Sibê 24ê Tîrmehê Roja Têkoşîna Ji Bo Azadiya Çapemeniyê ye.
Desthilata ku pişta xwe bi dozên "Dezenformasyonê" yên ku di pêvajoya erdhej û hilbijartinê de li dijî rojnamegeran hatine vekirin girê daye, hewl da rêziknameya "sîxuriya bandorê" a ku diyar nîne çiye bixe nava pakêta 9em a Darazê.Dadrêsiyê ya 9emîn de bi cih bike, Her weha bi vê biryarnameyê dikare rojnameger û saziyên çapemeniyê yên ku bi fonên navneteweyî weşanê dike, bike armanc. Lê belê ji ber bertekên rêxistinên mafparêz, partiyên mixalîf û rêxistinên rojnamegeriyê, hewldana vê rêziknameyê ji bo niha bi dawî bû.
Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê ya qonaxa Nîsan-Hezîranê nîşan dide ku di nav 3 mehan de nêzî 200 rojnameger di bin zexta darazê ya ku bi salane nayê kontrolkirin de derketine pêşberî dadgehê, RTUKa ku "darê destê desthilatê ye" 29 milyon û 205 hezar û 625 TL cezayê pereyan birî, Hevkarê hikûmetê MHP û derdora wê, gef li rojnamegerên ku li pey kuştina Sînan Ateş ketine dixwin û daraz jî tenê temaşe dike.
Li Tirkiyeyê pirsgirêkên wekî zextên li ser rojnamegeran û kêmbûna ewlehiya hiqûqî êdî mayînde ne. Îsal jî di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya RSFê de ku 180 welat di nav de cih digire de, cih girt.
Mijareke ku rûbirûyê sansura online nebûye, nîne!
Di encama daxwazên derdorên desthilatê, karmendên Wezareta Edaletê û Yekitiya Sazkirinên Gihîştinê, Dadweriyên Cezê û Aştiyê û hin însiyatifan de di qonaxa Nîsan - Hezîranê de li gorî “mafên takekesiyê” herî kêm 2 hezar û 970 nûçe, naverokên rojnamegeriyê an jî parvekirinên medyaya civakî yên têkildar hat asteng kirin.
Ev sansûra ku rê li ber nivîsîna mijarên wekî îhale, gendelî, îstîsmara zayendî, sûcên rêxistinkirî, tûndkarî gelek mijarên din digire, tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn di 10ê Cotmehê de biryara rawestandina xala 9an a Qanûna Înternetê dabû jî bi şêweyekî keysperest pêk tê. Gotara bi sernavê 'Ji Halkbankê ji bo Mafyayê 550 Milyon Lîre Kredî' ya derbarê Ayhan Bora Kaplanê ku tê îdîakirin lîderê rêxistina sûc e ku ji aliyê Tîmûr Soykan ve hatiye nivîsandin û di 5ê Hezîranê de ji aliyê Rojnameya BîrGunê ve hat weşandin.
Di sê mehan de 7 beraat, şeş ceza
Di mehên Nîsan-Hezîranê de ji heft rojnamegeran Elîf Akgul û Zehra Dogan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê", Canan Rojîn Akîn û Sezgîn Kartal bi "endamtiya rêxistinê", Ferît Aslan jî bi "belavkirina agahiyên şaş", Mizgîn Fendîk jî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" û Hacî Bogatekîn jî bi "pesindana sûc" ji dozên ku dihat darizandin beraat kirin. 6 rojnamegeran jî bi îdiaya ku "alîkariya rêxistinê kirine" û "kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine, hedef nîşandane bûne" bi giştî 18 sal û 3 meh cezayê girtîgehê stendin.
Heqareta li Serokomar
Di 3 mehên dawî de 17 rojnameger û karîkatorîst bi îdiaya "heqareta li Serokomar" hatin darizandin.( Ugur Koç, Furkan Karabay, Îhsan Çaralan, Înan Kizilkaya, Sedef Kabaş, Mustafa Sönmez, Bariş Pehlivan, Ozan Alper Yurtoğlu, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, "Alice", Rustem Batum, Bariş Ağrtum, Bariş Pehlivan, Ozan Alper Yurtoğlu. Haydar Ergül, Ahmet Sever, Deniz Yucel, Hayko Bagdat û Erk Acarer).Bi giştî 74 sal û 8 meh cezayê girtîgehê ji van dozan dihat xwestin.
Di qonaxa van sê mehan de di darizandinan de tu biryarên mehkumiyetê û beraetê nehatibe tespîtkirin jî darizandinên bi xala 299an a Qanûna Cezayê Tirk(TCK) hê didomîn. Ji dema ku Erdogan di Tebaxa 2014an de bû Serokomar heta niha hejmara rojnamegerên ku cezayê girtîgehê yan jî cezayê pereyan lê hatiye birîn derket 76an û di salên desthilata Serokomar Erdogan de zêdetirî 250 rojnameger hat darizandin.
RTUKê 29 mîlyon TL ceza birî
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) di vê qonaxê de ji ber ku di weşanê de gotina “Qirkirina Ermenan” hat bikaranîn lîsansa Açik Radyoyê betalkir. Li gorî Rapora Çalakiyan, Lijneya ku par 81 milyon û 901 hezar TL cezayê pereyan birî, ji ber nûçe û bernameyên 3 mehên qonaxa borî jî bi giştî 29 milyon û 205 hezar û 625 TL cezayê pereyan li saziyên televîzyonê birî.
“desteserkirin” û “kontrola edlî” ya li hemberî rojnamegeran zêde bûye
Tirkiye ku ligel Îranê di bîlançoya RSFê de di nava "welatên ku herî zêde çerxa girtina rojnamegeran lê heye" tê nîşandan, xuyê xwe bi berdewamî yê girtin û berdana rojnamegeran didomîne.
Di 3 mehên dawî de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan, Esra Solîn Dal û nûçegihanê Yenî Ozgur Polîtîkayê Erdogan Alayumat bi tohmeta "endamtiya rêxistina" hatin girtin û piştî mehekê hatin berdan. Suleyman Gençel ê ji Îzmîrê û Dîren Keser a ji PÎRHAyê ku di 3 mehên ewil ên sala 2024'an de hatibûn girtin hêj di girtîgehê de ne, Îdrîs Ozyol û nûçegihana şer a TRTê ya Antalyayê Elîf Akkuş hatin berdan.
Di heyama 1ê Gulan û hilbijartina herêmî de 12 kes hatin desteserkirin
Hêzên ewlehiyê û walîtî, nûnerên medyayê weke ku çalakiyên civakî yên ku wan weke “li dijî qanûnê ye“ îlan kiriye, rewa dike, dibîne. Hêzên ewlekariyê ji bo midaxeleyên xwe şahidan naxwazin û helwesta wan a tund a li hember nûnerên medyayê mafên wergertina agahiyan a gel binpê dike. Di van 3 mehên dawî de herî kêm 12 rojnameger ji ber çalakiyên 1ê Gulanê û xwepêşandanên piştî hilbijartina herêmî yên 31ê Adarê li Wanê geş bûn, hatin desteserkirin.
Rojnamegeriya lêkolînxwaz di hedefa MHPyê de ye
Di sê mehên dawî de herî kêm 11 rojnameger û saziyek weşanê (Rojnameya Dengê Îslahiyeyê) rastî êrîşan hatin; 4 ji wan rojnamegerên lêkolîner 6 kes rastî gefan hatin. Êrîşa li dijî 9 rojnamegeran di heyama hilbijartinê de û di bin berpirsyariya hêzên ewlekariyê de pêk hat.
MHP û derdora wê ya ku piştî Hilbijartina Giştî ya 2023an di Hilbijartinên Herêmî yên 2024an de hêz winda kir, bi taybetî jî nîşan dide ku kuştin û lêpirsîna Sînan Ateş bi hedefgirtina rojnamegerên lêkolîner Mûrat Agirel, Bariş Pehlîvan, Tîmûr Soykan û Bariş Terkoglu tê rojevê. Agirel, diyar kir ku kesên bi maske li ber mala wî bi şev dîmenên mala wî tomar kirine, ketine garaja malê, li her tiştî geriyan, çopên derdorê jî di nav de geriyan û li wesayîtên xwe bar kirin.
Bêcezatî
Li Enqereyê di 10ê Gulana 2019an de 6 kesan bi giranî li nivîskarê rojnameya Yenîçagê Yavuz Selîm Demîrag xistibûn. Her şeş bersûcan bi tohmeta ku "birîndarkirina bi qestî û gefxwarinê" 9 sal cezayê girtîgehê xwaribûn. Ev ceza di encama têkoşîna domdar a rojnamevan û parêzaran de hat birîn. Ev ji bo salên dawî dikare yek ji destkeftiyên herî girîng were hesibandin. Lêbelê, ev doz di hawîrdora giştî ya bêcezatiyê de îstîsnayek e. Daraz bi taybetî ji bo gefên derdorên polîtîk yên weke MHPyê yên dijî şîrovekarên TVyê û rojnamegerên din tu tiştek nake û bi tenê temaşe dike.
Di hin dozên tûndkariyê de, hin rojnameger, wek nûçegihanê fotoyan ê berê yê AFPê Bulent Kiliç tên darizandin, ne karmendên emniyetê.
Têkoşîna li dijî sûcên li dijî rojnamegeran ji ber helwesta pasîf a darazê tê astengkirin. Adem T. yê ku êrîşa çekdarî pêk anî û li Kayseriyê xwediyê Rojnameya Denîz Postasi û Anadolu TVyê Azim Denîz birîndar kir, piştî 4 mehan hat berdan. Pêşkêşvana berê ya Halk TVyê Şîrîn Payzînê jî li dijî êrîşa devkî ya Serokê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag, doza 50 hezar TL tazmînatê vekir.
24 rojnameger bi "heqaretê" tên sûcdarkirin
Di 3 mehên dawî de herî kêm 24 rojnameger di çarçoveya dozên cezê de ên bi îdiaya ku "heqaret", "heqareta li wezîfedarê dewletê kirine" an jî "îftîrayê" hatin vekirin de derketin pêşberî dadgehê.
Rojnameger Furkan Karabay û herî kêm 12 rojnameger li ser gilîkirina parêzerê berê yê Serokomar Erdogan Mustafa Dogan Înal dihatin darizandin. Karabay bi tohmeta ku "îftîra kiriye" 1 sal û 15 roj cezayê girtîgehê stend. Rojnameger Bariş Terkoğlu û Akîf Bekîyê ku ji ber giliyên hevjînê Hîlal Kaplan yê berê Suheyb Oğut û Cubbeli Ahmet Hoca ji dozên ku dihatin darizandin beraat kirin. Danişîna doza ku Parlamenterê MHPê yê Mêrsînê Levent Uysal der barê Nûçegihanê Rojnameya BîrGûnê Îsmaîl Arî de vekiribû, hê dest pê nekiriye.
Li 6 rojnamegeran 2 milyon û 150 hezar TL doza tazmînatê hat vekirin
Di qonaxa Nîsan-Hezîranê de 5 rojnameger û qunciknivîs (Bariş Pehlivan, Hazal Ocak, Furkan Karabay, Ceren Sozeri û Mujdat Gezen) di çarçoveya dozên tazmînatê ku bi giştî 2 mîlyon û 150 hezar TL ye yên ku kurê Serokomar Erdogan Bîlal Erdogan û zavayê wî Berat Albayrak, Alîkarê Serokê Koma Medyayê ya Turkuvaz Serhat Albayrak, Serokê Komîsyona Edaletê ya Stenbolê Bekîr Altun, parêzerê berê yê Serokomar Erdogan Mustafa Dogan Înal, Alîkarê Serdozgerê Komarê yê Antalyayê Yakup Alî Kahvecî û Şaredarê Maltepeyê yê CHPê Alî Kiliç vekirine tên darizandin.
Dadgeha Destûrê biryara tazmînatê ji bo Bizim FMê da
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo şîrketa Bizim FM radyoyê biryar da ku "Azadiya çapemenî û îfadeyê hatiye binpêkirin" û divê tevî lêçûnên kanalê 154 hezar û 94 TL tazmînat bê dayîn. Ji ber ku RTUK 30 sal in îhaleyê pêknayne, radyoyê nikaribû lîsans werbigirta.
Dadgeha Destûra Bingehîn destnîşan kir ku ji ber parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî cezayê ku li Rojnameger Sultan Eylem Keleş bi îdiaya ku "Heqaret li Serokomar kiriye" û "derbarê wê de HAGB" hat dayîn, weke mafê darizandina adil hatiye binpêkirin, nirxand. Di vê heyamê de pêvajoya birina biryarên dadweriyê û biryarên dadgehên jherêmî ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn bi nûçegihana PÎRHAyê ya Mêrsînê Dîren Keser re dewam kir.
DMMEyê ji bo Ahmet Boken ceza li Tirkiyeyê birî
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya ji bo girtina Alîkarê Serokê Daîreya Nûçe û Sporê yê TRTê Ahmet Boken de Tirkiye bi 5 hezar euro tazmînatê cezakir.
Çapemeniya herêmî
Di heyama Nîsan-Hezîranê de ti rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên ku ji ber nakokiyên edîtorî yên derbarê azadiya çapemeniyê de ji kar hatibûn dûrxistin an jî ji ber nakokiyên ku ji xeta weşanê derketine neçar mabûn dest ji kar berdin, nehatin tespîtkirin.
(EO/VC/AY)