevkên Umut-Senê Burcu Arıkan, Derhênera Giştî yê Weşanê yê Kaos GLyê Yildiz Tar, parêzerên ÇHDyî Semra Demir û Kurşat Bafra û Doç. Dr. Emel Memiş jî hene.
25 Hezîran 2026
Şaredarê Silifkeyê Mustafa Turgut hat desteserkirin
Polîsan bi desteserkirinê re, di şaredariyê de lêgerîn pêk anîn. Heta niha kes nizane ka ev operasyon ji bo çi hatiye kirin û têkildarî operasyonê daxuyanî nehatiye dayîn.
19 Hezîran 2026
Mehmet Acettîn hat desteserkirin
ETHAyê ragihand ku yek ji xwediyên ajansê Mehmet Acettîn dîsa hatiye desteserkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de edîtora wan Nadiye Gurbuz jî ji girtîgehê bi SEGBÎSê îfade daye.
17 Hezîran 2026
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Li dijî Şaredariya Silivriyê operasyon: Ji bo Şaredar Balcioglu û 18 kesan biryara desteserkirinê dane
Tîmên Şaxa Darayî di çarçoveya lêpirsîna ku li ser îdiayên bertîl û gendeliyê tê meşandin de, li avahiya şaredariyê xebatên lêgerînê didomînin.
12 Hezîran 2026
Kesên navdar jî di nav de ji bo 25 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn
Hunermend Mabel Matiz jî di nav de heta niha 14 kes hatine desteserkirin.
21 Gulan 2026
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê operasyon: Herî kêm 30 kes hatin desteserkirin
Di operasyonan de 29 kes hatin desteser kirin. Di nav kesên ku hatine desteserkirin de navên wekî Oktay Ozel û Tugba Olmez Hanci jî hene.
8 Gulan 2026
Li dijî xwendekarên ODTUyê operasyon: Herî kêm 10 kes desteserkirin
"Tevgera Jinên Îstîklalê" di parvekirina xwe de gotibû, "Vê şevê li benda agahiyên desteserkirinê bin."
8 Gulan 2026
Li Stenbolê berî 1ê Gulanê li dijî sosyalîstan operasyon hat kirin
Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin desteserkirin; deriyên buroyên Rojnameya Ozgur Gelecek û Yeni Demokrasiyê hatin şikandin.
28 Nîsan 2026
Li dijî Şaredariya Yenîşehîra Mersînê operasyon: 31 kes hatin desteserkirin
Hat îdiakirin ku di nav kesên biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye dayîn de; alîkarên şaredar, rêvebirên şaxan û rayedarên şîrketan hene.
10 Nîsan 2026
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Li dijî Şaredariya Boluyê operasyon hat kirin
Têkildarî operasyonê daxuyanî hatiye dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber bexşên qurbanan ên ku li ser Weqfa BOLSEVê ya serbi Şaredariya Boluyê ve tê mêşandin hin kes hatine desteserkirin.
10 Nîsan 2026
Nalin Öztekin
nûçe
3 zarokên ku piştî Newrozê hatibûn desteserkirin hatin girtin
Li Stenbolê di serdegirtinên malan ên sibê de 8 jê zarok herî kêm 26 kes hatin desteserkirin. Parêzer Vedat Ece diyar kir ku di serdegirtinan de zarok li erdê hatine dirêjkirin û li dijî malbatên wan nêzîkatiyeke xirab hatiye nîşandan.
27 Adar 2026
Nalin Öztekin
Li Stenbolê ji ber Newrozê 26 kesên din hatin desteserkirin
Polîsan kesên desteserkirî birin Revebiriya Emniyetê a Stenbolê
27 Adar 2026
Li Amedê ji ber pîrozbahiyên Newrozê 18 kes hatin girtin
Bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kirine” 2 jê jin 18 hatin girtin. Hate diyarkirin ku di îfadeyên de pirsa “We çima şala kesk, sor û zer girê daye?” hatiye pirsin.
25 Adar 2026
Ji ber Newrozê 13 hatin desteserkirin
Li Amed û Stenbolê bi îdiaya ku di pîrozbahiyên Newrozê de “propagandaya rêxistinê kirine” herî kêm 13 kes di serdegirtina malan de hatin desteserkirin.
24 Adar 2026
Li Stenbolê herî kêm 13 kes hatin desteserkirin
Polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û di encamê de herî kêm 13 kes hatin desteserkirin.
17 Sibat 2026
1
2
3
4
5
...
10
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver