Xelatgirên Xelatên Metîn Goktepeyî yên Rojnamegeriyê diyar bûn

Xelatgirên 28em Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî diyar bûn.Pêşbirka xelatan bi armanca ku Goktepeyî bibîr bînin û rojnamegerên ciwan arasteyî nûçegîhaniya rastiyan nîşan didin bikin ji sala 1998an ve tê li dar xistin.
Xelata nûçeyên nivîskî
Osman Çakli bi dosyeya xwe ya ku di Gazete Duvarê de bi sernavê; ‘Jiyanên ku di MESEM'ê de bi dawî dibin’ xelata nûçeyan a nivîskî wergirt.
Xelata jûriyê
Seda Karabatanoglu û Zeynep Yunculer bi nûçeyên xwe yên ku di P24’ê de ya bi sernavê; ‘Malzarokên bi kirê: Li sêgoşeya Tirkiye-Gurcîstan-Bakurê Qibrisê bazara dayikên barkêş’ yek ji xelata Juriyê ya Taybet wergirtin. Xelata Juriyê ya Taybet a din jî di rêzenûçeyên Mehmet Baran Kiliç de ku di Polîtîk Yolê de bi sernavê; ‘Yên ku di şaredariya AKP’ê de kursiyên xwe winda kirine, diçin Bogazîçiyê’ hat dayîn.
Video nûçe
Vedat Yalvaç û Cuneyit Işık ji ber nûçeyên xwe yên dosyeyê ku bi sernavê; ‘xizaniya ku behsa wê nayê kirin’ di Halk TV de hatin weşandin, Xelata Nûçeyan a Vîdeoyê wergirtin. Burcu Ozkaya jî ji ber nûçeya xwe ya bi sernavê ‘5 kes 5 çîrok: Welatiyên astengdar çi dixwazin?’ di kategoriya Vîdeo Nûçe de Xelata Jûrî ya Taybet wergirt.
Xelata fotografan
Di pêşbirka îsal de xelata fotografê Medîne Mamedoglu bi wêneyê ku di 12’ê Sibata 2025’ê de hatibû kişandin, wergirt. Di kategoriya fotografan de jî Sertaç Kayar xelata Taybet a Jûriyê wergirt.
Xelata rojnamegeriya herêmî
Burak Altinok, bi gotara xwe ya bi sernavê; ‘Gamêşên navdar ên Çaycûma û berhema wê mast jî winda dibin’ku di Yeşîl Gazeteyê de hatibû weşandin, Xelata Rojnamevaniya Herêmî wergirt.
Her wiha juriyê ji ber gotara Hozan Adar ya DW Tirkî de hatibû weşandin ya bi sernavê; ‘Gundê Tirkiyeyê yê bê elektrîk’, biryar da Xelata Jûrî ya Taybet bide.
Jûrî
Juriyên ku xelat diyar kirin ev in; Ayça Soylemez, Bahadir Ozgur, Demet Bîlge Erkasap, Ender Ondeş, Fatîh Polat, Mehveş Evîn, Nazim Alpman û Sîbel Oral.
Xelat dê di 10’ê Nîsana 2025’an ango rojbûna Metîn Goktepe de bi merasîmekê bên dayîn.
Metin Goktepe
Metîn Goktepe 8ê Kanûna Paşiyê ya 1996ê ji bo şopandina cenazeyê wan girtiyan çû Alîbeykoyê ku li Girtîgeha Umraniyê hatibûn kuştin.
Lê ji ber ku karta wî ya çapemeniyê tune bû destûra ketina navçeyê nedan wî. Tevlî bi sedan kesan hat desteserkirin û ew birin Salona Sporê ya Girtî ya Eyubê. Li vir rastî tundkariya polîsan hat û hat kuştin.
Hat îdiakirin ku Metîn Goktepe ji ser dîwerî ketiye.
Doz ji Stenbolê rakirin Aydinê û bi hinceta "ewlekariyê" jî birin Afyonê.
Piştî ku dozê destpêkir bi sedan rojnameger, nûnerên rêxistinên pîşeyan, endamên Partiya Kedê (EMEP) û mafparêz bi otobusan ji Stenbolê çûn Aydinê û piştî ku doz çû Afyonê berê xwe dan wir û Doza Goktepeyî şopandin ku qasî 30 civînan berdewam kir.
Doz 28ê Îlonê ya 2000ê bi encam bû ku ji ber sûcên "bi awayekî berbiçav kuştina mirovan" û "bi rengê ku failê wê ne diyar kuştina mirovan" her polîsek rastî 7 sal û 6 meh cezayên girtinê hatin. Polîsek piştî ku Dadgeha Bilind biryar xerabkir 20 meh cezayê girtîgehê stand û 5 meh cezayê jidûrxistina erka xwe dane wî.
Yaseya Tehliyeya Bişert û Paşxistina Cezayan a di 19yê Kanûna Pêşiyê ya 2000î de derket hişt ku polîs beriya cezayê xwe biqedînin tehliye bibin.
(AY)