Çavdêriya Medyayê ya BIAyê: Kanûna Paşiyê-Sibat-Adar 2024
Li hemberî Yekîtiya Ewropayê û li nava welat têkildarî mafên bingehîn ti îdiayên desthilata Tirkiyeyê nemaye. Ji aliyekî darazê weke amûrek ji bo armancên xwe bikartîne. Ji aliyê din ve hikûmet ji Dadgeha Destûra Bingehîn ku piştî biryarên wê yên derbarê sansura online de 'gelek aciz bûye' û dixwaze dagehê bêqîmet bike û hêzên wê kêm bike.
Di Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê ya mehên Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê de jî nîşan dide ku li hemberî tacîzên darazî yên li ser rojnamegeriyê, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ên derbarê azadiya derbirînê de dereng ketibe rojevê jî û her çiqas derfetên girîng yên têkildarî betalkirina qaîdeyên stratejîk ên wekî "belavkirina agahiyên şaş" (Dezenformasyon) ji dest dabe jî dîsa weke yekane garantiya edaletê xûya dike.
Li gorî raporê, herî kêm 195 rojnameger li gorî Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê û Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê hatine darizandin û ji wan 14 rojnameger bi giştî 25 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn. Hevbendiya hikûmetê gefan li rojnamevanan li ber raya giştî dixwe û li dijî nûçegîhaniya online sansûrê heta dawî bikar tîne. Hêjayî gotinê ye ku di sê mehên dawî de, sîstema girtina rojnamegeran giraniya xwe daye girtina rojnamegerên xwecihî. Şertê kontrola edlî li dijî bi dehan rojnamegeran tê sepandin û ev jî şêweyekî din yê girtina rojnamegeran e. Her weha, giliyên ji bo îşkence û heqaretê yên li hemberî nûnerên medyayê zêde bûne, ku di mînakên wekî nûçegihanên bianetê Tûgçe Yilmaz, Aren Yildirim û Alî Dînç û nûçegihana vîdyoyan ya AFPê Eylül Deniz Yaşar de tê dîtin.
Di vê serdemê de Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mijatoviç bi Memoranduma xwe ya weşandî rayedarên Tirkiyeyê bi awayekî cidî hişyar kir. Mijatoviç di rapora xwe de got, "Gelek lêpirsînên cezê, darizandin, girtin û mehkûmkirinên ku li Tirkiyeyê parêzvanên mafên mirovan û rojnameger pê re rû bi rû ne, nîşan dide ku pratîkeke berfireh a binpêkirina pêvajoyên darazê ji bo bêdengkirina parêzvanên mafên mirovan û astengkirina çalakiyên civaka sivîl e."
Piştî medyaya kurdî êdî dora girtina rojnamegerên herêmî ye!
Tirkiyeya ku par di bîlançoya RSFê de di rêza "welatên herî bilez ên cîhanê de di çerxa girtina rojnamegeran" de cih girtibû, di sê mehên dawî de jî ev meyla xwe ya nebaş berdewam kir. Tolga Şardan, Bariş Pehlîvan, Elîf Akkuş, Batuhan Çolak û Merdan Yanardag di 3 mehên dawîn ên sala 2023'an de hatin berdan, Sûleyman Gençel ji Îzmîrê, Îdrîs Ozyol ji Antalyayê û Dîren Keser ji Mêrsînê di 3 mehên destpêkê yên sala 2024an de hatin girtin.
195 bersûc, 14 girtin, 18 beraat
Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê de herî kêm 195 rojnameger ji ber sûcên wekî "endamtiya rêxistina", "propagandaya rêxistina", "heqareta li Serokomar", "belavkirina agahiyên xapînok", "heqareta li wezîfedarê dewletê", “heqaret”, “piçûkxistina saziyên dewletê” û “binpêkirina qanûna civîn û xwepêşandanan” hatin darizandin. Her wiha 6 rojnameger jî di doza tazmînatê ya 2,9 milyon lîreyî de dihatin darizandin.
Di dozên Kanûna Paşiyê-Adarê de bi tohmeta ku "alîkariya rêxistinê kirine", "propagandaya rêxistina kirine" û "kesên li dijî terorê têdikoşe hedef nîşandane" bi giştî 21 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li 6 rojnamegeran hat birîn. " 6 rojnamegerên din jî bi îdiaya ku "heqaret li wezîfedarê dewletê kirine" û "heqaret kirine" bi giştî salek 9 meh û 20 roj cezayê girtîgehê û 22 hezar û 160 lîre cezayê pere stendine û li 2 rojnamegeran jî salek û 11 meh û 10 roj cezayê girtîgehê bi îdiaya ku "heqareta li Serokomar kirine" hatiye birîn. Di vê heyamê de ji bo 14 rojnamegeran bi giştî 25 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Di dozên cezê de jî 18 rojnamegeran beraet kirin.
Li midaxeleya polîsan a kêfî "îşkence" jî hat zêdekirin
Di heyama Kanûn Paşiyê-Adarê de herî kêm 11 rojnameger hatin desteserkirin. 5 jê li Îzmîrê bi îdiaya "endamtiya rêxistina" 3 kes jî li Wanê bi îdiaya "fînansekirina rêxistinê" hatin desteserkirin. Bûyerek ku bal kişand jî ev bû ku polîsek ji nûçegihana AFPê Eylül Deniz Yaşara ku dema li Yenîkapiyê pîrozbahiya Newrozê dişopand hat desteserkirin re got, "Dua bikin ku me hûn jî wek Cihûyan nekirin sabûn..."
Di vê heyama sê mehan de herî kêm 2 rojnameger û 2 dezgehên ragihandinê bûne armanca êrîşan û 5 jî rastî gefan hatine. Nûçegihanên bianetê Tûgçe Yilmaz û Alî Dînç ên xwestin pîrozbahiya Newrozê ya li Yenîkapiya Stenbolê bişopînin rastî astengî û êrîşa polîsan hatin. Di roja hilbijartinê de li navçeya Sûra Amedê du kom bi çekan li hev ketin û ekîbên Ajansa Anadolûyê û Ajansa Demirorenê hedef girtin. Di êrişê de rojnamevan bi saxlemî filitîn.
Rayedarên dewletê jî di nav derdorên ku gefan dixwe de hene
Nûçegihana kanala A Haberê Rûya Akkuş têkildarî îhtimala tifaqa bi Partiya Refahê re ya beriya hilbijartina herêmî ji Serokomar Erdogan pirsî. Erdogan jî hişyarî da Akkûşê û got: “Ruya were ser hişê xwe!”. Şêwirmendê Serokomar Oktay Saral jî derbarê rexneyên rojnamevan Fatîh Altaylî yên beriya hilbijartinên herêmî yên di weşana YouTubeê de li ser rêxistinên dînî, wiha got: "Divê derbarê vî bêbawerê murtedî de demildest çi pêwîst be bê kirin. Divê ev alçaxê ku li vî welatî bi şiklê Misilmanan weke sîxur digere, were zeftkirin û cezayê herî giran lê were birîn.” Nûçegihanê Rojnameya BîrGûnê Îsmaîl Arî ji ber nûçe û pirtûka xwe ya li ser terîqeta Menzîl rastî gefan hat.
Heqareta li Serokomar
Di 3 mehên dawî de 20 rojnameger û karîkatorîst bi îdiaya "heqareta li Serokomar" hatin darizandin.( Ugur Koç, Furkan Karabay, Îhsan Çaralan, Înan Kizilkaya, Sedef Kabaş, Mustafa Sönmez, Bariş Pehlivan, Ozan Alper Yurtoğlu, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, "Alice", Rustem Batum, Bariş Ağrtum, Bariş Pehlivan, Ozan Alper Yurtoğlu. Haydar Ergül, Ahmet Sever, Deniz Yucel, Hayko Bagdat û Erk Acarer).Bi giştî 93 sal û 4 meh cezayê girtîgehê ji van dozan dihat xwestin.
Di dozên 3 mehên dawî de ji Rojnameya BîrGûnê Ûgûr Koç û Rojnameger/Şîrovekarê TVyê Levent Gultekîn re 11 meh û 20 roj cezayê taloqkirî hate birîn. Aborînas û rojnameger Mustafa Sönmez ku di vê heyamê de jî dihat darizandin, di doza xwe ya 5emîn ya "heqareta li Serokomar" de beraat kir.
Lê mixabin, Dadgehên herêmî yên li Tirkiyê, tevî pêşniyara Komîsyona Venedîkê ya ji bo betalkirina xala "heqareta li Serokomar" û biryara Vedat Şorli ya di Çiriya Pêşiya 2021an de DMMEyê dabû, darizandinên bi xala 299an a Qanûna Cezayê Tirk(TCK) hê didomîn. Ji dema ku Erdogan di Tebaxa 2014an de bû Serokomar heta niha hejmara rojnamegerên ku cezayê girtîgehê yan jî cezayê pereyan lê hatiye birîn derket 76an.
Sansûra online di xizmeta hikûmetê de ye!
Di Kanûna Paşiyê- Sibat - Adara 2024-an de, bi hêceta ku “binpêkirina mafên şexsî” ji bo nûçegihaniya onlîne bêdeng bike serî li sansurê dane. Mixabin piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser binpêkirinan jî bikaranîna sansurê berdewam kir.
Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn di 10ê Cotmeha 2024an de biryara rawestandina xala 9an a Qanûna Înternetê ji ber binpêkirina mafên kesane dabû jî, Dadwerên Cezê û Aştiyê û Yekitiya Sazkarên Gihîştinê bi nêzîkatiya “ heta 10ê Cotmehê dema me heye." qedexe û astengkirin berdewam kir. Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi hincetên “mafên şexsî” herî kêm 41 naverokên rojnamegeriyê hatin astengkirin an jî rakirin.
Di sê mehên ewil ên salê de jî ji bo rê li rexneyan bigirin derdorên malbata Serokomar Erdogan, parlamenterên berê an yên niha yên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), rayedarên partiyê, rayedarên wezaretan yên partiyê ango namzetên şaredariyê yên partiyê bi hêcata “mafên şexsî” serî li sansurê dane.
Dadgeha Destûra Bingehîn rê da “Dezenformasyonê”!
Di sê mehên dawî de Dadgeha Destûra Bingehîn, ku Serokomar Erdogan û hevalbendê wî Serokê MHPê Devlet Bahçelî, "gelek jê ecizin", derbarê Qanûna Înternetê ya bi hejmar 5651an de, ku derdorên hukûmetê ji bo sansûra online bi kar dianîn, biryarên girîng da. Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê 502 serlêdanên takekesî de biryara binpêkirina mafan eşkere kir û diyar kir ku wê ji 10ê cotmehê ve xala “mafên kesane” betal bike: 18 hezar û 800 TL. Lê keysperestiya têkildarî sansura online didome.
Dadgeha Destûra Bingehîn di 3 mehên dawî de di qadên ku xala Saziya Îlanan ya Çapemeniyê ya ku "prensîbên exlaqê yên çapemeniyê" hêcet nîşan dide û derfeta cezê çêdike û qedexeya derketina derve ya li rojnameger Îrfan Uçar ferz dike, serlêdanên nû qebûl dike..
Mixabin çawa ku di mijara "heqareta li Serokomar" de, Dadgeha Destûra Bingehîn jî di 8ê Mijdara 2023an de firsend ji dest da ku xala 217/A ya Qanûna Cezayê Tirkan ya ku "bi eşkereyî agahiyên şaş belav dikin" betal bike. Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zühtü Arslan biryara ku li dijî wî ye nirxand û got, "Astengiya herî mezin a li pêşiya ramana piralî ya ku bingeha civaka demokratîk e, nêzîkatiya tekparêz e."
DMMEyê di doza ‘Parıldakê’ de ceza da Tirkiyeyê
Di sê mehên dawîn ên sala borî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo girtina Gerînendeyê Nûçeyên TRT Tirkiyeyê Ersîn Şanli got ku girtina Şanli binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Dadgehê di 3 mehên destpêkê yên sala 2024an de jî biryar da ku girtina nûçegihana berê ya Rojnameya Zamanê Ayşenur Parıldak, derqanûnî ye û 22 hezar euro tazmînat li Tirkiyeyê birî.
RTUKê 42 milyon lîre ceza birîye
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ji ber weşana nûçeyan û bernameyan di mehên Kanûn, Sibat û Adara 2024an da bi tevahî 29 cezayên îdarî û yek jî cezayê sekinandinê li televizyonan birî. Lijneyê li ser hev 42.172.592 TL cezayê pereyê îdarî saziyên televîzyona birî. Di heyama raporê de li radyoyan bi giştî 86 hezar û 179 lîre cezayên îdarî nehat birîn.
Di sê mehan de 10 rojnameger bêkar man
Di heyama Kanûn-Adarê de herî kêm 10 xebatkarên çapemeniyê ji ber lihevnekirinên saziyên weşanê ji kar hatin avêtin an jî neçar man dest ji kar berdin. Ev hejmar par di heman heyamê de 10 bû.
(EÖ/AY)