RAPORA ÇAVRÊRIYA LI MEDYAYÊ YA BIAYÊ /COTMEH-MİJDAR- KANÛNA PÊŞÎN 2025
Pêşeroja rojnamegeriyê ji ber zextên desthilatê di xetereyê de ye!
Di navbera Cotmeh û Kanûna Pêşiya 2025an de jî rojnamegerî, bi girtinên keyfî yên bi demdirêjî, cezayên girtîgehê yên giran, cezayên RTUKê, astengkirin û midaxeleya qeyûman bi awayekî piralî di bin zextan de bû. Her weha bêcezatî û bêewlehiya aborî ev rewş hîn xirabtir kir.