Rapora Çavêriya li Medyayê ya BIAyê ya Tîrmeh-Îlonê nîşan dide ku di nava sê mehan de 206 rojnameger, ji ber dozên li gorî Qanûna Cezayan a Tirkan û Qanûna Têkoşîna bi Terorê re hatine vekirin, 206 rojnameger di jêr gefa ketina girtîgehê de ne, bi girtina rojnameger Bariş Pehlîvan, Merdan Yanardag û Abdurrahman Gok û çendên din re dixwazin medyaya rexnegir bitepisînin, hin terîqet, cemaet û rêxistinên dijyasayî gefan li rojnameger Hale Gonultaş û Îsmaîl Ari û çendîn rojnamegerên din dixwin lê daraz li beramberî vê rewşê bê bertek e û bi 10 desteserkirinan hewl didin qadên çalakiyan ji medyakaran re qedexe bikin.
Rapor destnîşan dike ku Dadgeha Destûra Bingehîn, demên berê, di dozên tundkariyê, sansura li ser înternetê û yên kêfî yên derbarê mafên rojnamegeran de gelek biryarên erênî daye lê dadgehên herêmî ev biryar bi cih neanîn û ew çerxa binpêkirinan çêdike nehatiye şikandin. Di sê mehên dawiyê de Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo sê serlêdanan biryar da ku saziyên dewletê 39 hezar TLyî weke ceza bide serlêderan. Di heman demê de, Merdan Yanardag û 18 rojnamegerên kurd ên girtî jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo astengên li ber rojnamegeriya online daxwaz kir ku qanûn bên guhertin û ji bo vê guhertinê salek da pêş Parlamentoyê. Lê Parlamento li beramberî vê daxwazê, bê deng e.
Herî dawî Parlamentoya Ewropayê di rapora xwe ya derbarê Tirkiyeyê de diyar kir ku Tirkiye, demeke dirêj e azadiyên bingehîn, azadiya medyayê û dewleta hiqûqê bipêş naxe û ji ber vê bal kişand li ser “cudabûna rêyê” ya her du aliyan û “ji bilî endamtiyê rêyeke din” weke çareserî nîşan da. Tirkiye li gorî Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya RSFyê di nava 180 welatî de, di rêza 165an de ye.
Di sê mehan de 206 rojnameger hatin dadgehkirin
Di navbera mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de, bi kêmanî 148 rojnameger ji ber dozên nû yan jî yên heyî hatin dadgehkirin ku doz ji ber Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK), Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK), Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanan a Hejmar 2911ê hatine vekirin. Peyketina 97 ji van rojnamegeran bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” yan jî “kesên têkoşîna terorê dikin kirine hedef” bû. 12 rojnameger bi tohmeta ku “saziyên dewletê biçûk xistine”, 12 jê bi tohmeta “li dijî polîsan li ber xwe daye” yan jî li dijî Qanûna Hejmara 2911ê derketine tên dadgehkirin. Sê dozên ku ji ber “dezenformasyonê” li 3 rojnamegeran vebû, di vê demê de dewam kir.
Di heman serdemê de bi tohmeta “heqaret kiriye” û “heqaret li karmendên dewletê kiriye” 30 rojnameger, bi tohmeta “heqaret li Serokomarî kiriye” jî 17 rojnameger hatin dadgehkirin. Li gorî vê encamê, di sê mehan de 206 rojnameger hatin dadgehkirin, lêpirsîna wan hate kirin.
Fîdan, Gurlek û Bîrcanî pişta xwe spartin TMKyê
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altûnî ji ber nûçeya bi sernavê “Boğazda Kaçak Var” (Li Tengavê qaçax heye) doz li çar rojnamegeran vekiribû. Ji bilî Altûnî di vê demê de endamê Dadgeha Destûra Bingehîn û Serdozgerê berê yê Stenbolê Îrfan Fîdan, Akin Gurlekê bû Alîkarê Wezîrê Dadê û dadwer Mûrat Bîrcanê ku xwest bibe Parlamenterê AKPyê lê nebû û di Doza Geziyê de biryara cezakirinan da, bi tohmeta ku “kesên têkoşîna terorê dikin kirine hedef” giliyê rojnamegeran kirin. Rojnamegeran derbarê van kesan de hin nûçe çêkirin ku di nûçeyên xwe de behsa tayînkirinên wan ên “derasayî” û pêkanînên wan “ên şaş” kirin.
Di vî warî de mînakên dawî edîtorê malpera Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay û Midûrê Berpirsiyar ê heman malperê Farûk Eren, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê Ajansa Nûçeyan a Ankayê Mansûr Çelîk, edîtora bianetê Ayça Soylemez û nivîskarê Rojnameya Sozcuyê Îsmaîl Saymaz in.
Yek ji van kesan jî Berpirsê Giştî yê Weşanê yê kanala televîzyonê ya bi navê Tele1ê Merdan Yanardag e. Yanardagê girtî ye wê di 4ê Çiriya Pêşiyê de derkeve dadgehê. Yanardagî gotibû ku divê hikûmet ji bo Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanê di girtîgehê de ye polîtîkayeke zelaltir bi rê ve bibe. Ji ber vê gotinê, bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” û “pesnê sûc û sûcdaran kiriye” hatibû girtin.
Girtina rojnamegeran têkildarî pêvajoya polîtîk e
Li Tirkiyeyê nêzîkî 20 rojnameger ji ber kar û barên pîşeyî girtî ne. Di sê mehên dawiyê de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan û rojnameger nivîskar Bariş Pehlîvan hatin girtin. Her weha Merdan Yanardagê di 27ê Hezîranê de hatibû girtin, digel îtirazên parêzerên wî, serbest nebû.
Tirkiye rojnamegeran li gorî şert û mercên polîtîk digire. Car caran rojnamegeran bi komî digire, car caran jî yek bi yek (Di Hezîrana 2022yan de li Amedê 15 medyakarên kurd girtibû). Tirkiyeyê li gorî pêvajoyê, di cîhanê de car caran dikeve kategoriya “welatê herî zêde rojnameger lê girtî ne” car caran jî jê derdikeve.
10 rojnameger hatin desteserkirin
Di meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê de şeş jê jin, bi kêmanî 10 rojnameger li bajarên cuda û di demên cuda de, ji ber kar û barên xwe yên pîşeyî hatin desteserkirin. Di demên dawiyê de rojnameger bêhtir bi kelemçeyên plastîk an jî bi tundkariyê tên desteserkirin. Di sê mehên derbasbûyî de çar rojnameger ji ber nûçeya tayînkirina dozgerekî û hevjîna wî ya dadwer çêkirin, hatin dadgehkirin. Dozgerê navborî dosyeya 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê girtî amade kiribû û hevjîna wî jî endama wê heyeta dadgehê bû ku heman rojnameger tê de dihatin dadgehkirin. Rojnameger Zeynep Kûray û nûçegîhanê fotoyan Berkcan Zengîn jî, li Îzmîr Bergamayê hatin desteserkirin ku nûçeya karkerên di Agrobay Seracılıkê de kar dikirin amade dikirin.
Par di heman mehan de, sê jê jin, yek jê LGBTI+, bi kêmanî pênc medyakar hatibûn desteserkirin. Her weha dîsa Zeynep Kûray dema li Stenbolê çalakiya karkerên înşaatan dişopand, hatibû astengkirin.
Êrîşî 10 rojnamegeran kirin
Di sê mehên dawiyê de du jê jin, êrîş li 10 rojnamegeran bû. Gefa mirinê li du rojnamegeran xwarin. Çawa ku di meha Hezîranê de li Tetwana Bedlîsê pasevanên şaredariyê êrîşî Sînan Aygulî kirin, li Wêranşara Rihayê jî êrîşî rojnamegerekî kirin. Pasevanên Şaredarê Wêranşarê Salîh Ekîncî û xizmên wî, êrîşî berpirsê weşanê yê Vîran TVyê Mehmet Karakeçiliyî kirin. Karakeçilî derbarê îdiayên gendeliyê yên şaredariyê de nûçe weşandibûn.
Par di heman serdemê de bi piranî polîsan û derdorên MHPyê êrîşî 20 rojnamegeran kiribûn.
Di van sê mehên derbasbûyî de, terîqet, cemaet û rêxistinên cîhadîst gefa mirinê li rojnamegeran xwarin. Nûçegîhanê rojnameya BîrGunê Îsmaîl Ari û edîtorê Ajansa Mezopotamyaye Bîlal Guldem du mînakên vê rewşê ne.
Rojnameger Hale Gonultaşê di Gulana 2022yan de ji bo malpera Kısa Dalgayê nûçe amade kiribû. Koma Tevhidê ji ber van nûçeyan gef li Gonultaşê xwaribû. Gonultaşê giliyê van kesan kiribû lê doz li wan nehate vekirin. Ev rewşa necezakirinê, van derdoran bêhtir wêrek dike.
Li Mîlasa Mûglayê, gundî li dijî çêkirina kanaya madene ya li Daristana Akbelenê derketin. Tundkarî li çar rojnamegerên çalakiya gundiyan dişopandin hate kirin, cendermeyan ji nêz de xaza rondikrij li ser rûyê wan kirin. Ev jî mînakeke ku rayedar û cenderme nûçegîhaniya jîngehparêziyê tune dihesibînin.
Şikandina bêcezatiyê zehmet be jî rojnameger dev jê bernade!
Desteserkirina nûçegihanê wêneyan ê AFPê Bulent Kiliç di bin îşkenceyê de, kelemçekirina destê nûçegihana berê ya malpera bianetê Beyza Kural ji pişt ve, derpkirina nivîskarê rojnameya Yenîçagê Yavuz Selîm Demîrag di 10ê Gulana 2019an de li Enqereyê li ber mala wî, Êrîşa herdu pasewanê bi çek yê şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî li dijî rojnameger Sînan Aygul, gefxwarina kuştinê ya li piştî nûçeya Kisa Dalgayê li Hale Gonultaşê hatibû kirin û biryara neşopandina wê gefê, Desteserkirina rojnameger Sîbel Hurtaşê û tûndkariya li rêveberên rojnameya Dengê Şarkoyê Yakup Onal û Denîz Onal hat kirin û mînakên weke van bûyeran zihmetiyên rojnameger rûbirû dibin nîşan dide.
Lê rojnameger li beramber van zextana serî natewîne! Nûçegîhana malpera dokuz8ê Fatoş Erdogan dema çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê dişopand ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û ket lîsteya rojnamegerên ku ji ber kiryarên derqanûnî tên darizandin.
17 rojnameger ji ber "Serokomar" tên darizandin
Di sê mehên dawî de navê herî kêm 17 rojnameger û karîkaturîstan (Merdan Yanardag, Sedef Kabaş, Bariş Pehlivan, Ozan Alper Yurtoğlu, Ahmet Sever, Deniz Yücel, Baransel Ağca, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, "Alice". Hakki Boltan, Ramazan Yurttapan, Haydar Ergul, Erk Acarer, Rustem Batum û Hayko Bagdat) di dozên "heqareta li Serokomarî" de derbas bûn. Bi giştî cezayê ku ji van dosyayan tê xwestin 79 sal û 4 meh cezayê girtîgehê ye. Di demeke nêz de rojnameger û nivîskar Levent Gultekîn ji vê dozê beraet kir lê ji ber nirxandineka wî ya li Halk TVyê, lêpirsîneke nû li wî hat vekirin.
Di van 3 mehên dawî de ji bo van dosyayan tu ceza nehatin tespîtkirin. Lê mixabin, dadgehên herêmî yên li Tirkiyê, tevî pêşniyara Komîsyona Venedîkê ya ji bo betalkirina xala "heqareta li Serokomar" û biryara Vedat Şorli ya di Çiriya Pêşiya 2021an de DMMEyê dabû, darizandinên bi xala 299an a Qanûna Cezayê Tirkan(TCK) hê didomîne.
Ji dema ku Erdogan di Tebaxa 2014an de wek Serokomar hat hilbijartin heta niha hejmara rojnamegerên ku cezayê girtîgehê an jî cezayê pereyan lê hatin birîn derket 74an.
114 nûçeyên online û Dengê Amerîkaya Tirkî hat astengkirin
Di sê mehên dawî de Dadweriyên Aştî û Cezayan an jî Yekîtiya Dabînkirina Xwegîhandinê ji bo îdiayên derbarê gendelî û bertîlxwarinê de ji rojevê derxin, bi kêmanî 114 nûçe û naverokên online asteng kirine.
Biryarên astengkirinê bi mahneya “mafên şexsî” hatine dayîn. Yek ji mijarên ku Dadweriya Cezê û Aştiyê ket rojevê ew bû ku weşandina îdiaya têkiliya endamê Dadgeha Bilind Yuksel Kocaman ya bi Ayhan Bora Kaplan ê ku tê gotin nêzî Wezîrê Navxweyî yê berê Suleyman Soylû ye ji aliye malpera Cumhuriyet, BirGun û Halk TVyê ve. Di vê heyamê de biryarên qedexeyê ji bo derdorên sermayê yên wek kurên Serokomar Erdogan Burak û Bîlal Erdogan û Serokê Artaş Holdîngê Suleyman Çetînsaya hat sepandin.
9emîn Dadweriya Aştî û Cezê ya Enqereyê bi daxwaza RTUKê bi sedema ku Dengê Amerîkayê (VOA) serlêdana lîsansê nekiriye beşa tirkî ya ajansê asteng kir.
Heta zext hebe tekane hêvî Dadgeha Destûrî ye!
Di 3 mehan de Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar daye ku mafê azadiya xweîfadekirinê yê qunciknivîsê rojnameya Evrenselê Îhsan Çaralan, rojnameger û şêwirmendê çapemeniyê yê Serokomarê 11emîn Abdullah Gul, Ahmet Sever û rojnamegerê BirGûnê Aykut Erdogdu hatiye binpêkirin. Her weha Dadgeha Destûrî di doza Aydoğdu de biryara 39 TL tazmînatê daye.
Di vê qonaxê de 18 xebatkarên çapemeniya Kurd ên girtî û rojnameger Merdan Yanardag serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Piştî biryara betalkirina doza kuştina Musa Anter ji ber demboriyê, niha jî ji bo "bêqanûnî û kêmasiyên" di doza kuştina Hrant Dînk de serî li Dadgeha Destûrî tê kirin.
Li aliyê din ti biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 3 mehên dawî de di warê mafên rojnamegeriyê de dane nehatine tespîtkirin.
RTÛKê 15 mîlyon TL ceza birî
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji ber weşana nûçeyan û bernameyên wan ên di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlona 2023yan da bi tevahî 10 cezayên îdarî û 2 jî sekinandina weşanê li televizyon û radyoyan birî. Lijneyê bi giştî 14 milyon û 718 hezar û 114 TL cezayê îdarî li saziyên televîzyonê birî. RTUKê di heyama raporê de carekê 85 hezar û 738 TL cezayê îdarî li radyoyan birî.
Lijneyê ji ber gotinên rojnamegerê girtî Merdan Yanardağ ên derbarê Pirsgirêka Kurd de 7 roj cezayê sekinandin û cezayê îdarî li Tele1ê birî. Li ser daxwaza RTUKê Dadgeha Cezê û Aştiyê biryara astengkirina malpera nûçeyan a Dengê Amerîkayê (VOA) ya Tirkî da. Halk TVyê jî bi hinceta ku bertekên parlementeran ên li ser rojevê diweşîne , cezayê sekinandina 5 bernameyan girt.
Di sê mehan de 45 kes ji kar hat derxistin
Di 3 mehên dawî de herî kêm 45 rojnameger, qunciknivîs û xebatkarên çapemeniyê ji ber sedemên wekî polîtîkaya weşanê an jî aborî ji saziya ku lê dixebitîn ji kar hatin derxistin an jî neçar man ji saziya ku lê dixebitîn derkevin. Ev hejmar di heman heyama par de 8 bû.
(EO/AY-FD)